Grafik û Fotograf: Yağmur Karagöz/bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Tebaxa 2020an de herî kêm 31 jin û çar mêrên ku li bal jinan bûne, kuştine. Mêran di heman mehê de tecawiz li 13 jinan kiriye.
Medyayê mirina herî hindik 25 jinan (Mereş 2, Sêwas, Agirî 2, Mêrdîn 2, Zonguldak 2, Riha, Antalya 2, Colemêrg, Denizli, Dîlok, Wan, Samsun, Amed, Mersin, Trabzon 2, Konya, Îzmîr, Stenbol, Aydın) wekî “mirinên gumanbar” destnîşan kiriye.
Mêran di meha Tebaxê de hewl dane li Amedê yek, li Enqereyê jî du jinan bikujin.
Medyayê ji bo mirina jineke li Dîlokê nivîsiye ku “failên wê diyar” e.
Her weha mêran yek jê li Êlihê û ya din li Stenbolê, hiştine ku du jin xwe bikujin.
2019-2020
Di heşt mehên 2019an de, mêran herî hindik 224 jin kuştine, taciz li 152 jinan kiriye, 158 zarok istismar kirine, tecawiz li 37 jinan kiriye. Li gorî nûçeyên ku hatine weşandin di van heşt mehan de mêran 390 jin birindar kirine û bi darê zorê karê seksê herî hindik li 367jinan kiriye,
Di heşt mehên 2020an de, mêran herî hindik 186 jin kuştine, taciz li 97 jinan kirine, 181 zarok istismar kirine, tecawiz li 53 jinan kiriye. Li gorî zanyariyên ku di çapemeniyê de belav bûne, di her heşt mehan de mêran tundkarî li 493 jinan kiriye, heri hindik bi darê zorê karê seksê li 607 jinan kiriye.
Kuştin
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Tebaxê 2020an de herî kêm 31 jin kuştine. Mêran di heman meha sala borî de 40 jin kuştibûn.
Jineke ku hatiye kuştin Tacik û yek jî turkmen bûye.
Du jin beriya ku mêr wan bikujin, serî li polîsandane lê ti tiştek bi failan nehatiye kirin. Digel biryara dûrxistina mêran û parastina jinan, her du jin jî hatine kuştin.
Jinên di meha Tebaxê de hatine kuştin
Altue H.E., Arzu Gül K., Aynur S., Ayşe A., Ceyda Y., Dilan T., Dilek A., Dudu Ç., Ebru T., Emine A., Esra D., Fati Z., Fatma A., Gizem F., Gülhan Ç., Hatice Ş., İkbal P., Makhfırat A., Meliha K., Merve Y., Meryem D., Naime C., Rahime G., Remziye Y., Rozygul R., Sevgi Y., Sevim S., Sibel Ş., Süreyya A.Ç., Şahime E., Yonca T.
Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine
Edene (1), Enqere (1), Antalya (2), Dîlok (1), Balıkesir (1), Êlih (1), Denizli (1), Amed (1), Düzce (1), Eskişehir (1), Stenbol (4), Îzmîr (3), Kastamonu (1), Kilis (1), Kütahya (1), Manisa (1), Mereş (2), Mêrdîn (1), Nevşehir (1), Ordu (1), Osmaniye (1), Sakarya (1), wan (1), Zonguldak (1)
Medyayê nenivîsiye bê ka mêran 20 jin ji ber çi kuştine. Di çapemeniyê de hatiye nivîsandin ku mêran çar jin ji ber “xwestine veqetin”, “nexwestine li hev bên, du jin ji ber “hesûdiyê”, jinek ji ber “nelihevkirina derbarê erdan de” jinek ji ber sedemên “aboriyê”, jinek jî “ji berk u xwestiye kesên pevdiçinin veqetîne” kuştine.
Mêr/mêrê kevn 15 jin kuştine. Destgirtiyan 5 jin, zava, nevi, kur, bavê mêran ango xizman 5 jin, hevalên wan 2 jin, cîranê kevn jinek kuştine. Medyayê nenivîsandiye bê ka mêran û sê jinên ku kuştine hev nas dikirin an na.
