Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Nîsanê de bi kêmanî 36 jin û du zarok kuştin.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 44 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 39 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 15 jin tacîz kirine. Her weha mêran di meha Nîsanê de 59 jin neçarî karkeriya seksê kirin.
Saziyên çapemeniyê di meha Nîsanê de ji bo mirinên 30 jinan û 13 zarokan gotine “mirinên bigûman” e.
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatine
Aksaray (1), Antalya (1), Balıkesir (1), Burdur (1), Bursa (1), Çanakkale (1), Giresun (2), Colemêrg (1), Hatay (1), Stenbol (2), Kastamonu (1), Kayseri (1), Kırıkkale (1), Konya (3), Meletî (1), Manisa (1), Mêrdîn (1), Maraş (1), Nevşehir (1), Ordu (1), Sakarya (2), Samsun (1), Sêrt (1), Tokat (1), Trabzon (1),
Bajarên ku mirinên zarokan ên bigûman lê pêk hatine
Ankara (1), Êlih (1), Denizli (1), Amed (1), Giresun (1), Qers (1), Kocaeli (1), Mêrdîn (1), Sakarya (1), Şirnex (1),Trabzon (1), Riha (2).
Tundkariya Mêran a di salên 2022-2025an de
Di çar mehên destpêkê yên 2025an de mêran, 105 jin kuştine, tacîz li 54 jinan kiriye, 72 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 193 jinan kiriye, tecawiz li 3 jinan kiriye. Bi kêmanî 286 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 151 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 25 zarok kuştine.
Di çar mehên destpêkê yên 2024an de mêran, 119 jin kuştine, tacîz li 24 jinan kiriye, 42 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 158 jinan kiriye, tecawiz li 6 jinan kiriye. Bi kêmanî 144 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 90 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 13 zarok kuştine.
Di çar mehên destpêkê yên 2023an de mêran, 89 jin kuştine, tacîz li 15 jinan kiriye, 31 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 234 jinan kiriye, tecawiz li 4 jinan kiriye. Bi kêmanî 115 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 73 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 11 zarok kuştine.
Di çar mehên destêpêk yên 2022an de mêran, 99 jin kuştine, tacîz li 34 jinan kiriye, 83 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 238 jinan kiriye, tecawiz li 11 jinan kiriye. Bi kêmanî 262 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 70 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 9 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Nîsanê de bi kêmanî 36 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar dîsa 30 bû. Her weha mêran, 3 mêrên ku li gel jinan bûne jî kuştin. Ji jinan yek Ozbekistanî ye.
Digel biryara parastinê mêran herî kêm 7 jin kuştine.
Jinên ku mêran ew di Nîsanê de kuştin
Ayşegül B., Aysun Candan, Bahar Tunalu, Betül A., Beste K., Deniz Oktay, Elif C., Emine A., Gülay I., Hanna D., Hatice A.B., Hatice K., Hatice Ünlü, Hazal M., Hüsne H., Kader Küçükosman, Melike G., Nazmiye B., Nazmiye U., Pınar A., Rabia Ş., Selen Sakın, Sevda G., Sevilay Y., Şenaye A., Şerife K., Sinem Çesim, Süreyya A., Vasılahon Usmanova, Yazgülü Coşkun, Zeliha Çimibuk, Zeliha K., Zeliha Y., Zennur A., Zeynep S., Zöhre Yıldırım.
Bajarên ku mêran ew lê kuştin
Adana (1), Afyon (1), Aksaray (1), Denizli (3), Erzurum (1), Eskişehir (1), Hatay (3), İstanbul (11), İzmir (3), Kars (2), Kastamonu (1), Konya (1), Malatya (1), Manisa (1), Samsun (2), Tekirdağ (2), Urfa (1)
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 16 jin, ji ber hesûdiyê jî 4 jin kuştin e. Çapemeniyê “hêcata” kuştina 16 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 24 jin, endamên malbatê yên weke bav û zavayê berê 3 jin kuştine. 5 jin xizmên wan ew kuştine. Jinekê jî hevalê keça wê ew kuştiye.
Mêran 19 jin li nava malan, 15 jin jî li qadên derveyî malan kuştine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran du jin li kîderê kuştiye.
Mêran bi çekên guleber 25 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 6 jin kuştine. Mêran, sê jin bi fetisandinê, du jin bi lêdanê kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 34 faîl hebûn ku jin kuştine. 25 faîl hatin girtin. 3 faîl hatin desteserkirin. 5 faîlan xwe kuştin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsiye.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Nîsanê de herî kêm du zarok kuştin. Ev hejmar par di heman mehê de du bû.
Mêran zarokek bi çekên guleber, zarokek jî bi amûrên birînê kuştin.
