Fotograf û înfografîk: Yağmur Karagöz
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Sibata 2023an de herî kêm 11 jin kuştine.
Di meha Sibatê de mirina bi kêmanî 9 jinan di çapemeniyê de weke mirinên “bigûman” hatine nivîsîn. Her weha di Sibatê de mirina du zarokan jî biguman hatiye nivîsîn.
Mêran tundkarî li 40 jinan kirine, îstîsmar bi kêmanî li du zarokên keç û kur kirine, tacîz bi kêmanî li jinekê kiriye. Çapemeniyê di vê mehê de bûyerekî tecawizê nivîsandiye.
Kuştin
Mêran di meha Sibatê de bi kêmanî 11 jin kuştine; par di heman mehê de ev hejmar 22 bû. Her weha mêran bi kêmanî 2 mêrên ku li cem jinan bûn jî kuştine.
Digel biryara parastinê, meran bi kêmanî du jin kuştine.
Navên jinên ku di Ilonê de mêran ew kuştine
Ayşegül Şimşek, B.G.T., Bahar Kırbaş, Cansu Güneş, Filiz A., Gülistan Y., Leyla Seyidova, Melis A., Sevim T., Sultan Duran, Yeter Zorba.
Mêran li van bajaran jin kuştine
Afyon (1), Ankara (2), Antalya (1), Aydin (1), Giresun (1), İstanbul (2), Kocaeli (1), Manisa (1), Denizli (1).
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran bi çi "hêcetan" 5 jin kuştine. Mêran 6 jin ji ber ku xwestine veqetin an jî nexwestine li hev bên, kuştine.
Hevjîn, hevjînên berê an jî destgirtî 8 jin kuştine. jinekê bavê wê, jinekê zavayê wê û jinekê jî hevalê wê ew kuştiye.
Mêran 7 jin li malan, 3 jin li kargeh, daristan, kolan, nexweşxane û deverên weke wan kuştine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran jinekê li ku kuştine.
Mêran 5 jin bi çekên guleber kuştine. 6 jî bi kêr û çekên mîna kêrê kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
10 faîl hebûn ku jin kuştine. Bi tenê 3 faîl hatine girtin. 4 faîl hatine desteserkirin. Sê faîlan xwe kuştine.
Tacîz
Mêran di meha Sibata 2023an de herî kêm tacîz jinekê kiriye. Par di heman mehê de ev hijmar 7 bû.
Mêran jinekê bi devkî û bi rêyên fîzîkî tacîz kirine.
Mêran jinekê li cihê kar tacîz kiriye. Jinekê jî patronê wê ew tacîz kiriye.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Bursa(1)
Pêvajoya hiqûqî
Derbarê faîlek de lêpirsîn hatiye destpêkirin
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Sibatê de îstîsmar bi kêmanî li du zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 26 bû.
Mêran zarokekê li dibistanê û zarokekê jî li kolanê îstismar kiriye. Dersdêrê zarokekê ew îstismar kiriye.
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka yê ku zarokekê îstismar kiriye kî ye.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine
Antalya (1), Zongûldak(1)
Pêvajoya hiqûqî
2 faîl hebûn ku zarok îstîsmar kirine. Her du faîl jî hatine girtin.
Êrişa Zayendî/Tecawiz
Li gorî agahiyên çapemeniyê belav kiriye mêran di Sibatê de tecawiz li jinekê kiriye. Mêran tecawiz li jinekê astendar kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye mêrê ku tecawiz li wê jinê kiriye nas e an ne nas e.
Pêvajoya hiqûqî
Faîl bi şertê kontrola edlî serbst bûye.
Tundkarî/birîndarkirin
Mêran di meha Sibatê de tundkarî li 40 jinan kiriye. Par heman mehê ev hejmar 78 bû.
Çar jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye, weke nexweşên “giran”, birine nexweşxaneyan. Du jin mexdûrên erdhejê bûne.
Digel ku “biryara parastinê” hebû, mêran tundkarî kêmanî li 6 jinan kiriye.
Bajarên ku mêran tundkarî li jinan kiriye
Adana (1), Antalya (1), Bursa (1), Edirne (27), Hatay (3), İstanbul (1), İzmir (1), Kayseri (1), Kocaeli (1), Konya (1), Sakarya (1), Şirnex (1).
Hevjîn, destgirtiyê bi kêmanî 33 jinan tundkarî li wan kiriye. Pênc jin bira, bav û endamên din yên malbatê ew birîndar kirine. Çapemeniyê nenivîsiye mêrên ku tûndkarî li du jinan kiriye nas e an ne nas e.
Mêran bi mehneya ku xwestine dev ji hev berdin/li hev neyên tundkarî li 12 jinan kiriye. Çapemeniyê “sedema” tundkariya ku mêran li 26 jinan kiriye nenevîsiye. Mêran ji bo “xespê” tûndkarî li jinekê û ji bo ku “destûr nestendiye û li mal derketiye” tûndkarî li jinekê kiriye.
Mêran derb li 33 jinan dane, sê jin bi çekên gulebar, sê jin jî bi kêran û yên weke wan birîndar kirine. Mêran jinekê jî bi maddeya şewitandinê birîndar kiriye.
Mêran li kargehan, li nava kolanan û li daristanan ango li derveyî malan tundkarî li 6 jinan kiriye, li nava malan jî tundkarî li 34 jinan kiriye.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 40 mêrên faîl hebûn ku tundkarî li jinan kiriye. Tenê faîlek hatiye girtin. Çapemeniyê ji bo du faîlan nivîsiye ku “lê digerin”, “reviyaye”, ji bo du faîlan nivîsiye ku hatine desteserkirin û ji b odu faîlan jî nivîsiye ku xwe kuştine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 7 faîlan nenivîsandiye. Derbarê herî kêm 26 faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Di meha Sibatê de bûyerên karkeriya seksê ya mecbûrî çênebûye. Ev nayê wê wateyê ku ji ber ku çapemeniyê nenivîsiye û bûyer çênebûne.
(EMK/AY/FD)