Infografîk: Yagmur Karagoz / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilizî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Tîrmeha 2020an de herî kêm 32 jin kuştine û herî kêm 3 zarok kuştine. Mêran di heman mehê de tecawiz li 9 jinan kiriye.
Medyayê mirina herî hindik 17 jinan (Bûrsa, Kocaelî 2, Enqere, Aydin 2, Mûgla, Amed 2, Antalya 4, Samsun, Mereş, Kayserî, Mêrdîn,) wekî “mirinên gumanbar” destnîşan kiriye.
Mêran li Kutahyayê hewl dane ku jinekê bikujin, li Îzmîrê mirina du jinan li di medyayê de weke “Faîlên wan ne diyare” hatiye nivîsandin.
2019-2020
Di heft mehên ewil yên 2019an de, mêran herî hindik 184 jin kuştine, taciz li 138 jinan kiriye, 139 zarok istismar kirine, tecawiz li 31 jinan kiriye. Li gorî nûçeyên ku hatine weşandin di van heft mehan de mêran tûndkarî li 301 jin kirine û bi darê zorê karê seksê herî hindik li 288 jinan kiriye,
Di heft mehên 2020an de, mêran herî hindik 155 jin kuştine, taciz li 76 jinan kirine, 161 zarok istismar kirine, tecawiz li 40 jinan kiriye. Li gorî zanyariyên ku di çapemeniyê de belav bûne, di her heft mehan de mêran tundkarî li 371 jinan kiriye, heri hindik bi darê zorê karê seksê li 557 jinan kiriye.
Kuştin
Mêran di meha Tîrmeha 2020an de herî kêm 32 jin kuştine. Mêran di heman meha sala borî de 24 jin kuştibûn.
Du faîl sûd ji guhertina qanûna înfazê girtibû û hatibûn berdan. Biryara guhertina qanûna înfazê ji ber pandemiyê hatibû stendin. Ji faîlan yek bi rêpêdanê ji girtîgehê derketibû, ewê din ji girtîgehê revîbû.
Yek ji jinan, faîl bi darê zorê wê li stargehê derdixe û dibe mal û piştre dikuje. Jinên ku tên kuştin yek jê Mogolistaniye a din jî Afganî ye.
Jinên di meha Tîrmehê de hatine kuştin
Bahar Ö., Beyza K., Deniz D., Derya A., Döndü K., Emine Y., Enkhmunkh Erdene B., Fatma A., Figen K., G.S., Gönül G., Gülsüm Y., Hamdiye Ş., Hamide Y., Hatice T., Melehat Ü., Mücella D., Nazife G., Nuray D., Pınar G., Sabriye Y., Seher F., Sema D., Sevil Ö., Sultan K., Süheyla Y., Sümeyye A., Şule B., Zahide C., Zehra R., Zeynep T., Zeynep Ü.
Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine
Edene (1), Enqere (1), Antalya (1), Bartin (1), Çewlîk (1),Bûrdûr (1),Bûrsa (1),Denîzlî (1), Amed (2), Stenbol(3), Îzmîr (1), Qers (1), Kayserî (1), Konya (1), Kutahya (1), Manîsa (1), Mersîn (2), Mûgla (2), Mûş (1), Nîgde (1), Ordû (1), Sakarya (2), Samsûn (1), Sêwas (2), Tekîrdag (1).
Medyayê nenivîsiye bê ka mêran 17 jin ji ber çi kuştine. Di çapemeniyê de hatiye nivîsandin ku mêran heşt jin ji ber “xwestine veqetin”, jinek ji ber “xwesteka zewicandinê qebul nekiriye”, yek ji ber “keça wî nexwestiye bizewice” yek ji ber “xwişka wî xwestiye ji mêrê xwe biqete” yek ji ber “hesûdiyê” du jin jî bi hinceta“dijmintiya erdê” kuştine.
