*Infografik: Yağmur Karagöz/bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Pêşiya 2022an de herî kêm 19 jin û herî kêm 3 zarok kuştine.
Di meha Kanûna Pêşiyê de mirina bi kêmanî 27 jinan di çapemeniyê de weke mirinên “bigûman” hatine nivîsîn. Ew bajar ev in: (Burdur (1), Ordu (1), Mugla (1), Sakarya (1), Amed (1), Bursa (1), Eskişehir (1), Nigde (1), Sînop (1), Dîlok (1), Stenbol (6), Antalya (2), Sakarya (1), Denizli (1), Bilecik (1), Sêwas (1), Sêrt (1), Zonguldak (1),Edene (1), Idir (1), Trabzon (1))
Mêran tundkarî li 65 jinan kiriye, îstîsmar bi kêmanî li 29 zarokên keç û kur kiriye, tacîz bi kêmanî li 16 jinan kiriye. Li gorî daneyên ku di çapemeniyê de hatine weşandin mêran di meha Kanûna Pêşiyê de herî kêm tecawiz li 6 jinan kirine.
Li Enqereyê kuştina jinekê çapemeniyê weke “kuştinên faîlên wan ne diyar” nivîsandiye.
Li Konyayê jinekê neçar maye hevjînê xwe yê ku tecawiz lê kiriye bikuje. Bi vî awayî mafê xwe yê parastina rewa bikaranîye.
2022-2021-2020-2019
Di sala 2022ê de mêran, 327 jin kuştine, tacîz li 156 jinan kiriye, 238 zarok îstîsmar kirine, tecawiz li 32 jinan kiriye. Mêran bi kêmanî 442 jin neçarî karkeriya seksê kirine, tundkarî bi kêmanî li 793 jinan kiriye û ew birîndar kirine. Di heman salê de çapemeniyê ji bo mirina 198 jinan gotiye ku "bigûman e". Mêran di vê salê de bi kêmanî 39 zarok kuştine.
Di sala 2021ê de mêran, herî kêm 324 jin kuştine, tacîz li 424 jinan kiriye, 208 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 793 jinan kiriye, tecawiz li 96 jinan kiriye. Bi kêmanî 772 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di sala 2021ê de, çapemeniyê ji bo mirina 213 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van 12 mehan de bi kêmanî 34 zarok kuştine.
Di sala 2020ê de mêran, herî kêm 284 jin kuştine, tacîz li 147 jinan kiriye, 265 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 792 jinan kiriye, tecawiz li 96 jinan kiriye. Bi kêmanî 818 jin neçarî karkeriya seksê kirine.
Di sala 2019ê de mêran, herî kêm 328 jin kuştine, tacîz li 232 jinan kiriye, 279 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 630 jinan kiriye, tecawiz li 51 jinan kiriye. Bi kêmanî 712 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di sala 2019ê de, çapemeniyê ji bo mirina 134 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van 12 mehan de bi kêmanî 15 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de bi kêmanî 19 jin kuştine; par di heman mehê de ev hejmar 34 bû. Her weha mêran bi kêmanî 2 mêrên ku li cem jinan bûn jî kuştine.
Digel biryara parastinê, meran bi kêmanî çar jin kuştine. Jinekê ji wan welatiya Iraqê, yek jî welatiya Almanyayê bûye.
Navên jinên ku di Kanûna Pêşiyê de mêran ew kuştine
Ayşenur Çolakoğlu, Bahar H., Cansu A., Esmanur B., Evin Ç., G.A., Gisela Uysal, Gülcan A., Hulya Er, İclal Ş., Kıymet B., Mumine Basim M., Mutlu M. , Nuran F., Pelin Ceylan, Selver B., Tuğba Kul, Vasfiye Ç., Zubeyde T.
Mêran li van bajaran jin kuştine
Enqere (1), Antalya (1), Balıkesir (1), Bartın (1), Çorum (1), Denizli (1), Amed (3), Eskişehir (1), Colemêrg (1), Isparta (1), İzmir (3), Kocaeli (1), Manisa (1), Riha (1), Kocaeli (1).
