Infografîk: Yağmur Karagöz
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî nûçeyên ku bianetê ji rojname, ajans û malperên nûçeyan ên herêmî û netewî kom kirine; mêran di meha Tebaxê de bi kêmanî 31 jin û 7 zarok kuştine.
Di meha Tebaxê de mirina bi kêmanî 14 jinan di çapemeniyê de weke mirinên “bigûman” hatine nivîsîn. Ew bajar ev in: Aydin (1), Erzerom (1), Stenbol (2), Îzmîr (2), Samsûn (1), Sînop (1), Tokat (1), Riha (2), Zongûldak (2).
Mêran tundkarî li 79 jinan kiriye, îstîsmar bi kêmanî li 12 zarokên keç û kur kiriye, tacîz bi kêmanî li 13 jinan kiriye, şeş jin neçarî karkeriya seksê kirine.
2021-2022 Di heşt mehên destpêkê yên sala 2022ê de mêran, 222 jin kuştine, tacîz li 102 jinan kiriye, 1175 zarok îstîsmar kirine, tecawiz li 21 jinan kiriye. Mêran bi kêmanî 370 jin neçarî karkeriya seksê kirine, tundkarî bi kêmanî li 534 jinan kiriye û ew birîndar kirine. Di heşt mehên destpêkê yên vê salê de çapemeniyê ji bo mirina 132 jinan gotiye ku "bigûman e". Mêran di van heşt mehan de bi kêmanî 30 zarok kuştine. Di heşt mehên destpêkê yên sala 2021ê de mêran, 208 jin kuştine, tacîz li 106 jinan kiriye, 98 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 552 jinan kiriye, tecawiz li 73 jinan kiriye. Bi kêmanî 429 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di heşt mehên destpêkê yên sala 2021yê de, çapemeniyê ji bo mirina 153 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van heşt mehan de bi kêmanî 21 zarok kuştine. |
Kuştin
Mêran di meha Tebaxê de bi kêmanî 31 jin kuştine; par di heman mehê de ev hejmar 34 bû. Her weha mêran bi kêmanî şeş mêrên ku li cem jinan bûn jî kuştine.
Digel biryara parastinê, meran bi kêmanî heşt jin kuştine. Jinek ji wan welatiya Sûriyeyê yek jî Gurcistanî bû.
Navên jinên ku di Hezîranê de mêran ew kuştine Ayşe K., Ayşe P., Ayşen Ç., Berivan U., Dilek K., Ezgi Ö., Fadim S., Fikriye Vatansever, Filiz G., Gülten İnan, H.Ö, Hacer A., Hanige Ç., Hediye Y., Khvicha Osanadze, Leyla K., Mehlika Derici, Melek Yıldırım, Mihriban Arduç, Necla A., Neriman G., Nura Hac S., Rita E., Sanem G., Sevtap Akbacı, Sibel U., Susanber Özdemir, Şenay A., Şeyh Müslim, Ülkü A., Zeynep D. |
Mêran li van bajaran jin kuştine Edene (2), Afyon (1), Enqere (1), Antalya (1), Dîlok (1), Artvin (2), Aydin (2), Balikesir (1), Çanakkale (2), Amed (1), Stenbol (3), Îzmîr (5), Kîlis (1), Konya (2), Mereş (1), Sînop (1), Şirnex(1), Tekirdag (1), Yozgat (1), Zonguldak (1). |
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran bi çi "hêcetan" 18 jin kuştine. Mêran 10 jin ji ber ku xwestine veqetin an jî nexwestine li hev bên, kuştine. Mêran jinek ji ber “hesûdiyê”, du jin ji ber “deynan”, “erdan” kuştine.
Hevjîn, hevjînên berê an jî destgirtî 22 kuştine. Kurê sê jinan, cîranê jinekê, xizmên du jinan ew kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka meran û 2 jinên kuştine hev nas dikin an na. Temenê mêrekî ku jin kuştiye, gelekî biçûk bû.