Ji sedî 59ê jinan ji aliyê hevjînê wan ve hatine kuştin
Di meha Tîrmehê de hevjîn/hevjînê berê 14 jin kuştine. Mêr/Destgirtî pênc jin kuştine. Zava 2 jin kuştine. Destgirtiyê berê yê xwişka wî/wê jineke kuştiye. Dergistiyê berê yê keça wê ew kuştiye. Xezûr/ Bavê hevjîn jineke kuştiye. Hevalê bavê wê ew kuştiye. Kurek dayika xwe kuştiye. Jinekî jî ji aliyê milkfroşek ve hatiye kuştin.
Mêran ji sedî 59ê jinan di mal de kuştine
Mêran 12 jin ji derveyê mal di cîhên weke daristan, kolan û odeyên otêlan de kuştine. 19 jin jî di nava mal de kuştine. Mêran jineke kuştinê lê di medyayê de nehatiye nivîsandin li kîderê hatiye kuştin.
Mêran ji sedî 68ê jinan bi çeken gulexwar kuştine
Mêran 22 jin bi çekên gulexwar, sê jin bi kêrê, du jin bi fetisandinê û 2 jin jî di şaneşînê de avêtine xwarê û kuştine. Şêwazê kuştina sê jinan ji aliyê mêran ve di medyayê de nehatiye nivîsandin.
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 32 failên kuştina jinan hebûn. Bi tenê heft fail hatine girtin. Faîlek bi şertê kontrola edlî hatiye berdan û 17 faîl jî hatine desteserkirin.
Çar faîlan xwekuştiye. Pêvajoya hiqûqî ya du faîlan di çapemeniyê de weke “lê digerîn” hatiye nivîsandin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek jî nenivîsandiye.
Kuştina zarokan
Mêran di Tîrmeha 2020an de herî kêm sê zarok kuştine. Ji zarokan du bavên wan, ew kuştine. Yek jî ji aliyê komek mêran ve hatiye kuştin.
Ji zarokan yek Sûriyeyî bû. Mêran du zarok bi çekên gulexwar kuştine û yêk jî bi lêdanê kuştine.
Li Wan, Samsûn û Eskîşehirê mirina sê zarokan, çapemeniyê “biguman” nivîsandiye.
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirine, mêran li Dîlok û Sakaryayê herî kêm 2 zarok derp kiriye.
Navê zarokên ku mêran ew kuştine
Esîla T., Hamza A., N.T.
Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine
Bûrsa (1), Îzmîr (1), Tekîrdag (1).
Pêvajoya hiqûqî
2 failan xwe kuştiye, çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya komek faîlan nenivîsandiye.
Tecawiz
Di meha Tîrmehê de mêran herî kêm tecawizî neh jinan kiriye. Par heman mehê mêran tecawiz li deh jinan kiribû.
Neh jinên ku tecawiz lê hatibû kirin, tecawizkaran nasnekirîbû.
Mêran di kolanan de tecawizî 5 jinan û di wesayîta cemawerî de tecawizî 2 jinan kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye ka 2 jin li kîderê destdirêjî lê hatiye kirin.
Tecawizkarê jinekî ji girtîgehê bi rêpêdanê derketibû.
Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye
Bûrsa (6), Stenbol (2), Îzmîr (1).
Pêvajoya hiqûqî
Ji pênc faîlan bi tenê yek hatiye girtin. Derbarê faîlek de bi tohmeta “ êrişkirina zayendî” doz hatiye vekirin. Çapemeniyê derbarê pêvajoya hiqûqî ya faîlek de weke “reviyaye” nivîsandiye. Faîlek hatiye desteserkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsandiye.
