Ji bo nûçeya bi tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahiyên bianetê ji nûçeyên rojnameyên herêmî û neteweyî ji ajans û malperan berhev kirîn mêran di meha Nîsanê de, herî kêm 31 jin û du mêrên li gel jinan kuştine.
Mêran di çar mehên destpêkê yên sala 2019ê de 99 jin kuştine.
Mêran di Nîsana 2019ê de herê kêm tecawiz li du jinan kiriye û herî kêm 22 jin taciz kirine. Yek jê trans, 23 jin rastî tundkariya mêran hatine.
Di meha Nîsanê de neh jin (li Êlihê du, li her yek ji Çorûm, Kocaelî, Aydin, Stenbol, Îzmîr, Edene û Erziromê jinek) mirine ku mirina wan bi guman bûye.
Di heman mehê de çapemeniyê ew zanyarî weşandiye ku kujerê Najia Arabzaiya 30ê Adarê li Stenbolê hatiye kuştin hatiye zeftkirin. Her weha kujerê Dudu Çeştepeya ku di Tebaxa 2018ê de li Zongûldakê hatibû kuştin di Nîsanê de hatiye zeftkirin û çapemeniyê ve zanyarî weşandiye.
Li Aksarayê mêrekî hiştiye ku jinek xwe bikuje. Li Êlihê mêrekî xwestiye jinekê bikuje. Li Dêrsim û li Konyayê laşê du jinan hatiye dîtin. Her du bûyer jî di çapemeniyê de weke kuştinên failên wan nediyar hatine weşandin. Navê jina ku li Konyayê hatiye kuştin nehatiye zanîn, la li Dêrsimê Gulsum Taş bûye.
Kuştin
Mêran di meha Nîsana 2019ê de herî kêm 31 jin û du mêrên li gel jinan kuştine. Ev hejmar di Nîsana 2018ê de 20 bû.
Navê jinên ku hatine kuştin
Arzu S., Aslı Yıldız G., Aycan B. Serra B., Ayla Ö., Reyhan İ., Aysel Ş., Dilek Ö., Hatice Ş., Ayşe İ., Dilan T., Dilek K., Eda K., Emine Y., Fatma B. Rabia B., Gamze Ü., Hamide G., Hatice Ü., Hayat H., Sabah M., İlkay S., Mehtap Ç., Mukadder N., Naciye S., Nur Muhammed B., Özge Y., Sibel A., Sultan Ç., Şeynur A. û jineke ku navê wê nehatiye zanîn.
Bajarên ku bûyerên kuştinê lê çêbûne
Edene (2), Afyon (3), Bilecik (1), Bursa (2), Stenbol (3), Îzmîr (4), Kocaeli (1), Meletî (1), Manisa (2), Mereş (2), Mersin (1), Muğla (1), Niğde (1), Osmaniye (2), Sakarya (2), Tekirdağ (1), Riha (2)
Mêran pênc jin ji ber ku xwestiye “veqete/ji hev cuda bibin” kuştine, çar jin jî bi sedema “hesûdiyê” kuştiye. Mêran du jin ji ber ku nexwestine pereyan bidin wan kuştine. Her weha bi hinceta ku zarokên wan nîşanî wan nedane jinek kuştine. Daxwaza veqetînê ya keça jinekê kirine hincet û ew jin kuştine. Mêrekî di encama êrîşa zayendî ya sîstematîk de du jin kuştiye. Jinek bi îdiaya ku li dij daxwaza hezkirina li jinekê ya kurê xwe derketiye, hatiye kuştin. Sedema kuştina 15 jinan di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Hevjîn/hevînên kevin ên 15 jinan, hezkirî/hezkiriyên kevin ên pênc jinan, xizmên (bira, xwezûr jî di nav de) heft jinan ew kuştine. Bavê jinekê, hezkiriyê keça jinekê ew kuştiye. Failê kuştina jinekê di çapemeniyê de nehatiye weşandin.
Mêran 14 jin li malan, şeş jin li qadên civakî (yek li parkê, yek li otoparkê, yek li daristanê, yek li ber dibistanekê, yek li hotelekê, yek li ber deriyê apartmanekê) kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye ku mêran 10 jin li ku kuştine.
Mêran 19 jin bi çekên guleber, heft jin bi kêran, çar jin bi lêdanê kuştine. Yek di avê de xeniqandine. Herî kêm sê jinên ku hatine kuştin, ji bo parastina xwe serî li dozgeriyê dane.
Pêvajoya hiqûqî
Bi giştî 25 mêran jin kuştine. 15 ji wan hatine desteserkirin. Neh ji wan hatine girtin. Çar mêran xwestine xwe bikujin. Di çapemeniyê de ji bo du mêran hatiye nivîsandin ku “lêdigerin”, “baz daye”.
