Infografik: Yagmur Karagoz / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Pêşiyê de herî kêm 23 jin kuştine.
Medyayê mirina 31 jinan (Aydin 2, Nevşehir 1, Denizli 2, Hatay 1, Stenbol 6, Bursa 2, Bartın 1, Edene 1, Meletî 1, Sêrt 1, Îzmîr 1, Çanakkale 1, Wan 3, Ordu 1, Konya 1, Mereş 1, Manisa 1, Çewlig 1, Kutahya 1, Amed 1, Kayseri 1) wekî “mirinên gumanbar” destnîşan kiriye.
Bixwîne - hemû raporên tundkariya mêran ên bianetê
Mêran Stenbolê hewil dane du jinan bikujin. Medyayê nivîsiye ku mêran li Stenbolê hiştiye Eda Ç û li Amedê jî Remziye Y. bixwazin xwe bikujin.
Li Denizliyê, jineke afgan du mêrên ku istismara zayendî lê kirine bi kêran kuştiye. Paşê xwe radestî polîsan kiriye.
Di meha Kanûna Pêşiyê de mêran herî kêm tundkarî li 10 jinan kiriye an jî gefa mirinê li wan xwariye (Stenbol 2, Riha 1, Edirne 1, Amed 1, Trabzon 1, Aydin 1, çapemeniyê navê sê bajaran nenivîsiye). Jinek ji wan trans bûye.
Tûndkarîya mêran a di salên 2018-2019ê de
Mêran di sala 2019ê de herî kêm 328 jin û 15 zarok kuştine, tecawiz li 51 jinan kirine, 712 jin mecbûr kirine ku karê seksê bikin, taciz li 232 jinan kiriye, îstismara cinsî li 279 zarokan kiriye. Mêran di 12 mehên sala 2019ê de, tûndkarî li 630 jinan kiriye.
Medyayê mirina 134 zarokan bi gotina “mirinên gumanbar” nivîsandiye.
Mêran di sala 2018ê de ya kêm 225 jin û pitik jî di nav de 17 zarok kuştine, tecawiz li 61 jinan kirine, 516 jin mecbûr kirine ku karê seksê bikin, taciz li 188 jinan kiriye, îstismara cinsî li 347 zarokan kiriye. Di 11 mehên destpêkê yên 2018ê de mêran jî 380 jin birîndar kirine.
Kuştin
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Pêşiyê de herî kêm 23 jin kuştine. Mêran di heman meha sala borî de 30 jin kuştine.
Yek ji jinên ku hatiye biryara parastinê ji bo wê hatibû standin. Jinek cezayirî bûye. Bi awayekî rêkûpêk tundkarî herî kêm li sê jinan hatiye kirin.
Jinên di meha Çiriya Paşiyê de hatine kuştin
Aslı Ş., Ceren Özdemir, Ceylan O., Deniz Ö., Didem M., Dilek D., Durdu G., Emine D., Emine D., Fatma Ç., Filiz T., Gül E., Güldüren Y., Hatice G. Leyla B., Mazouzi F. , Nazan C., Nazmiye K., Nesibe A., Selin K., Tuğba K., Vusule Y., Zehra E.
Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine
Edene (2), Enqere (3), Balıkesir (3), Bayburt (1), Burdur (1), Stenbol (3), Îzmîr (3), Kastamonu (1), Kocaeli (1), Mersin (2), Ordu (1), Osmaniye (2).
Medyayê nenivîsiye bê ka mêran 15 jin ji ber çi kuştine. Di çapemeniyê de hatiye nivîsandin ku mêran çar jin ji ber “nexwestine li hev bên/xwestine veqetin”, jinek ji ber “hesûdiyê”, jinek bi sedema “xespkirinê” yek bi sedemên “aboriyê”, yek jî bi sedema ku gotiye ez “naecibînim” kuştiye.
Mêr/destgirtiyê berê yên ji sedê 69ê jinan ew kuştine.
