Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn mêran di meha Tebaxê de mêran 20 jin, zarokeke keç kuştine. Sê kesên ku xwestine li pêşiya kuştina jinan bibin asteng an jî gotine ku hezkiriyên jinan e kuştin e. Ya hindik tecawiz li çar jinan kiriye; destdirîjî li 10 jinan kiriye; 29 zarokên keç rastî istismara wan hatine, 36 jin jî birîndar kirine, bi darê zorê karê seksa bi pere li 13 jinan kirine.
Li gel van bûyerên tundkariyê û kuştinan, termê çar jinan hatiye dîtin ku kuştina wan bi guman bûye, hatiye îdiakirin ku zarokeke keç û du jinan xwe kuştine. Jin û zarokeke keç ên ku tê îdiakirin xwekuştinê rastî istismara zayendî hatine. Fail netahibûn cezakirin.
Mêran di heşt mehên destpêka 2018ê de herî kêm 160 jin û heşt zarok kuştine; tecawiz li 46 jinan kiriye; taciz li 140 jinan kiriye; bi zorê karê seksê li 351 jinan daye kirin; îstismara cinsî li 260 zarokên keç kiriye; 280 jin birîndar kirine.
Kuştin
Mêran di meha Tebaxê de 20 jin, zarokeke keç kuştine. Sê mêr kuştine ku xwestine mêr jinan nekujin an jî wiha fikirîne ku hevaltiyeke wan û a jinên hatine kuştin hebûye.
Ji sedî 15ê jinên ku hatine kuştin koçber an jî penaber bûne (Du jê ji Sûriyeyê, yek jê ji Tirkmenistanê bûye).
Digel gilîkirina gelek caran jinek hatiye kuştin, jinek beriya ku bê kuştin bi sê rojan ji stargeha jinan derketiye.
Ji sedî 20ê jinan ji ber ku xwestine ji mêran cuda bibin/dest ji wan berdin an jî bi wan re li hev neyên hatine kuştin.
Sê jin li qadên civakî, du jin li ber malên xwe, 13 jin jî li nava malên xwe hatine kuştin.
Mêrên ji sedî 50yê jinan ew kuştine.
10 jin ji hêla mêrên xwe, du jin ji hêla xizmekî xwe yê mêr, du jin ji hêla bavên xwe, yek ji hêla cîranê xwe, yek ji hêla mişteriyê xwe, du ji hêla kurên xwe, yek ji hêla hezkiriyê xwe, du jî ji hêla merekî nenas ve hatine kuştin.
Ji sedî 55ê jinan bi çekên guleber hatine kuştin.
Neh jin bi devançeyan, du bi tivingê, sê bi kêran, sê bi xeniqandinê, yek bi serjêkirinê, yek bi derblêdanê, yek jî bi tevirî hatiye kuştin.
Failek piştî kuştinê xwe radestî hêzên emniyetê kirine. Şeşan xwe kuştine, yekî xwestiye ku xwe bikuje.
Di meha Tebaxê de bajarên lê jin hatine kuştin ev in: Semsûr (2), Antalya (1), Dîlok (1), Êlih (2), Bûrsa (2), Çorûm (1), Denizli (1), Stenbol (4), Kirklarelî (1), Mereş (1), Mûş (1), Samsûn (2), Tekîrdag (1).
Tecawiz
Li gor nûçeyên hatîn çêkirin çar bûyerên tecawizê pêk hatine. Du tecawizkar ne nasên jinên tecawiz lê hatî kirin bûne, tecawizkarek nasê jinekê bûye ku tecawiz lê kiriye. Jinek li teksîyekê siwar bûye û şifêrê teksîyê tecawiz lê kiriye.
Yek ji jinên mêrekê tecawiz lê kirî kêmendam bûye.
Pêvajoya hiqûqî
Mêrekî tecawiz li domama xwe ya kêmendam kiriye, hêzên ewlehiyê piştî nivîsîna îfadeya wî ew serbest berdaye. Tecawizkarek ji ber sûcekê dî hatiye girtin. 20 failên bûyerê tecawiz û tacizê hatine desteserkirin û berdan. Di meha Tebaxê de tecawizkarek ji ber sûcê tecawizê hatiye desteserkirin lê li nûçeyan nehatiye diyarkirin ka pêvajoya hiqûqî çawa dom kiriye.
Karkeriya seksê ya bi zorê
Li çar bajaran ya kêm li 13 jinan karê seksê bi zorê hatiye kirin. Ji sedî 54ê jinan(7 jin) ne welatiyên Tirkiyeyê bûne.
Taciz
Di meha Tebaxê de nûçeya 10 bûyerên tacizê hatine nivîsîn. 8 kesan taciz li jinên ne nasên xwe kirine. Mêrekî gotiye ew esnaf e, mêrekî jî gotiye ew kûrye ye û deriyê malê daye vekirin.
6 bûyerên tacizê li cihên civakî pêk hatine. Jinek li ber derê xaliyê xwe û jinek jî bi rêya telefonê hatiye tacizkirin.