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran bi çi "hêcetan" 10 jin kuştine. Mêran 7 jin ji ber ku xwestine veqetin an jî nexwestine li hev bên, kuştine. Mêran du jin “ji ber hesûdiyê” kuştiye.
Hevjîn, hevjînên berê an jî destgirtî 16 jin kuştine. Sê jin jî bav, bira û kurên wan ew kuştine.
Mêran 10 jin li malan, 8 jin li kargeh, daristan, kolan, nexweşxane û deverên weke wan kuştine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran jinekê li ku kuştiye.
Mêran 11 jin bi çekên guleber kuştine. 5 jî bi kêr û çekên mîna kêrê, jinekê bi fetisandinê û jinekê jî bi elektrîkê kuştine. Çapemeniyê nenivisandiye bê ka mêran jinekê bi çi û çawa kuştine.
Pêvajoya hiqûqî
19 faîl hebûn ku jin kuştine. Bi tenê 8 faîl hatine girtin. 6 faîl hatine desteserkirin. Çapemeniyê ji bo du faîlan nivîsiye ku “xwe kuştine”, ji bo du faîlan nivîsandiye “reviye” her weha pêvajoya hiqûqî ya faîlek jî nenivîsandiye.
Kuştina Zarokan
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de herî kêm 3 zarok kuştine. Ev hejmar di heman meha sala par de jî sê bû. Zarok bi çekên guleber hatine kuştin.
Navên zarokên ku mêran ew kuştine
Melike Arıbaş, Kevser A., Merve A.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Aksaray (1), Konya (2)
Pêvajoya hiqûqî
Du faîlên mêr hebûn ku zarok kuştine. Faîlek hatiye girtin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsandiye.
Êrişa Zayendî / Tecawiz
Di meha Kanûna Pêşiya 2022an de mêran bi kêmanî tecawiz li şeş kiriye. Par heman mehê ev hejmar 7 bû.
Mêran li nava malan tecawiz li jinekê kiriye. Li derveyê malan tecawiz li 5 jinan kiriye.
Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye
Ankara (1), Balıkesir (1), Tekirdağ (4).
Pêvajoya hiqûqî
18 faîl hebûn ku tecawiz li jinan kirine.11 faîl hatine girtin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya sê faîlan weke “reviyaye” nivîsandiye û ya faîlek nenivîsiye. Sê faîl serbest bûne
Tacîz
Mêran di meha Kanûna Pêşiya 2022an de herî kêm tacîz li 16 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hijmar 12 bû.
Mêran 14 jin bi devkî û bi rêyên fîzîkî tacîz kirine. Mêran herî kêm dîmenên du jinan girtine û ew tacîz kirine.
Mêran 16 jin jî li qadên derveyê mal tacîz kirine.
Karmendê zanîngehê pênc jin, karmendê dewletê jinekê û garson jinekê tacîz kiriye.
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrê ku tacîz li neh jinan kirine nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Balıkesir (1), Bursa (2), Idir (5), Stenbol (8)
Pêvajoya hiqûqî
8 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Jê tenê du faîl hatine girtin. Faîlek ji wezîfeyê hatiye dûrxistin. Derbarê faîlek de doz vebûye. Çar faîl jî hatine desteserkirin.
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de îstîsmar bi kêmanî li 29 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 37 bû. Ji zarokên ku mêran îstismar li wan kiriye jê du koçberên Sûriyeyê bûne. Îstismara zarokekê ji ber ku bi zarokî ducanî bûye derketiye holê. Zarokekê jî astengdar bûye ku mêran îstismar lê kiriye.
Mêran li qadên derveyê malê yên weke mala tarîqetê, qursa quranê û dibistanê îstismar li 26 zarokan kirine.
Zarokekê, 3 endamên tarîqetê û rêveberê wê, çar zarok, doktorê wan, zarokekê hevjînê wê ku darê zorê pê re zewicandine, du zarok zirbirayê wan, 5 zarok wezîfedarê apartmanê, zarokekê, xizmê wê û zarokekê jî dersdêrê wê îstismar lê kiriye.
