İnfografik û fotograf: Yağmur Karagöz
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Pêşiyê de herî kêm 21 jin kuştine.
Medyayê mirina 14 jinan (Mûgla 2, Sêrtê, Edene, Antalya, Aydin, Meletî, Stenbol 2, Çankiri, Îzmîr, Manîsa, Kocaelî, Bûrsa) wekî “mirinên gumanbar” destnîşan kiriye.
Mêran li Edirne, Denizli, Amed û Îzmîrê hewil dane çar jin xwe bikujin.
Medyayê nivîsiye ku mirina herî kêm du jinan (Kayserî-Stenbol) “kuştinên failên wan nediyar e”. Mêran hewl dane jinek xwe bikuje.
Li Konyayê jina bi navê S. O. di qedemgeha garê de mêrê bi navê S. A. bi guleyan kuştiye. Jinê xwe radestî polîsan kiriye û gotiye ku mêrî tecawiz li wê kiriye.
Li Dêrsimê ji 5ê Kanûna Paşiyê ya 2020an û vir ve Gulistan Doku, xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê winda ye. Xebatên ji bo Doku bê ditin berdewam dikin.
Kuştin
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Pêşiyê de herî kêm 21 jin kuştine. Mêran di heman meha sala borî de 23 jin kuştine.
Mêrê ku du jin kuştine, di heman demê de îşkenceya bi rêk û pêk jî li wan kiriye. Yek ji jinên ku hatiye kuştin, biryara parastinê ji bo wê hatibû standin. Mêrên ku ji girtîgehê derketine du jin kuştine. Mêrekî ku jin kuştiye, cerdevan bûye
Jinên di meha Kanûna Paşiyê de hatine kuştin
Alev E., Aynur E., Büşra Y., Deniz G., Ebru A., Ece A., Emine A., Esma P., Fatma T., Füsun A., Gamze E., Leman E., Melike D., Mesrure G., Seyhan Y., Şehriban Ç., Şerife B., Tuğçe D., Zübeyde D., Zülfiye Y., jineke ku navê wê nehatiye zanîn.
Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine
Edene (1), Agirî (1), Enqere (1), Antalya (2), Aydin (1), Çewlig (1), Çanakkale (1), Amed (1), Îdir (1), Stenbol (4), Îzmîr (2), Kirşehir (1), Kocaeli (1), Kutahya (1), Manisa (1), Mêrdîn (1).
Medyayê nenivîsiye bê ka mêran 15 jin ji ber çi kuştine. Di çapemeniyê de hatiye nivîsandin ku mêran sê jin ji ber “nexwestine li hev bên/xwestine veqetin”, sê jin ji ber “hesûdiyê” kuştine
Mêr/destgirtî/mêrê bi mehra melayî 12 jin kuştine. Mêr/destgirtiyê berê çar jin kuştine. Bav, kur û xizmên din ên çar jinan ew kuştine. Cîranê jinekê ew kuştiye.
Mêran 13 jin bi çekên gulexwer, jin jin jî bi alavên birrek kuştine. Mêran jinek şewitandine û ew kuştine, derb li jinekê dane, yek jî fetisandine û kuştine. Çapemeniyê şêweyê kuştina jinekê nenivîsandiye.
Mêran 10 jin li nava malê, 5 jin li kolan, navenda dermankirinê û erdeke vala ango li cihên civakî kuştine. Cihên ku mêran şeş jin lê kuştine di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Pêvajoya hiqûqî
22 failên kuştina jinan hebûn. Tenê pênc ji wan hatine girtin. Neh fail hatine desteserkirin.
Çapemeniyê ji bo şeş failan nivîsiye ku “xwe kuştiye.”
Bûyerên kuştinê yên di mehên borî de qewimîn û di meha Kanûna Paşiyê de di medyayê de cih girtîn
* Li Konyayê jina bi navê Zehra O. winda bûbû. Failê kuştina wê di 16ê Kanûna Paşiyê de diyar bûye. Midûriyeta Buroya Kuştinan a Konyayê ji nû ve dest bi lêkolîna bûyerê kiriye û derxistiye holê ku jin û pismam/bixaltiyê wê ji hev hez kirine. R. Ç.yî di îfadeya xwe de gotiye, Zehra O.yê xwestiye bi wî re şa bibe lê ji ber ku zewicî bû, wî ev daxwaz nepejirandiye. Ji ber vê jî ew bi kêran kuştiye. R. Ç. hatiye girtin.
