Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn, mêran di meha Tebaxê de 22 jin kuştine, tecawiz li sê jinan kiriye, detdirêjî li heşt jinan kiriye, îstismar li 14 zarokên keç kiriye, tûndkarî li 36 jinan kiriye.
Di meha Tebaxê de, êrîşên li ser transan zêde bûne. Li Stenbolê hin kesên nenas tecawiz li jineka bi navê Hande Kader kiriye û kuştiye.
Li Izmîrê jineka trans xwe kuştiye. Li Mêrsîn û Enqereyê bi zopên hêsin sê jinên trans hatine derbdan.
Ji sedî 23yê jinan ji ber ku xwestine ji mêrê xwe cida bibin hatine kuştin. Ji ber heman sebebê ji sedî 17ê jinan rastî tundkariyê hatine û bi giranî birîndar bûne. Sê mêran ji ber ku jina wan xwestiye ji wan cida bibe, li xwesiya xwe daye û bi giranî birîndar kiriye.
Di heşt mehên 2016ê de mêran ya kêm 175 jin kuştine, tecawiz li 55 jinan kiriye, destdirêjî li 88 jinan kiriye, îstismara zayendî li 311 zarokên keç kiriye, tûndkarî li 232 jinan hatiye kirin.
Kuştin
Mêran di meha Tebaxê de 22 jin digel du mêr û zarokeka/ê bi wan re kuştine. Di meha Tebaxê de ji bilî kuştina 22 jinan li gor nûçeyên di medyayê de 5 jinên dî jî hatine kuştin lê ne dîyar e ka kê kuştine û mirina jinekê jî gumanbar e.
Sê jinên tûndkariya berdewam li wan hatî kirin û bi zorê hatî xwestin ku ew bi berdel(pêguhork) bizewicin, xwe kuştine.
Ji sedî 23yê jinan ji ber ku xwestine ji mêrê xwe cida bibin hatine kuştin. Ji sedî 9ê ew kesên hatîn kuştin ji beriya bêne kuştin dadgehê biryara parastina wan daye.
Jina mêrekê xwestiye ji mêrê xwe cida bibe, mêr ji dadgehê bi destûrê derketiye û jina xwe kuştiye.
Hinek ji hêcetên kuştinê ew in ku jinan rê nedaye tecawiz li wan bê kirin, peyamên di telefona xwe de nîşanî mêran nekirine an jî şifre danine ser telefona xwe.
Di meha Tebaxê de ji sedî 18ê jinên hatîn kuştin, di nava kolaneyan de hatine kuştin.
Ji sedî 41ê kuştîyan bi çekan hatine kuştin. Çar jin bi demanceyan hatine kuştin, pênc bi tifekan, heft bi kêran, yek bi xeniqandinê, yek bi îşkenceyê û yek jî bi tişteka req ku li serê wê hatiye dayin, hatine kuştin.
Sê bikujan piştî kuştina jinan xwe jî kuştine.
Bajarên lê jin hatine kuştin:
Antalya (3), Dîlok (1), Êlih (1), Bilîs (1), Çorum (1), Denizli (1), Amed (1), Dûzce (2), Eskişehir (1), Karaman (1), Kayseri (1), Konya (4), Manisa (2), Mugla (1) û Trabzon (1).
Tecawiz
Di meha Tebaxê de li gor nûçeyan tecawiz li sê jinan hatiye kirin. Yek ji wan kesên tecawiz lê hatî kirin kêmendam bûye.
Yek ji tecawizkaran xizmê jina tecawiz lê hatibû kirin bûye, yek ji tecawizkarî jina tecawiz lê kirî ji medyaya civakî nas kiriye, yek ji tecawizkaran di kampa çadiran de karmendê ewlehiyê bûye.
Yek ji tecawizkaran hat girtin, jineka tecawiz lê hatî kirin ew kesê tecawiz li wê kirî kuştiye, karmendê kampê yê tecawiz kiribû hê jî karê xwe didomîne.
Tecawiz li bajarên Rûha, Izmîr û Bursayê hatine kirin.
