Înfografîk: Yagmûr Karagoz/bîanet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Tebaxê ya 2021an de herî kêm 34 jin kuştine û tecawiz li 11 jinan kiriye.
Di meha Tebaxê ya 2021an de medyayê mirina herî hindik 22 jinan (Manisa (1), Maraş (1), Kirikkale (1), Mûgla (1), Dîlok (2), Mêrdîn (1), Antalya (1), Aydin (1), Çorûm (1), Stenbol (1), Bûrdûr (1), İzmir (1), Edene (3),Kayserû (1), Çorum (1), Gumuşhane (1), Kilîs (1), Sêrt (1), Samsûn (1) ) wekî “biguman” nivîsandiye.
Her weha li Îzmîr, Balikesîr, Çankiri, Kocaelî, Bûrsa û Kirşehîrê mirina şeş zarokan çapemeniyê weke “biguman” nivîsandiye.
Li Stenbol, Îzmîr, Edene û Qeyseriyê çapemeniyê mirina çar zarokan “bi guman” nivîsandiye.
Mêran, li Mêrdînê gefa “kuştinê” ango “tûndkarîyê” li jinekê xwariye.
Li Enqereyê mêr bûye sedem ku Eda Nûr Kaplan xwe bikuje.
Li Balikesîr û Eskîşehîrê du jinan mafê xwe yê parastina rewa bikaranîne.
2020-2021
Mêran di heşt mehên destpêkê yên sala 2020an de 186 jin kuştine, 97 jin tacîz kirine, îstismar li 181 zarokan kirine, tecawizî 53 jinan kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 607 jinan dane kirin, tundkarî herî hindik li 493 jinan kirine.
Mêran di heşt mehên destpêkê yên sala 2021an de 208 jin kuştine, 106 jin tacîz kirine, îstismar li 98 zarokan kirine, tecawiz 73 jinan kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 429 jinan dane kirin û tundkarî herî hindik li 552 jinan kirine. Di heft mehên destpêkê yên sala 2021an de çapemeniyê kuştina 153 jinan weke “bi guman” nivîsandiye. Mêran di van heşt mehên salê de herî kêm 21 zarok kuştine.
Kuştin
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Tebaxê ya 2021an de herî kêm 34 jin û çar mêrên ku li gel wan bûne jî kuştine. Di heman meha sala borî de ev hejmar 31 bû. Mêrê ku jinekê kuştiye polîs bûye. Jinên ku ji aliyê mêran ve hatine kuştin jê yek welatiya Afganistanê bûye yek jî jê Êzidî bûye. Mêrê ku jinekê kuştiye “hê jî zarok bûye”.
Jinên ku di meha Tebaxê de hatine kuştin
Atiye P., Aysel Akkale, Azime O., Azra Gulendam Haytaoglû, Bahar T., Baran Hasan Rasho, Cennet G., E.G., Ebru Y., Elif Saltık, Emel Goçer, Esra Hankulu, Fatma İnan, Gonul Y., Gulcan Kiliç, Gulizar Kiliç, Gulten D., Hacer A., Hanife M., Hatice A., Hediye T., Kadriye Akdeniz, Kubra O., Nazlı M., Necla Koçyigît, Pakize M., Rahime Y., Sema Nur S., Senem B., Sude Akarsu, Sultan Duran, Ulviye Aba, Yasemin O., Zekiye Hossînî
Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine
Edene (1), Afyon (3), Enqere (2), Antalya (3), Bûrsa (4), Denizlî (1), Elezîz (1), Stenbol (5), Karaman (1), Kirşehir (1), Kocaelî (1), Konya (2), Mêrdîn (1), Mûgla (2), Ordû (2), Samsûn (1), Tekirdag (1), Tokat (1), Riha(1).
Çapemeniyê “hinceta” kuştina 24 jinan ya mêran nenivîsandiye. Mêran 3 jin ji ber “hesûdîtiyê” kuştine. Merên jinekê ji ber ku “pir axiviye”, du jin ji ber “komkirina findiqan”, jinekê ji ber ku gotiye “cixarê nekişîne”, jinekê ji ber “nexwestiyê zaroka xwe di salê piçûkî de bide zewicandin”, jinekê ji ber ku “destûr nedaye bi jinekê din re jî bizewice” û jinekê jî ji ber ku “xwestiye cihê bibe” kuştiye.