* Li Stenbolê laşê jinekê di nava betaniyê de li nava daristanekê hatiye dîtin. Hatiye zanîn ku navê jinê Melahat İ. ya 40 salî ye û bi amûreke hişk li serî dane û ew kuştine. Di encama lêkolîna polîsan de derketiye holê ku kurê wê yê bi navê B. U. (21) dêya xwe kuştiye. Hevalê wî yê bi navê F.S. jî di barkirina wê de alîkariya kurê wê kiriye. Hatiye aşkerekirin ku ji ber ku dêya wî û mêrek li malê bi hev re diman, kurê wê ew di 19ê Kanûna Pêşiyê de kuştine. Laşê dêya xwe 15 rojan li malê hiştiye. B.U. û F.S. hatine girtin.
* Derketiye holê ku zaroka bav û xizmên keç a bi navê A.Ç. (17) ew kuştine ku ji sala 2013an û vir ve winda ye.
Tûndkarîya li zarokan
Li Trabzonê mêrê bi navê Z. F ji ber ku keça wî ya bi navê Y.F. (15) bi destgirtiyê xwe re axiviye, bi qayîşê lê daye. Li Antalyayê mêrê bi navê B.K. (40), keça xwe ya bi navê Ekin K. (12) kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
Z.F.yê ku derb li keça xwe daye hatiye desteserkirin. Di îfadeya xwe de gotiye “min bi refleksên bavtiyê lê daye”. Dozgerî qayîş weke çek qebûl kiriye û îdianame amade kiriye. Di çapemeniyê de derbarê pêvajoya hiqûqî ya bavê ku keça xwe kuştiye tiştek nehatiye nivîsandin.
Tecawiz
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Paşiyê de herî kêm tecawiz li 16 jinan kiye. Par di heman mehê de ev jimar çar bûye. Mêran di heman demê de îşkenceya sîstematîk li wan çar jinan kirine ku tecawiz lê hatine kirin. Yek ji jinên tecawiz lê hatiye kirin ji hişê xwe ve xwediya pêwîstiyên taybet bûye. Piştî ku jinek ducanî bûye, bûyereke tecawizê derketiye holê.
Jinek ji van, sûriyeyî bûye.
Bajarên ku lê mêran tecawiz li jinan kiriye
Edene (1), Antalya (3), Aydin (1), Stenbol (2), Kayseri (2), Kutahya (1), Mersîn (4), Samsun (1), Trabzon (1).
Destgirtî û mêrê bi mehra melayî tecawiz li sê jinan kiriye. Xizmê du jinan tecawiz li wan kiriye. Xwediyê karî tecawiz li jinekê kiriye. Esnafekî tecawiz li jinekê kiriye. Şeş jin jî rastî tecawiza wan mêran hatine ku hev nas nakin. Bavên du jinan tecawiz li wan kiriye.
Mêran li malan tecawiz li deh jinan, li kolanan li du jinan, li dikanan li jinekê, li kargehê li du jinan kirine. Di nûçeyan de nehatiye eşkerekirin ka mêran li kû tecawiz li jinekê kiriye.
Pêvajoya Hiqûqî
Şeş fail hatine girtin. Jinan giliyê çar failan kiriye. Sê fail hatine desteserkirin. Du fail serbest bûne. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya failekî nenivîsandiye.
Bûyerên tecawizê yên di mehên borî de qewimîn û di meha Kanûna Paşiyê de di medyayê de cih girtîn
* Li Mêrdînê A. K. ji 2017a û vir ve tecawiz û tundkarî li İ. Yyê (23) kiriye. İ.Y.yê gotiye ku ji ber tundkariyê zaroka wê ji ber wê çuye û A.K.yî gef li malbata wê xwariye. İ.Y.yê diyar kiriye ku polîsan jê re gotiye, “tu vala vala hatiye, ji gefxwarin û şantajê tiştek dernakeve.” Piştî gilîkirinê A.K. reviyaye ji derveyî Tirkiyeyê.
* Li Stenbolê mêrê bi navê H.P. istismara zayendî biriye ser jinekê. Bûyer di 15ê Kanûna Pêşiyê de qewimiye. Di 3yê Kanûna Paşiyê de çapemeniyê nivîsandiye ku doz li mêrî hatiye vekirin.
