Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîne, mêran di meha Nîsanê de herî kêm 20 jin û 2 zarok û 5 mêr kuştine, wan tecawiz li çar jinan kiriye; bi zorê karê seksê li 63 jinan daye kirine; taciz li 30 jinan kiriye; îstismara cinsî li 37 zarokên keç kiriye; 28 jin birîndar kirine.
Jinekê mêrê ku destdirêjî lê kiriye, sê jinan mêrên ku tundkarî li wan kirine kuştine.
Mêran di çar mehên pêşiyê yên 2018 de herî kêm 72 jin û 7 zarok kuştine, tecawiz li 26 jinan kirine; destdirêjî li 75 jinan kirine, bi zorê karê seksê li 229 jinan kirine; îstismara cinsî li 124 zarokên keç kiriye, 141 zarok birîndar kirine.
Kuştin
Mêran di meha Nîsanê de 20 jin, 5 mêr û 2 zarok kuştine.
Ji bilî van bûyeran, termê du jinên ku kuştina wan bi guman e hatiye dîtin. Keçeke 5 salî hatiye kuştin lê nehatiye diyarkirin ku kê ew kuştiye. Hat îdiakirin ku jinekê xwe kuştiye.
Mêrek ji bo ku jina xwe bikuşte, ji girtîgehê reviya ye, polîsan ew li derdora mala jinikê girtiye. Mêrê ku ji ber jina xwe bi giranî birîndar kiriye û hatiye girtin, beriya dadgehkirinê, gefa kuştinê li jina xwe xwariye.
Ji 5 mêrên ku jin kuştine, tê texmînkirin 3 ji wan evîndarên jinan, 2 ji wan jî bavên jinan bûne.
Ji sedî 10ê jinên ku hatine kuştin penaber an jî koçber bûne.
Ji sedî 15ê kuştinan li qadên civakî, ji sedî 35ê li malên jinan çêbûne.
Ji sedî 40ê jinên hatîn kuştin ji ber ku xwestine ji mêrê xwe cida bibin an jî daxwaza lihevhatinê ya wan qebûl nekirine hatine kuştin.
Jinek di gel ku biryara tedbîrê ya parastinê, hatiye kuştin. Du jin beriya bên kuştin gilî kirine ku wê bên kuştin lê ti tedbîr nehatiye standin.
Ji sedî 50 jin ji hêla mêrên xwe ve hatine kuştin.
Qatilê jinekê bavê wê bûye. Mêrê bi mehra olî jinek, mêrê berê yê yekê, mêrên neh jinan ew kuştine. Mêrekî ji ber ku daxwaza hevaltiya wî qebûl nekiriye, jinek kuştiye, du jin ji hêla evîndarên xwe, jinek jî ji hêla neviyê xwe hatiye kuştin. Di du nûçeyan de têkiliya jinan bi qatilên wan re nehatiye nivîsandin.
Ji sedî 60 bûyerên kuştinan bi çekên gulexwer çêbûne:
9 jin bi demançeyan, 3 bi tifingan, du bi kêran hatine kuştin. Du jin hatine xeniqandin, sê jin hatine derbkirin û hatine kuştin. Şêweyê kuştina jinekê di nûçeyan de cî negirtiye.
Çar kujerên jinan piştî ku jin kuştine, teslîm bûne. Çar mêran xwe kuştine. Yekî xwestiye ku xwe bikuje.
Di meha Nînasê de bajarên lê jin hatine kuştin ev in: Edene (1), Dîlok (2), Çorûm (1), Denîzlî (1), Stenbol (3), Îzmîr (1), Kirklarelî (1), Kocaelî (2), Manîsa (3), Merdîn (1), Mersîn (1), Mûgla (1), Nevşehîr (1), Nîgde (1), Sêwaz (1) û Tekîrdag (1).
Tecawiz
Meha Nîsanê 4 bûyerên tecawizê di medyayê de hatiye belavkirin.
Du mêrên nenas ên ku jin xistine wesayita xwe tecawiz li wan kirine, yek rastî tecawiza ajokarê texsiyekê hatiye. Evîndakê berê yê jinekê tecawiz lê kiriye.
Jinek jê penaber bûye, yek jî astengdar.
Sê bûyerên tecawiz li cî û warên xalî yên ku ajokaran jin birine, yek li mala jinekê çêbûne.
Pêvajoya hiqûqîTenê tecawizkarek hatiye girtin. Tecawizkarê ku tecawiz li evîndara xwe ya berê kiriye serbest maye. Pêvajoya hiqûqî ya derbarê du bûyerên tecawizê de, piştî desteserkirina du tecawizkaran, di medyayê de nehatine belavkirin. |
Karê Seksê yê bi zorê
Meha Nîsanê karê seksê bi zorê li 63 jinan hatiyekirin.
Ji sedî 33 jinan ne ji Tirkiyeyê bûne.
Pêvajoya hiqûqê48 kesên ku karê seksê yê bi zorê li jinan kirine, hatine desteserkirin, herî kêm neh ji wan hatine girtin. Pêvajoya hiqûqî ya derbarê yên din de li medyayê nehatiye dîtin. |
Taciz
Di meha Nîsanê de nûçeyên taciza li 30 jinan hatiye nivîsîn.