Mêran 19 jin li malan, neh jin li kargeh, daristan, kolan, nexweşxane û deverên weke wan kuştine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran sê jin li ku kuştine.
Mêran 19 jin bi çekên guleber kuştine. 10 ji bi kêr û çekên mîna kêrê, du jin xeniqandine û kuştine.
Pêvajoya hiqûqî
30 faîl hebûn ku jin kuştine. Bi tenê 14 faîl hatine girtin. Şeş faîl hatine desteserkirin. Çar faîlan xwe kuştiye. Çapemeniyê ji bo faîlekî nivîsiye ku “lê digerin”, ji bo du faîlan jî gotiye ku “reviyaye.” Faîlek serbest bûye. Çapemeniyê ji bo pêvajoya hiqûqî ya du faîlan tiştek nenivîsiye.
Bûyereke kuştinê ya di Tebaxa 2022yê de derketiye holê
Deh sal berê li Dîlokê Ozlem Ozoglûya 22 salî, hevjînê wê Çagan Ozoglûyê 27 salî û dêya hevjînê wê Emîne Duzkayaya 45 salî winda bûbûn û paşê cesedên wan li Kîlîsê binaxkirî hatibûn dîtin. Ji ber kuştina van kesan, bavê Ozlem Ozoglû A.A. û birayê wê M.F.A hatine desteserkirin û girtin.
Ji ber sûcên “bi armanca gerdîşê û bi hestên hovane mirov kuştine” mêr hatibûn desteserkirin lê ji ber ku delil nehatibûn dîtin, serbest bûbûn. Gumanbar reviyabûn Sûriyeyê. Ji bo wan bi bultena sor biryara zeftkirinê hatibû dayîn. Lê ev jî bi heman sedemê hatibu rakirin. Piştî ku bav û kurê wî bi rêyên qaçax vegeriyabûn Tirkieyeyê, careke din doz hatibû vekirin.
Tundkariya li zarokan-Kuştina zarokan
Mêran di meha Tebaxê de heft zarok kuştine. Di heman meha sala par de ev hejmar 6 bûye.
Bavên du zarokan ew kuştine, zarokekî birayê wî yê mezin, zarokekî xizmê wî, zarokekî jî hevalê wî ew kuştiye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrê du zarok kuştiye nas e an ne nas e.
Mêran 5 zarok bi çekên gulexwar kuştine. Zarokek bi amûrên weke kêr û balte kuştiye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka zarokek bi çi awayî hatiye kuştin.
Navê zarokê ku hatiye kuştin
Beyza Doğan, Derya K., Emirhan Aytemir, Firdevs B., Melek K. Muhammed, T.O.
Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine
Enqere (1), Stenbol (1), Kilis (1), Mereş (1), Şirnex (3)
Pêvajoya hiqûqî
Şeş faîl hebûn ku zarok kuştine. Tenê du faîl hatine girtin. Du faîlan xwe kuştiye. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya du faîlan nenivîsiye.
Êrişa Zayendî / Tecawiz
Di meha Tebaxa 2022an de mêran bi kêmanî tecawiz li jinekê kiriye. Par heman mehê ev hejmar 11 bû.
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 5 mêrên ku tecawiz li jinekê kiriye kî ye.
Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye
Bîlecîk(1)
Pêvajoya hiqûqî
Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya pênc faîlên ku tecawiz li jinan kiriye nenivîsandiye.
Tacîz
Mêran di meha Tebaxê de herî kêm tacîz li 13 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hijmar 28 bû. Ji jinên ku mêran tecawiz lê kiriye jê yek iraqî bûye.
Mêran 12 jin bi devkî û bi rêyên fîzîkî tacîz kirine. Mêran endamê zayendî yê xwe nîşanî jinekê daye û ew tacîz kiriye.
Mêran 10 jin li qadên derveyê mal tacîz kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran sê li kîderê tacîz kiriye.
