Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn, mêran di sala 2017ê de ya kêm 290 jin û 22 zarok kuştine herweha mêran 34 mêrên di dema bûyeran de li nik jinan bûn/an jî hewil dane bibin astengê bûyeran kuştine. Mêran tecawiz li 101 jinan kiriye; taciz li 247 jinan kiriye; îstismara cinsî li 376 zarokên keç kiriye, 348 jin birîndar kirine.
- Failên 24 bûyerên kuştina jinan nehatine dîtin.
- 10 termên jinan, 2 temê zarokên keç hat dîtin ku guman heye hatibin kuştin
- Ji bo 14 jinan hat îdiakirin wan xwe kuştiye
- Jineka ku dê bi zorê bihata zewicandin hewil daye xwe bikuje.
Kuştin
Mêran di sala 2017ê de ya kêm 290 jin û 22 zarok kuştine herweha mêran 34 mêrên di dema bûyeran de li nik jinan bûn/an jî hewil dane bibin astengê bûyeran kuştine.
Sê jinên hatîn kuştin ew jin bûne ku di emrekê gelek biçûk de bi zorê hatine zewicandin. Du jinên hatîn kuştin trans bûne. Du jinên trans ên hatîn kuştin jî karkerên seksê bûne.
Ji sedî 6ê jinên hatîn kuştin koçber an jî penaber bûne.
Ji sedî 20ê jinên hatîn kuştin li mala xwe an li ber deriyê xwe, ji sedî 17ê jinên hatîn kuştin li cihên civakî, li ber çavên her kesan hatine kuştin.
Ji bilî kuştina 290 jinan di rapora me de hatiye diyarkirin ku 41 bûyerên kuştin/mirina guman heye kuştin be/xwekuştin û îdiaya xwekuştinê hene, ji ber ku ew nûçe nehatine teqîbkirin/an jî derfet nehatiye dayin ku bêne teqîbkirin nûçeyên wan nehatine nivîsîn.
Sûriye: 8 / Fas: 2 / Iraq: 1 / Misir: 1 / Ozbekistan: 2 / Gurcistan: 1 / Afxanistan: 1 / Ûkrayna: 1
Di sala 2017ê de ji her çar jinên hatîn kuştin jinekê ji ber ku xwestiye ji mêran cida bibe an jî teklîfa wan a lihevhatinê qebûl nekiriye hatiye kuştin. Ji sedî 4ê jinên hatîn kuştin ji ber ku keç/dayik/hevalên wan xwestine ji mêran cida bibin wan mêran ew kuştine.
Xizm: 54 (Birayê mezin: 5 / Bi biryara malbatê: 3 / Hevalê malbatê: 1 / xizm: 17 / Bav: 7 /Bira: 5 / Kur: 12 / Nevî: 2 / Kurê hevoyê: 2)
Partner: 158 (Mêrê bi zewaca dînî zewicî: 13 / Mêr: 109 / Yar: 36)
Partnerên berê: 30 (Mêrê berê: 23 / Nîşanîyê berê: 1 / Yarê berê: 6)
Yên taciz kirîn: 5 (Mêrê hatî redkirin: 3 / Mêrê ku jina xizma wî nexwestiye pê re bizewice: 1 / bi israr teqîbkirin û taciz: 1)
Partnerê xizman: 13 (Destgirtiyê dayika mêrekê: 1 / Mêrê hevala mêrekê: 1 / Zava: 5 / Zavayê berê: 1 / Mêrê xuşka mêrekê: 4 / Mêrê ku biraziya mêrekî hewil daye jê cida bibe: 1)
Xizmên partnerên jinan: 8 (Kurê wî mêrê ku dayika mêrekî dê pê re bizewiciya: 2 / Tîyê berê: 1 / Kurê mêrekê ku jinek dê pê re bizewiciya: 1 / Hevalê mêrê jinekê: 1 / Hevkarên mêrê jinekê: 1 / Tîyê jinekê: 2)
Yên dî : 22 (Heval: 1 / Birayê hevalê jinekê: 1 / Diz: 1 / Mêrê ku xasimê jinekê bû: 1 / Mirovfiroş: 1 / Şirîkê karî: 1 / Cîran: 1 / Bikir: 3 / Xizmê hevalê jinekê: 1 / Kesên nas: 4 / Kesên ne nas: 2 / Kesên nehatiye dîyarkirin ka kî ne: 5)
Ji sedî 55,5ê jinên hatîn kuştin bi çekên gullexwer hatine kuştin, ji sedî 29 jî bi amûrên birek hatine kuştin.
