Înfografîk û fotograf: Yagmur Karagoz
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahîyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Sibatê de herî kêm 20 jin kuştine.
Medyayê mirina herî kêm 20 jinan (Mûgla, Denîzlî, Tokat, Samsûn, Manîsa, Karabuk, Erzirom, Amed 2, Wan, Tekîrdag, Aydin 2, Bûrsa, Stenbol 3, Ûşak, Îzmîr, Antalya) wekî “mirinên gumanbar” destnîşan kiriye.
Di meha Sibatê de medyayê mirina herî kêm jinekê (Îzmîrê) weke “kuştina failên wê nediyar” destnîşan kiriye.
Li Bûrsayê mêran hiştiye ku du jin xwe bikujin.
Kuştin
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Sibatê de herî kêm 20 jin kuştine. Mêran di heman meha sala borî de 23 jin kuştine.
Mêrê ku jinek kuştiye, di heman demê de îşkenceya bi rêk û pêk jî li wê kiriye. Jinekê beriya kuştina xwe serî li polîsan daye lê ti encam bi dest nexistiye. Jineke ku hatiye kuştin sûriyeyî bûye.
Jinên di meha Kanûna Paşiyê de hatine kuştin
Dursiye S., Elif A., Emine Y., Fatma D., Gülistan Ö., Hafize F., Hayriye E., Lemia Z., Mehtap A., Melahat A., Meryem S., Nurhan A., Özlem Ö., Özlem P., Pervin Y., Pınar E., Şeyma Y., Şükran T., Zehra E., Zeliha A.
Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine
Adana (3), Afyon (1), Ankara (4), Antep (1), Aydın (1), Balıkesir (1), Bursa (1), Düzce (1), Eskişehir (1), Hatay (3), İstanbul (1), Kocaeli (2).
Medyayê nenivîsiye bê ka mêran 10 jin ji ber çi kuştine. Di çapemeniyê de hatiye nivîsandin ku mêran çar jin ji ber “xwestine veqetin”, jinek ji ber “nexwestiye bizewice”, jinek “hevalekî wê heye”, sê jin ji ber “sedemên aboriyê”, jinek bi sedema “hesûdiyê” kuştine.
Zêdetirê jinan, mêrên wan ew kuştine.
Mêrê 11 jinan ew kuştine. Mêr/destgirtiyê berê çar jin kuştine. Kurê sê jinan ew kuştine. Bavê jinekê ew kuştiye. Xizmê jinekê û hevkarê jinekê ew kuştine.
Mêran ji sedî 35ê jinan bi çekên gulexwer kuştine.
Mêran heft jin bi çekên gulexwer, heft jin jî bi alavên birrek kuştine. Mêran jinek ji wesayîtekê avêtine, jinek di kendalê de werkirine, jinek xeniqandine, jinek jî derb kirine û kuştine. Çapemeniyê şêweyê kuştina du jinan nenivîsandiye.
Mêran çar jin li nava malê, 5 jin li kolan, navenda dermankirinê û erdeke vala ango li cihên civakî kuştine. Cihên ku mêran 11 jin lê kuştine di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Pêvajoya hiqûqî
17 failên kuştina jinan hebûn. Tenê çar ji wan hatine girtin. Neh fail hatine desteserkirin.
Çar failan xwe kuştine. Çapemeniyê ji bo pêvajoya hiqûqî ya failekî gotiye “baz daye” û rewşa hiqûqî ya failekî jî nenivîsandiye.
Bûyerên kuştinê yên mehên borî qewimîn û di meha Sibatê de medyayê ew nivîsandin
* Li Kayseriyê G. K. (28) û A. B (19) ên ku di 30ê Kanûna Paşiyê de Irma K, jina gurcî kuştine û jinên bi navê A. A (37) û Y. O (28) jî birîndar kirine, hatine girtin.
* Li Sînopê derketiye holê ku H. K. jina bi navê Sevil A. ya meheke winda, kuştiye û ew binax kiriye. H. K. li xwe mikur hatiye.
