Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Tebaxa 2023an de herî kêm 31 jin kuştine.
Di meha Tebaxê de mirina bi kêmanî 20 jinan di çapemeniyê de weke mirinên “bigûman” hatine nivîsîn
Li van bajaran mirinên jinan biguman in
Edene (2), Amed(1), Erzîrom(1), Hatay (1), Stenbol(4), İzmir (1), Kayseri (1), Kocaeli (1), Mêrdîn(1), Samsun (3), Tekirdag(1), Riha (3).
Mêran tundkarî li 92 jinan kirine, îstîsmar bi kêmanî li 13 zarokên keç û kur kirine, tacîz bi kêmanî li 11 jinan kirine. Mêran di meha Tebaxê de herî kêm tecawiz li du jinan kiriye.
Di Tebaxa 2023an de çapemeniyê çi bûyerên neçarkirina jinan ji bo karkeriya sekse nenivisiye. Ev nayê wê wateyê ji ber ku çapemeniyê nenivisiye û bûyerên bi vî rengî nîne.
Di heşt mehên destpêkê yên sala 2023ê de mêran, 205 jin kuştine, tacîz li 45 jinan kiriye, 88 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 512 jinan kiriye, tecawiz li 8 jinan kiriye. Bi kêmanî 188 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di heşt mehên destpêkê yên sala 2023yê de, çapemeniyê ji bo mirina 170 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van heşt mehan de bi kêmanî 17 zarok kuştine.
Di heşt mehên destpêkê yên sala 2022ê de mêran, 222 jin kuştine, tacîz li 102 jinan kiriye, 175 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 534 jinan kiriye, tecawiz li 21 jinan kiriye. Bi kêmanî 370 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di heşt mehên destpêkê yên sala 2022yê de, çapemeniyê ji bo mirina 132 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van heşt mehan de bi kêmanî 30 zarok kuştine.
Di heşt mehên destpêkê yên sala 2021ê de mêran, 208 jin kuştine, tacîz li 106 jinan kiriye, 98 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 552 jinan kiriye, tecawiz li 73 jinan kiriye. Bi kêmanî 429 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di heşt mehên destpêkê yên sala 2021ê de, çapemeniyê ji bo mirina 153 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van heşt mehan de bi kêmanî 21 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Tebaxê de bi kêmanî 31 jin kuştine; par di heman mehê de ev hejmar 31 bû. Digel biryara parastinê, meran bi kêmanî çar jin kuştine. Ji jinên mêran kuştine jê yek welatiya Fransayê bû.
Navên jinên ku di Nîsanê de mêran ew kuştine
Ayla O., Ayşe Çetin, Binnaz D., Büşra A., Deniz S., Derin S., Derya P., Elif B., Esma Kalanderli, Fatma Duygu Ö., Fatma S., Fouza Lounici, Gamze A., Gizem Kılınç, Gülfidan Öztürk, İklime B., Ivanna C., Leyla K., Melek Y., Merve Acar, Meryem Ç., N.A., Nalie S., Nazlı Duman, Nuket G., Safa R., Sümeyye Y., Şerife Başaran, Uygun İncirli, Yıldız Çınar, Züleyha A.
Mêran li van bajaran jin kuştine
Edene (2), Semsûr (1), Enqere (2), Antalya (2), Bursa (2), Denizli (2), Giresun (1), Stenbol(7), Kastamonu (1), Kocaeli (1), Konya (2), Nevşehir (1), Niğde (1), Ordu (1), Tekirdağ (1), Riha(1), Zonguldak (3).
Mêran şeş jin ji ber ku “xwestine cihê bibe”, jinekê jî ji ber “hesûdiyê” kuştiye. Mêran jinekê jî ji ber ku kumandaya televîzyonê xwestiye, kuştiye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran bi çi "hêcetan" 23 jin kuştine.
Hevjîn, hevjînên berê an jî destgirtî 24 jin kuştine. Sê jin hevalê wan, du jin jî kurê wan ew kuştine. Çapemeniyê nenivisiye mêrê k udu jin kuştiye nas e an ne nas e.
Mêran 15 jin li malan, du jin li baxçe, du jin li kolanê, jinekê li navenda ciwankirinê, du jin di wesayîtê de, jinekê li parke, jinekê li otele, jinekê li depoyê û jinekê jî di marketê de kuştiye. Çapemeniyê nenivîsiye ku mêran 5 jin li kîderê kuştiye.
Mêran 12 jin bi çekên guleber kuştine. 12 jî bi kêr û amûrên mîna kêrê kuştiye. Mêran 2 jin bi fetisandinê kuştiye. Jinekê bi lêdanê û sê jin jî ji şaneşînê avêtine xwarê û ew kuştine. Çapemeniyê nenivisiye bê ka mêran jinekê çawa kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
37 faîl hebûn ku jin kuştine. Bi tenê 11 faîl hatine girtin. 13 faîl hatine desteserkirin. 10 faîlan xwe kuştine. Çapemeniyê ji bo pêvajoya hiqûqî ya faîlek gotiye“reviye” ya du faîlan jî nenivîsandiye.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Tebaxê de 2 zarok kuştiye. Par di heman mehê de ev hejmar heft bû. Zarokek bavê wê/wî û zarokekê jî hevalê wê ew kuştiye.