Çekên gullexwer: 161
Nehatiye zelalkirin kîjan çek e: 4
Amûrên birrek: 85 (Bıçak: 80 - Satır: 2 - Balta: 1 - Kavun bıçağı: 1 - Testere: 1)
Xeniqandin: 16 (Xeniqandin: 12 – Bi werîsan: 1 – Bi qebloyan: 1 – Bi cemedanîyê: 1 – Bi têlê: 1)
Birîna qirikê: 8
Yên dî: 16 (Jinên ji şaneşînan hatine avêtin: 2 – Jinên ji ferîbotan hatîn avêtin: 1 – Jinên bi alavên req hatîn derbdan: 4 - Çakûç: 2 - Derb: 5 - Dînamît: 1 - Lewye: 1)
Ji sedî 20ê jinên hatîn kuştin li mala xwe an li ber deriyê xwe, ji sedî 17ê jinên hatîn kuştin li cihên civakî, li ber çavên her kesan hatine kuştin.
Cihên civakî: 49 (kolan, kargeh, park, firoşgehên mezin, otêl, market, dadgeh, li ber deriyê dadgehç, li ber deriyê Midûriyeta Polîtakayên Civakî, gazîno, kafe)
Bi hêceta dîtina zarokên xwe mala mêr çûyînê: 4
Mala jinan li ber deriyê mala jinan: 58
Ji sedî 5ê jinên hatîn kuştin digel ku dadgehê biryara parastina wan daye jî dîsa hatine kuştin. Ji sedî 7ê jinên hatîn kuştin ji beriya bêne kuştin li nik hêzên ewlehiyê giliya gumanbaran kirine.
Piştî biryara parastinê: 14
Piştî biryara tedbîrstandinê: 4
Piştî gilîkirinê an biryareka tedbîrê ya berê: 16
Ji sedî 24ê jinên hatîn kuştin ji ber ku xwestine ji mêran cida bibin an teklîfa wan a lihevhatinê qebûl nekirine hatine kuştin. Ji sedî 4ê jinên hatîn kuştin mêrên ku keç/dayik/hevalên wan xwestine ji wan mêran cida bibin ew kuştine.
Jinên xwestine ji mêran cida bibin an teklîfa wan a lihevhatinê qebûl nekirine: 70
Jinên keç/dayik/hevalên wan xwestine ji mêran cida bibin: 11
Ji sedî 19ê wan kesên jin kuştîn xwe kuştine an jî hewil dane xwe bikujin.
Wan kesên xwe kuştîn: 38
Wan kesên hewil dane xwe bikujin: 16
Qeyda sûcdariyê ya 11 mêrên jin kuştîn ji beriya ku wan bikujin jî hebû.
Kuştina zarokan
Dê û bavê ji sedî 53yê zarokên hatîn kuştin di pêvajoya jihevcidabûnê de bûne.
Ji sedî 68ê zarokên hatîn kuştin, bavê wan ew kuştine.
Mêrên endamên malbata xwe kuştîn: 1
Xizmê dayika zarokan: 2
Mêrê tecawiz li dayika zarokekê/î kirî: 1
Yarê dayika zarokekê/î: 2
Bav: 15
Yê tecawiz kirî: 1
Ji sedî 50yê zarokên hatîn kuştin bi kêran hatine kuştin.
Bi kêran: 11
Bi xeniqandinê: 2
Bi derbdanê: 1
Bi demanceyan: 7
Bi jehrîyan: 1
Ji 18 qatilan çaran xwe kuştine. Sê qatilan hewil dane xwe bikujin.
Ji 22 zarokên hatîn kuştin 14 zarok digel dayika xwe hatine kuştin.
Ji beriya 5 zarok bêne kuştin li cihên berpirs gilî hatiye kirin lê tedbîrên pêwîst nehatine girtin.
Tecawiz
Li gor nûçeyan di sala 2017ê de 101 bûyerên tecawizê pêk hatine.
Ji sedî 11ê jinên tecawiz lê hatî kirin bi dîmenên tecawizê, an bi dîmenên ne bi dilê wan hatî girtin şantaj li wan hatiye kirin. Ji sedî 14ê jinan piştî tecawizê li cihekê girtî hatine hiştin.