* Li Kayseriyê kurê wê di 20ê Kanûna Paşiyê de li malê rastî meytê dêya xwe Hatîce Ç.yê (64) hatibû. R. K. û Z. K. bi îdiaya ku Hatîce Ç. kuştine hatine desteserkirin.
* Li Manîsayê hatiye îdiakirin ku M. U. yî di meha Kanûna Paşiyê de destgirtiya xwe ya bi navê Gonul O. (44) bi sedema nexwestiye pê re bizeciwe kuştiye. Piştî ku malpereke herêmî bi malbata jinê re axivî ne û ev bûye nûçe bûyer di 19ê Sibatê de di dezgehên din ên medyayê de jî hatiye nivîsandin.
Tûndkarîya li zarokan
Li Stenbolê du xizmên zarokeke keç a 17 salî hewl dane wê birevînin.
Li Bolûyê derb li zarokekî sûriyeyê daye. Li heman bajarê bavekî derb li zarokaka xwe ya keç daye.
Pêvajoya hiqûqî
Çar fail hebûn ku derb li zarokan dane.
Du fail hatine desteserkirin. Medyayê rewşa hiqûqî ya du failan nenivîsandiye.
Tecawiz
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Sibatê de herî kêm tecawiz li çar jinan kiriye. Par di heman mehê de ev jimar du bûye.
Mêran di heman demê de derb li jinekê dane ku tewaciz lê kirine. Du mêrên tecawiz li jinan kirine, berê jî jin taciz kirine û tundkarî li wan kirine.
Bajarên ku lê mêran tecawiz li jinan kiriye
Bartin (1), Stenbol (3).
Rêveberên il kargehê tecawiz li du jinan kiriye, Parêzerê ku stajyerî dikir tecawiz li jinekê, xizmê jinekê tecawiz li jinekê kiriye.
Mêran li bernameyeke şîrketê tecawiz li du jinan, li ofîsa hiqûqê li jinekê kirine. Di nûçeyan de nehatiye eşkerekirin ku ka mêran li ku tecawiz li jinekê kiriye.
Pêvajoya hiqûqî
Sê fail hebûn. Her sê jî hatine girtin.
Taciz
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Sibatê de herî kêm taciz li pênc jinan kiriye. Par di heman mehê de ev jimar şeş bûye.
Jinan pênc mêrên taciz li wan kirîye nas nedikirin. Şanogerekî jinek taciz kiriye.
Herî kêm çar jin bi devkî/fizîkî hatine tacizkirin. Mêran bi rêya medyaya civakî jinek taciz kirine.
Mêran di wesayitên civakî yên çûnûhatinê, jinek bi rêya medyaya civakî taciz kirine. Medyayê cihên ku mêran jinek taciz kirine, nenivîsandiye.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Aydin (1), Stenbol (1).
Pêvajoya hiqûqî
Du fail hatine desteserkirin. Jinan giliyê du failan kiriye. Pêvajoya hiqûqî ya failekî di çapemeniyê de nehatiye aşkerekirin.
Istismara li zarokan
Di Sibatê de, mêran ya kêm taciz li 23 zarokan kirine, hin ji zarokên taciz lê hatîn kirin kur bûne. Sala borî, ev hejmar di heman mehê de 15 bû. Zarokek ji wan ducanî bûye û dewletê tevlî pitika wê ew xistiye bin kontrole.
Zarokan 15 tewanbar nas nedikirin. Dersdarên wan taciz li zarokekî/ê, najokarê serwîsan taciz li du zarokan, fêrkarê kursa Quranê taciz li zarokekê/î, dersdarê dersa olan taciz li zarokekê/î, karmendekî taciz li zarokekê/î, esnafekî taciz li zarokekî/ê, zirbavên du zarokan taciz li wan kirine.
Zarokek jê sûriyeyê, yek jî kêm endam bû.
Mêran li cihên weke dibistan, li nava serwîsên dibistanê û di nava erdan de taciz li heşt zarokan û li malan tacîz herî kêm li çar zarokan kirine. Medyayê cihên istismara cinsî ya li 11 zarokan hatiye kirin nenivîsandiye.
