Infografik: Yagmur Karagoz / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Pêşiyê ya 2020an de herî kêm 24 jin kuştine û tecawiz li 4 jinan kiriye.
Medyayê mirina herî hindik 16 jinan ( Antalya -4-, Enqere -1-, Bûrsa -1-, Bolû -1-, Riha -1-, Karaman -1-, Wan -1-, Kocaelî -1-, Mereş -1-, Meletî -1-, Mersîn -1-, Kastamonû -1-, Sakarya -1-) wekî “mirinên gumanbar” destnîşan kiriye.
Li Edîrne û Antalyayê 2 mêran jinên xwe bi kuştinê tehdit kirine.
Tûndkarîya mêran a di salên 2019-2010ê de
Mêran di sala 2019ê de herî kêm 328 jin û 15 zarok kuştine, tecawiz li 51 jinan kirine, 712 jin mecbûr kirine ku karê seksê bikin, taciz li 232 jinan kiriye, îstismara cinsî li 279 zarokan kiriye. Mêran di 12 mehên sala 2019ê de, tûndkarî li 630 jinan kiriye. Medyayê mirina 134 zarokan bi gotina “mirinên gumanbar” nivîsandiye.
Mêran di sala 2020ê de herî kêm 284 jin kuştine, tecawiz li 96 jinan kirine, 818 jin mecbûr kirine ku karê seksê bikin, taciz li 147 jinan kiriye, îstismara cinsî li 265 zarokan kiriye. Mêran di 12 mehên sala 2020ê de, tûndkarî li 792 jinan kiriye.
Kuştin
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Pêşiyê ya 2020an de herî kêm 24 jin kuştine. Mêran di heman meha sala borî de 23 jin kuştine. Ji jinên ku meran kuştine yek jê hemwelatiyê Tirkmenistanê bûye.
Du mêr ji girtîgehê bi destûr derdikevin û 2 jinan dukijin.
Jinên di meha Kanûnê Pêşiyê de hatine kuştin
Aylin Sozeri, Betul A., Bûrçin A., Canan Çeviren, Cansû A., Çîgdem K., Ece Ç., Esma Nûr K., Fulya Ozturk, Gulçin Karabiyik, Hanim K. , Karina Demchenko, Rasime G., Rayhan Soltanov, Refiye S., SafiyeY. , Seher Ç. Selda T., Selma Taşkomur, Selvan A., Tuba Ateş, Vesîle D., Yasemin Aydin, Yazgul S.
Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine
Enqere (2), Antalya (1), Dîlok (1), Balikesir (1), Bûrsa (1), Erzîrom (3), Idir (1), Stenbol (4), İzmir (3), Konya (3), Meletî (1), Manisa (1), Mersin (1), Mûgla (1).
Çapemeniyê “hinceta” kuştina 25 jinan ya meran nenivîsandiye. Meran 3 jin ji ber ku xwestine cihê bibin kuştine û 4 jin bi hinceta “hesûdiyê” kuştine.
Di meha Kanûna Pêşiyê ya 2020ê de, mêr, hevjîn/hevjînê berê 11 jin kuştine.6 jin ji aliye hezkirî/destgirtiyê bere ve hatine kuştin.5 jin ji aliye bav û endamên malbatê yên wek kur ve hatine kuştin. Dizekî ku ketiye malê jinek kuştiye. Di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin ku mêrek jinek kuştiye nas e an ne nas e.
Mêran 13 jin li nava malan, çar jin li cihên weke otel, cîhê kar, kuçe û kolanan kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye ku bê ka mêran heft jin li ku kuştine.
Mêran 13 jin bi çekên gulexwar, heşt jin bi alavên weke kêr, balte û birrekê kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka meran sê jin çawa kuştine.
Pêvajoya hiqûqî
22 failên kuştina jinan hebûn. Tenê 13 ji wan hatiye girtin. 7 fail hatine desteserkirin.
2 faîlan xwe kuştine.
Kuştina zarokan
Mêran di Kanûna Pêşiyê ya 2020an de herî hindik 6 zarok kuştine. Li Çanakkale, Dîlok û Stenbolê çapemeniyê kuştina sê zarokan weke “bi guman”nivîsandiye.
Navê zarokên ku mêran ew kuştine
Hatîce A., Mucahît A.
Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine
Baybûrt (2)
Pêvajoya hiqûqî
Faîlek mêr hebû û xwe kuştiye.
