Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirî mêran 18 jin kuştine; 23 jin birîndar kirine, tecawiz li 11 jinan kiriye, destdirêjî li 9 jinan kiriye û îstismar li 7 zarokên keç kiriye.
Di 7 mehên sala 2016ê de, mêran ya kêm 153 jin kuştine, tecawiz li 52 jinan kiriye, destdirêjî li 80 jinan kiriye, îstismar li 297 zarokên keç kiriye û tûndkarî li 196 jinan kiriye.
Kuştin
Mêran di meha Tebaxê de 18 jin û mêrek(bavê jinekê) kuştine.
*Bikujê sê jinan hê nehatiye dîyarkirin. Termê jineka trans hatiye dîtin ku guman heye ew hatibe kuştin. Jineka ku bi demek dirêj tûndkarî lê hatibû kirin, xwe kuştiye.
Ji sedî 11ê jinên hatîn kuştin, ji beriya ku bêne kuştin dadgehê biryara parastina wan daye. Du jinan ji ber ku xwestine ji mêrê xwe cida bibin hatine kuştin. Mêrê sê jinan ên ku ji wan cida bûne paşê ew kuştine.
Hêcetên kuştina jinan yên bikujan ev in: Jin rojekê ji malbava xwe dereng vegeriyaye, jinekê gotiye ‘’tu nikarî bibî malxwêyê/mêrê malê’’ jinekê qebûl nekiriye ku mêrek pê re seksê bike, keçan bi mêran re axiftine, ji ber ku bikuj bi mêrê jina kuştî re dijmin e, ew kuştiye.
Ji sedî 61ê jinan partnerên wan ên berê an jî yên nû ew kuştine. Mêrê berê yê sê jinan ew kuştine, mêrê 6 jinan ew kuştine, zavayê du jinan ew kuştine, birayê jinekê ew kuştiye, nîşanîyê jinekê ew kuştiye, kesekê xwestiye bi jinekê re seksê bike û wê qebûl nekiriye, li ser vê yekê wî ew kuştiye.
Ji sedî 55ê jinan bi çekan hatine kuştin. Deh jin bi tifekan, 7 jin bi kêran û yek jî bi lêdanê hatine kuştin.
Yek ji bikujan piştî jinek kuştî xwe jî kuştiye. Emrê bikujan di navbera 24 û 70ê de ne, emrê jinên hatîn kuştin di navbera 25 û 54ê de ne.
Bajarên jin lê hatine kuştin: Edene (1), Enqere (1), Antalya (2), Bayburt (1), Burdur (1), Bursa (1), Giresun (1), İzmir (1), Karaman (1), Kayseri (1), Kirikkale (1), Kocaeli (1), Konya (1), Mêrdîn (2), Mêrsîn (1) û Wan (1).
Tûndkarî – Birîndarkirin
Mêran di meha Tebaxê de, 23 jin birîndar kirine.
Ji sedî 13ê jinên tûndkarî lê hatiye kirin, dadgehê biryara parastina wan jinan û bidûrxistina mêran daye û digel vê yekê wan mêran tûndkarî li jinan kiriye.
Ji sedî 9ê jinên tûndkarî lê hatine kirin xwestine ji mêrê xwe cida bibin.
Ji sedî 26ê jinan li mekan û cihên civakî tûndkarî li wan hatiye kirin. Ji sedî 9ê bûyerên tûndkariya mêran a li jinan mêran li navbeynkaran jî dane.
Di meha Tebaxê de, du caran bi awayê nefretkarane êrîş li jinên trans hatiye kirin. Di yek ji bûyeran de dergevanê avahiyekê salekê jineka nişteciha avahiyê tehdît kiriye û paşê bi awayê nefretane êrîşî wê kiriye.
Di bûyera dî ya êrîşa li jinên trans, polîsan gotiye ‘’bila li hev bên îro cejn e’’ û êrîşkar serbest berdane. Êrîşkaran bi zopan êrîşî mala transê kiriye.