Mêran 11 jin li nava malan, 13 jin li cihên weke zevî, benzînxane, kuçe û kolanan kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye ku bê ka mêran heft jin li ku kuştine.
Mêran 19 jin bi çekên gulexwar, heşt jin jî bi alavên birrek kuştine. Mêran derb li jinekê xistine, jinek fetisandine û agir bera laşê jinekê dane û ew kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran jinek çawa kuştine.
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 36 failên kuştina jinan hebûn. 19 fail hatine desteserkirin.
Failekî “xwe radest kiriye”. Çaqemeniyê nivîsandiye ku li du failan “digerin”, du failan “xwekuştiye” failek jî “reviyaye”. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya failekî nenivîsandiye.
Kuştinên jinan ên ku mehên borî pêk hatine û niha derketine holê
* Hatiye tespîtkirin ku kesê di 2yê Çiriya Pêşiyê ya 2002an de li Edeneyê hewl daye tecawizî Fadime Ş.ya 29 salî bike, îşkence lê kiriye û paşê ew fetisandiye û kuştiye mêrê bi navê G. Ç. (40) ye. Derketiye holê ku G. Ç. li Qibrisa Bakur ji ber sûcê tecawizî girtî ye. Dema hatiye Tirkiyeyê hatiye girtin.
* Ozge S. ya 28 salî li Kutahyayê di 23yê Tîrmehê de li mala xwe bi awayekî guman miriye. O. Ç. xwişka wê ya mezin gotiye ku mêrê Ozge S. yê, A. S.yî (65) û E. B. dêya destgirtiyê wê yê bi navê C. B.yî kuştine.
* Li Sakaryayê jina bi navê G.A û mêrê bi navê H. K. ji ber kuştina Şiar K., zarokê 9 salî hatine girtin. Derket holê ku dêya Şiar K.yî ya bi navê G.A. û destgirtiyê wê yê bi navê H. K. di 28ê Nîsanê de derb li zarokî dane û paşê agir bera ser wî dane û kuştine. E. K. dêya H.K.yî û Y.K. birayê wî jî hatine desteserkirin.
Kuştina zarokan
Mêran di Tebaxa 2020an de herî hindik çar zarok kuştine. Birayê du zarokan, bavê zarokekî/ê, destgirtiyê kevn ê zarokekê ew kuştine.
Li Aydinê çapemeniyê ji bo zarokekê gotiye “winda ye”. Li Kocaeliyê mêrekî derb li neviya/ê xwe, li Tekîrdagê bavekî derb li zarok/ê, li Stenbolê cîranî derb li zarokekî/ê, li Îzmîrê zirbavekî derb li du keçan dane.
Çapemeniyê mirina zarokekî/ê li Rihayê “biguman” nivîsandiye.
Navê zarokên ku mêran ew kuştine
Dilan K., Taha Y., Duygu D., Nurbari M.
Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine
Antalya (1), Dîlok (1), Hatay (1), Riha (1).
Pêvajoya hiqûqî
Failekî xwe kuştiye, failekî xwe radest kiriye. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya falekî nenivîsandiye.
Tecawiz
Di meha Hezîranê de mêran tecawiz herî hindik 13 jinan kiriye. Par heman mehê mêran tecawiz li şeş jinan kiribû.
Destgirtiyê du jinan tecawiz li wan kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 11 jin û mêrê tecawiz li wan kiriye hev nas dikin an na.
Mêran li kolanan tecawiz li heşt jinan, li nava wesayitên veguhastinê yên cemawerî tecawiz li du jinan û li nava malan tecawiz li du jinan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tecawiz li jinekê kiriye.
Ji 15 sûcan qeyda mêrekî tecawizkar hebûye. Mêrekî fail di heman demê de şantaj li jinekê kiriye.
Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye
Edene (1), Antalya (1), Stenbol (9), Muğla (2).
Pêvajoya hiqûqî
Ji 13 failên ku tecawiz li jinan kirine tenê 2 heb hatine girtin.
