Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Pêşiyê de 31 jin kuştine, tecawiz li 15 jinan kiriye, 25 jin taciz kirine, îstismara cinsî li 33 zarokên keç kiriye, tûndkarî li 45 jinan kiriye.
Du jin bi dijwarî birîndar bûne, ew wek miriyan di cihê xwe de mane û bi vê yekê xwe xelas kirine.
Mêrekê 60 salî berê ji ber ku îstismara cinsî li zarokeka keç kiriye ji karê dersdêrîyê hatiye derêxistin, wî kesî di vê mehê de taciz li jineka ji hişê xwe ve kêmendam a 21 salî kiriye.
Mêran di sala 2017ê de 286 jin û zarokên keç kuştine, tecawiz li 101 jinan kiriye, 248 jin taciz kirine îstismara cinsî li 377 zarokên keç kiriye, tûndkarî li 418 jinan kiriye.
Kuştin
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de 31 jin, 5 zarok kuştine, herweha mêran du mêrên hewil dayîn ji bo kuştina jinan bibin asteng jî kuştine.
Ji bilî van cinayetan jinek hatiye kuştin lê failê/a wê nehatiye diyarkirin; termê du jinan hatiye dîtin ku guman heye ew hatibin kuştin, hat îdiakirin ku jinekê xwe kuştiye, jinek bi zorê hatiye zewicandin ji ber wê yekê wê jinê hewil daye xwe bikuje.
Ji sedî 22,5ê jinên hatîn kuştin ji ber ku hewil dane ji mêr/partnerê xwe cida bibe an jî teklîfa lihevhatinê ya wan qebûl nekirine hatine kuştin.
Du jinên hatîn kuştin trans bûne.
Demek kurt ji beriya kuştina jinekê mêrê wê ew ji stargeheka jinan derêxistiye. Gelek caran tûndkarî li jinekê hatiye kirin ji bo wê biryar parastinê nehatiye dayin.
Ji sedî 52yê jinên hatîn kuştin bi çekên gullexwer hatine kuştin.
12 jin bi demanceyan hatine kuştin û çar jin bi tifengan hatine kuştin. Du jin hatine xeniqandin, jinek bi satûrê hatiye kuştin, jinek ji şaneşînê hatiye avêtin û hatiye kuştin.
Ji sedî 71ê jinên hatîn kuştin partnerê wan an jî partnerê wan ê berê ew kuştine.
Mêrên bi zewaca fermî zewicîn yên 12 jinan ew kuştine, mêrê jinekê ku bi zewaca dînî zewiciye ew kuştiye, destgirtiyên heft jinan ew kuştine, hevalê jinekê ew kuştiye, xizmê mêrê jinekê ew kuştiye. Mêrekê ne nasê jinekê yê wek mûşterî çûye nik jinekê ew kuştiye, di du nûçeyan de nehatiye diyarkirin têkiliya qatilan bi jinan re çi bûye.
Sê cinayet li nava civakê li pêşberî xelkê hatiye kirin.
Pênc qatilên jinan piştî ku jin kuştîn xwe kuştine, sê mêran jî hewil dane xwe bikujin.
Yek ji qatilên jinan polîsek bûye.
Bajarên jin lê hatine kuştin: Edene (3), Aksaray (1), Amasya (1), Enqere (1), Antalya (1), Balıkesir (1), Batman (1), Bolu (1), Burdur (1), Bursa (2), amed (1), Eskişehir (1), Hatay (1), Stenbol (3), İzmir (2), Kayseri (1), Kocaeli (1), Manisa (1), Muğla (1), Sivas (1), Tekirdağ (1), Urfa (1), Uşak (1), Zonguldak (2).
Tecawiz
Li gor nûçeyan di meha Kanûna Pçşiyê de tecawiz li 15 jinan hatiye kirin. Ji sedî 40ê jinên tecawiz lê hatiye kirin ne welatiyên Tirkiyeyê bûne. Yek ji jinên tecawiz lê hatî kirin karkera seksê bûye.
Ji sedî 93yê mêrên tecawiz li jinan kirîn ne nasên wan bûne.
Destgirtiyê jinekê, şifêrekê mînîbûsan, mêrekê mûşterîyê kargeha jinekê tecawiz lê kiriye. 13 mêrên ne nasên 13 jinan tecawiz li wan kiriye.
Ji ber sûcên cinsî qeyda du tecawizkaran hebûye û dîsa tecawiz kiriye.
Ji 13 tecawizkaran bi tenê çar tecawizkar hatine girtin. Karsazekî tecawiz li destgirtiya xwe kiriye ew hatiye girtin û paşê hatiye berdan. Mêrekê tecawiz li jineka karkera seksê kiriye, ew hatiye girtin û bi kontrola edlî hatiye berdan. Di nûçeyan de li ser pêvajoya hiqûqî ya wan mêrên dî agahî nehatine nivîsîn.
Taciz
Li gor nûçeyan di meha Kanûna Pêşiyê de 25 bûyerên taciza jinan çêbûne.
Ji sedî 12ê bûyerên tacizê li wesayitên veguhestina civakî pêk hatine.
Ji sedî 72yê mêrên taciz kirîn ne nasên jinan bûne.
Serkarê jinekê, hevkarên çar jinan, mûşterîyê kargeha jinekê, temîrkarekê çûyî mala jinekê û kesên ne nasên 72 jinan tecawiz li wan kiriye.
Ji sedî 23yê tecawizkaran ji beriya hingê jî bi sûcên taciza li zarokên keç, êrîşa cinsî û kuştina mirovan qeyda sûcdariyê hebûye.
