Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahiyên ku bianetê ji nûçeyên rojnameyên herêmî û neteweyî ji ajans û malperan berhev kirîn mêran di meha Hezîranê de, herî kêm 34 jin kuştine. Jinek ji wan trans bûye.
Mêran ya kêm tûndkarî li 72 jinan kiriye. Du jinên ku mêran tûndkarî lê kiriye trans bûne.
Mêran di şeş mehên destpêkê yên 2019ê de ya kêm 160 jin kuştine.
Ev hejmar di şeş mehên destpêkê yên sala 2018ê herî kêm 120 jin bû. Di heman demê de mêran heft zarok jî kuştibîn. Mêran teciwaz li 32 jinan, taciz li 102 jinan kiribû. Bi darê zorê karê seksê li 325 jinan kiribû. 189 zarokên keç rastî istismara zayendî ya mêran hatibû û mêran 212 jin birîndar kiribû.
Di heman mehê de mirina 12 jinan (Colemêrg 2, Antep, Sêwas, Tekirdağ, Erzincan, Çorum, Kütahya, Meletî, Burdur, Manisa 2) bi şik û guman bûye.
Kuştina du jinan di nûçeyan de wek “mirina biguman” hatiye nivîsîn.
Kuştin
Li gor agahiyên ku bianetê ji nûçeyên rojnameyên herêmî û neteweyî ji ajans û malperan berhev kirîn mêran di meha Hezîranê de, herî kêm 34 jin kuştine. Jinek ji wan trans bûye.
Navê jinên ku hatine kuştin
Aygül G., Defne K., Derya O., Derya Y., Dilek Ö., Elif Ö.U., Emel Y., Fatma A., Fidan A., Filiz K., Filiz S., Firdevs S., Firuza A., Gökşen Ş., Gülnur Y., Gülümser Ö., Habibe Ç., İnayet Ç., Ketevan K.T., Kezban Y., Melekşah Y., Münevver D., Nada B., Nazan K., Nazime B., Perihan D. , Saratuya T., Şener A., Şengül G., Şeyma S., Tuğba E., Tuğba S., Urkiye Ö., Vicdan Ü.
Bajarên ku bûyerên kuştinê lê çêbûne
Afyon (1), Enqere (1), Antalya (1), Aydın (2), Balıkesir (1), Batman (2), Bursa (1), Çorum (2), Amed (1), stenbol (8), İzmir (2), Karaman (1), Konya (3), Maraş (1), Mêrsîn (3), Muğla (1), Samsun (1), Tekirdağ (1), Yalova (1).
Mêran herî kêm çar jin ji ber ku xwestiye “veqete/ji hev cuda bibin” kuştine, jinek jî bi sedema “hesûdiyê” kuştiye.
Jinekê cihê dêya xwe negotiye, jinekê jî pere nedaye ji ber wê hatine kuştin.
53 jinên ku hatîn kuştin, mêrê wan an jî yarê wan ê berê ew kuştine.
Mêr/mêrê berê yê 14 jinan, yar/yarê berê yê du jinan, hevalê du jinan, kurê jinekê, bavê jinekê, zavayê jinekê, mêrê berê yê bûka jinekê, û cîranê jinekê ew kuştine.
Mêran 18 jin li malan, sê jin li qadên civakî (yek li nava avahiyekê, du li mêrgan, du li kolanan, yek li kargehê) kuştine. Cihê ku 13 jin lê hatine kuştin di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Mêran 16 jin bi cûreyên çekên gulexwar, 11 jin bi kêr û yên weke wê kuştine. Mêran jinek xeniqandiye.
Di nûçeyan de nehatiye diyarkirin ka sê jin çawa hatine kuştin.
Pêvajoya hiquqî
10 fail hatine girtin. 15 fail hatine desteserkirin. Pênc fail bi şertê kontrola edlî serbest bûne. Pêvajoya hiqûqî ya çar failan nehatiye nivîsîn. Li gor nûçeyan 11 failan xwe kuştine, du fail reviyane.