Hêcetên wan mêrên tûndkarî kirîn ev in: Jinan hesabê medyaya civakî ji xwe re vekiriye, jinekê av rijandiye erdê, jinekê pere nedaye mêrê xwe, keçan bi destgirtiyên xwe re axiftine, jinekê xwestiye digel kûçikê xwe li otobêsê siwar bibe.
Ji sedî 56ê jinên tûndkarî lê hatine kirin, partnerên wan ên berê an jî yên nû tûndkarî li wan kirine. Birayê jinekê tûndkarî li wê kiriye, bavê du jinan tundkarî li wan kiriye, dergevanê avahiya jinekê tûndkarî lê kiriye, mêrê berê yê du jinan tundkarî li wan kiriye, mêrê neh jinan êrîş li wan kiriye, kurê jinekê tundkarî lê kiriye, mêrekê destdirêjî li jinekê kirî tûndkarî jî lê kiriye, mêrên nenas tûndkarî li du jinan kiriye.
Ji sedî 39ê jinên tûndkarî lê hatî kirin bi derbên dijwar ketin xetera mirinê.
Di meha Tebaxê de emrê mêrên tûndkarî kirîn di navbera 21-70yê bû, emrê jinên tûndkarî lê hatiye kirin di navbera 17-56ê de bûne.
Bajarên tûndkarî lê hatine kirin:
Afyon (1), Agirî (1), Aksaray (1), Antalya (1), Dîlok (1), Aydın (1), Bolu (1), Denizli (2), Amed (1), Erzurum (1), Giresun (1), Stenbol (2), İzmir (1), Mersin (1), Mugla (2), Nigde (1), Samsun (3) ve Urfa (1).
Tecavuz
Di meha Tîrmehê de 11 bûyerên tecavuzê di medyayê de cih girtin.
Yek ji wan jinên ku rastî tecavuzê hatin ji aqilê xwe sivîk bû û yek jî ne welatiyê Tirkiyeyê bû û karkera şixulê malê bû.
% 66 mêrên tecavuzkar naskiriyên jinan bûn. Jinek ji hêla kardêrê xwe, yek ji hêla kesekî yê ji kargeha xwe, yek ji hêla cînarê xwe, yek ji hêla mêrê ku di medyaya civakî de nas kiribû ve, du jin ji hêla mêrên ku nû hev nas kiribûn ve, 3 jin jî hêla mêrên xerîb ve hatin tecavuzkirin. Di du nûçeyên tecavuzê de derbarê mêrên tecavuzkaran de ti agahî nehat dayîn.
Di encama 11 bûyerên tecavuzê ku di medyayê de hatin belavkirin de, 6 tecavuzkar hatin girtin, 6 tecavuzkar jî serbest hatin berdan. Derbarê lêpirsîn û dadkirina 4 kesan de ti agahî di medyayê de cih negirt.
Ji wan bûyerên tecavuzê; yek li mala ku jinik lê bi darê zorê dihat girtin, yek li mekanê kêfkirinê, yek di nav konê de, didu li mala jina bi xwe, didu li kargehên xwe, yek li daristanê, yek jî li derve-kolanê pêk hatin. Cihê bûeyereke tecavûzê jî di nûçeyan de nehat diyarkirin.
2 jinên ji bilî tecavuzkirinê, hatin qespkirin jî. Jinek jî bi dîmenên tecavuzê, şantaj lê hat kirin.
Temenên emrê tecavuzkaran di navbera 18-45an de ne. Temenên emrê jinên ku hatine tecavuzkirin jî navbera 22-42 ne.
Bûyerên tecavuzê ku di medyayê de cih girtin li van bajaran pêk hatin: Enqere (1), Antalya (1), Bolu (1), Burdur (1), Stenbol (2), Îzmîr (1), Konya (1) Mugla (1), Nevşehir (1) û Zonguldak (1).
Destdirêjî
Mêran di meha Tîrmehê de destdirêjiyê 9 jinan kirin. Di encama 9 bûyeran de 2 destdirêjkar hatin girtin, lê di nûçeyan de derbarê destdirêjkarên din de agahî nehat dayîn.