Ji sedî 30ê wan kesên tecawiz li janan kirîn ne nasên wan bûn, ji sedî 18 partnerên wan bûne.
Nas: 30
Partner: 18 (Yarê ku jinekê xwestiye jê cida bibe: 1 – Mêrê bi zewaca dînî bi jinekê re zewicî: 1 – Mêrê bi jinekê re flort dikir: 1 - Mêr: 2 - Yar: 10 – Yarê berê: 2 - Nîşanî: 1)
xizm: 11 (xizmên dî: 7 / Bav: 3 / Kurê serhevoya jinekê: 1)
Mêrên li kargehan: 10 (hevkar: 1 / Mêrên jin ji bo karî bi wan re civiyane: 3 / Serkar: 5 / Mêrê ku jinekê ew ji kargehê nas dikir: 1)
Heval/Nas: 9
Mêrên ji taxê: 5 (Cîran: 2 / Mêrên di taxê de wan û jinan hev nas dikirin: 3)
Xwediyên kargehan: 3 (Xwediyê kargeha serastkirina elektrîkê - tesîsatçêker: 2 / Garson: 1)
yên dî: 13 (Mêrê hevalê jinekê: 1 / Hevalê mêrê jinekê: 1 / Hevalê kurê jinekê: 1 / Nayê zanîn ka kî ye: 1 / Diz: 1 / Kesekê bi israr teqîba jinekê kirî: 1 / Polîs: 1 / Mêrên li medyaya civakî jin nas kirîn: 4 / Şifêr: 3 [Otobûs: 2- Mînîbûs: 1] / Tecawizkar: 1)
Ji sedî 15ê bûyerên tecawizê li wan deran pêk hatine ku mêran bi zorê jin birine wan deran an jî bi zorê jin li wan deran girtine. Ji sedî 11ê bûyeran li cihên civakî û ji sedî 6ê bûyeran li kargehan pêk hatine.
Malên mêr bi dizî çûnê an jî jin bi zorê li wê derê hiştine: 15
Cihên civakî: 11 (Kolan, bincadde, rawestgeh, park, nexweşxane, tûwaleta firoşgeheka mezin)
Kargeh: 6
Wesayita veguhestina civakî: 3
Otel-spa: 5
Ji sedî 13ê wan jinên tecawiz lê hatiye kirin kêmendam bûne. Ji sedî 10ê jinên tecawiz lê hatîn kirin koçber an jî penaber bûne.
Kêmendam: 13
Tûrîst-koçber: 10 (Fas: 1 / Hollanda: 1 / Brîtanya: 1 / Îran: 2 / Ozbekistan: 5)
Qeyda sûcdariyê ya ji sedî 12ê wan kesên tecawiz kirî ji beriya bûyerê jî hebû.
Ji 113 failên tecawizê qeyda sûcdariyê ya 14 failan hebû.
Ji sedî 49ê wan kesên tecawiz kirîn hatine girtin.
Yên hatîn girtin: 55
Yên bi kontrola edlî serbest bûyîn: 7
Yên pêşiyê hatîn desteserkirin paşê serbest hatîn berdan: 8
Yên jin kuştîn: 3
Yên xwe kuştîn: 1
Yên ku pêvajoya hiqûqî ne diyar e û di nûçeyan de wek “qaçax e””reviyî ye””desteserkirî ye” hatine dîyarkirin : 39
Du jinan mêrên tecawiz li wan kirîn kuştine. Jineka tecawiz lê hatî kirin xwe kuştiye; malbata wê jinê mêrê tecawiz kirî kuştiye. Herdu jin û malbata ew jina mirî hatine girtin.
Taciz
Li gor nûçeyan, di sala 2017ê de 247 bûyerên tacizê pêk hatine.
22 kadın toplu taşıma veya takside tacize maruz kaldı. 5 kadın ise kıyafeti bahane edilerek saldırıya uğradı.
Li wesayitên veguhestina civakî 22 jin rastî tacizê hatine. 5 jin bi hêceta cilikên wan hatine tacizkirin.
