Infogram - Fotograf: Yagmur Karagoz
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Îlonê 2020an de herî kêm 20 jin û sê mêrên ku li bal wan bûye kuştine. Mêran di heman mehê de tecawiz li 19 jinan kiriye.
Medyayê mirina herî hindik 20 jinan (Edene (1), Enqere (1), Antalya (1), Dîlok (1), Aydin (1), Êlih (3), Burdur (1), Amed(1), Gumuşhane (1), Stenbol (4), Samsûn (2), Trabzon (1), Wan (1) û Zongûldak (1) wekî “mirinên gumanbar” destnîşan kiriye.
Mêran li Bûrsayê hewl dane ku jinekê bikujin, li Stenbolê mirina jineke ku hemwelatiyê Gurcistanêye û li Edeneyê mirina jineke Sûriyeyî di medyayê de weke “Faîlên wan ne diyar e” hatiye nivîsandin.
2019-2020 Tundkariya Mêran
Di neh mehên ewil yên 2019an de, mêran herî hindik 261 jin kuştine, taciz li 165 jinan kiriye, 184 zarok istismar kirine, tecawiz li 40 jinan kiriye. Li gorî nûçeyên ku hatine weşandin di van neh mehan de mêran tûndkarî li 461 jin kirine û bi darê zorê karê seksê herî hindik li 400 jinan kiriye,
Di neh mehên 2020an de, mêran herî hindik 206 jin kuştine, taciz li 115 jinan kirine, 201 zarok istismar kirine, tecawiz li 72 jinan kiriye. Li gorî zanyariyên ku di çapemeniyê de belav bûne, di her neh mehan de mêran tundkarî li 590 jinan kiriye, heri hindik bi darê zorê karê seksê li 666 jinan kiriye.
Kuştin
Mêran di meha Îlona 2020an de herî kêm 20 jin kuştine. Mêran di heman meha sala borî de 37 jin kuştibûn. Yek jinan Afganî bû.
Li gel biryara “parastinê” jineke û “dûrxistinê” jî du jin hatiye kuştin.
Jinên di meha Îlonê de hatine kuştin
Cemîle Kumuz, Ç^^gdem D., Dondu G., Duygu Çelîk, Ebrû Aksû, Elif Y., H.K., Handan B., Handan D., Havva A., Havva Bakirdal, Mahsume Kanbare, Meltem D., Meryem T., Ozlem G., Rabia Ç., Serap O., Sevilay Kaya, Şukran Aksu, Yagmûr Eker
Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine
Edene (1), Antalya (2), Balikesîr (1), Bîlecik (1), Xarpêt (1), Stenbol(4), Îzmir (2), Kocaelî(1), Mûgla (1), Sêwas (2), Tekirdag (1), Trabzon (1), Ûşak (1) û Zonguldak (1)
Medyayê nenivîsiye bê ka mêran 12 jin ji ber çi kuştine. Di çapemeniyê de hatiye nivîsandin ku mêran sê jin ji ber “xwestine veqetin”, jinek ji ber “hesûdiyê”, yek ji ber “mîrateyê” yek ji ber “ji dayîka xwe re dijûn daye” û du jin jî bi hinceta“dijmintiya erdê” kuştine.
Ji sedî 45ê jinan ji aliyê hevjînê wan ve hatine kuştin
Di meha Îlonê de hevjîn/hevjînê berê 9 jin kuştine. Mêr/Destgirtî çar jin kuştine. Zava jineke kuştiye. Sê mêrên xizmê jinekî ew kuştine. Du jin ji aliyê cîranên xwe ve tên kuştin. Di medyayê de nehatiye nivîsandin mêrê ku sê jin kuştiye çîyê wan jinan in.
Mêran 8 jin ji derveyê mal di cîhên weke daristan, salona kuaforê, kolan û odeyên otêlan de kuştine. 8 jin jî di nava mal de kuştine. Mêran çar jin kuştinê lê di medyayê de nehatiye nivîsandin li kîderê hatiye kuştin.
Mêran piraniya jinan bi çeken gulexwar kuştine
Mêran 13 jin bi çekên gulexwar, şeş jin bi kêrê, balte û alavên birînê yên weke cam û jineke jî bi fetisandinê kuştine.
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 23 failên kuştina jinan hebûn. Bi tenê pênc fail hatine girtin. 9 faîl jî hatine desteserkirin.
Herî kêm heft faîlan xwekuştiye. Pêvajoya hiqûqî ya faîlek di çapemeniyê de weke “lê digerîn” hatiye nivîsandin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek jî nenivîsandiye.
Kuştina zarokan
Mêran di Îlona 2020an de herî kêm çar zarok kuştine. Ji zarokan yek dayîka wî, yek hevjînê wî ku bi darê zorê di temenekî piçûk de hatibû zewicandin û kesên ku du zarok jî kuştine di medyayê de nehatiye nivîsandin ka çiyê wan in. Ji zarokên hatibûn kuştin yek Sûriyeyî bû yek jî Afganî bû.
