Infogram: Dilek Sarıgül
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Nîsana 2023an de herî kêm 24 jin û sê zarok kuştine.
Di meha Nîsanê de mirina bi kêmanî 16 jinan û çar zarokan di çapemeniyê de weke mirinên “bigûman” hatine nivîsîn.
Mêran gefa “kuştinê” li Rihayê li jinekê û li Edîrneyê jî li sê jinan xwariye.
Li van bajaran mirinên jinan biguman in
Antalya (1), Bursa (1), Denizli (1), Xarpêt (1), Stenbol (2), Karaman (1), Kayseri (2), Kırıkkale (1), Kocaeli (1), Kütahya (1), Mersin (1), Sakarya (1), Samsun (1), Wan (1).
Li van bajaran mirinên zarokan biguman in
Aydin (1), Mêrdîn(1), Stenbol(2).
Mêran tundkarî li 56 jinan kirine, îstîsmar bi kêmanî li 4 zarokên keç û kur kirine, tacîz bi kêmanî li pênc jinan kirine. Çapemeniyê nivîsandiye ku di Nîsana 2023an de bûyerekî tecawizê heye. Di meha Nîsanê de çapemeniyê tu bûyerên karkeriya seksê ya bi darê zorê nenivîsiye .
Di çar mehên destpêkê yên sala 2023ê de mêran, 89 jin kuştine, tacîz li 15 jinan kiriye, 31 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 234 jinan kiriye, tecawiz li 4 jinan kiriye. Bi kêmanî 115 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di çar mehên destpêkê yên sala 2023yê de, çapemeniyê ji bo mirina 73 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van çar mehan de bi kêmanî 11 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Nîsanê de bi kêmanî 24 jin kuştine; par di heman mehê de ev hejmar 29 bû. Her weha mêran bi kêmanî sê mêrên ku li cem jinan bûn jî kuştine.
Digel biryara parastinê, meran bi kêmanî şeş jin kuştine.
Navên jinên ku di Nîsanê de mêran ew kuştine
Ayşe Mandal, Buket Y., Canan Çimen, Ebru G., Ebru Güneş, Emine T., Hanife Doymuş, Hatice Ö., M.K., Münevver Güneysu, Recibe K., Roza Göçmen, S.Ö., Sabiha G., Sakine S., Serap A., Serpil K., Sevim T., Sonay Gürsoy, Sudiye Akpınar, U.Ö., Yeşim A., Yeşim K., Zehra K.
Mêran li van bajaran jin kuştine
Afyon (1), Agirî (1), Ankara (1), Dîlok (1), Êlih (1), Amed (2), Erzîrom (1), Stenbol (3), İzmir (3), Konya (1), Manisa (2), Muğla (2), Tokat (1), Trabzon (1), Riha(1), Uşak (1), Zonguldak (1).
Mêran pênc jin ji ber ku “xwestine cihê bibe”, jinekê jî “kêfî” kuştiye. Mêran sê jin ji ber “mîrateyê” kuştiye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran bi çi "hêcetan" 15 jin kuştine.
Hevjîn, hevjînên berê an jî destgirtî 12 jin kuştine. Çar jin kurê wan, sê jin cîranê wan, jinekê hempîşeyê wê, jinekê hevalê wê, jinekê jî xizmê wê ew kuştiye. Çepemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku jinekê kuştiye nas e an ne nas e.
Mêran 17 jin li malan, 6 jin li kargeh, daristan, kolan, nexweşxane û deverên weke wan kuştine.
Mêran 19 jin bi çekên guleber kuştine. 3 jî bi kêr û çekên mîna kêrê kuştiye. Mêran jinekê bi fetisandinê û jinekê jî bi lêdanê kuştiye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran jinekê bi çi/çawa kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
29 faîl hebûn ku jin kuştine. Bi tenê 4 faîl hatine girtin. 10 faîl hatine desteserkirin. 8 faîlan xwe kuştine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 7 faîlan nenivîsandiye.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Nîsanê de herî kêm 3 zarok kuştine. Par di heman mehê de ev hejmar yek bûye. Du zarok bavê wan û du zarok jî cîranê wan ew kuştine.
Mêran zarokekê bi bend xeniqandiye, du zarok bi çekên guleber kuştine. Meran du zarok li nava malê kuştine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran zarokek li ku kuştine.
Bajarên ku mêran zarok kuştine
Semsûr(1), Kîlîs(1), Hatay(2)
Navên zarokên ku mêran ew kuştine
Gîna Mercîmek, Asya Irem Dayan, çapemeniyê navê zarokekê nenivîsiye.