Ji 22 failan pênc hatine girtin. Ji ber ku pêvajoya hiqûqî nehatiye dest pê kirin çar jinan tacizkar li medyaya civakî îfşa kirine.
Bajarên bûyerên tacizê lê çêbûne: Enqere (1), Antalya (2), Aydın (4), Denizli (1), Amed (1), Edirne (1), Erzurum (1), Eskişehir (1), Stenbol (6), Izmîr (1), Manisa (1), Sakarya (1), Rûha (1), Zonguldak (1).
Îstismara zarokan
Di meha Kanûna Pêşiyê de, îstismara cinsî li 33 zarokên keç hatiye kirin. Yek ji zarokên keç ên destdirêjî lê hatiye kirin ducanî bûye lê ji ber ku yasa piştî 20 hefteyên ducaniyê destûrê nade nekarîbû kurtajê bike.
Ji sedî 42yê zarokên keç ên destdirêjî li wan hatiye kirin li dibistan, derdora dibistanê û li nava serwîsa dibistanê destdirêjî lê hatiye kirin. Ji sedî 36ê zarokên keç ji hêla dersdar û xebatkarên dibistanê hatine îstismarkirin.
4 bûyerên îstîsmariyê di encama hewldana dersderên rêberiyê de derketiye holê.
Birayê zarokeka keç destdirêjî li wê kiriye. Xizmên du keçan destdirêjî li wê kiriye. Destgirtiyê dayika keçekê destdirêjî lê kiriye.antrenora keçekê, bavê keçekê, birayê keçekê, cîranên du keçan, bavê manewî yê keçekê destdirêjî li wan kirine. Ajokarê mînîbusekê destdirêjî li keçekê kiriye. 6 keç rastî destdirêjiya teknîkerê li dibistanê, 6 keç rastî destdirêjiya dersdêrekî, keçek rastî destdirêjiya ajokarê serwîsê, keçek rastî destdirêjiya wî kesî hatiye ku li ser medyaya civakî hev naskirine. Çar zarokên keç jî hêla mêrên nenas ve rastî destdirêjiyê hatine. Medyayê derbarê têkiliya di navbera 4 kesên ku îstîsmar kirine û zarokan de agahî nedane.
Ji 25 failan 20 kes hatine girtin. Mêrekî ku di dema derketina ji dibistanê de xwestiye zarokeke keç bi darê zorê bixe wesayita xwe digel qeyda wî ya ji 8 sûcên cuda hebûye jî serbest maye. Medyayê pêvajoya hiqûqî ya derbarê failên din de belav nekiriye.
Bûyerên îstismara zarokan li van bajaran qewimîne:
Aydın (2), Bolu (1), Denizli (3), Diyarbakır (1), Isparta (2), İstanbul (8), Kırşehir (2), Lüleburgaz (1), Manisa (2), Mersin (1), Muğla (1), Niğde (1), Samsun (1), Sivas (1), Trabzon (1), Urfa (1), Zonguldak (2).
Tûndkarî
Mêran ya kêm 45 jin birîndar kirine.
Ji sedî 27ê jinên tûndkarî lê hatiye kirin bi dijwarî birîndar bûne. Mêrên berê yên du jinan tûndkarî li wan kiriye, wan wek miriyan kiriye û bi wê yekê karine ji mêrên xwe xelas bibin.
Ji sedî 26ê bûyerên tûndkariyê li cihên civakî yên wek kargeh, kolan, kafe û caddeyan pêk hatiye. Biryara jêdûrkirinê ji bo du mêran hatiye dayin jî dîsa wan tûndkarî li wan jinan kiriye ku biryar hatiye dayin divê ji wan dûr bin.
Ji sedî 15,5ê jinên tûndkarî lê hatîn kirin ji ber ku xwetine ji partnerên xwe cida bibin an jî daxwaza wan a lihevhatinê qebûl nekiriye tûndkarî li wan hatiye kirin.
Mêrek bi destûrê ji girtîgehê derketiye, îşkence li jinekê kiriye û gotiye “ez ê li Mêrsînê bi te bûyera duyem a Ozgecanê pêk bînim.”
Ji sedî 64ê wan jinên tûndkarî li wan hatiye kirin, partnerên wan ên berê tûndkarî li wan kiriye.
Bavê sê jinan, mêrê berê yê çar jinan, destgirtiyê berê yê jinekê, serkarê jinekê, mêrê 21 jinan, kurê jinekê, mêrekê teklîfa hevalînîyê dayî jinekê, destgirtiyên du jinan, mêrên nenasên pênc jinan tûndkarî li wan kiriye.
23 jin hatine hingavtin, bi cismekê çar jin hatine hingavtin. Çar jin bi kêran, çar jin bi demanceyan, jinek bi tifekan, jinek jî bi maddeyên kîmyewî hatine birîndarkirin.
Mêrekê bi wesayita xwe hewil da bi ser jinekê re biçe, îşkence li jinekê hat kirin, jinek dema di wesayita xwe de bû mêrekê hewil daye wesayitê bişewitîne. jinek wek rehîn hat girtin.
Bajarên lê tûndkarî li jinan hatiye kirin: Edene (6), Aksaray (3), Enqere (4), Antalya (3), Dîlok (1), Bursa (1), Stenbol (7), İzmir (1), Karaman (1), Kayseri (1), Kocaeli (3), Konya (2), Mêrsîn (2), Muğla (1), Sakarya (3), Samsun (2), Tekirdağ (1), Urfa (3)
(ÇT/FD/MB)