Di meha Kanûna Pêşiyê ya 2019ê de, mêr, yar/yarê berê 12 jin kuştine. Kurê sê jinan ew kuştine. Dizekî ku ketiye malê jinek kuştiye. Hevkarê jinekê ew kuştiye. Di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin ku mêrên du jin kuştine nas in an ne nas in.
Mêran neh jin bi çekên gulexwer, heft jin jî bi alavên birrek kuştine. Mêran derb li şeş jinan dane (du jê bi amûrên hişk) û ew kuştine. Mêran jinek bi betaniyeyê xeniqandine û kuştine.
Mêran 13 jin li nava malê, 5 jin li kolan, navenda dermankirinê û erdeke vala ango li cihên civakî kuştine. Cihên ku mêran pênc jin lê kuştine di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Pêvajoya hiqûqî
26 failên kuştina jinan hebûn. Tenê yek ji wan hatiye girtin. 20 fail hatine desteserkirin.
Çapemeniyê ji bo failekî nivîsiye ku “xwe radest kiriye”, ji bo çaran jî gotiye “xwe kuştiye.”
Tundkariya li zarokan
Li Bûrsayê mêrê bi navê I. T. li nava kolanê derb li zaroka keç a bi navê N. D ya 17 salî daye. Dîsa li Bûrsayê mêrê bi navê E. B. derb li zarokeke keç daye. Li Sêrtê jî midurê lîseyekê tundkariya psîkolojîk li xwendekarên keç kiriye.
Li Çewligê zarokeke keç ji şaneşînê ketiye û miriye. Hat îdiakirin ku malbata zarokê xwestiye wê bi tecawizkarê wê re bizewicîne lê ew li dijî vê biryarê derketiye û xwe kuştiye.
Li Qersê mêrekî xwestiye zarokeke keç birevîne.
Pêvajoya hiqûqî
Tenê failek hatiye desteserkirin. Midûrê lîseyê ji kar hatiye dûrxistin. Rewşa du failan di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Tecawiz
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Pêşiyê de herî kêm tecawiz li pênc jinan kiye. Par di heman mehê de ev jimar neh bûye. Yek ji jinên tecawiz lê hatiye kirin ji hişê xwe ve xwediya pêwîstiyên taybet bûye.
Bûyereke tecawizê piştî jina ku tecawiz lê hatiye kirin ducanî bûye, derketiye holê.
Di nûçeyan de nehatiye eşkerekirin ka kê tecawiz li du jinan kiriye. Akademîsyenekî li zanîngehê tewaciz li jinekê kiriye. Xizmê jinekê û mêrê jinekê tecawiz li wan kiriye.
Cihê ku mêran tecawiz li sê jinan kiriye di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin. Mêran li nava malan tecawiz li du jinan kirine.
Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye
Bursa (1), Meletî (1), Samsun (2), Tekirdağ (1).
Pêvajoya hiqûqî
Tenê du fail hatine girtin. Dadgehkirina her du failan bêyî ku bên girtin wê pêk were. Pêvajoya hiqûqî ya failekî di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Taciz
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Pêşiyê de herî kêm taciz li 28 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev jimar 11 bûye. Yek ji jinên ku mêran ew taciz kiriye ji Fasê bûye.
Mêran 17 mêrên taciz li wan kirîn nas nedikirin. Sê rêwîyên di dolmîşê de taciz li sê jinan kiriye. Zabiteyekê taciz li jinekê kiriye. Hosteyek çûye mala jinekê û taciz li wê kiriye. Midûrê dibistanekê taciz li jinekê kiriye. Profesorekî taciz li sê jinan kiriye.
Herî kêm 23 jin bi awayekê fizîkî hatine tacizkirin. Mêran bi nîşandana organê xwe yê cinsî taciz li jinekê kiriye. Mêran bi rêya medyaya civakî jî herî kêm jinek taciz kiriye.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Adana (1), Bartın (2), Bursa (2), Çanakkale (1), Çorum (1), Edirne (1), İstanbul (13), Kocaeli (2), Kütahya (1), Sakarya (1), Samsun (1), Van (1), Zonguldak (1).