Bûyerên tecawizê yên ku mehên borî pêk hatine û vê demê derketine holê
Li Sêrtê çawişê pişpor ê bi navê M. O. di 24ê Hezîranê de tecawizî jina bi navê Î.E.(18) kiriye. Bûyer piştî ku Î.E.yê hewl daye xwe bikuje û bi giranî brîndar bûye di 17ê Tîrmehê de di çapemeniyê de cîh girtî ye. Jina bi navê Î.E. bi giranî brîndar bûbû û rakiribûn nexweşxaneyê. Mêrê tecawizkar hatiye desteserkirin. Di îfadeyê xwe yê dozgeriyê de gotibû ez serxweş bûm û min eraq vexwaribû. Piştî îfadeyê bi şertê kontrola edlî hatiye berdan. Hatiye îdîakirin pêştir gilî li derbarê M.O. çawişê pişpor li dozgeriyê û cendirmeyan kirinê lê gilîkirin bê encam maye.
Li Bûrsayê mêrê bi navê Y.E.Ç.(21) teqlîda brîndarbûnê kiriye û ji jina bi navê G.A. (20) rê pirsiyê. Dema G.A. alîkarî dide, Y.E.Ç. wê direvîne, gefa mirinê lê dixwe û tecawizî wê dike. Ji bo ku delil nemîne wê di darê zorê dike serşokê û sere wê dişo. G.Ayê gotiye Y.E.Ç. piştî desteserkirinê serbest hatiye berdan. Bûyera ku di 6ê Çiriya Paşiyê de pêkhatiye li piştî ku G.A.yê li ser medya civakî daxwaza alîkariyê kiriyê çapemeniyê di 29ê Tîrmehê de bûyer nivîsandiye.
Li Mêrdînê jina bi navê D.K. aşkere kiriye, T.Ç.yê parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) tecawizî wê kiriye. Bûyer di sala 2018an de pêkhatiye. T.Ç. ji partiya xwe îstifa kiriye û bi tişta ku tê sucdarkirin qebûl nekiriye.
Taciz
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Tîrmehê de herî kêm taciz li 15 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev jimar 34 bû. Herî kêm 3 ji tacizan sistematik bûn.
Jinan 11 mêrên tacîz li wan kirîye nas nedikirin. Du jin ji aliyê mêrên cîranên xwe ve hatiye tacîzkirin. Jineke ji aliyê akademîsyenê kul i zanîngehê dersdêre, hatiye tacîzkirin û jinekî jî ji aliyê karmendê şaredariyê ve tacîz lê hatiye kirin.
Mêran bi devkî an jî bi laşî tacîz li 13 jinan kiriye. Mêran fotografên jinekî kişandiye û tacîz li wê kiriye. Jinekî jî bi şandina peyaman tacîz lê kiriye. Mêran li kolan, parkê ango li qadên civakî yên qeraxên deryayê tacîz li 10 jinan kirine. Li nava malan tacîz li du jinan, li zanîngehê li jinekê û wesayîtên cemawerî de jî li 2 jinan kiriye.
Mêran di nava ambulansê de, li nexweşxaneyê û parkê ango li qadên civakî tacîz li 10 jinan kirine. Li nava malan tacîz li du jinan, li kargehê jî li jinekê kirine.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Edene (2), Enqere(1), Bûrsa (2), Stenbol (3), Îzmîr (2), Sînop (4), Tekirdag (1)
Pêvajoya hiqûqî
11 fail hebûn ku jin taciz kirine. Yek ji wan nehatine girtin.
Pêvajoya hiqûqî ya faîlek di çapemeniyê de weke “pêvajoya edlî nehatiye destpêkirin” hatiye weşandin. Derbarê du faîlan de “ pêvajoya hiqûqî destpêkiriye”, derbarê faîlek de “ biryara dûrxistina ji kar hatiye dayîn”, rewşa du faîlan “ serbest maye” û pêvajoya faîlek jî di çapemeniyê de weke “lê digerin” hatiye nivîsandin. Di çapemeniyê de pêvajoya hiqûqî ya çar kesan jî nehatiye nivîsandin.