Kuştinên ku di demên berê de mêran pêk aniye lê di Hezîrana 2019ê de çapemeniyê belav kiriye wiha ne:
* Li Mêrdînê F.Y.yî jina xwe A.Y. kuştiye. Bûyer sala 2014ê qewimiye. F.Y. û yara wî A.D. hatine girtin. Bûyerê di nûçeyan de cih girtiye.
* Du birayên keçekê sala 2012ê li Enqereyê, A.A. û A.A. û kurmetên wê B.A. û K.A. Halime A. bi kêrê kuştiye. Ji ber ku failan îtiraf kiriye bûyerê di nêçeyan de cih girtiye. Sê fail di girtîgehê de ne. Birayê Halime A.yê yê bi navê A.A. reviyaye.
Kuştina zarokan- tundkariya li zarokan
Mêran di meha Hezîranê de herî kêm zarokek kuştiye. Li Izmîrê bavekê du keçên xwe birîndar kirine. Li Mêrdînê bavekê zaroka xwe ya 11 mehî revandiye. Li Edeneyê ji ber ku xuşka mêrekê nexwestiye bizewice, mêrî bi wê hêcetê ew kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
Mêrekê zarok birîndar kirîn hatiye girtin. Li gor nûçeyan mêrê ku li Edeneyê xuşka xwe kuştibû reviyaye. Herweha li gor nûçeyan bavê li Mêrdînê zaroka xwe revandî jî reviyaye.
Tecawiz
Mêran di meha Hezîranê de herî kêm tecawiz li çar jinan kiriye. Di Hezîrana 2018ê de ev hejmar du bû.
Di sê bûyerên tecawizê de, jinan çar kesên tecawizkar nas nedikirin. Di du bûyerên tecawizê de ya kêm du kesan tecawizî jinan kiriye. Dizek çûye mala jinekê û tecawiz lê kiriye.
Li malê tecawiz li du jinan hatiye kirin. Li kolalnan jî tecawiz li du jinan hatiye kirin.
Bajarên ku tecawiz lê hatine kirin:
Afyon (1), Enqere (1), Samsun (1), Wan (1).
Pêvajoya hiqûqî
Şeş fail hatine girtin.Çar fail ji bo dadgehê hatine şandin. Failek bi şertê kontrola edlî serbest bûye.
Karê seksê yê bi zorê
Mêran di meha Hezîranê de bi darê zorê karê seksê li 43 jinan daye kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 45 bû. Ji 43 jinên karê seksê bi zorê lê hatîn kirin, 30 jin ne ji Tirkiyeyê bûne.
Pêvajoya hiqûqî
32 failên vî sûcî hebûn. 22 fail hatine desteserkirin, heft fail hatine girtin, çar fail bi şertê kotrola edlî serbest bûne. Li gor nûçeyan failek reviyaye.
Taciz
Mêran di meha Hezîranê de de ya kêm taciz li 34 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev jimar 13 bûye.
Mêrên ne nasên 31 jinan taciza devkî/laşî li wan kiriye. Mêran fotograf/vîdeoyên çar jinan bêdestûr kişandine û taciz li wan kiriye. Mêrên ku li ser medyaya civakî mesajên zayendî ji du jinan re şandiye kîrê xwe nîşanî du jinan dane û taciz li wan kiriye.
Mêran li bexçeyê zanîngehê, nexweşxaneyê, kolanê, di taksiyê, basê û li cihên din ên civakî taciz li herî kêm 31 jinan kiriye. Li malekê taciz li jinekê kiriye. Her weha li ser medyaya civakî taciz li du jinan kiriye. Herî kêm di du bûyeran de jin rastî taciza sîstematîk a mêran hatine.
Bajarên ku mêran lê jin taciz kirine
Edene (1), Aydin (2), Bartin (1), Bolu (1), Duzce (1), Stenbol (11), Kayseri (3), Kocaeli (2), Konya (3), Kutahya (1), Sakarya (3), Samsun (1), Trabzon (1), Riha (1), Zonguldak (2).
Pêvajoya hiqûqî
32 mêran taciz kiriye. 11 ji wan hatine desteserkirin. Şeşên desteserkirî hatine girtin. Du kes hatine dersînorkirin. Lêpirsînname li ser sê kesan hatiye amadekirin. Giliyê sê kesan hatiye kirin. Yek ji wan bêyî rastî ti karekî yasayî/hiqûqî were hatiye berdan.
