
Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Mijdarê de bi kêmanî 25 jin û 6 zarok kuştine.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 33 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 23 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 9 jin tacîz kirine. Her weha mêran di meha Mijdarê de 20 jin neçarî karkeriya seksê kirin.
Saziyên çapemeniyê di meha Mijdarê de ji bo mirinên 37 jinan û 8 zarokan gotine “mirinên bigûman” e.
Ji bo hemû raporên tûndkariya mêran yên bianetê bitikîne
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatine
Adana (1), Semsûr (2), Aksaray (1), Ankara (1), Antalya (2), Aydın (1), Dîlok (2), Bursa (1), Burdur (1), Çankırı (1), Çorum (1), Duzce (1), Edirne (1), Xarpêt (1), Eskişehir (2), Isparta (1), İzmir (2), Karaman (1), Kastamonu (1), Kayseri (1), Meletî (2), Mêrdîn (2), Nevşehir (1), Ordu (2), Sakarya (1), Riha (1), Zonguldak (3).
Bajarên ku mirinên zarokan ên bigûman lê pêk hatine
Aydın (1), Xarpêt (1), Stenbol (1), Kastamonu (1), Mereş (1), Samsun (1), Wan (2).
Daneyên Tundkariya Mêran 2021-2025
Di 11 mehên destpêkê yên 2025an de mêran, 271 jin kuştine, tacîz li 187 jinan kiriye, 206 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 673 jinan kiriye, tecawiz li 13 jinan kiriye. Bi kêmanî 1015 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 419 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 60 zarok kuştine.
Di 11 mehên destpêkê yên 2024an de mêran, 359 jin kuştine, tacîz li 120 jinan kiriye, 209 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 592 jinan kiriye, tecawiz li 14 jinan kiriye. Bi kêmanî 555 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 282 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 41 zarok kuştine.
Di 11 mehên destpêkê yên 2023an de mêran, 303 jin kuştine, tacîz li 350 jinan kiriye, 118 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 707 jinan kiriye, tecawiz li 17 jinan kiriye. Bi kêmanî 336 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 251 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 27 zarok kuştine.
Di 11 mehên destêpêk yên 2022an de mêran, 308 jin kuştine, tacîz li 140 jinan kiriye, 209 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 728 jinan kiriye, tecawiz li 26 jinan kiriye. Bi kêmanî 386 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 171 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 36 zarok kuştine.
Di 11 mehên destêpêk yên 2021an de mêran, 290 jin kuştine, tacîz li 412 jinan kiriye, 171 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 732 jinan kiriye, tecawiz li 89 jinan kiriye. Bi kêmanî 642 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 199 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 30 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Mijdarê de bi kêmanî 25 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 32 bû.
Jinên ku mêran ew di Mijdarê de kuştin
Arzu Khalılova, Aydan Vural, Berna Kaya, Büşra K., Ebru Kekilli, Emine Ç., Fatma G., Feride S., Firdevs A., İlknur T., İsmet B., M.M., Melisa Kölekçi, Meryem Ş., Münire Y., Nermin Tirit, Nuran Şimşek, Nurselen G., Rabia A., Rümeysa Sanpur, Selvi Kavas, Sümeyye Y., Türkan Demirci, Yasemin Bulut, Zehra Ö.
Bajarên ku mêran ew lê kuştin
Aksaray (1), Ankara (1), Dîlok (1), Antalya (1), Bilecik (1), Bursa (2), Amed (2), Edirne (1), Xarpêt (1), Erzîrom (1), İstanbul (4), İzmir (2), Qers (1), Kayseri (3), Kırklareli (1), Mêrdin (1), Mersin (1).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 4 jin kuştin e. Her weha jinekê jî ji ber ku ew qebûl nekiriye, kuştiye. Çapemeniyê “hêcata” kuştina 20 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 17 jin kuştine. 3 jin hevalê wan yên kar ew kuştine. Jinek zavayê wê û jinek jî kurê wê ew kuştiye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku jinekê kuştiye nas e an ne nas e.
Mêran 18 jin li nava malan, 7 jin jî li qadên derveyî malan kuştine. Mêran bi çekên guleber 21 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 4 jin kuştine.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 39 faîl hebûn ku jin kuştine. 17 faîl hatin girtin. 8 faîlan xwe kuştin. Faîlek revîye. 13 faîl hatine desteserkirin.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Mijdarê de herî kêm 6 zarok kuştin. Ev hejmar par di heman mehê de 2 bû.
Sê zarok bavê wan, du zarok cîranê wan ew kuştine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku zarokek kuştiye nas e an ne nas e.
Mêran bi çekên guleber çar zarok, du zarok jî bi amûrên birînê kuştine. Mêran 3 zarok li derveyî malan, 3 jî li nava malan kuştine.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Antalya (2), Stenbol (2), Mêrdîn (1), Riha (1)
Zarokên ku mêran ew kuştine
A.A., H.Y.Y., İklimya S., M.G, Meg G., Samyeli K.