Tecawiz
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Pêşiyê ya 2020an de herî kêm tecawiz li çar jinan kiye. Par di heman mehê de ev jimar pênc bûye.
Yek ji jinên tecawiz lê hatiye kirin ji hişê xwe ve xwediya pêwîstiyên taybet bûye.
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka kê tecawiz li jinekî kiriye. Jinek ji aliye hevalê xwe yê kar, yek ji aliye doktor û yek jî ji aliye rêvebirê xwe ve hatiye tecawizkirin.
Mêran li nava malan tecawiz li du jinan û li kargeh, nexweşxane ango li cih û qadên derve tecawiz li du jinên din kirine.
Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye
Stenbol (2), Mersîn (1), Trabzon (1)
Pêvajoya hiqûqî
4 fail hebûn ku tecawiz li jinan kirine. Tu faîlek nehatine girtin. Derbarê du faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Derbarê du faîlan de jî doz hatiye vekirin.
Tacîz
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de de herî kêm tacîz li 11 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hijmar 28 bû.
Herî hindik çar jinan mêrên tacîz li wan kirîye nas nedikirin. Endam û rêvebirên partiya siyasî(CHP) tacîz li heft jinan kirine. Nivîskarek mêr tacîz li jinekî kiriye.
Mêran bi devkî an jî bi laşî tacîz 11 jinan kirine.
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka meran li ku tacîz li şeş jinan kirine. Mêran li qadên civakî yên weke kolan û keştiyê tacîz li 5 jinan kirine.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Antalya (1), Bûrsa (1), Stenbol(6), İzmir (1), Konya (1), Mûgla (1).
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 10 fail hebûn ku jin taciz kirine. Tu faîlek nehatiye girtin. Failek hatiye desteserkirin. Herî kêm derbarê sê faîlan de lêpirsîn hatiye amadekirin. Derbarê faîlek de doz hatiye vekirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya pênc faîlan nenivîsandiye.
Istismara zarokan
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê ya 2020an de herî hindik istismar li heşt zarokan kirine ku zarokên kur jî di nava wan de bûn. Par di heman mahê de ev hejmar 32 bû.
4 zarokên ku istismar li wan hatine kirin, mêrên istismar kirine nas nedikirin. Xizmekî istismar li zarokekê/î, rêveberê partiya siyasî (CHP) istismar li zarokekî/ê kiriye. Her weha zarokeke ku di temenê biçûk de zewicandiye, hevjînê wê istismar lê kiriye.
Çapemeniyê cihê ku mêran istismar li heşt zarokan kirine nenivîsandiye.
Bajarên ku mêran istismar li zarokan kirine
|
Pêvajoya hiqûqî
Heşt fail hebûn ku istismar li zarokan kirine. Bi tenê çar ji wan girtine. Du fail desteser kirine. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya du failan nenivîsandiye.
Tundkarî / Birîndarkirin
Di meha Kanûn Pêşiyê de, mêran herî kêm tûndkarî li 61 jinan kiriye. Di heman meha sala borî de ev hejmar 74 bû.
Heft jinên ku mêran tundkarî li wan kirine, bi giranî birîndar bûne û ew birine nexweşxaneyan. Mêran bi rêkûpêk tundkarî li çar jinan dikir. Du jinên ku mêran tundkarî lê dikir ozbek, yek sûrî yek jî rûs bû.
Mêran tundkarî li sê jinên trans kirine.
Bajarên ku mêran lê tûndkarî li jinan kiriye
|
Mêr/mêrên kevn ên 34 jinan, destgirtî/desgirtiyên kevn ên pênc jinan tundkarî li wan kirine. 11 jinan 13 mêrên ku tundkarî li wan kirine, nas nedikirin. Mêr, kur û kesên din ên malbatê tundkarî li heşt jinan, hosteyekî tundkarî li jinekê, xizmê nexweşî/ê tundkarî li jinekê kiriye. Rêveberekî tundkarî li jinekê kiriye. Nivîskarekî tundkariya dijital li jinekê kiriye.
Çapemeniyê sedema tundkariya ku mêran li 49 jinan kiriye nenivîsandiye. Mêran bi sedema “koronayê” tundkarî li dua jinan kirine. Mêran “bi şaşî” tundkarî li jinekê kirine, her weha bi sedema “hesûdiyê” tundkarî li sê jinan kirine. Mêran ji ber ku “nexwestine li hev werin” û “daxwaza wan qebûl nekirine” tundkarî li şeş jinan kirine.
