Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn, mêran di meha Îlonê de 20 jin kuştine, tecawiz li şeş jinan kiriye, detdirêjî li sê jinan kiriye, îstismar li 9 zarokên keç kiriye, tûndkarî li 22 jinan kiriye.
Di meha Îlonê de ji ber ku jinekê şortek li xwe kiribû, mêrekê êşrîşî wê kiriye, li Bûrsayê jî mêrekê jinek bi gotinên ‘’ma ne tu dizanî çi hat serê jina şort li xwe kirî’’ tehdît kiriye.
Di neh mehên 2016ê de mêran ya kêm 195 jin kuştine, tecawiz li 61 jinan kiriye, destdirêjî li 91 jinan kiriye, îstismara zayendî li 320 zarokên keç kiriye, tûndkarî li 255 jinan hatiye kirin.
Kuştin
Mêran di meha Îlonê de, 20 jin û mêrên li nik wan kuştine. Mêrê jinekê ew bi giranî birîndar kiriye.
*Ji bilî kuştina 20 jinan du jinên dî jî hatine kuştin lê bikujên wan ne dîyar in. Çar jinên mirî hatine dîtin ku gumana kuştinê li ser wan bûyeran hene. Hat îdiakirin ku sê jinan jî xwe kuştiye.
Ji sedî 35ê jinên hatîn kuştin ji ber ku wan xwestine ji mêrê xwe cida bibin, nexwestine bi mêrê xwe re li hev bên an jî nexwestine bi wan re bin, hatine kuştin.
Ji sedî 45ê jinên hatîn kuştin, partnerên wan ew kuştine. Ji sedî 20ê jinên hatîn kuştin partnerên wan ên berê ew kuştine.
Birayê jinekê, ew kuştiye. Xizmê jinekê ew kuştiye. zavayê jinekê ew kuştiye. Mêrê berê yê du jinan ew kuştine. Destgirtiyên berê yên du jinan ew kuştine.
Ji sedî 60ê kesên hatîn kuştin bi çekan hatine kuştin. Heşt mêran bi demanceyan, pêncan bi tifekan, heftan bi kêran jin kuştine.
Digel ku dadgehê piryara parastina jinekê dabû jî û ew jin ji beriya bê kuştin bi telefonê ji polîsan re gotibû divê ew bê parastin jî mêrê wê ew kuştiye.
Ji sedî 15ê kesên hatîn kuştin di nava civakê de hatine kuştin. Emrê mêrên jin kuştine ji 20ê heta 72yê bûne, emrê jinên hatîn kuştin ji 22yê heta 74ê bûne.
Bajarên jin lê hatine kuştin: Enqere (3), Antalya (2), Dîlok (1), Bolu (1), Bursa (1), Çorum (1), Edirne (1), Stenbol (1), İzmir (2), Qeyserî (1), Kûtahya (1), Meletî (1), Mereş (1), Mêrsîn (2) û Rûha (1).
Tecawiz
Di meha Tebaxê de li gor nûçeyan tecawiz li şeş jinan hatiye kirin. Ji 12 kesên 6 caran tecawiz kirîn bi tenê çar kes hatine girtin.
Du jin li malên lê hatîn desteserkirin, jinek li mala xwe, jinek li otêlê, jinek di otobasê de û jinek di kolanê de tecawiz lê hatiye kirin.
Yek ji jinên tecawiz lê hatî kirin tûrîst bûye.
Bajarên tecawiz li jinan hatiye kirin: Antalya (1), Izmîr (1), Kocaeli (2), Mugla (1) û Nevşehir (1).
Karkerîya seksê ya bi zorê
Li Edene û Kocaelîyê, mêran bi zorê karkeriya seksê li 11 jinên ne welatiyên Tirkiyeyê daye kirin.
Destdirêjî
Di meha Îlonê de sê bûyerên destdirêjiyê çêbûne.
Di bûyerên destdirêjiyê yên li Stenbol û Konyayê de, serkarê jinekê destdirêjî lê kiriye. Du jin jî mêrên destdirêjî li wan kirîn nas nakin.
Îstismara zarokan
Di meha Îlonê de nûçeyên îstismara li neh zarokan hatine nivîsîn. Ji sedî 33yê keçên îstismar li wan hatî kirin, tecawiz li wan hatiye kirin, du keçên zarok ducanî bûne.
Heşt mêrên îstismar li zarokan kirîn hatine girtin. Mêrek dê li derveyî girtîgehê pêvajoya dadkirinê bidomîne.
Du zarok dema li mala xwe bû, zarokek dema bi hêceta dîyarîyan hatî xapandin û çûyî malekê, yek jî li kampa penaberan destdirêjî lê hatiye kirin.
Ji sedî 89ê mêrên destdirêjî kirîn zarok nas dikirin. Xizmê çar zarokan îstismara cinsî li wan kiriye, melayê gundekê, cîranê keçekê, dersdarê keçekê, şifêrê wesayita dibistanan destdirêjî kirine.
Emrê wan kesên îstismara cinsî kirîn ji 19ê heta 70yê bûye.
Bajarên îstismar lê hatine kirin: Enqere (1), Balikesîr (1), Edirne (1), Konya (1), Kûtahya (1), Sakarya (1), Sivas (1), Urfa (1) û Wan (1).
Tûndkarî û Birîndarkirin
Mêran di meha Îlonê de tûndkarî li 23 jinan kiriye.
Ji sedî 59ê bûyerên birîndarkirin û tûndkariyê bi rê û rêbazên kuştinê hatine kirin.
Ji sedî 18 kesên tûndkarî lê hatî kirin xwestine ji mêrê xwe cida bibin. Êrîşa nefretxwazane li sê transan hatiye kirin.
Hêcetên tûndkariyê jinan mêrê xwe bi jinên dî re di dema seks-kirinê de girtine, jinan dest ji sohbeta bi mêran re neberdaye, şort li xwe kiriye.
Ji sedî 32yê karên birîndarkirinê bi çekan hatine kirin: Çar jin bi demancan, sê bi tifekan, çar bi kêran hatine birîndarkirin.
Mêrekê piştî jinek bi giranî birîndar kirî hewil da xwe bikuje.
Bajarên jin lê hatîn birîndarkirin an jî tûndkarî li wan hatî kirin: Edene (1), Adiyaman (1), Agirî (1), Aksaray (2), Enqere (3), Antalya (1), Aydın (1), Amed (1), Stenbol (4), Izmîr (4), Mereş (1), Sakarya (1), Samsun (1) û Trabzon (1).
Li gor herêman
Di meha Îlonê de 72 bûyerên tûndkariya, tecawiz û destdirêjîya mêran pêk hatine.
Ji sedî 5ê bûyeran li Behrareş, ji sedî 15ê bûyeran li behra spî, ji sedî 10ê bûyeran li Anatolyaya Navîn, ji sedî 32yê bûyeran li Marmarayê, ji sedî 7 li Başûrê Rojhilatî, ji sedî 4 li Rojhilatê Anatolyayê, ji sedî 17 li Egeyê pêk hatine. (ÇT/MB)