Pêvajoya hiqûqî
5 faîl hebûn ku zarok kuştine. 2 hatin girtin, 2 faîl revîn.
Tacîz
Mêran di meha Mijdara 2025an de herî kêm tacîz li 9 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 20 bû.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, mixaze, wesayîtê cemaweriyê û nexweşxane tacîz li jinan kirine.
Mêran wêneyê du jinan girtiye û ew tacîz kirine. Mêran herî kêm 7 jin bi devkî û fîzîkî tacîz kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku tacîz li 8 jinan kirine nas e an ne nas e. Jinekê dermansaz ew tacîz kiriye.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Bursa (1), Edirne (1), İstanbul (1), Kocaeli (1), Zonguldak (5).
Pêvajoya hiqûqî
5 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Derbarê faîlek de lêpirsîn hat destpêkirin, çar faîl serbest bûn.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Mijdarê de îstîsmar bi kêmanî li 23 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de dîsa 34 bû.
Mêran li qadên derveyî malan yên weke wargehên tarîqatan, nexweşxane, dibistan û otoparkan îstismar li 22 zarokan kirin. Li nava malan jî îstismar li du zarokan kirine.
Herî kêm sê zarok xizmên wan, sê zarok cîranê wan, sê zarok bavê wan, du zarok xwediyê kar, zarokek kuafor û zarokek jî destgirtiyê wê ew îstismar kiriye. 7 zarok mamosteyên wan ên mêr ew îstismar kirine.
Çapemeniyê nenivîsiye ku bê ka mêrê ku îstismar li herî kêm 3 zarokan kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran lê îstismar li zarokan kirine
Adana (2), Dîlok (2), Antalya (2), Aydın (1), İstanbul (2), Karabuk (1), Kocaeli (1), Mêrdîn (1), Muğla (3), Sakarya (1), Samsun (1), Wan (5), Zonguldak (1).
Pajêvoya hiqûqî
19 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. 10 faîl hatin girtin. Sê faîl serbest bûn. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî a 6 faîlan nenivîsiye.
Êrîşa zayendî / Tecawiz
Di meha Mijdara 2025an de mêran tecawiz li sê jinan kirin. Par di heman mehê de ev hejmar yek bû.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 6 mêrên ku êrişî du jinan kirine kî ne. Jinekê hevjînê wê êrişî wê kiriye.
Ji jinên ku mêran tecawiz lê kiriye jê yek astengdar bûye.
Mêran li derveyî malan tecawiz li du jinan kirine. Her weha li nava malan li jinekê kirine.
Bajarên mêran lê tecawizî jinan kiriye
Afyon (1), Antalya (1), Denizli (1)
Pêvajoya hiqûqî
8 hebûn. Du hatin girtin. 6 faîl jî hatin desteserkirin.
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Mijdarê de bi kêmanî 33 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de jî ev hejmar dîsa 71 bû.
Herî kêm 6 jin bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê. Tevî biryara parastinê mêran herî kêm 4 jin birîndar kirin. Ji jinan yek Ukraynayî bû.
Bi kêmanî 27 jin hevjîn, hevjînê berê û destgirtiyê wan ew birîndar kirine. Jinekê bavê wê, jinekê nexweşê wê, jinekê hevalê wê ew birîndar kiriye.
Çapemeniyê nenivîsiye ku mêrên ku herî kêm 3 jin birîndar kirine nas in an ne nas e.
Mêran, ji ber ku “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 7 jin birîndar kirin. Çapemeniyê hêceta birîndarkirina 26 jinan nenivîsiye.
Mêran derb li 25 jinan xistin û birîndar kirin. Jinekê bi çekên guleber birîndar kirin. Her weha 6 jin bi amûrên birînê birîndar kirine.
Mêran li nava malan 16 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 15 jin birîndar kirin.Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran du jin li kîderê birîndar kirine.
Bajarên ku mêran tûndkarî lê li jinan kirine
Adana (1), Antalya (2), Balıkesir (1), Bursa (2), Edirne (6), Gumuşşhane (1), Stenbol (5), İzmir –(1), Kayseri (3), Kocaeli (2), Kırklareli (1), Muğla (1), Mûş (1), Samsun (4), Şirnex (1), Riha (1).
Pêvajoya hiqûqî
Tenê 12 faîl hatin girtin. Derbarê 12 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. 5 kes hatine desteserkirin. Derbarê faîlek de biryara jêdûrxistinê hat dayîn. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya herî kêm du faîlan nenivîsiye.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Mijdarê de bi kêmanî 20 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 179 bû. Di nav wan de zarok jî hebûn. Ji wan 5 jin welatiyên Tirkiyeyê nebûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Erzingan (5), Samsun (5), Tekirdag (10).
Pêvajoya hiqûqî
10 faîl hebûn. Ji wan 9 hatin girtin. Faîlek hat desteserkirin.
(EMK/AY)