Bûyerên tacîzê yên ku mehên borî pêk hatine û vê demê derketine holê
Li Stenbolê jina bi navê B.B. aşkere kiriye, di kolanê de tacîz lê hatiye kirin. Bûyer berê pêkhatibû. Ji ber ku B.B.yê derbarê bûyerê de daxuyanî dabû di 3ê Tîrmehê de çapemeniyê weşandiye.
Istismara zarokan
Mêran di meha Tîrmehê de herî hindik istismar li 27 zarokan kirine ku zarokên kur jî di nava wan de bûn. Par di heman mahê de ev hejmar 19 bû. Ji zarokan yek astengdarê hiş e. Yek ji faîlan berê jî ji ber heman kiryaran hatibûn girtin.
Herî kêm 23 zarok, mêrên ku ew istismar kirine nas nakin. Zarekek kalikê wî, zarokêk çawişê pişpor, zarokek patronê wî û zarokek jî cîranê wî îstîsmar kiriye.
Mêran di park, asansor, kolan û wesayîtên cemawerî de 13 zarok û di nava mal de jî 7 zarok îstismar kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye ka 7 zarok li kîderê hatiye îstismarkirin.
Bajarên ku mêran istismar li zarokan kirine
Agirî (1), Antalya (1), Dîlok (2), Balikesîr (2), Çanakkale (2), Denîzlî (1), Eskişehir (1), Stenbol(4), Îzmîr (1), Kocaelî (3), Kutahya (1), Mersîn (1), Nevşehîr (1), Şirnex (3), Tekîrdag (1), Riha (1), Zongûldak (1)
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 29 fail hebûn. Tenê 11 ji wan hatine girtin. 8 faîl hatine desteserkirin. Derbarê du faîlan de dozgeriyê bi sûcê “istismara zarokan” îdaname amade kiriye. 2 faîl serbest bûne.
Derbarê du faîlan de çi pêvajoyek edlî nehatiye destpêkirin. Li edlîyeyê gilîyê 3 faîlan hatiye kirin. Pêvajoya hiqûqî ya faîlek di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Bûyerên istismara zarokan yên ku mehên borî pêk hatine û vê demê derketine holê
Li Wanê jina bi navê H.T.(21) aşkere kiriye û gotiye, mêrê bi navê B.D. li 17 saliya min heta niha min tacîz dike, ji min re peyaman dişine û dema ku her ji mal derdikeve bi devkî tacîz li min dike. H.T.yê destnîşankiriye, ew ji bo gilîkirinê çûye qereqolê û rayedarên qereqolê jê re gotine: “Dema ew mêra ji mal derket tu yê ji mal dernekeve.” H.T.yê gotiye, ji ber ku her tim tacîz li min dihat kirin, min du caran hewl da ez xwebikujim û daxwaza alîkariyê kiriye.
Li Duzceyê keça bi navê D.H.(17) weke wenda bûbû lê dihat gerîn. D.H.yê li ser medya civakî aşkere kiribû, ew wenda nebûye ji ber ku xalanê wê tûndkariyê lê dikin, ew ji mal reviya ye. Her weha D.H.yê diyar kiriye, cendirmeyan ew neşandiye wargehê û malbata wê ew girtiye.
Li Stenbolê mêrê bi navê H.E. (25) ku xwediyê kuaforê ye, bang li keça zarok a bi navê Y.A. ya ku li gel wî kar dike, kiriye û gotiye were mala min û bi cilêtê gêf lê xwariye û destê wê girêdaye û tecawizî wê kiriye. Bûyer di 26ê Nîsanê de pêk hatiye û ji ber îdanameyê di 18ê Tîrmehê de di çapemeniyê de hatiye weşandin.
Tûndkarî / birîndarkirin
Di meha Tîrmehê de, mêran herî kêm tûndkarî li 80 jinan kiriye. Di heman meha sala borî de ev hejmar 81 bû.