Bajarên ku mêran istismara zayendî li zarokan kiriye
Adana (2), Aksaray (1), Ankara (1), Dêrsim (1), Edirne (1), Giresun (1), İstanbul (7), İzmir (2), Kayseri (1), Konya (1), Manisa (1), Sakarya (1), Samsun (1), Şirnex (1), Tekirdağ (1).
Pêvajoya Hiqûqî
24 fail hebûn ku zarok istismar kirine. Tenê neh fail hatine girtin. Heft fail hatine desteserkirin. Du fail bi şertê kontrola edlî serbest bûne. Du failan xwe kuştine. Ti karekî yasayî/hiqûqî ji bo du failan nehatiye kirin. Pêvajoya hiqûqî ya du failan di çapemeniyê de nehatiye nivisandin.
Tûndkarî / birîndarkirin
Di meha Sibatê de, mêran herî kêm tûndkarî li 51 jinan kiriye. Di heman meha sala borî de ev hejmar 25 bû. Xetereya jiyana jinekê heta dawiya meha sibatê berdewam dike.
Digel biryara parastin û tedbîra li ser wê, tundkariya li ser jinekê berdewam kiriye. Mêran biryara dûrxistina ji jinan binpê kirine û tundkarî li wan kirine.
Jinek ne welatiya Tirkiyeyê bûye. Li du jinan îşkenceya sîstematîk dihate kirin. Mêrek ji girtîgehê derketiye û tundkarî li jinê kiriye. Herî kêm di bûyereke tundkariyê de mêran derb li jinan xistine.
Mêran gefa mirinê li jinekê xwariye.
Bajarên ku mêran lê tûndkarî li jinan kiriye
Adana (1), Aksaray (2), Dîlok (2), Bolu (1), Bursa (1), Çanakkale (1), Denizli (1), Edirne (21), İstanbul (4), İzmir (1), Qers (1), Kastamonu (1), Konya (1), Kütahya (2), Muğla (1), Nevşehir (1), Sakarya (2), Samsun (3), Tokat (1), Trabzon (2), Zonguldak (1).
Jinan pênc mêrên ku tundkarî li wan kiriye nas nedikir, mêr/destgirtiyê 42 jinan, mêr/destgirtiyê kevn ê neh jinan; bav, kur ango xizmên din ên sê jinan, hevalên du jinan tundkarî li wan kiriye.
Çapemeniyê sedema tundkariya ku mêran li 40 jinan kiriye nenivîsandiye.
Pênc jin ji ber xwestine veqetin/li hev neyên rastî tundkariya mêran hatine. Mêran bi behaneya ekonomîk tundkarî li çar jinan kiriye. Mêran bi behaneya “hevalekî wê heye” tundkarî li jinekê, “bi behaneya “nîqaşa akademîk” li jinekê, bi behaneya “nîqaşa wesayitê” li jinekê, bi behaneya “dengê muzîkê kêm nekiriye” li jinekê kiriye.
Mêran derb li 36 jinan xistiye û ew birîndar kiriye. Şeş jin bi kêran, pênc jin jî bi çekên guleber birîndar kirine. Mêran bi beran serê jinekê perçiqandine, jinek dîl girtine, jinek jî ji wesayitê avêtine û birîndar kirine.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 52 failên ku tundkarî li jinan kirine hene. Tenê du fail hatine girtin. Lêpirsînname ji bo 12 failan hatiye amadekirin.
Karkerîya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Sibatê de ya kêm li 134 jinan karê seksê daye kirin. Par di heman demê de ev jimar 62 bûye.
Di meha Sibatê de 56 jinên ku ji bo karê seksê hatine mecbûrkirin welatîyên Tirkiyeyê bûne. Herî kêm 76 jin ne welatiyên Tirkiyeyê bûne.
Pêvajoya hiqûqî
102 fail hebûn ku karkeriya seksê ya mecbûrî bi jinan dane kirin. Tenê 10 fail hatine girtin. Herî hindik 44 fail hatine desteserkirin. Cezayê pereyan li 13 failan hatiye birîn. (EMK/FD)