Diyar nebûye ku zarokek ji aliyê kê ve hatiye kuştin. Zarokek hevsalê wê ew kuştiye.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Antalya (1), Edîrne(1)
Zarokên ku mêran ew kuştine
Elif Güneş, Gülden Coni.
Pêvajoya hiqûqî
2 faîl hebûn ku zarok kuştine. Faîlek hat girtin yekî jî xwe kuşt.
Tacîz
Mêran di meha Nîsana 2025an de herî kêm tacîz li 15 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 10 bû.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, mixaze, wesayîtê cemaweriyê û nexweşxaneyê tacîz li 12 jinan kirine. Mêran li nava malan 3 jin tacîz kirine.
Jinekê xizmê wê, jinekê xwediyê malê, jinekê xwediyê kar, du jin garson, jinekê siyasetmedar, jinekê bizîşk, jinekê hîndekar, jinekê dersdêrê wê yê dansê, jinekê karmendê mixazê, jinekê dersdêr ew tacîz kiriye.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku tacîz li 4 jinan kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Ankara (1), Aydın (1), Burdur (1), Bursa (1), Çankırı (1), İstanbul (3), Konya (1), Muğla (1), Samsun (2), Zonguldak (3).
Pêvajoya hiqûqî
14 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Jê du hatin girtin û du jî hatin desteserkirin. Derbarê 5 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. Du faîl ji wezîfeyê hatin girtin. Du faîl ji ber kêmbûna delîlan serbest bûn. faîlek revî.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Nîsanê de îstîsmar bi kêmanî li 39 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de dîsa 20 bû.
Mêran li qadên derveyî malê yên weke dibistan, qursa quranê, salona werzişê îstismar li 34 zarokan kirine. 5 zarok jî li nava malan îstismar kirine.
Zarokek 26 xebatkarê tenduristiyê, 17 zarok dersdêrê qursa qur’anê, 7 zarok dersdêrê wan, gelek zarok werzîşvan, zarokek siyasetmedar, zarokek xebatkarê kantînê, zarokek jî radyovan ew îstismar kiriye.
Çapemeniyê nenivîsiye ku bê ka mêrê ku îstismar li 8 zarokan kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran lê îstismar li zarokan kirine
Ankara (1), Bursa (1), Amed (19), İstanbul (3), Kocaeli (1), Muğla (2), Sêwas (6), Tekirdağ (4), Uşak (2)
Pajêvoya hiqûqî
14 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. Tenê 8 faîl hatin girtin. Faîlek serbest hat berdan. Faîlek hat desteserkirin. Derbarê çar faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin.
Êrîşa zayendî / Tecawiz
Di meha Nîsana 2025an de çapemeniyê tu bûyerên tecawizê nenivîsiye. Ev nayê wê wateyê ku tu bûyer pêk nehatine.
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Nîsanê de bi kêmanî 44 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de jî ev hejmar 33 bû.. Her weha di nava faîlan de polis û leşker jî hene.
Herî kêm 12 jin bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.
Bi kêmanî 27 jin destgirtî û mêrên wan ew birîndar kirin. 9 jin xizmên wan ên mêr ew birîndar kirine. Jinekê xizmê nexweş û jinekê jî hevalê wê ew birîndar kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye ku mêrê ku herî kêm 6 jin birîndar kirine nas in an ne nas e.
Mêran, ji ber ku “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 12 jin birîndar kirin. Çapemeniyê hêceta birîndarkirina 32 jinan nenivîsiye.
Mêran derb li 38 jinan xistin û birîndar kirin. 5 jin bi çekên guleber birîndar kirin.
Mêran li nava malan 42 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 15 jin birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran du jin li kîderê birîndar kirine.
Bajarên ku mêran tûndkarî li jinan kirine
Adana (1), Aksaray (3), Ankara (1), Antalya (3), Aydın (1), Balıkesir (1), Bilecik (1), Bursa (1), Çankırı (1), Edirne (10), Xarpêt (1), Erzîrom (1), İstanbul (10), Karaman (1), Kayseri (2), Konya (2), Samsun (3)
Pêvajoya hiqûqî
44 faîlên ku jin birîndar kirine hebûn. Tenê 19 faîl hatin girtin. Derbarê 20 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. Çapemeniyê derbarê pêvajoya hiqûqî ya 5 faîlan de ti zanyarî neweşand.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Nîsanê de bi kêmanî 59 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 20 bû. Di nav wan de zarok jî hebûn. Tevahiya jinên ku karkeriya seksê lê hat ferzkirin welatiyên Tirkiyeyê bûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Adana (12), Antalya (9), Düzce (3), Edirne (6), İstanbul (6), Kütahya (14), Ordu (9)
Pêvajoya hiqûqî
41 faîl hebûn. Tenê 20 hatin girtin. 16 faîl hatin desteserkirin. 5 faîl hatin berdan.






