Infografik: Yağmur Karagöz/bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Paşiyê ya 2022an de herî kêm 23 jin kuştine û tecawiz li 3 jinan kirine.
Di meha Kanûna Paşiyê ya 2022an de medyayê mirina herî hindik 13 jinan (Edene (1), Semsûr (1), Enqere (1), Antalya (3), Dîlok (2), Aydin (1), Bolû (1), Denizlî (2), Stenbol (2), Îzmîr (2), Kayserî (1), Kirikkale (1), Konya (2), Mereş (1), Mêrdîn (1), Nevşehîr (1), Ordû (3), Rîze (1), Sakarya (2), Samsun (1), Şirnex (2), Trabzon (1), wan (1) wekî “biguman” nivîsandiye.
Li Duzce û Hatayê mêran gefa kuştinê li jinekê xweriye.
Li Rihayê çapemeniyê mirina jinekê weke “kuştina ku faîlê wê diyar nebûye” nivîsandiye. Li Denîzliyê mêran hewl daye jinekê bikuje.
Li Konyayê jinekê mêrê xwe yê ku tûndkariya sîstematîk li wê dikir kuştiye.
Kuştin
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Paşiyê ya 2022an de herî kêm 23 jin kuştine. Di heman meha sala borî de ev hejmar 22 bû. Ji mêrên ku jin kuştinê jê yek wezîfedarê ewlekariya taybet bûye. Her weha mêran mêrekî ku li gel jinan bûye jî kuştine.
Jinên ku di meha Kanuna Paşiyê de hatine kuştin
Aysel Y., Canan I., Dîlan P. , Dîlara Yildiz, Elif T., Emsal E., Esra U., Funda K., Gozde K., Gulbeyaz P., Gunay Ozyildiz*, Hacer Evlice, Hasanpaşa O., Huda Gun, Keziban K., Naima Gun, Nermin Celep, Nurcan K., Omur Erez, Raziye Oskay, Safiye G., Safura G., Zeynep Ş.
*jina trans
Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine
Edene (2), Semsûr (1), Afyon (2), Enqere(1), Antalya (1), Dîlok (2), Balikesîr (1), Bûrsa (1), Denizlî (1), Stenbol (6), Îzmîr (1), Mersîn (1), Ordu (1), Tekirdag (1), Wan (1).
Çapemeniyê “hinceta” kuştina 15 jinan ya mêran nenivîsandiye. Mêran pênc jin ji ber ku xwestine“cihê bibe”, jinekê bi hincite “namus” ê û du jin jî ji ber hesûdiyê .
Mêr, destgirtî û mêrê berê 17 jin kuştine. du jin kurê wan û sê jin jî xizmên wan ew kuştine. Di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin bê ka mêrê ku jinekê kuştiye nas e an ne nas e.
Mêran nîvê jinan di nava malê de kuştiye.
Mêran 15 jin li nava malan, 8 jin jî li cihên weke nexweşxane, park, market, kuçe û kolanan kuştine.
Mêran ji nîvî zêdetirê jinan bi çekên gulexwar kuştine.
Mêran 10 jin bi çekên gulexwar û 10 jin bi alavên weke kêr, balte û birrekê kuştine. her weha 2 jin jî bi fetisandinê kuştine. Çepemeniyê nenivisandiye bê ka mêran jinekê bi çi ango çawa kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 25 faîlên mer hebûne ku jin kuştine. Bitenê 20 mêr hatine girtin.
Faîlek hatiye desteserkirin. 2 faîlan xwekuştine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsandiye.
*Çapemeniyê pêvajoya piştî xwekuştina faîlên mêr nenivîsandiye.
Kuştina zarokan
Di Kanûna Paşiya 2022an de mêran herî hindik sê zarok kuştine. Di heman meha sala par de ev hijmar yek bû. Zarokekê bav û dêya wê, zarokekê dê û xalê wê û zarokekê jî hevalê wê wê dikuje.
Navê zarokên ku mêran ew kuştine
Ayşenur K., Edanur Demir, Gamze S.
Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine
Antalya (1), Dîlok (1), Burdur (1).
Pêvajoya hiqûqî
Sê faîl hebûne ku zarok kuştine. Her sê faîl jî hatine girtin.
Êrişa Zayendî / Tecawiz
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Paşiyê ya 2022an de herî kêm tecawiz li 3 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hejmar 9 bû.
Jinekê dikandar, jinekê doktor û jinekê jî xizmê wê tecawiz lê kiriye
Mêran tecawiz li qadên derve li her sê jinan kirine,
Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye
Aksaray(1), Antalya (1), Uşak (1).
Pêvajoya hiqûqî
3 mêrên fail hebûn ku tecawiz li jinan kirine. Tenê faîlek hatiye girtin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivisandiye.
Tacîz
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de herî kêm tacîz li 8 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 9 bû.
Akademîsyenek tacîz li jinekê, sîyasetmedarek li jinekê û karmendê şaredariyê jî tacîz li jinekê kiriye. Çapemeniyê nenivisandiye bê ka mêrên ku tacîz li pênc jinan kirine nas e an ne nas e.
Mêran di jin bi girtina foto-vîdeo tacîz kirine. Her weha jinekê jî bi mastirbasyonê tacîz kirine.