Ji sedî 20ê tacizkaran bi rêya teşhîrkariyê taciz kiriye.
Pêvajoya hiqûqî
Bi tenê sê tacizkar hatine girtin. Jinekê gilîya tacizkarekî kiriyeî wî jî gilîya wê kiriye. Polîsan sê fail desteser kirine. Di nûçeyekê de bi tenê hatiye diyarkirin ku tacizkar “reviyaye” û agahiyên li ser pêvajoya hiqûqî ya bûyerekê nehatiye nivîsîn.
Îstismara zarokan
Mêran meha Tebaxê îstismara cinsî li 29 zarokên keç kiriye. Mêran ji 29 zarokên keç, karê seksê bi zorê li çar zarokan daye kirin.
Ji ber bûyerên îstismarê ya kêm zarokek bûye ducanî.
Qeyda sûcdariya ji ber tacizê ya tacizkarekî hebûye. Di bûyerekê de hin îstismarkeran îstismara zayendî li keça kesekî kiriye, wî jî îstismar li keça îstismarkeran kiriye û ji ber wê bûye mehkûmê 28 salan. Bi hêceta “tolhildanê” hin mêran tecawiz li keçeka 10 salî kiriye.
Ji sedî 52yê nûçeyan cih nedane wê agahiyê ka îstismarker nasên zarokên îstismar lê hatîn kirin bûne an no. Ji 14 failên îstismarê, bavekê îstismar li keça xwe kiriye, nasê malbata keçekê îstismar lê kiriye, esnafekî taciz li keçekê kiriye, cîranên du keçan îstismar li wan kiriye.
Pêvajoya hiqûqî
Ji 40 failan 20 fail hatine girtin, 6 fail hatine desteserkirin, di nûçeyekê de hatiye diyarkirin ku failê bûyerekê hatiye girtin.
Malbata zarokên îstismar lê hatî kirin an jî ew kesên li derdora cihê bûyerê sê fail hingavtine.
Tûndkarî-Brîndarkirin
Di meha Tebaxê de mêran herî kêm 36 keç/jin brîndar kirin/ tûnkarî li wan kirin. Ji wan keç û jinan herî kêm 14 kes birîndarîya wan giran bû.
Ji sedî 25ê van jinan ji ber ku xwestin cê bibin an hev berdin lêdan xwarin. Jinek ji wan ji ber ku xwest ji mêrê xwe veqete ji mêrê xwe lêdan xwar û brînên giran lê çêbûn.
Ji sedî 38ê van bûyerên tûndkarîyê-brîndarkirinê li qadên qamûyê qewimîn.
Ji sedî 55ê van jinan ji xoşewîstên xwe, ji sedî 14an jî ji xoşewîstên xwe yî kevin tûndkarî dîtin.
Li du jinan bavê wan, li duduyan zavayê wan, li duduyan mêrê wan î bi zewaca dînî, li 15an mêrê wan î bi zewaca fermî, li yekê xoşewîstê wê yî kevin, li 5an xoşewîstên wan, li yekê dizê ketiyî mala wê, li yekê kurê wê, li yekê mêrekî ku wî nas dikir, li yekê mêrekî ku nas nedikir li wan xistin. Di weqayekî de jî nêzîkiya jinê û mêrê lê xistî diyar nekirin.
Ji sedî 50yê jinan derb xwarin (18 jin), 7 jin bi kêrê, 4 jin bi demançeyê, 3 jin bi cisman 2 jin jî tifingê hatin birîndarkirin, yekê jî îşkence dît.
Ji faîlan duduyan xwe kuşt yekî jî teşebûsî xwe kuştinê kir.
Pêvajoya Dadgehî
Ji 35 faîlan tenê 3ji wan hatin girtin; ji van 3 mêran yekî ji ber ku zilamê difikirî xoşewîstê jina wî ye kuştiye hatiye girtin. Du zilamên ku jin bi awayekî giran birîndarkirine bi şertê qontrola edl3i hatine berdan. 3 faîl piştî îfadeya wan hatî standin hatine berdan; daxwaza jinekê a parêzkar jî nehatiye qebûlkirin ku jinê mêrekî ji van tûndkarî dîtibû. Di derheqê 9 faîlan de di nûçeyan de tenê gotin “revî” yan jî “lêdigerin”. De’we li faîlekî vekirin. Di bûyerekî de Di derheqê jina ku ji bo xwe ji mêrê xwe yî ku tûndkarîyê lê dike biparêze bi kêrê êrîş kiriye de lêpirsîn hatiye vekirin lê di derheqê mêrî de tiştek nehatiye kirin. Ji bo faîlekî tenê tedbîr hatiye standin. Rewşa pêvajoya dadgehî a 10 kesan jî nayê zanîn, di nûçeyan de ji bo wan tiştek nehatiye gotin. 2 faîlên ku teşebûsî kûjerîyê kirine jî pişti ku jin birîndar kirine xwe kuştine.
(ÇT/FD/MB/VU)