Mêran derb li 44 jinan xistiye û ew birîndar kirine. Herî hindik 12 jin bi kêran, sê jin jî bi çekên guleber birîndar kirine. Mêran jinek agir bera ser jinekê dane û ew birîndar kirine. Her weha tundkariya dijital li jinekê kirine.
Mêran li nava malan tundkarî li 23 jinan, li kolan, nexweşxane, bazar, edliye ango li qadên civakî tundkarî li 16 jinan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tundkarî li 21 jinan kirine.
Pêvajoya hiqûqî
72 fail hebûn ku tundkarî li jinan kirine. 32 fail hatine desteserkirin.
Lêpirsînname ji bo 14 failan amade kirine. Çapemeniyê ji bo rewşa hiqûqî ya sê failan gotiye “reviyaye”, ji bo yekî jî nivîsandiye ku “xwekuştiye”. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 17 failan nenivîsandiye.
Karkerîya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de herî kêm bi 43 jinan karkeriya seksê daye kirin. Par di heman demê de ev jimar 161 bûye. 35 jinên ku karkeriya seksê ya mecbûrî li wan hatiye kirin, ne welatiyên Tirkiyeyê bûne.
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 27 fail hebûn ku karkeriya seksê ya mecbûrî bi jinan kirine. Tenê 23 fail hatine girtin. Sê fail hatine desteserkirin. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya sê failan nenivîsandiye.
Bûyerên tundkariyê yên di salên borî de pêk hatine lê nû aşkere bûne
* Zêdetirî 10 jinan aşkere kirin ku nivîskar H.A.T. yî ew û hin jinên din tacîz kiriye.
* Gelek jinan li ser medyaya civakî aşkere kirin ku I.Ç. nivîskar û xwediyê weşanxaneyê ew tacîz kirine. Hin jinan diyar kirine ku di dema tacîzkirinê de ew zarok bûne û mêrî ew istismar kiriye. Mêrê navborî piştî van daxuyaniyan, li xwe mikur hat û xwe kuşt.
* Çar jinan li ser medyaya civakî aşkere kirin ku derhêner B.D.yî ew tacîz kirine.
* Du jinan li ser medyaya civakî aşkere kirin ku nivîskar K.G.yî ew tacîz kirine.
* Gelek jin û zarokên keç li ser madyaya civakî diyar kirin ku aktivîst M.T.C.yî ew tacîz kirine û mobbîng pêk aniye.
* Z.A. li Stenbolê aşkere kiriye ku U.G.Y. berpirsekî kevn ê şarederiyeke CHPyê tacîza zayendî li wî kiriye. Hatiye îdiakirin ku jinê di sala 2018an de gilî kiriye lê bi şertê dest ji gilîkirinê berde şaredariyê peymana tazminata qidemê bi jinê re girêdaye.
* Li Stenbolê 27 mêran istismara zayendî li zarokeke keç a 15 salî kirine. Piştî bi 2 salan xwişka wê bi bûyerê hisiyye û gilî kiriye. Bûyer bi vî awayî aşkere bûye.
* Li Stenbolê jina bi navê O.H. gotiye ku ew dema endamê CHPyê bûye, dua mêrên li heman partiye wezîfedar ew tacîz kirine. O.H. yê navê her du kesan daye ku navê wan Y.I. û O.A. bûye û alîkarê serokê rêxistina bajêr bûne. Jina navborî diyar kiriye ku mêran beriya niha bi du salan ew tacîz kirine û wê giliyê wan li bal rêveberiya partiyê kiriye lê rêveberiyê ti tişt nekiriye. Beriya bi salekê jî mêrê bi navê Y.I. bi rêya mesajan jin tacîz kiriye lê ti tiştek bi wî jî nehatiye kirin.
* Li Izmîrê jina bi navê A.T. gotiye ku dema wê di Baskê jinan ê CHPyhe de kar dikir mêrekî di partiyê de erkdar êrîşa cinsî li wê kiriye û xwestiye tecawizî wê bike. Jinê gotiye bûyer 7 sal bere pêk hatiye û mêrê bi navê S.B. ji bo êrîşa cinsî bera pê wê daye û çûye mala wê. Îdia kiriye ku rêveberên partiye li ber daxwaza wê ya gilîkirinê derketine û ew asteng kirine.
(EMK/AY/FD)