Ji sedî 65ê mêrên taciz kirîn ne nasên jinan bûne, ji sedî 12, 5ê mêrên taciz kirîn ji kargehan nasên jinan bûneç
Ne nas: 160
Mêrên karker û karmend: 31 (Şaredarê ku bi hinceta dîtina karî ew xapandiye: 1 / Karbidest: 5 / Kurê karbidest: 1 / Midûrê wê yê karî: 17 /Nasê wê yê li ciyê kar: 6 / Xwediyê mala ku lê karê paqijiyê dike: 1)
Karker: 13 (Hostayê klîmayê: 1 / xebatkar, xwediyê otelê: 6 / Alîkarê ajokar/ajokar ê otobusê: 2 / Ajokarê texsiyê: 1 / Kesê karê temîra eşyayan dike: 2)
Mêrên ku ew û jin hev nas dikin, hevalên wê: 10
Mêrên ku li heman taxê, li heman apartmanê dijîn: 7 (Rêveberê apartmanê: 1 / Cîran: 4 / Nasên ji heman taxê: 2)
Dersdêr: 7 (Dersdêr: 1 / Dersdêrê werzîşê: 1 / Mamosteyê zanîngehê/ dersdêr: 4 / Dersdêrê zaroka wê: 1)
Hevalê wê yê berê û xizmên hevalê wê: 6 (Mêrêberê: 1 / Hevalên mêrê berê: 1 /Evîndarê berê: 4)
Yên din: 14 (Xizm: 1 / Kesê karê ewlehiyê dike: 2 / Kesê ku bi îdiaya başkirinê li ser nexweşan dixwîne: 2 /Kesê destdirêjî kiriye: 1 / Muezzin: 1 / Mêrê ku hevjînê wê deyndarê wî ye: 1 / Zava: 1 / Kesê ku pirtûkên olî difiroşe: 2 / Midûrê navenda ku li kesên astengdar dinêrin: 2)
Ji sedî 18yê jinan rastî raçavkirinê hatine û/yan jî bêyî destûra wan dîmenên wan hatiye kişandin. Ji sedî 11yê wan rastî pêşanderiyê, ji sedî 9ê wan jî rastî destdirêjiya dijîtal hatiye.
Destdanîna li ser/revandin: 2
Dijîtal: 22
Raçavkirin/Girtina dîmenên bê destûr: 45
Şopandina bi israr: 7
Pêşanderî: 27
Destdirêjiya laşî/devkî: 144
Ji ber sûcên zayendî qeyda sûcî ya ji sedî 7ên kesên destdirêjî kirine hebûye. (17 kesên karê destdirêjî kirine)
Tenê ji sedî 16yê kesên destdirêjî kirine hatine girtin.
Kesên ku hatine girtin: 27
Kesên bi şertê kontrola edlî serbest bûne: 6
Kesên hatine desteserkirin û paşê serbest bûne: 6
Kesên bêyî bên girtin wê bên dadgehkirin: 8
Kesên derbarê wan de biryara tedbîrê hatiye standin: 1
Kesên rastî lêdana wan kesan hatiye ku bûne şahidê destdirêjiyê: 9
Mêrê ku jinek birîndar kiriye: 1
Kesê di saziyeke dewletê de kar dikir ji ber destdirêjiyê ji kar hatiye dûrxistin: 1 / Tenê rasTî lêpirsîna îdarî hatiye: 1
Kesên ku derbarê wan de lêpirsîn nehatine vekirin: 21
Kesên ji hêla jinan an jî xizmên wan ve hatine kuştin: 2
Nasnameya wî û têkiliya wî ya bi jinê re nehatiye diyarkirin: 85
Hemû hejmar: 168
Mêrê ku kesê xwestiye destdirêjiyê bike û bi şev ketiye mala wî de kuştiye hatiye girtin, jina rastî destdirêjiyê hatiye bi şertê kontrola edlî serbest maye.
2 jinên ku li hemberî destdirêjiyê parastina nefsî kirine û ew birîndar kirine hatine desteserkirin.
Istismara li zarokan
Mêran di sala 2017yê de herî kêm 376 zarok istîsmar kirine. 19 zarokên keç di encama tecawizê de ducanî bûne.
Ji sedî 31ê zarokên keç ji hêla xebatkarên dibistanan, ji sedî 12 ji hêla dersdêrên wan, ji sedî 7ê wan jî ji hêla xizmên wan ve rastî istîsmarê hatine.