Failek bi şertê kontrola edlî serbest bûye, Çapemeniyê ji b odu failan gotiye “lê digerin” û ji bo ya du failan jî gotiye “lêpirsîn hatiye destpêkirin.”
Failek hatiye desteserkirin. Di sê bûyerên tecawizkirinê de ti karekî hiqûqî an jî yasayî nehatiye kirin. Biryara parastina jinan hatiye derxistin. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka pêvajoya hiqûqî ya du failan bi çi awayî pêk hatiye.
Taciz
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Tebaxê de herî kêm taciz li 21 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev jimar 14 bû.
Jinan 14 mêrên tacîz li wan kirîye nas nedikirin. Cîranê jinekê ew tacîz kiriye. Lîstikvanekî rêzefilman tacîz li du jinan, polîsekî tacîz li jinekê, ajokarê taksiyekê tacîz li jinekê, şeş endamên partiyeke siyasî tacîz li du jinan kirine.
Mêran bi devkî an jî bi laşî tacîz li 16 jinan kiriye. Mêran endamê xwe yê mêraniyê nîşanî sê jinan dane û ew tacîz kirine, mêran herî hindik li pencereyê temaşeyî du jinan kirine û ew tacîz kirine. .
Mêran li qadên civakî yên weke kolan, park, kêleka bahre tacîz li 10 jinan, li nava malê li du jinan, li zanîngehê li jinekê, li wesayitên cemawerî li du jinan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tacîz li çar jinan kiriye.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Edene (3), Enqere (1), Antalya (1), Aydın (1), Çorum (2), Denizli (2), Dêrsim (1), Edirne (1), Stenbol (3), Karaman (1), Kütahya (2), Samsun (1), Şirnex (1), çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li kîja bajarê tacîz li jinan kirine. |
Pêvajoya hiqûqî
20 fail hebûn ku jin taciz kirine. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya herî hindik heft failan nenivîsandiye. Sê fail hatine girtin û her sê jî serbest bûne.
Lêpirsînname ji bo pênc endamên partiya siyasî hatiye amadekirin. Doz li failekî hatiye vekirin.
Istismara zarokan
Mêran di meha Tebaxê de herî hindik istismar li 20 zarokan kirine ku zarokên kur jî di nava wan de bûn. Par di heman mahê de ev hejmar 29 bû. Zarokek ku istismar lê hatiye kirin ji hêla aqilî ve xwediyê pêwistiyên taybet bû.
10 zarokên ku istismar li wan hatine kirin, mêrên istismar kirine nas nedikirin. Bavekî sê zarokên xwe, du leşkerên pilebilind zarokek, dikandarekî zarokek, kuryeyekî zarokek, antrenorê sporê çar zarok istismar kiriye.
Mêran li nava kolan, park ango qadên civakî istismar li heft zarokan kirine. Li nava malê istismar li sê zarokan kirine. Mêran li ser medyaya civakî zarokek istismar kirine. Medyayê cihê ku mêran istismar li neh zarokan kirine nenivîsandiye.
Bajarên ku mêran istismar li zarokan kirine
Enqere (2), Antalya (2), Denizli (1), Edirne (5), Stenbol (3), Kilis (1), Kütahya (1), Muğla (1), Sakarya (1), Wan (2), çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran li kîjan bajarê zarokek istismar kirine. |
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 18 fail hebûn. Tenê çar ji wan hatine girtin. Herî hindik pênc fail hatine desteserkirin. Biryara dûrxistinê ji bo failekî hatiye dayîn.
Failek ji kar hatiye derxistin. Pêvajoya edlî derbarê failekî de hatiye destpêkirin. Du fail serbest bûne. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya du failan nenivîsandiye. Ti karekî hiqûqî yan jî yasayî ji bo leşkeri nehatiye kirin.
Tûndkarî / birîndarkirin
Di meha Tebaxê de, mêran herî kêm tûndkarî li 122 jinan kiriye. Di heman meha sala borî de ev hejmar 89 bû.