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 10 mêrên ku herî kêm tacîz li 14 zarokan kirine nas in an ne nas in.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine
Ankara (2), Antep (1), Bursa (5), Dersim (1), Diyarbakır (4), Eskişehir (1), İstanbul (7), Kırşehir (1), Konya (1), Mersin (5), Sakarya (1).
Pêvajoya hiqûqî
22 faîl hebûn ku zarok îstîsmar kirine. 14 faîl hatine girtin.Derbarê du faîlan de doz vebûye. Sê faîl hatine desteserkirin. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya du faîlan nenivîsiye. Faîlek ji ber ku delîl kêm bûye hatiye berdan.
Tundkarî/birîndarkirin
Mêran di meha Çiriya Paşiyê de tundkarî li 65 jinan kiriye. Par heman mehê ev hejmar 61 bû.
Bi kêmanî heft jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye, weke nexweşên “giran”, birine nexweşxaneyan. Digel ku “biryara parastinê” hebû, mêran tundkarî bi kêmanî li neh jinan kiriye. Jineke ku mêran tundkarî lê kiriye ji Sûriyeyê bû.
Di meha Kanûna Pêşiyê de mêran bi kêmanî tundkarî li 4 jinên trans kiriye.
Bajarên ku mêran tundkarî li jinan kiriye
Edene (2), Aksaray (1), Enqere (1), Bolû (2), Bûrdûr (1), Bûrsa (1), Denîzlî (2), Edîrne (17), Eskîşehîr (2), Hatay (1), Stenbol (11), Îzmîr (1), Karaman (10), Kocaelî (2), Konya (1), Manîsa (1), Mêrdîn (3), Ordû (2), Trabzon (1), Riha (1), Wan (1), Zongûldak (1).
Hevjîn, destgirtiyê bi kêmanî 40 jinan tundkarî li wan kiriye. Ajokarê texsiyekê tundkarî li jinekê, xizmên wan tundkarî li du jinan kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye ku 2 jinên ku tundkarî li wan bûye û 10 mêrên tundkarî kirine, hev nas dikin an na.
Mêran bi mehneya ku xwestine dev ji hev berdin/li hev neyên tundkarî li neh jinan kiriye. Çapemeniyê “sedema” tundkariya ku mêran li 52 jinan kiriye nenevîsiye. Mêran gotiye “tu serxweş î” û tundkarî li jinekê kiriye, ji ber “daxwaza têkiliya zayendî qebûl nekiriye” tundkarî li jinekê kiriye. Mêran ji ber “hesûdiy” tundkarî li du jinan kiriye.
Mêran derb li 44 jinan dane, 15 jin bi çekên gulebar, pênc jin jî bi kêran û yên weke wan birîndar kirine. Bi wesayîtê pêl li jinekê kirine û ew birîndar kirine.
Mêran li nava malan tundkarî li 47 jinan kiriye, li daristanan, gazîno û kolanan ango li derveyî malan tundkarî li 17 jinan kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye ku bê ka mêran tundkarî li jinekê kiriye.
Pêvajoya hiqûqî
55 mêrên faîl hebûn ku tundkarî li jinan kiriye. 12 faîl hatine desteserkirin, bi tenê Ji bo 55 faîlan karûbarên yasayî/hiqûqî hatine destpêkirin. Çapemeniyê ji bo pênc faîlan hatiye nivîsandine ku “lê digerin”, “reviyaye”. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 13 faîlan nenivîsandiye. Ji bo 16 faîlan pêvajoya fermî dane destpêkirin.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Di meha Kanûna Pêşiyê de mêran bi kêmanî 56 jin neçarî karkeriya seksê kiriye. Di nava wan de zarok jî hebûn. 19 jin welatiyên Tirkiyeyê bûn, 37 jê ne welatiyên Tirkiyeyê bûn.
Pêvajoya hiqûqî
61 faîl hebûn ku karkeriya seksê ya mecbûrî li jinan kiriye. 38 faîl hatine desteserkirin, 23 faîl hatine girtin. (EMK/AY/FD)