Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Mêran di meha Tebaxê de 13 jin û 5 mêrên ku li gel jinan bûne kuştine; tecawiz li 7 jinan kirine, 61 jin bi darê zorê neçarî karê karkeriya seksê kirine; destdirêjî li 35 jinan kiriye; istismara zayendî li hemberî 21 zarokên keç pêk anîye; 41 jin û zarokên keç birîndar kirine.
Di heşt mehên destpêka sala 2017ê de mêran herî kêm 183 jin û zarokên keç kuştine, tecawiz li 57 jinan kiriye, destdirêjî li 161 jinan kiriye, îstismara zayendî li 236 zarokên keç kiriye, tûndkarî li 278 jinan kiriye.
Di meha Tebaxê de termê jineke trans li mala wê hatiye dîtin; 4 jinên trans rastî êrîşê hatine. 2 jinên trans ên ku rastî êrîşê hatine rastî gefa “Kuştina bi şewitandinê ya weke Hande Kaderê” hatine.
Mêran xwestine kuştina 3 jinan weke ku wan xwebixwe kuştine nîşan bidin, paşiyê derketiye holê ku jin hatine kuştin.
Li gorî nûçeyên ku di medyayê de cî girtin, di bûyerên tecawizê de ji sedî 57ê mexdûran kêmendamên zîhnî bûne.
Kuştin
Mêran di meha Tebaxê de 13 jin kuştine.
Ji bilî van bûyeran failên 4 kuştinan nehatine diyarkirin. Termê jineke trans li mala wê hatiye dîtin.
Mêrekî gef li wê jinê xwariye ku jin jê cida bûye û tundkariya sîstematîk li wê dikir. Her wiha mêrekî jî gef li jinê xwariye ku jinê dixwest jê cida bibe.
Her wiha di meha Tebaxa 2017yê de derket holê ku Gulsum Ç. a 10 sal berê li Eskîşehîrê winda bûbû, ji hêla hezkiriyê xwe yê bi navê İ. B û kurê xwe yê bi navê İ.Ç ve hatiye kuştin.
Ji sedî 69ê jinan ji hêla mêrên xwe ve hatine kuştin.
7 jin ji hêla mêrên xwe yên bimahra fermî, 2 jin ji hêla mêrên xwe yên bimahra olî, jinek ji hêla hezkiriyê dayika xwe, yek ji hêla kurê xwe, yek ji hêla hezkiriyê xwe, yek ji hêla mêrekî nas ve hatine kuştin.
Ji sedî 23yê jinan ji ber ku xwestine ji mêrê xwe cida bibin an jî nexwestine bi wan re li hev bên hatine kuştin.
Mêrek digel ku biryara dûrxistinê derbarî wî de hebûye jina xwe kuştiye. Mêrek jî piştî ku biryara dûrxistinê qediyaye bi 15 rojan jina xwe ya bimahr kuştiye.
Ji sedî 46ê jinan bi çekên agirbar ve hatine kuştin.
5 jin bi kêran, 3 bi devançeyan, 3 bi tifingan, yek jî bi lêdanê hatiye kuştin. Mêrekî jina xwe ji ferîbotê avêtiye û ew kuştiye.
Bajarên lê jin hatine kuştin: Antalya (1), Antep (1), Balıkesir (1), İstanbul (1), İzmir (2), Kocaeli (2), Konya (2), Manisa (1), Sinop (1), Trabzon (1).
Tewaciz
Li gor nûçeyên hatîn nivîsîn di meha Tebaxê de 7 bûyerên tecawizê pêk hatine.
Ji sedî 57 jinên ku rastî tecawizê hatine astengdarên zihnî bûne, yek jî jî ne welatiya Tirkiyeyê bûye.
Ji 6 tecawizkaran tenê 3 hatine girtin, yek ji wan bi şertê kontrola edlî serbest maye, derbarê pêvajoya hiqûqî ya 3 kesan de jî ti agahî di medyayê de cî negirtiye.