Pêvajoya hiqûqî
Bi tenê failek hatiye girtin.
Hefta fail hatine desteserkirin. Du fail bi şertê kontrola edlî serbest hatine berdan. Lêkolîn li ser failekî hatiye destpêkirin. Di nûçeyan de agahîyên li ser pêvajoya hiqûqî ya şeş failan cih negirtiye. Du jin da ku giliya tacizkaran bikin çûne navendeka polîsan li wê derê mêran bi gotinan taciz li wan kiriye.
Istîsmara Zarokan
Di Kanûna Pêşiyê de, mêran herî kêm li 32 zarokên kur îstismara cinsî kiriye. Par di heman demê de ev jimar neh bûye.
Zarokan 15 failên îstismar li wan kirîn nas nedikirin. Şofêrê servîsê îstismar li sê zarokan kiriye. Serkarê du zarokan, midûrê dibistana zarokekî, xebatkarekê şaredarîyekê seydayê qursa
Quranê îstismara cinsî li zarokan kiriye.
Yek ji zarokan ji Sûriyeyê bûye. Di nûçeyan de nehatiye eşkerekirin ka li kû îstismara cinsî li zarokan hatiye kirin.
Bajarên ku mêran istismara zayendî li zarokan kiriye
Adıyaman (1), Ankara (3), Antalya (1), Dîlok (3), Bolu (2), Denizli (1), Diyarbekir (1), Edirne (1), Stenbol (5), İzmit (1), Kocaeli (1), Mersin (4), Ordu (2), Tekirdağ (2), Tokat (2), Zonguldak (2). |
Pêvajoya hiqûqî
7 fail hatine girtin. Şeş fail hatine desteserkirin. Failekî xwe kuştiye. Du fail serbest bûne. Di nûçeyan de agahiyên li ser pêvajoya hiqûqî ya du failan nehatiye ragihandin.
Tûndkarî / birîndarkirin
Di meha Kanûna Pêşiyê de, mêran herî kêm tûndkarî li 74 jinan kiriye. Di heman meha sala borî de ev hejmar 16 bû. Xetereya jiyana çar jinan berdewam dike.
Çar mêrên ku tûndkarî li jinan kiriye. Ji beriya ku tundkarîyê bikin biryara jêdûrxistinê ji bo wan hatibû dayin. Bi awayekê sîstematîk tûndkarî li çar jinan hatiye kirin.
Bajarên ku mêran lê tûndkarî li jinan kiriye
Edene (3), Adapazarı (1), Adıyaman (1), Amasya (1), Ankara (1), Aydın (2), Bilecik (1), Bolu (1), Bursa (2), Amed(1), Edirne (22), Elazığ (2), Eskişehir (4), Hatay (2), Stenbol (10), İzmir (1), Kocaeli (4), Konya (1), Kütahya (4), Manisa (1), Samsun (3), Sivas (1), Trabzon (1), Zonguldak (2),
44 jin ji aliyê mêrê xwe / mêrê berê/, hezkirî / yarê berê û destgirtiyê xwe rastî tundûtûjiyê hatine. Yarê berê yê du jinan, birêvebirekê AKPyê, şofêrê tirimbêleka jinek lê suwar bûyî û serkarê jinekê tûndkarî li wan kiriye.
Pêvajoya hiqûqî
15 fail hatine girtin. 8 fail hatine desteserkirin. Termê failekî hatiye dîtin. Di nûçeyan de agahîyên li ser herî kêm 29 failan nebû.
Karkerîya seksê yê mecbûrî
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de 161 jin mecbûrî karkerîya seksê kirine. Par di heman mehê de ev jimar 47 bûye. 97 jinên karê seksê bi mecbûrî lê hatîn kirin ne hevwelatiyên Tirkiyeyê bûne. Yek ji wan kesên ku karkerîya seksê lê hatiye kirin ji aliyê fêmê ve kêmendam bûye.
Pêvajoya hiqûqî
24 fail hatine girtin, 97 fail jî hatine desteserkirin.
Failek bi kontrola edlî serbest bûye. (EMK/MB/FD)