Xebatkarên dibistanan: 117 (Xebatkarê kantînê: 49 / Xebatkarê dibistanê: 1 / Teknîkerê dibistanê: 6 / Karkerê dibistanê: 52 / Kesekî ku berê karê ewlehiyê li dibistanê dikir: 1 / Ajokarê serwîsa dibistanê: 8)
Dersdêr: 46 (Hînker: 1 / Hînkerê folklorê: 1 / Dersdêrê lîseyê: 11 / Midûr: 4 / Alîkarê Midûrî: 5 / Dersdêr: 23 / Midûrê mala mamosteyan: 1)
Xizm: 26 (Birayê mezin-yê biçûk: 4 / Xizm: 5 / Kalik: 1 / Bav: 12 / Mêrê ku li şûna bavê rastîn bavtiyê jê re dike: 1 / Zirbav: 3)
Cîran-Nasên ji taxê: 17
Wezîfedarên olî: 14 (Mele: 11 – Wezîfedarê olî: 1 – Dersdêrê olê yê taybet: 2)
Esnaf: 12 (Dikandar: 1 - Esnaf: 3 - Kirtasiyefiroş: 5 – Xwediyê marketê: 2 / Kesê temîra pisqilêtan dike: 1)
Nasên malbata wê: 9 (Nasên birayê wê: 1 / Hezkiriyê dayika wê: 1 / Hevalê dayik-bavê wê: 6 / Karbidestê bavê wê: 1)
Kesê ne naskirî: 81
Yên din: 30 (Antrenor: 2 / Ajokarê saziya parastina zarokan: 1 / Hezkiriyê berê: 1 / Mêrê ku daxwaza hevaltiya wî nehatiye qebûlkirin: 3 / midûr, karbidest, patron: 2 / Wezîfedarê li nexweşan dinêre: 2 / Ajokar: 3 (mînîbus, otobus û yên weke wan) / Hevalê dibistanê: 2 / Kesê karê ewlehiyê dike: 1 / polîs: 1 / Hezkirî: 1 / Hevalên hezkiriyan: 2 / Bavê hevalên dibistanê: 1 / Birayê hevalê wê: 1 / Mêrê ku li ser medyaya civakî hev nas kirine: 3 / Nas û dost: 4)
Nehatiye diyarkirin: 24
Ji sedî 40ê istîsmara zarokan li dibistan, derdora dibistan û li serwîsên dibistanan çêbûne. Ji sedî 5,5 jî li parkan pêk hatine.
Mal, mekan, erdên ku di encama desteserkirinê, xapandinê û bi darê zorê birinê: 17
Derbaseya apartmanan: 4
Navenda perwerde û ya sporê ya zarokan: 1
Mala parastina zarokan: 1
Navenda rehabîlîtasyonê: 1
Wanegeh: 1
Wangeha Quranê: 11
Park: 21
Malên ku ji bo dersên taybet çûne: 2
Dikan, market, cafe, kirtasiye: 12
Dibistan, derdora dibistanê, serwîsa dibistanê: 150
Wesayitên civakî yan jî rawestgehên van wesayitan: 7
Ji sedî 8,5ê bûyerên istîsmara zarokan ji hêla mamosteyên wan ve aşkere bûne.
Ji dêya xwe, ji xizmên dêya xwe re gotiye yan jî malbata wê pê hisiya ye: 45
Ji mamosteya xwe re behs kiriye yan jî mamosteyê wê bûyer derxistiye holê: 32
Di encama ducanîbûnê de derketiye holê:15
Ji sedî 12yê zarokên ku rastî îstismara zayendî hatine astengdar bûne.
Tundkarî - birîndarkirin
Mêran di sala 2017yê de herî kêm li 417 jinan tundkarî kirine. Ji sedî 22,5ê jinan bi giranî birîndar bûne.
17 ji jin ji wan trans bûne.
Ji sedî 48ê jinan rastî tundkariya hevalên xwe, ji sedî 10 wan ya xizmên wan ên mêr, ji sedî 10ê wan jî ya hevalbendên xwe yên berê hatine yan jî ji hêla van kesan ve hatine birîndarkirin.