Mêran bi devkî û laşî tacîz li 5 jinan kirine. Mêran li nava mal jinekê li qadên wek kolan, kargeh û yên derveyê mal 7 jin tacîz kirine.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Antalya (1), Bursa (1), Çanakkale (1), Stenbol (3), Kırıkkale (1), Mûgla (1)
Pêvajoya hiqûqî
8 failên mêr hebûn ku jin taciz kirine. Tenê 2 faîl hatine girtin. Faîlek hatiye desteserkirin, derbarê faîlek de lêpirsîn hatiye destpêkirin,
Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya çar faîlan nenivisandiye.
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de îstîsmar herî hindik li 27 zarokên keç û kur kiriye. Par ev hejmar di heman mehê de 12 bû.
2 zarok piştî ducanî bûye derketiye holê ku hatine îstismarkirin. Zarokên ku mêran îstismar kirine jê yek astengdar bûye.
Sê dersdêran herî kêm îstismar li 3 zarokan kirine. Karmendê kantînê îstismar li 4 zarokan kirine. Zarokekê jî ji aliyê birayê xwe ve hatiye îstismarkirin. Dersdêrê sporê zarokekê îstismar kiriye.
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka kê 22 mêrên herî kêm îstîsmar li 18 zarokan kirine nas e an ne nas e.
Mêran li nava malan îstîsmar li du zarokan, li dibistan, kolan û qadên din ên ji derveyî malan li 9 zarokan kirine. Çapemeniyê nenivisandiye bê ka mêran li kîderê îstismar li 16 zarokan kirin e.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine |
Edene (1), Ankara (2), Stenbol (11), İzmir (5), Kocaeli (1), Mêrdîn (1), Mersin (1), Sakarya (1), Riha (4)
Pêvajoya hiqûqî
28 faîl hebûn ku îstîsmar li zarokan kiriye. Tenê 7 faîl hatine girtin. 5 faîl hatine desteserkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 16 faîlan nenivîsandiye.
Tundkarî/Birîndarkirin
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de tundkarî kêmanî li 57 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hejmar 60 bû.
Şeş jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye, ji ber birîna wan a xedar birine nexweşxaneyan. Mêran “biryara parastinê” binpê kirine û tundkarî kêmanî li heşt jinan kiriye.
Mêran tundkarî li jineke sûriyeyî kiriye, jinek jî kirgizî bû. Mêran bi rêk û pêk îşkence kêmanî li du jinan kiriye.
Bajarên ku mêran tundkarî li jinan kiriye Edene (3), Enqere (2), Aydin (2), Bûrsa (2), Çorûm (1), Amed (1), Edîrne (21), Eskîşehîr (1), Stenbol (13), Îzmîr (1), Kayserî (1), Kirikkale (1), Kîlîs (1), Kocaelî (1), Mûgla (2), Ordû (1), Samsûn (1), Riha (2) |
Destgirtî, hevjîn û xoşevîstî kêmanî tundkarî li 45 jinan kiriye. Dizekî tundkarî li jinekê kiriye. Nexweşên du jinan, birayê jinekê tundkarî li wan kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 8 jinan û mêrên tundkarî li wan kiriye, hev nas dikin ya na.
Mêran bi mahneya “dixwaze veqete, naxwaze li hev bê” tundkarî li pênc jinan, ji ber “hesûdiyê” tundkarî li sê jinan kiriye. Mêran ji bo diziyê pê bide kirin tundkarî li jinekê kiriye, çapemeniyê “mahneya” tundkariya mêran a kêmanî li 48 jinan nenivîsandiye.
Mêran derb li 42 jinan dane û heşt jin bi kêr û yên weke wê, pênc jin jî bi çekên gulebar birîndar kirine. Mêran bombe xistine bin wesayita jinekê, jinek jî ji şaneşînê avêtine.
Mêran li nava wesayitê, kargehê, otobisê, daristanê ango li qadên civakî tundkarî li 40 jinî kiriye û ew birîndar kirine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran li ku jin birîndar kirine.
Pêvajoya hiqûqî Herî hindik 57 faîl hebû ku tundkarî li jinan kiriye, Bi tenê şeş faîl hatine girtin. Neh faîl hatine desteserkirin. Du faîl serbest bûne. Karûbarên yasayî ji bo 20 faîla dane destpêkirin. Kelemçeya elektronîk li lingê faîlekî xistine. Çapemeniyê ji bo kêmanî du faîlan gotiye “baz daye, lê digerin”. Rewşa hiqûqî ya kêmanî 17 faîlan nehatiye nivîsandin. |
Karkeriya Seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de karkeriya seksê ya mecbûrî kêmanî bi 24 jinan dane kirin. Par heman mehê ev hejmar 28 bû. 21 jin ne welatiyên Tirkiyeyê bûn. Di nava wan de zarok jî hebûn.
Pêvajoya hiqûqî 66 faîl hebûn ku bi zorê karkeriya seksê bi jinan dane kirin. 18 faîl hatine desteserkirin, 48 faîl hatine girtin. |
(EMK/AY-FD)
*Fotograf: Evrim Kepenek/bianet