* Jina bi navê M. (28) gotiye ku di 13ê Tebaxa 2019ê de ji bo betlaneyê çûye Hataye û li vir du karsazan tecawiz lê kiriye. Di danişîna yekem a dadgehkirinê de parêzerên bersûcan tacîza devkî lê kirine, li ser vê rewşê, jinê mijar li ser hesabên medyaya civakî aşkere kiriye.
Taciz
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Paşiyê de herî kêm taciz li 16 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev jimar heft bûye.
Jinan 15 mêrên taciz li wan kirîye nas nedikirin. Rêveberên herî hindik sê jinan, terapîstên herî kêm jinekê ew taciz kirine.
Herî kêm 12 jin bi devkî/fizîkî hatine tacizkirin. Mêran bi nîşandana organê xwe yê cinsî jinek taciz kirine. Mêran bi rêya medyaya civakî jî herî kêm du jin taciz kirine. Li ser medyaya civakî organên xwe yên cinsî nîşanî jinekê dane û ew taciz kirine.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Adapazarı (1), Antalya (1), Çanakkale (1), Eskişehir (2), Stenbol (8), Kutahya (1), Mugla (1), Zonguldak (1).
Pêvajoya hiqûqî
Sê fail hatine desteserkirin. Du fail hatine girtin. Lêpirsînname ji bo du failan hatiye destpêkirin. Giliyê du failan li gel dozgeriyê hatiye kirin. Pêvajoya hiqûqî ya pênc failan di çapemeniyê de nehatiye aşkerekirin.
Istismara li zarokan
Di Kanûna Paşiyê de, mêran ya kêm taciz li 31 zarokan kirine, hin ji zarokên taciz lê hatîn kirin kur bûne. Sala borî, ev hejmar di heman mehê de 10 bû. Zarokek ji wan ducanî bûye û dewletê tevlî pitika wê ew xistiye bin kontrole.
Zarokan 15 tewanbar nas nedikirin. Dersdarên wan tacîz li 12 zarokan, cîranên wan taciz li du zarokan, xizmên wan taciz li du zarokan kirine.
Mêran li cihên weke dibistan û parkan tacîz li 12 zarokan û li malan tacîz herî kêm li du zarokan kirine. Medyayê cihên istismara cinsî ya li 10 zarokan hatiye kirin nenivîsandiye.
Bajarên ku mêran istismara zayendî li zarokan kiriye
Enqere (2), Antalya (2), Amed (1), Düzce (1), Isparta (1), Stenbol (4), Karaman (1), Kastamonu (1), Kocaeli (1), Mêrdîn (2), Samsun (1), Tokat (2), Riha (6), Uşak (6).
Pêvajoya Hiqûqî
Tenê heft fail hatine girtin. Sê fail serbest bûne. Digel ku dîmenê istismarekê hebûye failek serbest maye. Heft fail hatiye desteserkirin. Lêpirsînname ji bo du failan hatiye destpêkirin. Çapemeniyê ji bo failekî gotiye “baz daye”. Pêvajoya hiqûqî ya du failan di çapemeniyê de nehatiye nivisandin.
Bûyerên istismara zarokan yên di mehên borî de qewimîn û di meha Kanûna Paşiyê de di medyayê de cih girtîn
* Li Stenbolê jina bi navê O.K (19), giliyê bavê xwe H.K. (53) û birayê xwe E.K. (23) kiriye û gotiye ku bi salan e îşenceyê û istismara cinsî li min dikin. Birayê jinikê jî îdia kiriye ku bavê wan birayê wan ê sal û nîvî kuştiye û ew binax kiriye.
* Li Antalyayê zaroka keç a bi navê B.İ. dema bûye 18 salî çûye giliyê bavê xwe li gel polîsan kiriye û gotiye bavê wê H.M.İ. ji 5-6 saliya wê tecawiz li wê dike. Bav hatiye girtin. Zaroka keç gotiye gelek caran wê xwestiye xwe bikuje.
* Li Stenbolê H.B. istismara cinsî li xizma xwe ya bi navê S.B. (15) kiriye. Ji ber vê ceza lê hatiye birîn. Lê cezayê wî ji ber “sekna wî ya baş” daketiye 8 sal û 4 mehan. Piştî sê mehan girtî maye, bi biryarê re hatiye tehliyekirin. Çapemeniyê di 16ê Kanûna Paşiyê de bûyer weşandiye.