Hevalbend: 201 (Destgirtî: 1 / Hezkirî: 27 / Mêr: 166 / Mêrê bi mehra olî pê re zewicî ye: 7)
Xizm: 43 (Birayê mezin: 3 / Birayê biçûk: 5 / Birayê zirbavî: 1 / Malbat– xizm: 3 / Birayê mêrê wê: 1 / Bav: 14 / Zirbav: 1 / Nevî: 1 / Kur: 14)
Hevalbendê kevin: 41 (Mêrê kevin: 25 / Destgirtiyê kevin: 1 / Hezkiriyê kevin: 15)
Nasên ji apartman û taxê: 13 (Rêveberê apartmanê: 1 / Xwediyê malê: 2 / Cîran: 10)
Hevalbendê ku xizmê wê dixwaze jê cuda bibe yan jî jê cuda bûye: 12 (Hezkiriyê kevin ê hevalê wê: 1 / Mêrê kevin ê xweha wê: 1 / Mêrê ku keça wê dixwaze dest jê berde: 2 / Birayê mêrê kevin ê keça wê: 1 / Mêrê ku keça wê daxwaza hevaltiya wî qebûl nekiriye: 1 / malbata jina ku alîkariya wan dikir: 1/ mêrê keça wê: 4 / mêrê kevin ê keça wê: 1)
Mişterî: 15
Yên din: 29 (Mêrê ku di trafîkê de pê re nîqaş kiriye: 2 / Mêrê ku daxwaza hevaltiya wî nehatiye qebûlkirin: 2 / Kesê karê ewlehiyê dike: 1 / Diz: 2 / Karmend an jî karkerê ku karê xizmetê dike: 4 / Neyar: 2 / Karbidest, patron, midûr: 5 / Bavê raqîbê di pêşbirkê de: 1 / Ajokarê otobûsê: 2 / Ajokarê taksîyê: 2 / Polîs: 2 / Nas: 4)
Kesê ne nas: 38
Nehatiye diyarkirin: 25
Ji sedî 32yê bûyerên tundkarî – birîndarkirinê li qadên civakî, li ber çavên herkesî çêbûne.
Qada civakî: 133 (Li ber avahiya edliyeyê: 4 – Li ber navendên kirîn û firotinê yan jî li nava wan: 3 – li nexweşxane yan jî li ber nexweşxaneyan: 9 – bar: 1 – di dema civîna çapemeniyê de: 1 – kargeh: 9 – cafe: 6 – kuafor: 1 – market: 3 – wesiyata civakî: 5 – li ber dibistan/zanîngehê: 6 – plaj: 4 – kolan: 79)
Mêran li gel lêdan û birîndarkirina bi çekan, madeyên kîmyewî avêtine rûyê jinan, îşkence li jinan kirine, dema ku jin tê de bû wesayit şewitandiye.
Derplêdan: 198 – derplêdana bi cismekî: 11
Kêr û yên weke wê: 101
Çekên agirber: 66
Rehîngirtin - revandin: 16
Îşkence: 7
Wesayita xwe ajotiye ser jinê, li du wesayitê kaş kiriye yan jî dema jin di wesayitê de bû wesayit şewitandiye: 5
Gefa kuştinê: 4
Madeya kîmyewî: 4
Yên din: 5 (Ji şaneşînê avêtiye: 1 - Dest xistiye qirikê: 1 – Mal şewitandiye: 1 – Xwestiye bikeve mala wê: 1 – Ji bo ku xwe bikuje bi darê zorê derman daye wê: 1)
Ji sedî 5ê bûyerên tundkarî - birîndarkirinê digel ku biryara tedbîrê ya parastinê heye jî pêk hatiye.
Digel ku biryara dûrxistinê hebû: 21
Hîna nû biryara dûrxistinê qediya bû: 5
Gilî kiriye lê biryara tedbîrê nehatiye standin: 5
Ji sedî 13yê jinan ji ber xwestine cida bibin/hevberdan an jî daxwaza zewacê/hevalbendiyê/aşbûnê qebûl nekirine rastî tundkariyê hatine.
Jinên xwestine cida bibin/hev berdin – kesên daxwaza zewacê/hevalbendiyê qebûl nekirine: 56
Jinên ku dayik / keç / nasên wan xwestine dest jê berdê rastî tundkariyê hatine: 13
4 jinên ku rastî tundkariyê hatine di emrê biçûk de bi darê zorê hatine zewicandin.