Mêran herî kêm li dijî çar jinan tûndkariya dijital pêkanine û çar jinan jî bi kuştinê gef lê xwarine. Ji jinan yek xelkê Ozbekistanê ye û yek Êzidîye û yek jî hem welatiyê Tirkiyeyê nebû belam di çapemeniyê de nenivîsandine xelkê kîderêye.
Jinên ku rastî tundkariya mêran hatine yek jê karkerê sekse bû yek jî jineke trans bû. Her weha herdu jinê ku rastî tundkariya mêran hatine, rojnameger bûn.
Mêran li gel biryara dûrxistinê hêrî kêm tûndkarî li çar jinan kiriye. Sê jinê ku rastî tûndkariya mêran hatine, weke nexweşên “giran” rakirine nexweşxaneyê. Jinekî rastî tûndkariya parlamenterê HDPê hatiye.
Bajarên ku mêran lê tûndkarî li jinan kiriye
Edene (2), Aksaray (2), Enqere (3), Antalya (1), Dîlok (1), Aydin (1), Balikesir (2), Êlih (1), Bûrsa (1), Dersîm (2), Duzce (1), Edirne (5), Erzîrom (1), Hatay (2), İnegol (1), Stenbol (22), Îzmir (4), Kocaelî (2), Kutahya (1), Manîsa (1), Mereş (1), Mêrdîn (1), Mûgla (2), Mûş (1), Sakarya (3), Samsûn (6), Tekîrdag (1), Trabzon (1), Riha (1), Wan (2), Yalova (1). Çapemeniyê bajarê ku tundkarî li pênc jinan hatiye kirin nenivîsandiye.
Herî kêm 52 jin rastî tundkariya hevjîn, hevjînê bi mera olî, destgirtî û destgirtiyê berê hatiye. 18 jin kesên tundkarî li wan kirine nasnakin. Jineke rêvebirê mixazeyê, jinekî trans karmendê markêtê, jinekî jî endamê DAÎŞê tundkarî lê kiriye. Herî kêm 7 jin jî rastî tûndkariya bira, kur, bav û endamên din ê malbatê hatiye.
Çapemeniyê sedema tundkariya ku mêran li 69 jinan kiriye nenivîsandiye.
Mêran bi sedema ku “nexwestiye nefeqeyê bide”jinekî, ji ber “pere”, ji ber ku jinekî “metro nexebitandiye”, du jin ji ber “heskirinê”, ji ber jinekî “şort li xwe kiriye” û pênc jin jî ji ber nexwestiye li hev were” rastî tundkariyê hatine.
Mêran derb li 65 jinan xistiye û ew birîndar kirine. Herî kêm neh jin bi çekên gulexwar û du jin jî bi kêran birîndar kirine. Mêran tundkariya dijîtal li çar jinan kirine.
Pêvajoya hiqûqî
Çapemeniyê ji bo deh faîlan gotiye, “reviyaye” û “lê digerin”. Ji faîlan 13 kes hatine desteserkirin. Derbarê 15 faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Çar faîlan xwekuştiye. Derbarê neh faîlan de biryara dûrxistinê hatiye dayîn. Derbarê pênc faîlan de “doza tundkariyê ya li dijî hevjînê” hatiye vekirin. Faîlek ji partiya xwe hatiye dûrxistin. Tenê 3 faîl hatine girtin. Çapemeniyê rewşa herî kêm 22 faîlan nenivîsandiye.
Karkerîya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Tîrmehê de herî kêm li 113 jinan karê seksê daye kirin. Par di heman demê de ev jimar 59 bûye. Di nava wan jinan de zarokên keç jî hene.
26 jin ne welatiyên Tirkiyeyê bûne. Mêran pasaportên hin jinan ji wan standine û gef li wan xwarine.
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 114 fail hebûn ku karkeriya sekse ya mecbûrî bi jinan kirine. Tenê 11 faîl hatine girtin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya çar failan nenivîsandiye. Herî kêm 93 faîl hatine desteserkirin.(EMK/AY)