Çawişê pispor jinekê, kurye çar jin û xizmê jinekê ew tacîz kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrê ku 7 jin tacîz kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Enqere (1), Dîlok (1), Bartin (1), Bolû (1), Dêrsim (1), Amed(1), Stenbol (6), Konya (1)
Pêvajoya hiqûqî
10 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya failan nenivîsiye.
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Tebaxê de îstîsmar bi kêmanî li 12 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 13 bû.
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 7 mêrên ku herî kêm tacîz li 8 zarokan kirine nas in an ne.
Mele du zarok, dersdêrê sporê zarokek û esnaf zarokekî îstismar kiriye.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine
Antalya ( 2), Bolu (1), Edirne (2), Stenbol (2), Manisa (1), Mêrdin (1), Samsûn (1), Riha (2).
Pêvajoya hiqûqî
10 faîl hebûn ku zarok îstîsmar kirine. Tenê 4 faîl hatine girtin. Faîlek serbest bûye. Faîlek hatiye desterkirin. Çapemeniyê rewşa hiqûqî çar faîlan nenivîsiye.
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Tebaxê de bi kêmanî tundkarî li 79 jinan kiriye. Par heman mehê ev hejmar 61 bû.
Herî kêm 9 jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye, birine nexweşxaneyê û gotine “newxeşiya wan a giran heye”. Mêran “biryarên parastinê” binpê kirine û tundkarî li 11 jinan kiriye.
Bajarên ku mêran tundkarî li jinan kiriye
Adana (3), Semsûr (2), Afyon (1), Enqere (1), Antalya (1), Dîlok (1), Aydın (1), Êlih (1), Çorum (1), Denizlî (1), Amed (2), Edirne (24), Xarpêt (1), Ezirgan (1), Erzîrom (2), Eskişehir (1), Hatay (3), Stenbol8), İzmir (6), Karaman (1), Kastamonu (1), Kilis (3), Kocaeli (3), Konya (1), Muğla (1), Muş (1), Samsun (3), Tekirdağ (1), Riha(1), Yozgat (1), Zonguldak (1).
Hevjîn û destgirtiyê kevn ê 55 jinan tundkarî li wan kiriye, Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku tûndkarî li 16 jinan kiriye, hev nas dikin an na. Bav, bira û endamên malbatê tûndkarî li 11 jinan kiriye. Sê hevalê wan yên karî tûndkarî li sê jinan kiriye.
Çapemeniyê hêceta tûndkariya mêran ku li 67 jinan kirine nenivîsandiye. Mêran ji ber ku xwestine cuda bibin/lihev neyên tundkarî li 12 jinan kiriye.
Mêran derb li 54 jinan xistine û ew birîndar kirine, 9 jin bi çekên gulebar, 13 jin jî bi kêr û çekên mîna wê birîndar kirine. Mêran du jin bi sotemeniyê birîndar kirine,
Mêran li kargehê, li nava otobisê, li daristanê ango li derveyî malê tundkarî li 23 jinan kiriye, Li nava malê jî 46 jin birîndar kirine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran li ku tundkarî li 10 jinan kiriye.
Pêvajoya hiqûqî
Bi kêmanî 76 faîl hebûn ku tundkarî li jinan kiriye. 14 faîl hatine girtin. Lêpirsîna 9 faîlan destpê kiriye. Çapemeniyê ji bo çar faîlan gotiye ku "reviyaye", “lê digerin”. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya herî kêm 39 faîlan nenivîsandiye.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Tebaxê de karkeriya seksê ya mecbûrî, kêmanî bi 6 jinan dane kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 20 bû. Jinên ku neçarî karkeriya seksê hatine kirin, ne welatiyên Tirkiyeyê bûne. Zarok jî di nava wan de hebûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya sekse bûne
Enqere(5), Mûgla(1)
Pêvajoya hiqûqî
Çapemeniyê tenê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nivîsandiye. Faîl polîs bûye û hatiye desteserkirin.
(EMK/AY-FD)