Mêrek bi destûr ji girtîgehê derket û bi gotina “Ez ê li Mêrsînê de bikim Ozgecana duyem” îşkence li jina xwe kir. Mêrekî êriş bir ser jina xwe ku reviya bû û doza hevberdanê lê vekiribu.
Tenê ji sedî 11yê êrîşkaran hatine girtin. Ji 397 êrîşkarên ku me hejmara wan diyar kiriye, herî kêm 6 kes berê ji ber sûcên weke kuştin, êrîşa zayendî û birîndarkirinê rastî lêpirsînê hatine, hatine desteserkirin an jî girtin.
45 êrîşkar hatine girtin, du ji wan pêşiyê serbest mane, li ser bertekên civakî careke din hatine girtin.
Ji bo 7 êrîşkaran biryara tedbîrê hatiye derxistin. Ji bo yekî ji wan biryara girtina malê hatiye derxistin.
10 êrîşkar bi şertê kontrola edlî serbest mane. Du mêr bêyî ku biryara kontrola edlî derbarê wan de bê dayin û bêyî ku girtî bimînin bên dadgehkirin serbest mane.
16 mêr piştî ku hatine desteserkirin serbest bûne.
Mêrekî ji ber bûyerên êrîş û birîndarkirinê ceza ne standiye lê ji ber sûcekî din hatiye girtin. Derbarê 5 êrîşkaran de lêpirsîn nehatiye kirin.
12 mêr ji hêla jinan an jî kurê jinan ve hatine kuştin. Yek jê birîndar bûye. Piştî van 13 bûyeran 7 jin û 2 mêr hatine girtin. Jinek bi şertê kontrola edlî serbest maye, doz li jineke trans hatiye vekirin. Pêvajoya derbarê sû bûyerên ku jinan mafên xwe yên parastina nefsî bi kar anîne de di medyayê de cî negirtiye.
Daxuyanî: Di rapora bianetê ya li ser tûndkariyên mêran de, em hemî kuştinên jinan nanivîsînin, em bi tenê hejmara jinên bi tûndkariya mêran hatîn kuştin dinivîsin. Em kuştinên ne bi zayendperestiyê hatine kirin di raporê de nanivîsin. Em her çende di raporê de, kuştinên qatilên wan dîyar nebûyîn dinivîsin jî em di hejmara giştî de cih nadin bûyerên encama wan zelal nebûyîn. Di dawiya salê de, em lêkolîne li ser encama van kuştinên ku qatilên wan diyar nebûne û mirinên biguman ên di çeteleyan de cî girtine dikin, ev bûyerên ku di nava demê de hatine zelalkirin heke kuştinên bi zayendperestiye hatibin kirin bin em li çeteleyê zêde dikin. Em bûyerên xwekuştinê û hewldana xwekuştinê tenê heke ku jin beriya wê bûyerê rastî tundkarîyê/tundkariya sîstemadîk hatibe dixin nav çeleteyê. Di kategoriyeke cuda de em van bûyeran dinivîsin û em naxin nava wê hejmara ku li ser navê dinivîsin. Herweha heke ku ne li ser esasê qetilkirina zayenperestî be em wan nûçeyên kuştinên gelemperi yên jin rasterast nebûne hedef naxin nava çeteleyê. [Weke mînak, ev bûyera ku di 11yê Hezîranê ay 2017yê de me di medyayê de dîtiye, nexistiye nava çeteleyê: * Li Konyayê A. K. (27) xizmên xwe Bekîr Kiran (80), Mûstafa Tokat (80), Meryem Tokat (79), Hamît Tokat (51) û Mehmet Tokat (64) bi tivingê kuşt. Piştî ku xizmên xwe kuşt, dema vedigeriya mala xwe hat girtin. Hat diyarkirin ku A. K. şîzofren bûye, piştî mirina bavê wî ya di encama qeyrana dil de, gundî ji mirina bavê xwe berpirsiyar dîtiye. ] ** Komên pîşeyî yên di çeteleyan de tên nivîsandin, tenê di wan rewşan de tên nivîsandin ku bûyera tundkariyê bi pîşeyê ve têkildar be. Mîsal di hevoka "ji sedî ewqas tecawizkaran ajokar bû" de tê xwestin ku jin rastî tecawiza wan ajokaran hatine ku ji bo rêwîtiyê li wesayita wan siwar bûne. |
(ÇT/FD/MB)