Mêran herî hindik tundkariya dijîtal li 11 jinan kiriye. Mêran herî hindik gefa kuştinê li sê jinan xwarine. Jinek sûriyeyî bûye.
Jinek ku rastî tundkariya mêran hatiye trans bûye. Her weha mêran tundkarî li xebatkarên tenduristiyê û dermansazan jî kirine.
Du jinên ku mêran tundkarî li wan kirine bi giranî birîndar bûne û ew birine nexweşxaneyan.
Bajarên ku mêran lê tûndkarî li jinan kiriye
Edene (5), Aksaray (1), Enqere (3), Antalya (9), Dîlok (1), Artvin (1), Balıkesir (3), Çewlig (5), Bursa (4), Çorum (3), Amed (3), Edirne (18), Erzirom (1), Eskişehir (1), Hatay (1), Stenbol (12), Îzmîr (5), Karaman (1), Kocaeli (5), Kırşehir (1), Konya (2), Meletî (1), Manisa (1), Mereş (1), Merdîn (1), Muğla (4), Nevşehir (1), Osmaniye (3), Rize (3), Sakarya (5), Samsun (2), Riha (1),Zonguldak (1), çapemeniyê bajarên ku tundkarî li 13 jinan hatiye kirin nenivîsandiye. |
Jinan heft mêrên ku tundkarî li wan kiriye nas nedikir. Mêr/destgirtî, mêr/destgirtiyê kevn ên 47 jinan; kur, bira, bavê du jinan tundkarî li wan kiriye. Nexweşekî tundkarî li jineke doktor kiriye.
Çapemeniyê sedema tundkariya ku mêran li 56 jinan kiriye nenivîsandiye.
Mêran, mêrên bi mehra melayî, destgirtî, destgirtiyê kevn tundkarî herî hindik li 60 jinan kirine. 30 jinan mêrên ku tundkarî li wan kirine, nas nedikirin. Nexweşekî tundkarî li jinekê, xizmên nexweşekî tundkarî li jinekê, xwediyê karî tundkarî li jinekê, endamekî hêzên ewlehiyê yên şîrketeke taybet tundkarî li jinekê, bav, bira, kur û yên weke wan tundkarî li 17 jinan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 10 mêrên tundkarî kirine û jinên rastî tundkariyê hatine hev nas dikin an na.
Çapemeniyê “sedema” tundkariya ku mêran li 109 jinan kirine nenivîsandiye. Mêran bi sedema ku “nexwestine li hev ên” tundkarî li heft jinan kiriye. Mêran bi sedema “pereyan” tundkarî li du jinan, bi sedema ku “goştê hûrkirî daye pisîkan” tundkarî li jinekê, bi sedema “hesûdiyê” tundkarî li du jinan û bi sedema ku “rapor nedaye” tundkarî li jinekê kirine.
Mêran derb li 72 jinan xistiye û ew birîndar kirine. 25 jin bi kêran, 11 jin jî bi çekên guleber birîndar kirine. Mêran sê jin şewitandine û tundkariya dijîtal herî hindik li 11 jinan kirine.
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 21 fail hebûn. Tenê sê fail hatine girtin. Çapemeniyê ji bo 15 failan gotiye “reviyaye” “lê digerin”. 16 fail hatine desteserkirin. ji bo 20 failan gotiye ku “pêvajoya yasayî û hiqûqî hatiye destpêkirin.”
Herî hindik du failan xwe kuştiye. Kelemçeya elektronîkî xistine linge failekî. Rewşa hiqûqî ya herî hindik 75 failan nehatiye nivîsandin.
Karkerîya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Tebaxê de ya kêm li 50 jinan karê seksê daye kirin. Par di heman demê de ev jimar 42 bûye. Di nava wan jinan de zarokên keç jî hene.
47 jin ne welatiyên Tirkiyeyê bûne. Mêran pasaportên hin jinan ji wan standine û gef li wan xwarine.
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 110 fail hebûn ku karkeriya sekse ya mecbûrî bi jinan kirine. Tenê 13 fail hatine girtin. Herî hindik 97 fail hatine desteserkirin. (EMK/FD)