Ji sedî 83yê jinên destdirêjî lê hatîn kirin mêrên ne nasên wan destdirêjî li wan kirine.
Mêrên ne nasên 25 jinan taciz li wan kiriye, serkarê jinekê taciz lê kiriye, şifêrê otobûsekê taciz li jinekê kiriye, destgirtiyê jinekê taciz lê kiriye, dersdarên du jinan destdirêjî li wan kiriye.
Ji sedî 6ê bûyerên tacizê li otobûsên veguhestina civakî pêk hatine, ji sedî 13ê bûyeran li warên xwendekaran pêk hatine; ji sedî 43yê bûyeran li kolanan pêk hatine; bûyerên dî li konser, otêl, park û navenda dîyalîzkirinê pêk hatine.
Pêvajoya hiqûqî
Ji 16 failan bi tenê çar fail hatine girtin. Ji bo tacizkarekî biryara dûrxistinê hatiye dayin. Tacizkarek bêyî ku bê girtin tê dadkirin. Ji bo çar tacizkaran agahiya di heqê wê yekê de ka ji bo wan lêpirsîn hatiye vekirin an no cih negirtiye. Dersdêrekê zanîngehekê ji ber ku taciz li xwendekareka xwe kiriye ji karê wî hatiye bidûrxistin. Ji bo sê tacizkaran agahiya desteserkirina wan di nûçeyan de hatiye nivîsîn lê agahiya pêvajoya hiqûqî cih negirtiye. Mêrekî taciz li jinekê kiriye, wê jinê ew kuştiye.
Îstismara zarokan
Mêran di meha Nîsanê de ya kêm taciz li 37 zarokên keç kirine.
Ji sedî 37ê bûyerên taciza li zarokan dersdêrên wan eşkere kirine, ji sedî 6ê bûyerên tacizê malbatên zarokan eşkere kirine.
Ji sedî 32yê wan kesên taciz kirîn dersdêrên zarokan bûne.
Midûrên dibistanan destdirêjî li 8 zarokan kirine. Dersdêrên çar xwendekaran destdirêjî li wan kiriye. Bijîşekekî, nasên ji taxa jinekê, kesekê xwe wek polîs daye naskirin, zirbavê keçekê, mêrên ne nasên 6 zarokên keç destdirêjî li wan kiriye. Agahiyên di heqê du kesên îstismar kirîn di nûçeyan de cih negirtiye.
Qeyda sûcdariyê ya sê failan ji beriya sûcê tacizê jî hebû.
Pêvajoya hiqûqî
Ji 23 failan 16 fail hatine girtin. Du fail nehatine girtin lê têne dadkirin, failek bi şertê kontrola edlî serbest hatiye berdan. Li gor nûçeyan biryara girtina kesekî hatiye dayin û kesek hatiye girtin ku failên tacizê ne.
Tûndkarî-birîndarkirin
Mêran di meha Nîsanê de tûndkarî lo 28 jinan kirine.
Ji sedî 21ê jinên tûndkarî li wan hatî kirin bi birînên giran birîndar bûne.
Ji sedî 61ê bûterên tûndkarî û birîndarkirinê li cihên civakî li ber çavên her kesan pêk hatine.
14 jinên tûndkarî li wan hatîn kirin jinên trans bûne.
Ji sedî 21ê jinên ku jhatine kuştin ji ber ku xwestine ji partnerên xwe cida bibin an jî teklîfa wan a lihevhatinê qebûl nekirine hatine kuştin.
Ji sedî 53yê jinan rastî tûndkariya partnerên xwe hatine.
Birayê du jinan, xizmê jinekê, mêrê bi zewaca dînî zewicî yê jinekê, mêrê berê yê du jinan, mêrê deh jinan, polîsên rasta du jinan hatîn, destgirtiyê jinekê, mêrên ne nasên çar jinan tûndkarî li wan kiriye.
Ji sedî 32yê bûyerên birîndarkirin û tûndkariyê bi çekên guleavêj hatine kirin.
Çar jin bi demanceyan, pênc jin bi amûrên birrek, hatine birîndarkirin. 17 jin hatine derbdan.
Failekê ku fikiriye jina wî, wî bi kesekî re dixapîne ji girtîgehê reviyaye, bavê jina xwe kuştiye û mala wî şewitandiye.
Jinên ku taciz an tundkarî li wan hatiye kirin sê failên bûyeran kuştine. Êrîşkarekî piştî jina xwe bi birînên giran birîndar kiriye xwe kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
Ji 26 failan bi tenê failek hatiye girtin. Kesek ji girtîgehê derketiye li derve tê dadkirin. Ji bo du failan biryara bidûrxistinê hatiye dayin. Di nûçeyan de di heqê pêvajoya piştî desteserkirina sê êrîşkaran de agahî nehatine dayin. Di 11 bûyeran de di heqê lêpirsîna li ser êrîşkaran agahî nehatine dayin.
(ÇT/FD/MB)