Infografîk: Yağmur Karagöz
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî nûçeyên ku bianetê ji rojname, ajans û malperên nûçeyan ên herêmî û netewî kom kirine; mêran di meha Nîsanê de bi kêmanî 29 jin kuştine, tundkarî bi kêmanî li du jinan kiriye.
Di meha Nîsanê de mirina bi kêmanî 15 jinan di çapemeniyê de weke mirinên bigûman hatine nivîsîn. Ew bajar ev in: (Mûgla (1), Manîsa (1), Kastamonû (1), Mêrdîn (1), Ordû (1), Isparta(1), Zongûldak (1), Mereş (1), Karaman (1), Bûrsa (1), Stenbol (1), Meletî (1), Aydin (1), Riha (1), Kocaelî (1).
Li Hatayê jinekê li dijî mêrê xwe yê bi rêk û pêk îşkence û tundkarî lê dikir, mafê xwe yê parastina rewa bikar aniye.
Mêran di meha Nîsanê de li Kirikkale, Mêrsîn, Îzmîr û Amedê gefa kuştinê yan jî ziyandanê li jinan xwarine.
Li Rihayê jineke sûriyeyî hatiye kuştin û çapemeniyê nivîsiye ku "kuştineke failê wê nehatiye diyar."
2021-2022 Di çar mehên destpêkê yên sala 2021ê de mêran, 108 jin kuştine, tacîz li 37 jinan kiriye, 49 zarok îstîsmar kirine, tecawiz li 39 jinan kiriye. Mêran bi kêmanî 256 jin neçarî karkeriya seksê kiriye, tundkarî bi kêmanî li 253 jinan kiriye û ew birîndar kirine. Di çar mehên destpêkê yên vê salê de çapemeniyê ji bo mirina 74 jinan gotiye ku "bigûman e". Mêran di van çar mehan de bi kêmanî heft zarok kuştine. Di çar mehên destpêkê yên sala 2022ê de mêran, 99 jin kuştine, tacîz li 34 jinan kiriye, 83 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 238 jinan kiriye, tecawiz li 11 jinan kiriye. Bi kêmanî 262 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di çar mehên destpêkê yên sala 2022yê de, çapemeniyê ji bo mirina 70 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van çar mehan de bi kêmanî neh zarok kuştine. |
Kuştin
Mêran di meha Nîsanê di bi kêmanî 29 jin kuştine; par di heman mehan de ev hejmar 17 bû. Her weha mêran bi kêmanî pênc mêrên ku li cem jinan bûn jî kuştine.
Jineke ku mêran ew kuştiye, azerbaycanî, yek ozbekistanî bû. Sê mêr piştî destûr standine û ji girtîgehan derketine, sê jin kuştine.
Mêran digel ku biryara "parastin" an jî "dûrxistinê" jî, bi kêmanî heft jin kuştine.
Navên jinên ku di Nîsanê de mêran ew kuştine Ayşe Ş., Berivan Altürk, Bilge A., Ceylam K., Demet A., Duriye G., Elif G., Esma S., Fatma N., Gözde Ç., Gülay Doğan, Hatce K., Hatice E., Hatice K., Havva Ruhcan, Irodakhon D., İrem Kostakoğlu, Kader Gökçe, Nahide Özçimen, Nur E., Nurcan S., Remziye Tüysüz, Semta T., Sevim Yılmaz, Şükrü Gür, Turana Umayev, Ülkü Durmaz, Zenep Gıcık, Zerif Doğan. |
Mêran li van bajaran jin kuştine Adana (2), Aksaray (1), Aydın (1), Balıkesir (1), Bolu (1), Burdur (1), Elazığ (2), Erzurum (1), Giresun (1), İstanbul (6), İzmir (2), Kayseri (1), Konya (1), Muğla (1), Osmaniye (1), Sakarya (1), Sinop (1), Şırnak (1), Tekirdağ (1), Trabzon (1). |
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran bi çi "mahneyan" 12 jin kuştine. Mêran 12 jin ji ber ku xwestine veqetin an jî nexwestine li hev bên, kuştine. Du jin ji ber welayetê, jinek jî ji ber mîrateyê kuştine. Jinek jî bi sedema "hesûdiyê" kuştine.
Hevjîn, hevjînên berê na jî destgirtiyên 22 jinan, zava, nevî û xizmên din ên 5 jinan ew kuştine. Kurê jinekê, "mişteriyê" jineke ku karkeriya seksê dikir ew kuştiye.
Mêran 19 jin li nava malan, 10 jin li kargeh, daristan, kolan, nexweşxane û deverên weke wan kuştine.
Mêran nîvê jinan bi çekên guleber kuştine.
Mêran 23 jin bi çekên guleber, çar jin fetisandine, du jin jî bi kêr û yên weke wê kuştine.
Pêvajoya hiqûqî Ji 29 faîlên ku jin kuştine, 15 jê hatine girtin. 11 faîlan xwe kuştiye. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya faîlekê nenivîsiye. Çapemeniyê ji bo rewşa hiqûqî ya faîlekî gotiye, "lêdigerin", ji bo faîlekê jî gotiye, "desteser kirine." |
Tundkariya li zarokan
Li Enqereyê yek, li Stenbolê jî yek, li ser hev bavê du zarokan ew bi giranî birîndar kirine. Li Balikesîrê bavêkî kurê xwe yê 3 salî kuştiye.