* Hatiye îdiakirin ku li Îzmîrê M.M.Yyê (30) li pêşdibistaneke taybet dersdarê ingilîzî ye di sala 2018ê de 10 xwendekar taciz kiriye. Di encama lêpirsînnameya ku Kanûna Paşiyê ya 2019an de hatiye amadekirin de zarokan îfade dane. Zarokê herî biçûk 4 salî yê herî mezin 6 salî bûye. Doz di 5ê Sibatê de dest pê kiriye.
Tûndkarî / birîndarkirin
Di meha Kanûna Paşiyê de, mêran herî kêm tûndkarî li 48 jinan kiriye. Di heman meha sala borî de ev hejmar 27 bû. Xetereya jiyana pênc jinan berdewam dike.
Digel biryara parastin û tedbîra li ser wan, tundkariya li ser du jinan berdewam kiriye. Mêrekî biryara dûrxistina ji jinê binpê kiriye û tundkarî lê kiriye.
Jinek ji ber tundkariyê xistine stargehê. Li sê jinan îşkenceya sîstematîk dihate kirin. Mêrek ji girtîgehê derketiye û tundkarî li jinê kiriye.
Sê jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye ne tirkiyeyî bûne. (Yek jê sûriyeyî bû)
Herî hindik di sê bûyerên tundkariyê de mêran jin xesp kirine. Sê jinan ji ber tundkariya mêran raporên derblêdanê standine. Jineke ku mêran tundkarî lê kiriye, trans bûye.
Bajarên ku mêran lê tûndkarî li jinan kiriye
Edene (1), Semsûr (1), Dîlok (3), Bursa (2), Çorum (1), Edirne (14), Stenbol (12), Îzmîr (1), Karabuk (1), Kırklareli (1), Kocaeli (1), Konya (2), Manisa (1), Sakarya (2), Samsun (3), Trabzon, (1), Wan (1).
Jinan heft mêrên ku tundkarî li wan kiriye nas nedikir, mêr/destgirtiyê 28 jinan, mêr/destgirtiyê kevn ê neh jinan; bav, kur ango xizmên din ên çar jinan, hevalê jinekê tundkarî li wan kiriye. Doktorê kargeha ku ji lê dixebite tundkarî li jinê kiriye.
Çapemeniyê sedema tundkariya ku mêran li 34 jinan kiriye nenivîsandiye.
Herî kêm heşt jin ji ber xwestine veqetin/li hev neyên rastî tundkariya mêran hatine. Bi sedema hesûdîyê tûndkarî li sê jinan hatiye kirin. Mêran bi behaneya ekonomîk tundkarî li du jinan kiriye. Jinek jî ji ber “welayetê” rastî tundkariya mêran hatiye.
Mêran derb li 34 jinan xistiye û ew birîndar kiriye. Pênc jin bi kêran, pênc jin jî bi çekên guleber birîndar kirine. Mêran jinek jî dîl girtine. Şêweyê tundkariya mêran li ser jinekê, di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Pêvajoya hiqûqî
Tenê çar fail hatine girtin. Çapemeniyê ji bo rewşa hiqûqî ya 16 failan gotiye, “jinan giliyê wan kiriye”, “lêpirsînname hatiye destpêkirin”.
Tenê ji bo rewşa failekî hatiye gotin ku “doz lê hatiye vekirin”. Ji bo failekî biryara dûrxistinê hatiye dayîn. Ji bo failekî ti biryareke yasayî/hiqûqî nehatiye kirin.
Çapemeniyê ji bo failekî gotiye “reviyaye”, ji bo du failan jî gotiye “li wan digerin”. Failekî xwe kuştiye. Herî kêm heşt fail hatine desteserkirin.
Bûyerên tundkariyê yên di mehên borî de qewimîne lê Kanûna Paşiyê di medyayê de cih girtin
Li Stenbolê jina trans a bi navê Y.Ç.yê aşkere kiriye ku polîsan şeva 31ê Kanûna Pêşiyê “ji ber nasnameya wê ya trans” ew desteser kirine û li qereqolê ew îşkence kirine.
Karkerîya seksê yê mecbûrî
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de ya kêm li 121 jinan karê seksê daye kirin. Par di heman demê de ev jimar pên bûye. Di meha Kanûna Paşiyê de 82 jinên ku ji bo karê seksê hatine mecbûrkirin ne welatîyên Tirkiyeyê bûne.
Pêvajoya hiqûqî
54 fail hatine desteserkirin. Herî hindik sê fail hatine girtin. (EMK/FD)