% 66ê mêrên destdirêjkar xerîb bûn û jinan wan nasnedikirin: Jinek ji hêla tiyê xwe yê berê, yek ji hêla muavên otobusê, yek ji hêla naskirî/hevalê xwe ve û 6 jin jî ji hêla mêrên xerîb ve hatin tacîzkirin.
6 bûyerên destdirêjiyê li pilajan, 2 li derê apartmanê, yek li AVMyê, yek li malê, yek li marketê, yek li termînalê û bûyereke destdirêjiyê jî di balafirê de pêk hatin. Jina ku di balafirê de rastî destdirêjiyê hat û bertek nîşanê wê yekê da, ji hêla mêrê destdirêjkar ve hat derbkirin.
4 jin rastî destdirêjiya fizikî û yek jî rastî teşhîrkirinê hat. Di 3 bûyerên destdirêjiyê de dîmenên binê eteka jinan û bi kincên wanê pilajê hatin kişandin. Mêrek jî li marketê kaxiszên ku li ser nimareya telefona xwe nivîsîbû di got ‘em hev du nas bikin’ bi pişta jinan daliqandibûn.
Bûyerên destdirêjiyê ku di medyayê de hat belavkirin, li van bajaran pêk hatin: Edirne (2), Isparta (1), Stenbol (2), Kirikkale (1), Samsun (1) û yek jî di balafira ku sefera Enqere-Edeneyê dikir de, pêk hatin.
Îstîsmarkirina zarokan
Di meha Tîrmehê de nûçeyên îstîsmarkirina cinsî yên li dijî 7 zarokên keç di medyayê de hatin belavkirin. Yek ji wan zarokên keç di warê aqilê xwe de sivik bû.
Ji 7 mêrên ku îstîsmarkirina cinsî pêk anîn, 5 ji wan hatin girtin.
Ji wan bûyerên îstîsmarkirina zarokan yek li hewşa mizgeftê, yek li parqê, yek di otobûsê dei yek ji li derve-kolanê pêk hatin. Mêrek piştî ku bi spreya xewanînê malbatek razand, zaroka wan a keç jî revand. 2 mekanên ku lê bûyer pêk hatibûn jî di nûçeyan de cih negirtin.
% 71 mêrên ku îstîsmarkirina cinsî kirine xerîb in û zarokan wan nasnakin: 5 zarokên keç ji hêla mêrên xerîb ve, yek ji hêla mêrê ku di medyaya civakî de naskiribû ve, yek jî ji hêla mêrê ku bi betalkirina hefsûnê wê xapandiye ve hatîn îstîsmarkirin.
Temenên emrê mêrên ku li dijî zarokan îstîsmara cinsî pêk anîne di navbera 18-74 in. Temenên zarokên keç ku rastî îstîsmarkirinê jî hatine di navbera 4-17 ne.
Bûyerên îstîsmarkirina cinsî ku di medyayê de hatin belavkirin, li bajaran pêk hatin: Edene (2), Afyon (1), Antalya (1), Bursa (1), Kutahya (1), Mugla (1).
Li gorî van yekan;
Di meha Tîrmehê de 68 bûyerên tundiya mêran, cinayet, hewldana kuştinê, destdirêjî, tundiya cinsî, tecavuz û birîndarkirinê weke nûçe di madyayê de hatin belavkirin.
Ji wan bûyerana %21 li herêma Akdenizê, %19 li Egeyê, %16 li Marmarayê, %16 li Anatolyaya Navîn, %7 li Rojhilata Başûrê Anatolyayê û %4 jî li Rojhilatê Anatolyayê pêk hatin.
*Em di çeteleya tundiya mêran ya bianetê de cih nadin hemû bûyerên kuştinên jinan. Em tenê cih didin jinên ku di encama tundiya mêran de hatine kuştin. Bûyerên bi bingeha zayenda civakî nehatibin kirin, di çeteleyê de cih nagrin. |
(ÇT/MB/YO)