Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Kanûna Pêşiyê de bi kêmanî 30 jin û zarokek kuştin.
Saziyên çapemeniyê di meha Kanûna Pêşiyê de ji bo mirinên 19 jinan û zarokekî/ê gotine “mirinên bigûman”.
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatin
Aksaray (1), Antalya (1) Balikesîr (1), Êlih (1), Bûrsa (1), Çorûm (1), Denîzlî (1), Edîrne (1), Stenbol (3), Kayserî (1), Manîsa (1), Mûgla (1), Samsûn (3), Trabzon (2), Wan (1).
Mêran tundkarî bi kêmanî li 38 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li pênc zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî pênc jin tacîz kirine. Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de tecawiz bi kêmanî li jinekê kiriye.
Mêran di Kanûna Pêşiyê ya 2023yan de, 35 jin neçarî karkeriya sekse kirin. Mêran bi kêmanî gefa kuştinê li neh jinan xwarin.
Saziyên çapemeniyê ji bo mirinên du jinan ên li Amed û Mêrdînê, gotiye “kuştinên failên wan nehatine diyarkirin”.
Tundkariya mêran a di sala 2023, 2022 û 2021yê de
Di 2023ê de mêran, 333 jin kuştine, tacîz li 355 jinan kiriye, 123 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 745 jinan kiriye, tecawiz li 18 jinan kiriye. Bi kêmanî 371 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 270 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 28 zarok kuştine.
Di 2022ê de mêran, 327 jin kuştine, tacîz li 156 jinan kiriye, 238 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 793 jinan kiriye, tecawiz li 32 jinan kiriye. Bi kêmanî 442 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di sala 2022yê de, çapemeniyê ji bo mirina 198 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di vê salê de bi kêmanî 39 zarok kuştine.
Di 2021ê de mêran, 324 jin kuştine, tacîz li 424 jinan kiriye, 208 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 772 jinan kiriye, tecawiz li 96 jinan kiriye. Bi kêmanî 793 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di sala 2021ê de, çapemeniyê ji bo mirina 213 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 34 zarok kuştine.
Di 2020an de mêran, bi kêmanî 284 jin kuştine, tacîz li 147 jinan kiriye, îstîsmar li 265 zarokan kiriye, tecawiz li 96 jinan kiriye. Mêran bi kêmanî 818 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Tundkarî bi kêmanî li 792 jinan kiriye.
Kuştin
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de bi kêmanî 30 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 19 bû.
Mêran her weha bi kêmanî ji mêrên li ba jinan bûn kuştin.
Jineke ku mêran ew kuştine, ji Qazaxistanê hatibû.
Mêran digel biryara parastinê, neh jin kuştin.
Jinên ku mêran ew di Kanûna Pêşiyê de kuştin
Ayşe Gezer, Ayşe Oruç, Burcu A., Cemile Ş., Çiğdem G., Damira Kozhogulova, Derya D., Dudu U., Dünya Ö., Emine T., Fadime Korkusuz, Fazile Ç., Filiz Çankırıoğlu, Gözde K., Gözdenur D., Gurbet Ayaz, Gülbeyaz S., Gülgün Aytekin, H.A., Havva Ş., Hediye K., İrem Sağlam, M.A., Mediha S., Nursena Kozan, Sibel K., Sultan B., Tülin T., Yasemin Yolcuoğlu, Zehra B.
Bajarên ku mêran ew kuştin
Edene (1), Afyon (3), Enqere (5), Antalya (1), Aydin (1), Baybûrt (1), Bûrsa (1), Îzmîr (5), Kocaelî (1), Konya (2), Manîsa (1), Mêrsîn (2), Osmaniye (1), Tekîrdag (1), Trabzon (1), Riha (1), Wan (1), Zongûldak (1).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” hef jin, ji ber “hesûdiyê” du jin kuştin. Ji ber “xwestiye tapoya eraseyê bistîne” jinek, ji ber “xwestiye keça xwe biparêze” jî jinek kuşt. Çapemeniyê “mehneya” kuştina 19 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 18 jin, bavan, neviyan an jî endamên malbatê şeş jin, zavayan sê jin kuştin. Her weha hevalên sê jinan ew kuştin.
Mêran neh jin li kolan, daristan ango qadên civakî, 21 jin jî li nava malan kuştin.
Mêran 21 jin bi çekên gulebar, şeş jin jî bi kêr û yên weke wê kuştin. Mêran jinek fetisandin û yek jî li malê şewitandin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka Mêran jinek çawa kuşt.
Pêvajoya hiqûqî
25 faîl hebûn ku jin kuştin. Bi tenê 10 faîl hatin girtin. Heft faîlan xwe kuştin. Çapemeniyê ji bo du faîlan gotiye "reviyane". Bi kêmanî pênc faîl hatin desteserkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya du faîlan nenivîsîye.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de zarokek kuşt. Par di mehan mehê de ev hejmar sê bû. Zarok ji Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê kiribû. Zarok karker bû û xwediyê kar ew kuşt.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Semsûr (1).
Zarokê ku mêran ew kuştiye
Abdûllah El Hamûd
Hukuki Süreç
Faîlê ku zarok kuştiye, hat girtin.
Tacîz
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de bi kêmanî pênc jin tacîz kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 16 bû.