Mêr, destgirtî û mêrê berê 16 jin kuştine. 9 jin ji aliyê 11 mêrên ku weke xizmên nizîk, kur û bav ve hatine kuştin. 3 jin hevalê wan û çarr jin jî zava/zavayê berê kuştiye. Jinekê cîranê wê, jinekê bavê wê, jinekê bavê mêrê wê û jinekê jî hevalê wê ew kuştiye. Di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin bê ka mêrê ku sê jin kuştiye nas e an ne nas e.
Mêran 29 jin li nava malan, 5 jin jî li cihên weke daristan, park, kuçe û kolanan kuştine.
Mêran 20 jin bi çekên gulexwar û 7 jin bi alavên weke kêr, balte û birrekê kuştine. Her weha sê jin jî bi fetisandinê kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran çar jin çawa û bi çi kuştine.
Pêvajoya hiqûqî
32 faîlên mer hebûne ku jin kuştine. Bitenê 20 mêr hatine girtin. 5 faîlan xwe kuştine.
Sê faîl hatine desteserkirin. Derbarê faîlek de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Sê faîl piştî desteserkirinê serbest bûne.
Kuştina zarokan
Di Tebaxa 2021an de mêran herî hindik şeş zarok kuştine. Di heman meha sala par de ev hijmar çar bû. Li Stenbol, Kocaelî, Edîrne û Wanê mêran herî kêm çar zarok derp kirine.
Navê zarokên ku mêran ew kuştine
Îlknûr Turksoy, Egemen M., Yaren G., Hîranûr G., Elif G., Ebrû A.
Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine
Afyon (1), Kayseri (1), Samsun (1), Trabzon (3).
Pêvajoya hiqûqî
Çar faîl hebûne ku zarok kuştine. Tene sê jê hatine girtin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsandiye.
Êrişa Zayendî / Tecawiz
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Tebaxê ya 2021an de herî kêm tecawiz li 11 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hejmar 13 bû. Ji jinên ku mêran tecawiz lê kirine 2 jê astendar bûne.
Jinekê kalikê wê, jinekê hevalê wê, jinekê xizmê wê, jinekê mûawînê otobusê û sê jin jî destgirtî/hevjînê wan tecawiz lê kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrê ku tecawiz li çar jinan kiriye nas e an nenase.
Mêran li nava malan tecawiz li çar jinan kirine. Li qadên derve yên weke daristan, otobus û kargehan tecawiz li 7 jinan kirine.
Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye
Edene (1), Enqere (2), Aydin (3), Balikesir (1), Bûrsa (1), Stenbol (1), Îzmîr (1), Samsûn (1).
Pêvajoya hiqûqî
11 mêrên fail hebûn ku tecawiz li jinan kirine. Tenê çar faîl hatine girtin. Cezayê hepsa malê ji bo faîlek hatiye dayîn. Faîlek bi şertê kontrola edlî serbest bûye. Derbarê sê faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Faîlek serbest bûye. Çepemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsandiye.
Tacîz
Mêran di meha Tebaxê de herî kêm tacîz li 28 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hijmar 21 bû.
13 jinan 13 mêrên ku tacîz li wan kirîne nas nedikirin. 12 jin patronê wan, du jin hevalê wan yê karker, jinekê jî doktor tacîz lê kiriye.
Mêran bi devkî an jî bi laşî tacîz li 27 jinan kirine. Herweha mêran bi kişandina wêne û dîmenan tacîz li jinekê kiriye.
Mêran li kolan, kargeh, metro ango li cih û qadên derve tacîz li 27 jinan kirine. Jinekê jî li nava malê tacîz kirine.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Enqere (12), Antalya (2), Aydin (1), Amed (1), Stenbol (3), Kocaelî (3), Maraş (1), Nevşehir (1), Osmaniye (1), Riha (1), Yozgat (1), Zonguldak (1).
Pêvajoya hiqûqî
16 failên mêr hebûn ku jin taciz kirine. Tenê çar faîl hatine girtin. Derbarê sê faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Derbarê faîlek de doz hatiye vekirin. Du faîl hatine desteserkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya şeş faîlan nenivîsandiye.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Tebaxê ya 2021an de herî hindik îstismar li 13 zarokan kirine ku zarokên kur jî di nava wan de bûne. Par di heman mahê de ev hejmar 20 bû. Îstismarek bi ducanî mayîna zarokekê re aşkere dibe. Mêran bi awayekî sistematik her kêm sê zarok îstismar kirine. Ji zarokan yek girtine parastinê.