Li Dîlokê xwestine zarokek birevîne, li Sakaryayê zarokek revandine. Li Balikkesîrê yek, Îzmîr du, Ordû yek û Zongûldak yek herî kêm mirina pênc zarokan çapemeniyê “biguman” nivîsandiye. Li Îzmîrê bavek bûye sedeme xwekuştina zaroka xwe ya keç.
Li Îzmîrê di parkê de bavek zarokek xwe derp kiriye. Li Sakaryayê zarokê 17 salî û “zarokek wî” weke wenda bûne hatiye aşkere kirin.
Navê zarokên ku mêran ew kuştine
Eymen H., Hayat, Z.K., Zeynep S.
Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine
Stenbol (1), Mersîn (1), Samsûn (1), Ûşak (1)
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm pênc faîl hebûn. 2 jê hatine girtin. çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya komek faîlan nenivîsandiye. Rewşa Faîlek jî di çapemeniyê de weke “reviye” hatiye nivîsandin.
Tecawiz
Di meha Îlonê de mêran herî kêm tecawizî 19 jinan kiriye. Par heman mehê mêran tecawiz li sê jinan kiribû.
Destgirtîyê jinekê tecawizî wê kiriye, rêvebirên herêmî tecawizî jinekî kiriye, mêreke xwe weke “mela” daye nasîn û tecawizî jinekî kiriye, akademîsyenek tecawizî jinekî kiriye, jinekî çar mêran tecawiz lê kiriye, refeqatçiyê nexweşek tecawizî jinekî kiriye û xwediyê marketê tecawizî jinekî kiriye. 11 jinan kesên ku tecawiz li wan kirine nasnekirine.
Ji jinên ku tecawiz lê hatine kirin yek hemwelatiyê Rûsyayê, yek İngilistan û yek jî hemwelatiyê Fîl Dîşî sahîliyan bûne. Du jin astengdarên hiş bûne. Mêran bi awayeke sîstematîk tecawizî 2 jinan kirine.
Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye
Dîlok (1), Aydin (1), Bûrsa (1), Erzîrom (1), Eskîşehîr (1), Stenbol (6), Îzmir (1),
Kastamonû (1), Kocaeli (1), Konya (1), Mêrdîn (1), Mersîn (1), Mûgla (2)
Pêvajoya hiqûqî
22 faîlên ku tecawizî jinan kirine hebûn. Tenê çar faîl hatine girtin. Neh faîl hatine desteserkirin. Debarê du faîlan de pêvajoya hiqûqî hatiye destpêkirin. Derbarê du faîlan de ku yek jê polîse çi pêvajoyek qanûnî nehatiye destpêlkirin. Derbarê faîlek de doz hatiye vekirin.
Derbarê faîlek de di çapemeniyê de weke “ serbest maye” û du faîlan de jî “lêpirsîn hatiye destpêkirin” hatiye nivîsandin. Pêvajoya hiqûqî ya faîlek jî di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Tacîz
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Îlonê de herî kêm taciz li 18 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev jimar 13 bû.
Jinan 10 mêrên tacîz li wan kirîye nas nedikirin. Du jin ji aliyê mêrên cîranên xwe ve hatiye tacîzkirin. Jinekê xebatkarekî kargoyê, rêveberên sê jinan, xebatkarekî sendîkayê, dersdarê sporê tacîz li jinekê kirine.
Mêran bi devkî an jî bi laşî tacîz li 14 jinan kiriye. Mêran endamê xwe yê zayendî nîşanî jinekê kirine, herî hindik çavdêrî li jinekê kirine, fotografên jinekê kişandine, videoya jinekê kişandine û ew tacîz kirine.
Mêran li cihên weke kolan, park ango li qadên civakî tacîz li heşt jinan kirine. Li nava malan tacîz li şeş jinan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tacîz li çar jinan kirine.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Enqere (1), Aydin (1), Kirikkale (1), Kocaelî (3), Mêrsîn (1), Mûgla (1), Zongûldak (4)
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 17 fail hebûn ku jin taciz kirine. Tenê sê fail hatine girtin. Herî hindik 7 fail hatine desteserkirin. Ti karekî yasayî an jî hiqûqî derbarê du failan de nehatiye kirin.
Doz li du failan hatiye vekirin. Çapemeniyê behsa pêvajoya hiqûqî ya sê failan nekiriye.
Istismara zarokan
Mêran di meha Îlonê de herî hindik istismar li 20 zarokan kirine ku zarokên kur jî di nava wan de bûn. Par di heman mehê de ev hejmar 26 bû. Ji zarokan yek ji hêla aqilî ve xwediyê pêdiviyên taybet bûye.
Herî kêm 11 zarok, mêrên ku ew istismar kirine nas nedikirin. Bavê zarokekî/ê, şêxê terîqetekê zarokêk li zarokekê/î, rêveberê zarokekî/ê, xebatkarekî otele li zarokekî/ê, xebatkarê apartmanê li zarokekî/ê, cîranên sê zarokan, xizmê zarokekî/ê ew istismar kirine.