Herweha mêran li Samsûnê bi zorê karê seksê li 5 jinan daye kirin.
Destdirêjî
Di meha Tebaxê de heşt bûyerên destdirêjiyê çêbûne.
Nêzîkî temamê ew kesên destdirêjî lê hatîn kirin ew kesên destdirêjî li wan kirî nas nakin.
Ji sedî 37,5ê bûyeran di otobûsê de, ji sedî 37,5ê destdirêjiyan li nava kolaneyan hatine kirin.
Yek ji wan kesên destdirêjî kirîn teknîsyenê nexweşxaneyê bûye, yek tesîsatçêker û yek ji cîranê jina destdirêjî lê hatî kirin bûye.
Destdirêjiya fizîkî li du jinan hatine kirin. Destdirêjî teşhîr li du nan hatiye kirin.
Mêrekê (teknîsyenê nexweşxaneyê) mastûrbasyon li ser jinekê kiriye ku ew bi anestezîyê ne li ser hişê xwe bûye. Mêrekê bi mehan jinek teqîp kiriye paşê bi zorê çûye mala wê û destdirêjî lê kiriye.
Bi tenê yek kesê destdirêjî kirî hatiye girtin.
Bajarên destdirêjî lê hatiye kirin.
Aydın (2), Edirne (1), Stenbol (2), Izmîr (1), Kûtahya (1) ve Urfa (1).
Îstismara zarokan
Di meha Tebaxê de nûçeyên îstismara li 14 zarokan hatine nivîsîn. Bi tenê heft kes ji ber îstismarê hatine girtin.
Yek ji wan zarokên îstismar lê hatî kirin keçeka kêmendam bûye, ya dî ji penabera ji Sûriyeyê bûye.
Ji sedî 21ê îstismaran li malên ku zarok hatine xapandin û birine wan deran hatine kirin. Ji sedî 21ê îstismaran li mala zarokan bi xwe hatine kirin. Sê zarok li mala ku hatibû xapandin û çûyîyê, sê zarok li mala wan bi xwe, yek li dikanê, yek li kampa ciwanan a partiyeka sîyasî, yek li otêla ku bi malbata xwe re çûyîye bêhnvedanê, yek li nobeta demokrasîyê, yek jî bi telefonê hatiye kirin.
Emrê mêrên ku îstismar kirine di navbera 18 û 69ê de ne, zarokên îstismara wan hatiye kirin di emrên ji 9ê heta 17ê de bûne.
Bajarên lê îstismara zarokan hatine kirin:
Enqere (1), Antalya (2), Dîlok (1), Aydın (2), Bilîs (1), Denizli (1), Hatay (1), Mersin (2), Samsun (1), Tekirdağ (1), Zonguldak (1).
Tûndkarî û Birîndarkirin
Mêran di meha Tebaxê de tûndkarî li 36 jinan kiriye.
Ji sedî 64ê bûyerên birîndarkirin û tûndkariyê bi rê û rêbazên kuştinê hatine kirin. Ji sedî 11ê ew kesên tûndkarî lê hatîn kirin ji beriya tûndkariyê biryara parastinê standiye. Mêrek ji girtîgehê reviyaye û hewil daye jina xwe bikuje.
Ji sedî 17ê jinan ji ber ku xwestine ji mêrê xwe cida bibin hatine birîndarkirin. Mêrê sê jinên dixwastin ji mêrê xwe cida bibin, dêya wan birîndar kirine.
Ji sedî 17ê bûyerên tûndkarî û birîndarkirinê li nava kolaneyan hatine .
Li Gor Herêman
Di meha Tebaxê de 88 bûyerên tûndkariya, tecawiz û destdirêjîya mêran pêk hatiye.
Ji sedî 19ê bûyeran li Behrareş, ji sedî 17ê bûyeran li behra spî, ji sedî 17ê bûyeran li Anatolyaya Navîn, ji sedî 16 li Marmarayê, ji sedî 9 li Başûrê Rojhilatî, ji sedî 2 li Rojhilatê Anatolyayê pêk hatine. (ÇT/MB)