Meran zarokekê bi kêr û amûrên weke kêrê kuştiye û zarokekê jî bi îşkenceyê kuştiye.
Mêran li van bajaran zarok kuştine
Edene(1), Bûrsa(1).
Pêvajoya hiqûqî
Du faîl hebûne, yek hatiye girtin yên din jî xwe kuştiye.
Tacîz
Mêran di meha Tebaxa 2023an de herî kêm tacîz li 11 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hijmar 13 bû. Ji jinên ku mêran ew tacîz kirine jê yek welatiya Kazakistanê bû. Tacîzekî jî sistematik bûye.
Mêran heşt jin bi devkî û bi rêyên fîzîkî tacîz kirine. Mêran dîmenê jinekê girtine û ew tacîz kirine. Mêran sê jin li malan, heşt jin jî li cihê weke zanîngeh, kolan, rawestgeh, mixaze û wesayitê cemaweriyê tacîz kirine.
Jinekê dersderê werzişê ew tacîz kiriye, jinekê jî ciranê wê ew tacîz kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku 9 jin tacîz kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Stenbol (5), Antalya (4), Kocaelî (1), Trabzon(1)
Pêvajoya hiqûqî
10 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Tene faîlek hatiye girtin. Sê faîl hatine desteserkirin. Derbarê faîlek de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Derbarê çar faîlan de tu karekî qanûnî nehatiye kirin. Çapemeniyê ji bo pêvajoya hiqûqî ya faîlek gotiye “reviye”.
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Tebaxê de îstîsmar bi kêmanî li 13 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 12 bû. Hin faîlan heman sûc berê jî kirine û hatine darizandin.
Mêran 11 zarok li qadên derveyî mal yên weke mizgeft dibistan û kolanan îstismar kirine. Du zarok jî li malan îstismar kirine.
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 7 mêrê ku zarok îstismar kirine kî ye. Zarokekê cîranê wê, yek birayê wê, yek pizîşk, yek hevalê wê, yek bavê wê û zarokekê jî esnafê li kolanê ew îstismar kiriye.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine
Antalya (2), Burdur (1), Çorum (1), İzmir (1), Kocaeli (2), Konya (1), Muğla (1), Sakarya (1), Riha (1).
Pêvajoya hiqûqî
12 faîl hebûn ku zarok îstîsmar kirine. 9 faîl hatine girtin. Faîlek hatiye desteserkirin. Faîlek serbest bûye. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek jî weke “reviye” nivîsandiye.
Êrîşa zayendî / Tecawiz
Di meha Tebaxê de mêran tecawiz li du jinan kir. Par heman mehê ev hejmar yek bû.
Mêrê ku nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe yên jiyanî bi cih bîne û jinê alîkarî pê re dikir, tecawiz li wê jinê kir. Cerdevanekî jî tecawiz li jinekê kir.
Bajarên ku mêran lê tecawiz li jinan kirTrabzon (1), Wan (1) |
Pêvajoya hiqûqîDu faîl hebûn. Her du jî hatin desteserkirin. |
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Tebaxê de tundkarî bi kêmanî li 92 jinan kir. Par di heman mehê de ev hejmar 79 bû. 16 jin bi giranî birîndar bûn û ew birin nexweşxaneyan. Digel biryara parastinê, mêran 12 jin birîndar kirin. Jinek ji wan trans bû.
Bajarên ku mêran tundkarî li jinan kirEdene (3), Semsûr (3), Enqere (6), Bilecik (1), Bursa (1), Çorum (2), Denizli (2), Edirne (42), Eskişehir (1), Hatay (2), Stenbol (10), Îzmîr (3), Qers (1), Kastamonu (1), Kocaeli (2), Manisa (1), Mêrdîn (1), Sakarya (3), Samsun (1), Sêrt (1), Trabzon (1), Riha (1), Uşak (1). Çapeminiyê nenivîsiyê bê ka mêran li kîjan bajaran tundkarî li du jinan kiriye. |
Hevjîn an jî destgirtiyên bi kêmanî 79 jinan tundkarî li wan kir. Hevalekî jinekê, zavayên sê jinan, bav, kur an jî endamên din ên malbatan ên 7 jinan tundkarî li wan kir. Çapemeniyê nenivîsiye ku mêrên tundkarî li 11 jinan kiriye û jin çî hev in.
Mêran ji ber "hesûdiyê" tundkarî li 3 jinan, ji ber jinan xwestiye "veqetin" an jî nexwestiye "li hev bên" tundkarî li 26 jinan kiriye û ew kuştin. Çapemeniyê "sedemên" tundkariya ku mêran li 63 jinan kiriye, nenivîsiye.
Mêran li nava malan tundkarî li 54 jinan, li kolan, park, nexweşxane ango li derveyî malan tundkarî li 38 jinan kir.
Pêvajoya hiqûqîBi kêmanî 92 mêrên faîl hebûn ku jin birîndar kirin. Bi tenê 8 ji wan hatin girtin. Çapemeniyê ji bo pêvajoya neh faîlan got, "lê digerin", "reviyaye". Ji bo 38 faîlan pêvajoya qanûnî dan destpêkirin. 21 faîl desteser bûn. Pêvajoya hiqûqî ya 16 faîlan di çapemeniyê de nehat nivîsandin. |
(EMK/AY-FD)
Fotograf: csgorselarsiv.org/Dilan Açıkgöz