Pêvajoya hiqûqî
Çar faîl hebûn ku zarok kuştine. Du faîl hatine girtin. Faîlek xwekuştiye. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek jî nenivîsandiye.
Tacîz
Mêran di meha Nîsana 2023an de herî kêm tacîz li pênc jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hijmar 14 bû.
Mêran çar jin bi devkî û bi rêyên fîzîkî tacîz kirine. Mêran dîmenê jinekê girtiye û ew tacîz kiriye. Mêran pênc jin jî li kolan, rawestgeh û di nava wesayîtên cemaweriyê de tacîz kiriye.
Mêran jinekê li nexweşxaneyê tacîz kiriye. Jinekê jî li kolanê tacîz kiriye.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Bedlîs(1), Samsûn(1),Stenbol(2), Edîrne(1)
Pêvajoya hiqûqî
5 faîl hebûn ku tacîz li jinan kiriye. Jê du hatine girtin. Derbarê faîlek de jî kar û barên hiqûqî nehatiye kirin, yek hatiye dersînorkirin û derbarê faîlek de jî lêpirsîn hatiye dstpêkirin.
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Nîsanê de îstîsmar bi kêmanî li çar zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 18 bû. ji zarokan yek sûriyeyî bûye.
Mêran 4 jî zarok li kolan, dibistan û qadên derveyî malê îstismar kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrê ku 3 zarok îstismar kiriye kî ye. xwediyê markete zarokekê îstismar kiriye.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine
Muğla (1), Izmîr(1), Bolû(1), Hatay(1)
Pêvajoya hiqûqî
Çar faîl hebûn ku zarok îstîsmar kirine. 3 faîl hatine girtin. Faîlek hatiye desteserkirin.
Êrişa Zayendî/Tecawiz
Li gorî agahiyên çapemeniyê belav kiriye mêran di Nîsanê de tecawiz li jinekê kiriye. Par heman mehê de ev hejmar du bûye.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku tecawiz li jinekê kiriye nas e an ne nas e.
Pêvajoya hiqûqî
Mêrê êrişa zayendî li jinekê kiriye reviye.
Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kirine
Çorûm(1)
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Nîsanê de tundkarî li 56 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hejmar 52 bû.
Şeş jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye, weke nexweşên “giran”, birine nexweşxaneyan. Digel ku “biryara parastinê” hebû, mêran tundkarî bi kêmanî li heft jinan kiriye.
Bajarên ku mêran tundkarî li jinan kiriye
Edene (1), Enqere (1), Antalya (1), Balikesîr (1), Bûrsa (1), Çanakkale (1), Denîzlî (1), Amed (1), Duzce (2), Edîrne (28), Erzîncan (1), Stenbol (6), Îzmîr (2), Kastamonû (3), Kocaelî (1), Konya (1), Mêrsîn (1), Samsûn (1). Çapemeniyê nenevîsiye bê ka meran du jin li ku birîndar kiriye.
Hevjîn, destgirtiyê bi kêmanî 47 jinan tundkarî li wan kiriye. Kurê jinekê, du mêrên ku xizmên nexweşekê/î bû tundkarî jinan kiriye. Xizmê jinekê, hevalên du jinan, ew birîndar kirine. Her weha ajokarekî jî jinek birîndar kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye ku mêrên tundkarî li sê jinan kiriye, kî ne.
Mêran bi mehneya ku xwestine dev ji hev berdin/li hev neyên tundkarî li 14 jinan kiriye. Mêran ji ber “hesûdiyê” şeş jin birîndar kirine. Çapemeniyê “sedema” tundkariya ku mêran li 36 jinan kiriye nenevîsiye.
Mêran derb li 43 jinan dane, Molotof avêtine ser jinekê û ew birîndar kirine. Heşt jin bi çekên gulebar, 4 jin jî bi kêran û yên weke wan birîndar kirine.
Mêran li malan 39 jin birîndar kirine, li nava kolanan û li daristanan ango li derveyî malan tundkarî li heşt jinan kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye ku bê ka mêran li kuderê tundkarî li neh jinan kiriye.
Pêvajoya hiqûqî
Bi kêmanî 57 faîl hebûn ku jin birîndar kirine. Bi tenê çar faîl hatine girtin. Çapemeniyê ji bo pêvajoya 26 faîlan gotiye pêvajoya yasayî dane destpêkirin. Heşt faîl hatine desteserkirin. Faîlekî xwe kuştiye, yek reviyaye. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya bi kêmanî 17 faîlan nenivîsiye.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Di meha Nîsanê de çapemeniyê ti bûyereke karkeriya sekse ya mecbûrî nenivîsandiye.
(EMK/AY-FD)
Fotograf:csgorselarsiv.org Emre Orman