Infografik: Dilek Gül / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Tîrmeha 2023an de herî kêm 22 jin kuştine.
Di meha Tîrmehê de mirina bi kêmanî 22 jinan di çapemeniyê de weke mirinên “bigûman” hatine nivîsîn.
Li van bajaran mirinên jinan biguman in
Antalya (1), Çanakkale (2), Duzce (1), Elezîz (1), Stenbol (3), İzmir (2), Karabük (1), Karaman (2), Kayseri (2), Mêrdîn (1), Mersin (1), Muğla (1), Ordu (1), Samsun (1), Riha (1), Zonguldak (1)
Mêran tundkarî li 63 jinan kirine, îstîsmar bi kêmanî li 11 zarokên keç û kur kirine, tacîz bi kêmanî li heft jinan kirine. Mêran di meha Tîrmehê de herî kêm 15 jin neçarî karkeriya seksê ya bi darê zorê kiriye.
Di Tîrmeha 2023an de çapemeniyê çi bûyerên tecawizê nenivîsandiye.
Di heft mehên destpêkê yên sala 2023ê de mêran, 174 jin kuştine, tacîz li 34 jinan kiriye, 75 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 420 jinan kiriye, tecawiz li 6 jinan kiriye. Bi kêmanî 188 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di heft mehên destpêkê yên sala 2023yê de, çapemeniyê ji bo mirina 150 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van şeş mehan de bi kêmanî 15 zarok kuştine.
Di heft mehên destpêkê yên sala 2022ê de mêran, 191 jin kuştine, tacîz li 89 jinan kiriye, 163 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 455 jinan kiriye, tecawiz li 20 jinan kiriye. Bi kêmanî 363 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di heft mehên destpêkê yên sala 2022yê de, çapemeniyê ji bo mirina 119 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van şeş mehan de bi kêmanî 23 zarok kuştine.
Di heft mehên destpêkê yên sala 2021ê de mêran, 174 jin kuştine, tacîz li 78 jinan kiriye, 85 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 491 jinan kiriye, tecawiz li 62 jinan kiriye. Bi kêmanî 409 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di heft mehên destpêkê yên sala 2021ê de, çapemeniyê ji bo mirina 131 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van şeş mehan de bi kêmanî 15 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Tîrmehê de bi kêmanî 22 jin kuştine; par di heman mehê de ev hejmar 28 bû. Her weha mêran mêrê ku li cem jinan bûye jî kuştiye.
Digel biryara parastinê, meran bi kêmanî şeş jin kuştine.
Navên jinên ku di Nîsanê de mêran ew kuştine
Aysel E., Büşra A., Dilan Y., Fatma A., Gamze D., Gönül Er, Gülten A., Hedra A., Kader Akşan, Kader G., Kübra Ö., Melek Baştürk, Merve Girişmek, Nazlı Şahin, Saime Şahin, Sema Ç., Semra Elmas, Sevinç A., Sultan Zencirci, Suzan Ç., Zehra Aysel Ç., Zübeyde T.
Mêran li van bajaran jin kuştine
Ankara (1), Antalya (1), Êlih (1), Bursa (1), Çorum (1), Hatay (1), Stenbol (5), İzmir (1), Karaman (1), Meletî (1), Manisa (1), Mêrdin (1), Mersin (1), Nevşehir (2), Sakarya (1), Samsun (1), Şirnex (1).
Mêran 8 jin ji ber ku “xwestine cihê bibe”, 2 jin ji ber “hesûdiyê” kuştine.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran bi çi "hêcetan" 12 jin kuştine.
Hevjîn, hevjînên berê an jî destgirtî 17 jin kuştine. du jin hevalê wan, sê jin jî kurê wan ew kuştine.
Mêran 13 jin li malan, pênc jin li kargeh, daristan, kolan, nexweşxane û deverên weke wan kuştine.
Mêran 14 jin bi çekên guleber kuştine. 5 jî bi kêr û amûrên mîna kêrê kuştiye. Mêran jinekê bi fetisandinê kuştiye. Çapemeniyê nenivisiye bê ka mêran du ji çawa kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
21 faîl hebûn ku jin kuştine. Bi tenê 7 faîl hatine girtin. Sê faîl hatine desteserkirin. Sê faîlan xwe kuştine. Çapemeniyê ji bo pêvajoya hiqûqî ya du faîlan gotiye “reviye” ya şeş faîlan jî nenivîsandiye.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Tîrmehê de 2 zarok kuştiye. Zarokek bavê wê/wî û zarokekê jî kesê ku di rê de derbas bûye ew kuştiye.
Meran zarokekê bi kêr û amûrên weke kêrê kuştiye û zarokekê jî bi çekên guleber kuştiye.
Mêran li van bajaran zarok kuştine
Edene(1), Nevşehîr(1).
Pêvajoya hiqûqî
Sê faîl hebûne, her sê jî hatine girtin.