Navê zarokê ku hatiye kuştin Mûhammet Tahîr A. |
Pêvajoya hiqûqî Mêrekî ku tundkarî li zarokan kiriye, hatiye girtin, yek hatiye desteserkirin. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya bavê ku kurê xwe kuştiye, nenivîsiye. |
Êrîşa zayendî /Tecawiz
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên tecawiz li jinan kirine kî ne. Mêran li derveyî malan tecawiz li jinan kiriye.
Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye Stenbol (2) |
Pêvajoya hiqûqî Li herdu faîlên ku tecawiz li jinan kiriye, digerin. |
Tacîz
Di meha Nîsanê de mêran tacîz bi kêmanî li 14 jinan kiriye. Par ev hejmar heşt bû.
Mêran tacîza devkî û laşî li 11 jinan kiriye. Mêran fotograf an jî vîdeoyên jinan girtine û tacîz li wan kirine.
Mêran li derveyî malan 14 jin tacîz kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 13 mêr û jinên van mêran tacîz li wan kiriye, hev nas dikin yan na.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kirine Manîsa (1), Stenbol (8), Edîrne (2), Eskîşehîr (2), Kocaelî (1). |
Pêvajoya hiqûqî 13 mêrên faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Şeş mêr girtine. Karûbarên yasayî ji bo faîlekî dane destpêkirin. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya faîlekî nenivîsiye. Li du faîlan digerin û 3 mêrên faîl desteser kirine. |
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Nîsanê de îstîsmar bi kêmanî li 18 zarokên keç û kur kiriye. Par heman mehê ev hejmar heşt bû.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 30 mêr û 12 zarok îstîsmar kirine, hev nas dikin an na. Dersdarê çar zarokan, karmendekî dewletê zarokek, ajokarê wesayîta dibistanê zarokek îstîsmar kiriye.
Mêran li derveyî malê ango li cihên weke kolan û dibistanan, îstîsmar li 18 zarokan kiriye. Zarokekî/e ku mêran ew îstîsmar kiriye, ıraqî bû.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kiriye Dêrsim (3), Duzce (1), Riha (1), Denîzlî (1), Samsûn (1), Stenbol (4), Îzmîr (1), Zongûldak (2), Manîsa (4). |
Pêvajoya hiqûqî 33 mêrên faîl hebû. 24 faîl hatine girtin. Şeş faîl serbest bûne. Li faîlekî digerin. Du faîl hatine desteserkirin. |
Tundkarî / birîndarkirin
Tundkarî/Birîndarkirin
Mêran di meha Nîsanê de tundkarî kêmanî li 52 jinan kiriye. Par heman mehê ev hejmar 68 bû.
12 Jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye, bi giranî birîndar bûne û ew birine nexweşxaneyan. Digel "biryara parastinê", mêran tundkarî li 8 jinan kiriye.
Yek ji jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye fransî bûye.
Bajarên ku mêran li wan tundkarî li jinan kiriye
Semsûr (1), Afyon (1), Aksaray (1), Antalya (2), Bartın (1), Êlih (2), Bolû (1), Bûrsa (1), Çanakkale (1), Denizli (1), Edirne (17), Eskişehir (1), Stenbol (9),İzmir (1), Qers (1),Kocaeli (1), Mersin (2), Mereş (1), Samsun (1), Sêwas (2), Tekirdag (2), Zonguldak (2).
Hevjîn, destgirtî, hevjînê kevn, destgirtiyê kevn tundkarî kêmanî li 39 jinan kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 8 jinên ku tundkarî li wan bûne, mêrên tundkarî kirine nas dikin an na. Endamên malbatê yên weke bav, bira û nevi 5 jin birîndar kirine.
Çapemeniyê hêceta 39 bûyerên tundkariyê nenivîsiye. Mêran bi hêceta ku xwestine cihê bibin an jî nexwestine li hev bên, tundkarî li 14 jinan kiriye. Mêran ji ber hesûdiyê 4 jin birîndar kiriye.
Mêran derb li 41 jinan dane û ew birîndar kirine, 5 jin bi çekên guleber û 5 jin jî bi kêran û yên weke wan birîndar kirine. Mêran jinekê jî şewitandine.
Mêran li salonên kuaforiyê, li kargehan, li nava otobisan, li daristanan û cihên din ên weke wan tundkarî li 27 jinan kiriye. Li nava malan tundkarî li 24 jinan kiriye. Mêran li ser medya civakî tûndkarî li jinekê kirine.
Pêvajoya Hiqûqî
Kêmanî 52 faîlên tundkariya jinan hebû. Bi tenê 3 jê hatine girtin. Çapemeniyê ji bo rewşa hiqûqî ya 19 faîlan gotiye, "karûbarên yasayî ji bo wan dane destpêkirin."
6 faîl hatine desteserkirin. Çapemeniyê ji bo çar faîlan gotiye "lê digerin", ji bo çar faîlan jî gotiye "serbest bûye." Û pêvajoya hiqûqî ya herî kêm 16 faîlan jî nenivîsandiye.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di Nîsanê de bi darê zorê karkeriya seksî bi 38 jinan dane kirin. Par heman mehê ev hejbar 58 bû. 5 jinên ku neçarî karkeriya seksê kirine ne welatiyên Tirkiyeyê bûn. Di nava 38 kesan de zarok jî hebûn.
Pêvajoya hiqûqî
29 faîl hebûn ku jin neçarî karkeriya seksê kirine. 6 faîl hatine desteserkirin. 17 faîl hatine girtin. 6 faîl serbest bûne.
(EMK/FD/AY)