Cezayê zindanîkirina li malê dane kesekî, yek serbest bûye. yek bi şertê kontrola edlî serbest bûye. Kurê jineke ku taciz lê hatiye kirin, mêrê jineke ku taciz lê hatiye kirin, mêrên tacizkar kuştine. Di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin ku mêrê tacizkar û jina rastî tacizê hatiye hev nas dikin an na.
Bûyereke tacizê ku salên borî qewimî ye lê vê mehê di çapemeniyê de hatiye weşandin wiha ye:
Mêrek li Stenbolê taciz li jina bi navê S. Y. yê kiriye ku nedixwest bi wî re bizewice. Ji ber sedema hevaltiya wê ya bi mêran li Rîzeyê bavê wê tundkarî lê kiriye. Jina navborî ji rojnameyekê re axivî ye û di vir de gotiye ji 12 saliya xwe heta 24 saliya xwe gelek mêran taciz, tecawiz û tundkarî lê kiriye.
S. Y. yê her weha diyar kiriye ku bavê wê bi darê zorê karê seksê bi dêya wê re kiriye.
Istismara Zarokan
Mêran di meha Hezîranê de zarokên kur jî di nav de herî kêm istismara zayendî li 35 zarokan kiriye. Par di heman mehê de ev hejmar 84 bûye.
Mêrên ne nasên 4 zarokan, xizmên sê zarokan taciz li wan kiriye. Alîkarê ajokarî, dersdarê kursekê, dersdarekî istismar li zarokan kiriye. Di çapemeniyê de nehatiye nivisandin ku bê tacizkar û 25 zarokên taciz li wan hatiye kirin hev nas dikin an na.
Piştî ku zarokek ducanî bûye bûyera istismarê derketiye holê. Ya din jî xwestine bi darê zorê zarokê bi tacizkar re bizewicînin û bûyer derketiye holê.
Bajarên ku zarok lê hatine istismarkirin:
Edene (1), Agirî (1), Amasya (1), Enqere (1), Antalya (2), Dîlok (1), Aydın (1), Bartin (1), Burdur (1), Çorum (1), Edirne (3), Stenbol (4), Kayseri (4), Kocaeli (4), Meletî (2), Manisa (4), Nevşehir (1), Samsun (2).
Pêvajoya hiqûqî
36 mêran istismara cinsî li zarokan kiriye. 17 ji wan hatine girtin. Heşt jê hatine desteserkirin. Yek serbest bûye. Çar fail hatine cezakirin.
Xizmên zarokan du kesên ku istismar li zarokan kiriye, kuştine. Derbarê pêvajoya hiqûqî ya çar mêran de çapemeniyê ti zanyarî belav nekiriye.
Bûyereke istismarê ku berê çêbûyê û vê mehê di çapemeniyê de hatiye weşandin:
Li Dîlokê mêrê bi navê M. A. A, birazî/xwarziya hevjina xwe ya bi navê G. R. (14) revandiye û ew istismar kiriye. Paşê bi darê zorê karê seksê pê daye kirin. Mêr hatine girtin. Dihate gotin ku zaroka keç sê meh in winda ye. Piştî ku mêr derketiye programeke kanaleke televizyonê, bûyer di çapemeniyê de hatiye weşandin.
Tundkarî-Brîndarkirin
Mêran ya kêm 72 jin brîndar kirine, tundkarî li wan kirine. Par di heman mehê de ev jimar 27 bûye. Du jin trans bûne.
Mêr/mêrê berê/mêrê bi mehra melayî yên 41 jinan, yar/yarên berê yên şeş jinan tûndkarî li wan kiriye. Xizmên herî kêm pênc jinan, kurên sê jinan, xwediyê hotelekî li sê jinan tundkarî kiriye. Nexweşê doktorekê, şoforê taksiyekê tundkarî li jinan kiriye. Yarê biyarê jinekê tundkarî lê kiriye. Mêrên tundkarî li 11 jinan kiriye, di çapemeniyê de bi gotinên “mêrên nenas” an jî “mêrek” hatiye nivîsandin.