Tacîz
Mêran di meha Tîrmeha 2023an de herî kêm tacîz li heft jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hijmar 17 bû.
Mêran pênc jin bi devkî û bi rêyên fîzîkî tacîz kirine. Mêran dîmenê du jinan girtine û ew tacîz kirine. Mêran heft jin jî li cihê weke zanîngeh, kolan, rawestgeh, mixaze û wesayitê cemaweriyê tacîz kirine.
Jinekê pizîşktacîz kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku şeş jin tacîz kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Stenbol (6), Kastamonû (1).
Pêvajoya hiqûqî
3 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Tene du hatine girtin. Faîlek serbest bûye. Derbarê faîlek de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Derbarê du faîlan de tu karekî qanûnî nehatiye kirin.
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Tîrmehê de îstîsmar bi kêmanî li 11 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 16 bû. Hin faîlan heman sûc berê jî kirine.
Mêran 11 zarok li qadên derveyî mal yên weke dibistan, navenda etûtê û kolanan îstismar kirine.
Heft zarok mamosteyê etutê ew îstismar kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrê ku çar zarok îstismar kirine kî ye.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine
Agirî(1), Stenbol(9), Tekîrdag(1)
Pêvajoya hiqûqî
7 faîl hebûn ku zarok îstîsmar kirine. Tenê du faîl hatine girtin. Faîl hatiye desteserkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya çar faîlan nenivîsiye.
Êrişa Zayendî/Tecawiz
Çapemeniyê ji bo meha Tîrmehê çi bûyerên tecawizê nenivîsiye. Ev nayê wê wateyê ku bûyerên tecawizê çênebûye.
Tundkarî/Birîndarkirin
Mêran di meha Tîrmehê de bi kêmanî 63 jin birîndar kirine. Par di heman mehê de ev hejmar 64 bû. 12 jin bi giranî birîndar bûne û ew birine nexweşxaneyan. Bi kemanî ji bo neh jinan biryara parastinê hebû, lê mêran ew birîndar kirine.
Bajarên ku mêran tundkarî li jinan kiriye
Edene (3), Semsûr (2), Enqere (4), Antalya (1), Dîlok (1), Aydin (1), Êlih (2), Bûrsa (1), Denîzlî (2), Amed (1), Edîrne (26), Stenbol (11), Îzmîr (1), Kocaelî (2), Konya (1), Manîsa (1), Mersîn (1), Mûgla (1), Zongûldak (1).
Hevjîn an jî destgirtiyên bi kêmanî 46 jinan ew birîndar kirine. Ajokarê wesayiteke ku jin lê siwar bûye, ew birîndar kiriye. Hevkarê jinekê û firoşkarekî jin birîndar kirine. Kur/birayên du jinan ew birîndar kirine. Çapemeniyê nenivîsiye ka 11 jin û 17 mêrên ew birîndar kirine, hevdu nas dikin an na.
Mêran ji ber ku nexwestine li hev bên an jî xwestine veqetin 16 jin birîndar kirine. Jinek ji ber ku kûçikek xwedî dikir, jinek ji ber nexwestiye mehaneya xwe par ve bike birîndar kirine. Çar jin jî ji ber hesûdiyê birîndar kirine.
Mêran derb li 46 jinan dane û ew birîndar kirine, jinek ji şaneşînê avêtine, jinek jî fetisandine û birîndar kirine. Mêran heft jin bi çekên gulebar, şeş jin jî bi kêr û yên mîna wan birîndar kirine. Çapemeniyê nenivîsiye ka mêran du jin bi çi an jî çawa birîndar kirine.
Mêran 28 jin li nava malan, 30 jin li kolan, cihên şahiyê, nexweşxane, daristan ango cihên mîna van birîndar kirine. Çapameniyê nenivîsiye ka mêran pênc jin li ku birîndar kirine.
Pêvajoya hiqûqî
65 mêrên faîl hebûn ku jin birîndar kirine. Bi tenê şeş faîl hatine girtin. Pênc faîl hatine desteserkirin. Ji bo 19 faîlan karûbarên yasayî dest pê kirine. Destûrnameya ajokariyê ya faîlekî hatiye betalkirin. Çapemeniyê ji bo heft faîlan nivîsiye û gotiye “lê diğerin”, “reviyaye”. Sê faîlan xwe kuştine. Ji bo heft faîlan ti karûbarekî yasayî nehatiye kirin. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya bi kêmanî 20 faîlan nenivîsiye.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Di meha Tîrmehê de bi kêmanî 15 jin bi darê zorê karkeriya seksê kirine. Par ev hejmar 12 bû.
15 jin ne welatiyên Tirkiyeyê ne. Di nava wan de zarok jî hene.
Pêvajoya hiqûqî
Bi kêmanî sê faîl hebûn ku jin neçarî karkeriya seksê dikirin. Her jê jî hatine desteserkirin.
(EMK/AY-FD)
Fotograf: csgorselarsiv.org