Du tacîz bi rêk û pêk bûn. Mêran bi kêmanî çar jin bi devkî û laşî, jinek jî bi rêyên dijîtal tacîk kirin. Mêran jin li kolanan, li caddeyan ango li derveyî malan tacîz kirin.
Hevalên bi kêmanî du jinan ew tacîz kirin. Paleyekî du jin, ajokarekî jî jinek tacîz kir.
Bajarên ku mêran lê jin tacîz kirin
Denîzlî (2), Stenbol (1), Kutahya (1), Samsûn (1).
Pêvajoya hiqûqî
Çar mêrên faîl hebûn ku tacîz li jinan kir. Du faîl hatin girtin. Cezayê zindanîkirina li malê dan faîlekî Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlekî nenivîsiye.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de zarokek kuştiye. Par di heman mehê de ev hejmar sê bû. Zarokê ku mêran ew kuştiye ji Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê bûbû.
Xwediyê kar ew zarokê karker kuştiye.
Mêran li van bajaran zarok kuştine
Semsûr(1)
Navên zarokên ku di Kanûna Pêşiyê de mêran ew kuştine
Abdullah El Hamûd
Pêvajoya hiqûqî
Faîl hat girtin.
Tacîz
Mêran di meha Kanûna Pêşiya 2023an de herî kêm tacîz li 5 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 16 bû.
Sê bûyerên tacîzê sistematik bûye.
Mêran du jin bi devkî û bi rêyên fîzîkî tacîz kirine. Jinekê jî li qada dijîtal tacîz kiriye.
Mêran jin li qadên weke kolan, şeqam û markêtê tacîz kirine.
Herî kêm du jin hevalên wan ew tacîz kirine, du jin karkerekî çandiniyê û jinekê jî seyaq ew tacîz kiriye.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Denizli (2), İstanbul (1), Kütahya (1), Samsun (1).
Pêvajoya hiqûqî
Çar faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Tenê du faîl hatin girtin. Faîlek bi zindanîkirina li malê hat cezakirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsiye.
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de îstîsmar bi kêmanî li 5 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 29 bû.
Mêran zarok li qadên derveyî malê îstismar kirine.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine
Bursa (1), İstanbul (1), Konya (1), Tokat (2).
Pêvajoya hiqûqî
Deh faîl hebûn ku zarok îstîsmar kirine. 9 faîl hatin girtin. Derbarê faîlek de lêpirsîn hat destpêkirin.
Êrîşa zayendî / Tecawiz
Di meha Çiriya Pêşiyê de mêran tecawiz li jinekê kir. Par di heman mehê de ev hejmar şeş bû. Jinekê hevalê wê tecawiz lê kiriye. Mêran li nava malê tecawiz li wê jinê kiriye.
Bajarên ku mêran lê tecawiz li jinan kir
Stenbol (1)
Pêvajoya hiqûqî
Faîlek hebû ku tecawiz li jinan kiriye. Faîl hat girtin.
Tundkarî / Birîndarkirin
Di meha Kanûna Pêşiyê de mêran 38 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 65 bû. Çar jin bi giranî birîndar bûne û ew birine nexweşxaneyan. Digel ku biryara parastinê hebû jî mêran bi kêmanî 7 jin brîndar kirin.
Bajarên ku mêran tundkarî li jinan kir
Aksaray (1), Enqere (2), Dîlok (1), Çanakkale (1), Edirne (14), Hatay (1), Stenbol (12), İzmir (1), Kırklareli (1), Kocaeli (2), Sakarya (1), Samsun (1).
Hevjîn an jî destgirtiyên bi kêmanî 29 jinan ew birîndar kir. Jinekê zavayê wê, çar jin kurê wan, du jin seyaq û du jin jî hevalê wan ew birîndar kirine.
Mêran çar jin ji ber “hesûdiyê, bi kêmanî 20 jin ji ber nexwestiye li hev bê an jî xwestiye veqete kuştin. Çapemeniyê “hêceta” birîndarkirina 14 jinan nevivîsiye.
Mêran derb li 31 jinan xistine, sê jin bi kêr û tiştên weke wê, sê jin jî bi çekên guleber birîndar kirine. Mêran jinekê bi maddeya şotemeniyê şewitandiye.
Mêran 23 jin di nava malan de, 11 jin li kolan, park, nexweşxane ango li cihên cemawerî birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran çar jin li ku birîndar kiriye.
Pêvajoya hiqûqî
Bi kêmanî 38 faîl hebûn ku jin birîndar kirin. Ji wan tu kes nehat girtin. Çapemeniyê ji bo rewşa hiqûqê ya sê faîlan gotiye, “revîne” û ji bo ya 14 faîlan jî gotiye, lêpirsîn hatiye destpêkirin. Faîlek serbest bû. Şeş faîl hatin desteserkirin. Du faîlan xwe kuştine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 12 faîlan nenivisiye.
Karkeriya sekse ya mecbûrî
Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de bi darê zorê karkeriya sekse bi 35 jinan dane kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 56 bû. Ji wan 14 jin welatiyên Tirkiyeyê nebûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya sekse hatin kirin
Antalya (6), Bursa (5), Denizli (5), Kütahya (13), Mersin (4), Rize (2)
Pêvajoya hiqûqî
30 Faîl hebûn ku jin neçarî karkeriya sekse kir. Ji wan 19 faîl hatin girtin û 11 faîl jî serbest bûn.
(EMK/AY-FD)