Çar jin ji ber ku nexwestine li hev bên/xwestine veqetin rastî tundkariyê hatine. Mêran ji ber pere nedane wan tundkarî li sê jinan kiriye. Jinek ji ber ku careke din zewicî ye, yek ji ber hesûdiyê, du ji ber xwestine dê/xwişka xwe bibînin rastî tundkakariya mêran hatine. Mêrekî ji ber ku jinekê li kolanê cixare dikêşa tundkarî lê kiriye. Bi sedema ku “xwişka wê dixwest veqede” mêrekî tundkarî li jinekê kiriye. Sedema tundkariya mêran a 61 bûyeran di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Mêran derb li herî kêm 48 jinan daye û tundkarî li wan kiriye. Herî kêm di sê bûyeran de mêran bi awayekî birêkûpêk tundkarî li jinan kiriye. Mêran bi kêran çar jin, bi çekan jî sê jin birîndar kiriye. Rêbazên birîndarkirin/tundkariyê ya herî kêm 17 bûyeran di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
12 jin li malan, 15 jin li cihên weke peravê behrê, kargeh, park û kolanan ango li qadên civakî rastî tundkariya mêran hatine. Cihên ku mêran tundkarî li 45 jinan kiriye di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Bajarên ku tundkariya mêran lê rûdaye ev in:
Edene (3), Aksaray (2), Enqere (1), Antalya (2), Dîlok (2), Erdahan (1), Aydin (2), Bursa (1), Çankiri (1), Çorum (2), Denizli (2), Amed (2), Edirne (13), Erzingan (1), Stenbol (13), Îzmîr (4), Konya (2), Kutahya (1), Manisa (2), Mereş (2), Mêrdîn (1), Mersin (1), Mugla (1), Sakarya (1), Samsun (3), Trabzon (1), Riha (4), Zonguldak (1).
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 16 mêr hatine desteserkirin. Ji bo mêrê ku tundkarî li jina trans kiriye ti karekî yasayî/hiqûqî nehatiye kirin. Polîsan jina trans desteser kiriye û gotinên homofobîk ji bo wê gotine. Herî kêm sê mêr hatine berdan.
Mêrê ku tundkarî li du jinan kiriye, agir bera xwe daye. Di bûyerekê de ji ber ku jinê mêr birîndar kiriye, jin hatiye desteserkirin. Di bûyerekê de jinê tundkarî li xwe kiriye. Herî kêm di pênc bûyeran de bav/bira/xizmên jinan mêrê ku tundkarî kiriye, kuştiye.
Di bûyerekê de mêr bi cezayê xwendina pirtûkan hatiye cezakirin. Herî kêm di pênc bûyeran de ji bo mêrên ku tundkarî kirine ti karekî yasayî/hiqûqî nehatiye kirin. Di bûyerekê de çapemeniyê bi gotina “jinik giliyê mêr kiriye” hatiye weşandin.
Di çapemeniyê de ji bo herî kêm heşt bûyeran hatiye gotin ku “lêpirsînê dest pê kiriye, lêpirsîn berdewam e”. Ji bo çar mêran hatiye gotin ku “baz daye”. Ji bo pênc failan hatiye nivîsandin ku “polîs lê digere”.
Herî kêm di çar bûyeran de biryara dûrxistinê ji bo mêran hatiye standin. Pêvajoya hiqûqî ya herî kêm 20 bûyeran di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Bûyereke tundkariyê ya ku salên borî qewimî ye lê vê mehê hatiye weşandin:
Li Meletiyê biryara dûrxistinê ya mêrê bi navê H.A.B hebûye. Mêr bi darê zorê çûye mala paldûza birayê xwe ya bi navê A. D yî. Xwestiye xwişka A. D. yê birevîne. Bi çeka xwe A. D. birîndar kiriye.
Hatiye zanîn ku mêrî berê jî tundkarî li A. D û xwişka wê kiriye û ew taciz kirine. Ti karekî yasayî/hiqûqî li wî nekirine. Bûyer di meha gulanê de qewimî ye, lê çapemeniyê di meha hezîranê de weşandine. (EMK/MB/FD)