Mêran li malê istismar li zarokekê/î, li ser medyaya civakî istismar li zarokekî/ê, li nava apartman, kolan, wesayitên cemawerî ango qadên weke wan istismar li şeş zarokan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 12 zarok li ku hatine istismarkirin.
Bajarên ku mêran istismar li zarokan kirine
Antalya (1), Aydin (2), Balikesir (1), Duzce (1), Stenbol (5), Kocaelî (3), Mêrsîn (1), Sakarya (1), Şirnex (2),Tekîrdag (1), Wan (1), Zonguldak (1)
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 26 fail hebûn. Tenê şeş ji wan hatine girtin. Çapemeniyê ji bu 11 failan gotiye “serbest bûye”, ji failekî jî gotiye “cezayê zindanîkirina li malê danê.”
Sê fail hatine desteserkirin. Çapemeniyê ji bo du failan nivîsandiye ku “doz li wan hatiye vekirin”. Rewşa hiqûqî ya du failan di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Tûndkarî / birîndarkirin
Di meha Îlonê de, mêran herî kêm tûndkarî li 97 jinan kiriye. Di heman meha sala borî de ev hejmar 71 bû.
Mêran herî hindik gefa “kuştinê” li du jinan xwarine, her weha gef li jinekê xwarine ku fotografên wê yên tazî biweşîne. Mêran tundkariya sîstematîk herî hindik li çar jinan kirine.
Jineke ku mêran tundkarî lê kiriye, karkera seksê ya trans bûye, sê jin ji hêla aqilî ve xwediyê pêdiviyên taybet bûne. Jinek ku mêran tundkarî lê kiriye ji Sûriyeyê, yek ji Mogolistanê, yek jî ji Azerbaycanê bûye.
Çar jinên ku mêran tundkarî li wan kirine “bi giranî birîndar bûne” û ew birine nexweşxaneyan. Digel biryara parastinê hebû mêran tundkarî li sê jinan kirine. Jinekê heşt caran giliyê mêrekî kiribû, lê ti encam bidest nexistibû.
Bajarên ku mêran lê tûndkarî li jinan kiriye
Edene (5), Afyon (1), Aksaray (1), Enqere (3), Antalya (2), Dîlok (1), Erdaxan (1), Balikesir (3), Bûrsa (5), Çorûm (1), Amed (1), Edirne (23), Hatay (1), Isparta (1), Stenbol (13), Îzmîr (3), Karabuk (1), Kastamonû (1), Kayserî (3), Kocaelî (1), Konya (1), Kutahya (1), Mêrsîn (2), Mûgla (2), Nevşehir (2), Nigde (1), Sakarya (5), Samsun (3), Trabzon (1), Riha (1), Uşak (2), Wan (1), Zonguldak (3), çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran tundkarî li kîjan bajarî li jinekê kiriye.
Mêr, mêrê bi mehra olî, destgirtî, destgirtiyê berê tundkarî li herî hindik 60 jinan kiriye. Jinan 38 mêrên ku tundkarî li wan kiriye nas nedikirin. Bav, kur, zava û kesên din ên ji malbatê tundkarî herî hindik li 12 jinan kirine.
Sedema tundkariya mêran a li 76 jinan di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin. Mêran bi sedema ku xwestiye “veqete”, “li hev neyê” 10 jin kuştine. Mêran pevçûna ji bo erdan kirine behane û du jin kuştine. Mêran du jin di dema diziye de, sê jin ji ber “sedemên” aboriyê, du jin ji ber nîqaşa derbarê parkirinê, du jin jî bi behaneya “hesûdiyê” kuştine.
Mêran derb li 75 jinan xistine. Neh jin kêr kirine, 11 jin bi çekên gulexwar birîndar kirine. Mêran jinek şewitandine û bi erebeyê li bin guhê jinekê xistine.
Mêran li nava malan tundkarî li 32 jinan, li kolan, nexweşxane, ofîs, park, market ango li qadên civakî tundkarî li 42 jinan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tundkarî li jinan kirine.
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 110 fail hebûn. Tenê 7 ji wan hatine girtin. 19 mêr hatine desteserkirin.
Ti karekî hiqûqî an jî yasayî ji bo 22 failan nehatiye kirin. Çapemeniyê behsa rewşa hiqûqî ya 36 failan nekiriye.
Çapemeniyê herî hindik ji bo 12 failan gotiye “reviyaye”, “lê digerin”. Çapemeniyê ji bo herî hindik 14 failan nivîsandiye ku “lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin.”
Karkerîya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Îlonê de herî kêm li 59 jinan karê seksê daye kirin. Par di heman demê de ev jimar 33 bûye. Di nava wan jinan de zarokên keç jî hebûn.
26 jin ne welatiyên Tirkiyeyê bûne.
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 93 fail hebûn ku karkeriya sekse ya mecbûrî bi jinan kirine. Tenê 24 faîl hatine girtin. 60 fail hatine desteserkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya neh failan nenivîsandiye. (EMK/AY/FD)