Tecawiz
Di meha Nîsanê de çapemeniyê nivîsandiye ku du bûyerên tecawizê çêbûne. Di Nîsana 2018ê de ev hejmar çar bû. Her weha li Kocaeliyê mêrekî xwestiye tecawiz li jinekê bike.
Failekî tecawizê dersdêrê zanîngehekê bûye. Du mêran du jin bi darê zorê birine malan û xwestine tecawizê li wan bikin. Derketiye holê ku mêrê dersdêr berê jî taciz li xwendekareke keç kiriye û dadkirina wî berdewam dike.
Bûyereke tecawizê li klînîka beytariyê ya taybet a dersdêrî, yek li mala jinekê çêbûye. Piştî her du bûyeran jî mêrên tecawizkar, gef li jinan xwarine û ji wan xwestine ku giliyên wan nekin.
Bajarên ku zarok lê hatine kuştin
Enqere (1), Trabzon (1)
Pêvajoya Hiqûqî
Bi giştî sê failên bûyerên tecawizê hebûn. Her sê fail jî bi tohmeta “êrîşa zayendî ya biwesf” hatine girtin.
Karê seksê yê bi zorê
Mêran di meha Nîsanê de bi darê zorê karê seksê li 33 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hejmar 63 bû. 30 jinên ku di Adara 2019ê bi darê zorê karê seksê li wan hatiye kirin ne welatiyê Tirkiyeyê bûne.
Bajarên ku karê seksê lê hatî kirin:
Enqere (8), Antalya (12), Mêrsîn (2).
Pêvajoya hiqûqî
22 failên bûyerên karê seksê yê bi zorê hebûn. 17 ji wan hatine girtin. Failek ji ber ku berê jî heman sûc kiriye, hatibû girtin. Çar fail bi şertê kontrola edlî hatine berdan.
Taciz
Li gor nûçeyan, mêran di meha Nîsanê de 22 taciz kiriye. Di meha Adarê de mêran 30 jin taciz kiribûn.
17 bûyerên tacizê fizîkî û bi gotinan bûye. Ya kêm di sê bûyerên tacizê de mêran piştî tacizkirina jinan ew hingavtine.
Mêran ya kêm 18 jin li cihên civakî yên wek kolan, bazar, park û ototparkan taciz kiriye. Ya kêm 20 jinên taciz kirîn mêrên tacizkar nas nedikirin.
Bajarên ku mêran lê jin taciz kirine.
Denizli (1), Stenbol (5), İzmir (1), Karaman (1), Kocaeli (1), Konya (1), Konya (1), Manisa (1), Sakarya (1), Samsun (7), Uşak (1), Zonguldak (1).
Pêvajoya hiqûqî
17 fail hene. Neh fail hatine desteserkirin. Çar fail hatine girtin. Lêpirsîn li ser du failan hatiye amadekirin. Du fail ji girtîgehan derketine û taciz kirine.
Îstismara zarokan
Mêran di meha Nîsanê de ya kêm îstismara cinsî li 13 zarokên keç kirine. Par di heman mehê de ev jimar 37 bû. Li Stenbolê mêrekî hewil daye zarokeka keç birevîne.
Li Kutahyayê mêrekî diyar kiriye ku zarokên kur gelek deng derêxistine ji ber wê bi tifengê fîşek berdane wan.
Du karmendên ewlehiya dibistanan zarok taciz kirine. Zirbavê keçekê û mêrekê ne nasê keçekê ew taciz kiriye.
Li dibistanan du zarokên kur hatineîstismarkirin. Li hewşa dibistanekê, li kargehekê, li malekê, li kolanekê û li dolmîşekê(mînîbas) zarokên kur hatine tacizkirin.
Pêvajoya hiqûqî
pênc fail hatine girtin. Çar fail hatine girtin. Failek bi şertê kontrola edlî serbest bûye. Li gor nûçeyan failek reviyaye.
Tûndkarî û birîndarkirin
Mêran di meha Nîsanê de tûndkarî li 23 jinan kiriye û ew birîndar kirine. Par di heman mehê de ev jimar 28 bû. 18 mêrên bi zewaca fermî an jî dînî zewicîn tûndkarî li jinan kirine. Mêrên ne nasên du jinan tûndkarî li wan kiriye. Polîsekî tûndkarî li jineka trans kiriye.
Mêran 14 jin hingavtine. Du jin bi çekên gulexwer birîndar kirine. Mêrekî gotinên transfobîk ji jinekê re gotine.
Pêvajoya hiqûqî
Polîsan du fail desteser kirine, failek girtiye. Mêrek bi şertê kontrola edlî serbest bûye. Mêrekî xwe kuştiye. Jinekê ji ber kiriyara mêrekî giliya wî nekiriye. Piştî polîsekî gotinên transfobîk ji jineka trans re gotî şûna doz li wî bê vekirin doz li ya trans hatiye vekirin.
(EMK/FD/MB)