3 jin rastî teciwaza xizmên xwe, yek rastî ya hezkiriyê xwe, yek rastî ya hevalê xwe, 2 jî rastî tecawiza mêrên nenas hatine.
Bajarên bûyerên tecawizê lê pêk hatîne: Aydın (1), Iğdır (1), İstanbul (2), Kayseri (1), Konya (2).
Karkeriya seksê
Li Antalya, Bûrsa û Kocaeliyê 61 jin bi zora mêran karê seksê kiriye. Ji sedî 50yê jinan ne welatiyên Tirkiyeyê bûne û ji bo kar ew anîne Tirkiyeyê û dest danîne ser pasaportên wan.
Destdirêjî
Di meha Tebaxê de 35 nûçeyên destdirêjiyê di medyayê de belav bûn.
2 jinên ku rastî destdirêjiyê hatine ne welatiyên Tirkiyeyê bûne. Jinek jî bi hinceta cilûbergên xwe rastî destdirêjiyê hatiye.
Ji sedî 60ê bûyerên destdirêjiyê li navenda kirîn û firotinê ya li Antalyayê pêk hatiye. Jinek jî di otobusê de rastî destdirêjiyê hatiye.
Ji sedî 6ê jin rastî destdirêjiya dijîtal, ji sedî 6ê jin rastî pêşanderî, ji sedî 57ê jinan jî rastî raçavkirinê hatine.
Ji sedî 80 jinan rastî destdirêjiya mêrên nenas hatine.
Mamosteyekî zarokê jinekê, mamosteyê jinekê, karbidestê jinekê destdirêjî li wan kiriye. Jinek rastî destdirêjiya mêrekî hatiye ku li ser înternetê hev nas kirine. Ajokarê otobusekê destdirêjî il jinekê kiriye û 2 jin rastî destdirêjiya hevalên xwe yên mêr hatine.
Ji 16 mêrên destdirêjî kirine tenê 3 ji wan hatine girtin.
Kesekî destdirêjî kiriye bi şertê kontrola edlî serbest ma ku berê jî ji ber sûcên zayendî qeyda wî hebûye. Medyayê cî da desteserkirina 5 kesên ku destdirêjî kirine lê derbarê pêvajoya hiqûqî de ti agahî di medyayê de cî negirtiye.
Derbarê mamosteyekî ku destdirêjî li xwendekara xwe kiriye de tenê lêpirsîna îdarî hatiye vekirin.
Jinekê kesê ku destdirêjî li kiriye birîndar kiriye; derbarê kesê destdirêjî kiriye de saziyên fermî ti kar nekirine, hinceta wê jî zêdebûna kar hatiye nîşandan.
Kesekî ku destdirêjî li jinekê kiriye, ji hêla xizmê wê jinê ve hatiye kuştin.
2 kesên ku destdirêjî li jinan kirine, berê jî ji ber heman karan hatine desteserkirin. 2 kesên din berê jî destdirêjî li jinan kirine lê derbarê wan de ti tiştek nehatiye kirin.
Istismara zarokan
Di meha Tebaxê de herî kêm 21 keçên zarok rastî istismara zayendî ya mêran hatiye.
Du zarokên ku rastî istismara zayendî hatine, penaberên ji Sûriyeyê bûne. Zarokek jî astengdar bûye.
9 ji 17 kesên istismara zayendî li zarokên keç kirine hatine girtin. Mamosteyekî ku karê istismarê kiriye ji kar hatiye dûrxistin lê derbarê wî de karekî hiqûqî nehatiye kirin. 3 kesên istismara zayendî kirine bi şertê kontrola edlî serbest mane. 2 kesên istismara zayendî kirine ji hêla kesên derdorê ve lêdan xwarine, yek ji van ji hêla polisan ve hatiye desteserkirin, ê din jî piştî ku xwestiye xwe bikuje ji hêla polîsan ve hatiye girtin. Derbarê pêvajoya hiqûqî ya kesên din ên ku istismara zayendî kirine de di medyayê de ti agahî derbas nebûye.