Çar zarok bavên wan, zarokekê dersdêr û mêrên ku ji malbata wê îstismar kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 7 mêrên ku 7 zarok îstismar kirine nas e an ne nas e.
Mêran li park, wesayît ango li cih û qadên derve 2 zarok îstismar kirine. Her weha çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tacîz li 11 zarokan kirine.
Bajarên ku mêran istismar li zarokan kirine
Aydin (1), Bûrsa (1), Amed (2), Stenbol(4), Kocaeli (1), Meletî (1), Tekîrdag (1), Tokat (1), Trabzon (1).
Pêvajoya hiqûqî
13 fail hebûn ku îstismar li zarokan kirine. Bi tenê 6 ji wan girtine. Faîlek hatiye desteserkirin. Faîlek serbest hatiye berdan. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek weke “îfadeya wî hatiye girtin”, “lêpirsîn hatiye destpêkirin” nivîsandiye û ya faîlek jî nenivîsandiye.
Tundkarî / Birîndarkirin
Di meha Tebaxê de mêran herî kêm tûndkarî li 61 jinan kirine. Di heman meha sala borî de ev hejmar 122 bû.
Heft jinên ku mêran tundkarî li wan kirine, bi giranî birîndar bûne û ew birine nexweşxaneyan. Mêran tundkariya sîstematîk herî hindik li pênc jinan kirine.
Di nav jinên ku mêran tûndkarî lê kiriye yek jê welatiya Sûriyeyê bûye.
Bajarên ku mêran lê tûndkarî li jinan kiriye
Edene (5), Dîlok (1), Enqere (1), Aydin (3), Bûrdûr (1), Bûrsa (4), Çorûm (1), Denizlî (1), Edîrne (25), Stenbol(5), Îzmîr (2), Kayserî (1), Meletî (1), Mûgla (1), Nevşehîr (1), Samsûn (5), Şirnex (1), Tokat (1), Zongûldak (1).
Hevjîn, destgirtî û evîndarê herî hindik 44 jinan, tundkarî li wan kiriye. Jinekê zavayê wê, 2 jin cîranê wan, çar jin endamên malbatê yên weke bav û kur tûndkariyê lê dikin.
Çapemeniyê behsa wî tiştî nekiriye ku bê ka 16 mêrên tundkarî herî hindik li 11 jinan kiriye, hevdu nas dikin an na.
Mêran ji ber ku “xwestine cihê bibe” tundkarî li 14 jinan kirine. Mêran ji ber “xwedîkirina pisîkê” tundkarî li jinekê, ji ber ku “xwestiye li hewizê bimîne” tûndkarî li jinekê kiriye.
Çapemeniyê “hinceta” tûndkarîya mêran ya li 45 jinan kirine, nenivîsandiye.
Mêran derb li 49 jinan xistine û ew birîndar kirine. Herî hindik 4 jin bi kêr, birek û çekên weke wan, 8 jin jî bi çekên guleber birîndar kirine.
Mêran li nava malan tundkarî li 31 jinan, li kolan, trafik, otobus, edliye, daristan ango li qadên derveyî mal tundkarî li 14 jinan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tundkarî li 16 jinan kirine.
Pêvajoya hiqûqî
Tenê 6 faîl hatine girtin. 12 fail desteser kirine. 4 faîl serbest bûne. Çapemeniye rewşa hiqûqî ya 5 faîlan weke “revîne” nivîsandiye. Derbarê herî kêm 23 faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 18 faîlan nenivîsandiye.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Tebaxê de herî kêm bi 20 jinan karkeriya seksê ya mecbûrî daye kirin. Par di heman demê de ev hijmar 50 bû. 14 jinên ku karkeriya seksê ya mecbûrî li wan hatiye kirin, ne welatiyên Tirkiyeyê bûne. Di nav jinên ku karkeriya sekse ya mecbûrî li wan hatiye ferz kirin de zarok jî hebûne.
Pêvajoya hiqûqî
Şeş fail hebûne ku karkeriya seksê ya mecbûrî bi jinan dane kirine. (EMK/AY/FD)
*Fotograf: csgorselarsiv/Serra Akcan