16 zarok rastî istismara zayendî ya wan mêran hatine ku nas nakin. Karbidestê bavê keçekê, cîranê keçekê, naskirê mêr ê keçekê destdirêjî kirine. Keçek rastî istismara midûrê mala mamosteyan, yek rastî istismara xwediyê kargeha ku lê kar dikir hatiye.
Ji sedî 33 bûyerên istismarê li kolanan, ji sedî 10 wan jî li parkan pêk hatine.
Bajarên ku bûyerên istismara zaroken pêk hatiye wiha ne: Adana (5), Adıyaman (1), Ankara (1), Aydın (1), İstanbul (1), Kocaeli (1), Konya (4), Muğla (1), Samsun (4), Tekirdağ (2).
Tundkarî û birîndarkirin
Mêran di meha Tebaxê de tundkarî li hemberî 41 jinan/zarokên keç kiriye yan jî ew birîndar kirine.
4 ji van jinên trans bûn. Li Enqereyê 3 jinên trans rastî êrîşa mêran hatine, 2 ji wan rastî gefa “Kuştina bi şewitandinê ya weke Hande Kaderê” hatine.
Kujerên jinan di dema birîndarkirin/tundkariyê de 5 mêrên li gel jinan jî kuştine ku mêr xwestine tundkariyê bidin sekinandin.
Ji sedî 24ê jinan bi giranî birîndar bûne.
Ji sedî 10ê bûyerên tundkarî û birîndarkirinê bi wê hincetê pêk hatine ku jinan xwestine cida bibin an jî nexwestine bi mêran re li hev bên.
2 jin digel ku biryara tedbîra parastinê rastî tundkariyê hatine. Jinek piştî ku giliyê mêrê xwe li gel polîsan kir bi 3 rojan, ji hêla mêrê xwe ve bi giranî hat birîndarkirin. Kesekî ku li gel jinikê bû jî ji hêla mêrikî ve hat kuştin.
Jineke Iraqî ya rastî tundkariya sîstematîk a mêrê xwe dihat hewlda hewl da ku xwe bikuje. Du mêrên ku jinên xwe bi giranî birîndar kirin, xwe kuştin.
Ji sedî 51ê jian rastî tundkariya mêr an jî hezkiriyên xwe hatin.
Birayê jinekê, hezkiriyê berê yê hevalê jinekê, bavên 5 jinan, zavayê jinekê, mêrên bimahra olî yên 3 jinan, hezkiriyên berê yên 2 jinan, mêrên bimahra fermî yên 13 jinan, mişteriyê jinekê, kurê jinekê, hezkiriyê 5 jinan, mêrên nenas li 5 jinan, polîsekî li jinekê, nasê nexweşê jinekê tundkarî kiriye. Nasnameya mêrekî di medyayê de derneket ku li kolanê tundkarî li hemberî jinekê kiriye.
18 jin hatine derbkirin, li 2 jinan tecawiz hatiye kirin û hatine derbkirin, 9 jin bi kêran, yek bi kêrbirê
birînê, 3 bi devançeyan hatine birîndarkirin. Yek bi kamyonê hatiye pelçiqîn. Mêrê jinekê bi darê zorê heb dane jina xwe û hewl daye ku wê bikuje, jinikê piştî ku heb vexwarine mêrê xwe kêr kiriye û her du jî rakirine nexweşxaneyê.
Tenê 4 mêrên ku tundkarî kirine hatine girtin. 2 mêr bi şertê kontrola edlî serbest mane (Her du bûyer jî li bajarê Samsûnê çêbûne). Mêrê ku jina xwe bi kamyonê pelçiqandiye û bûye sedema birîndarkirina wê rastî cezayê zindaniya malê ve hatiye. (ÇT/FD)