Infografik: Yağmur Karagöz
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî nûçeyên ku bianetê ji rojname, ajans û malperên nûçeyan ên herêmî û netewî kom kirine; mêran di meha Hezîranê de bi kêmanî 32 jin û 7 zarok kuştine.
Di meha Hezîranê de mirina bi kêmanî 14 jinan di çapemeniyê de weke mirinên “bigûman” hatine nivîsîn. Ew bajar ev in: (Antalya (2), Stenbol (4), Hatay (1), Bûrsa (1), Manîsa (1), Kocaelî (4), Çorûm (1), Denîzlî (1), Afyon (1), Dîlok (1).
Mêran tundkarî li 89 jinan kiriye, îstîsmar bi kêmanî li 41 zarokên keç û kur kiriye, tacîz bi kêmanî li 27 jinan kiriye, 24 jin neçarî karkeriya seksê kirine.
Mêran li Kocaeliyê kirine ku jinek xwe bikuje. Li Stenbolê jî hewl dane jinekê bikujin.
2021-2022
Di şeş mehên destpêkê yên sala 2022ê de mêran, 163 jin kuştine, tacîz li 72 jinan kiriye, 146 zarok îstîsmar kirine, tecawiz li 15 jinan kiriye. Mêran bi kêmanî 351 jin neçarî karkeriya seksê kirine, tundkarî bi kêmanî li 391 jinan kiriye û ew birîndar kirine. Di pênc mehên destpêkê yên vê salê de çapemeniyê ji bo mirina 105 jinan gotiye ku "bigûman e". Mêran di van şeş mehan de bi kêmanî 22 zarok kuştine.
Di şeş mehên destpêkê yên sala 2021ê de mêran, 150 jin kuştine, tacîz li 57 jinan kiriye, 72 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 414 jinan kiriye, tecawiz li 55 jinan kiriye. Bi kêmanî 373 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di şeş mehên destpêkê yên sala 2021yê de, çapemeniyê ji bo mirina 120 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van şeş mehan de bi kêmanî 11 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Hezîranê de bi kêmanî 32 jin kuştine; par di heman mehê de ev hejmar 24 bû. Her weha mêran bi kêmanî şeş mêrên ku li cem jinan bûn jî kuştine.
Yek ji mêrên ku jin kuştine, polîs bûye yek jî binefser. Digel biryara parastinê, meran bi kêmanî sê jin kuştine. Jinek ji wan welatiya Qirxizistanê bû.
Navên jinên ku di Hezîranê de mêran ew kuştine Aysel Bozkurt, Ayşecik Dağıstanlı Ceylan, Cansu Sezer, Emine El A., Ezgi Taşıran, Funda G., Gamze A., Gülümser S., "G., H.Ş., Hasibe A., Hatice B., Hatice Barış, İrem E., Keremet Nyshanova, Kübra Açar, Meryem K., N.D., Nilgün Söken, Özlem Ç., Özlem D., Rabia A., Refika K., S.M., Sevim Özdemir, Saadet P., Saliha Birincibubar, Stalina Luisa, Şengül K., Ummuhan Y., Yasemin Öztürk, Yıldız Y. |
Mêran li van bajaran jin kuştine Edene (2), Enqere (1), Dîlok (1), Antalya (1), Balikesîr (2), Êlih (1), Bûrsa (1), Çanakkale (1), Çorûm (1), Denîzlî (2), Edîrne (2), Erzirom (1), Gîresûn (1), Isparta (1), Stenbol (5), Îzmîr (3), Manîsa (1), Mûş (1), Rîze (1), Tekîrdag (1), Zongûldak (2) |
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran bi çi "hêcetan" 18 jin kuştine. Mêran 10 jin ji ber ku xwestine veqetin an jî nexwestine li hev bên, kuştine. Mêran jinek ji ber “hesûdiyê”, jinek ji ber “namûsê”, jinek ji ber “qerebalixî kiriye”, du jin ji ber “kûçik xwedî kirine” kuştine. Mêran bi gotina ku “min henek kiriye” jinek kuştiye.
Hevjîn, hevjînên berê an jî destgirtî 22 kuştine. Kurê sê jinan, xizmên sê jinan, cîranên du jinan ew kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka meran û 2 jinên kuştine hev nas dikin an na.
Mêran 24 jin li malan, şeş jin li kargeh, daristan, kolan, nexweşxane û deverên weke wan kuştine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran du jin li ku kuştine.
Mêran 18 jin bi çekên guleber kuştine. Heşt ji bi kêr û çekên mîna kêrê, du jin xeniqandine û kuştine. Jinek avêtine golê û fetisandine, jinek şewitandine, jinek jî bi derban kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran jinek çawa kuştine.
Pêvajoya hiqûqî
36 faîl hebûn ku jin kuştine. 19 faîl hatine girtin. Du faîl hatine desteserkirin. Heşt faîlan xwe kuştiye. Çapemeniyê ji bo faîlekî nivîsiye ku “reviyaye”.
Bûyereke kuştinê ya di meha Hezîranê de derketiye holê
Mêrê bi navê S. K. li xwe mikur hatiye ku wî du sal bere xwişka xwe ya bi navê Dilşen Avci ya 34 salî li Enqereyê kuştiye.
Mêrê ku ji ber sûcekî din ketiye girtîgehê, ji rêveberiya girtîgehê re nameyek nivîsiye û gotiye ku wî xwişka xwe kuştiye.
Tundkariya li zarokan
Mêran di meha Hezîranê de heft zarok kuştine.
Bavên şeş zarokan ew kuştine, zarokekî 15 salî zarokek kuştiye.
Navê zarokê ku hatiye kuştin Naki Ç., Emir Ç., Halid M., Rukiye Ömür, Selim Ali, Nazlı Erva Ö. Çapemeniyê navek nenivîsiye. |
Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine Dîlok (1), Denîzlî (2), Sêrt (1), Samsûn (1), Tekîrdag (1), Zongûldak (1), |
Pêvajoya hiqûqî Şeş faîl hebûn ku zarok kuştine. Sê faîlan xwe kuştiye. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya du faîlan nenivîsiye. |
Êrişa Zayendî / Tecawiz
Di Hazîranê de çapemeniyê behsa bûyerên êrîşa zayendî nekirineye.
Tacîz
Mêran di meha Hezîranê de herî kêm tacîz li 27 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hijmar heft bû.
Mêran 23 jin bi devkî û bi rêyên fîzîkî tacîz kirine. Mêran fotoğraf an jî vîdeoyên sê jinan girtine û ew tacîz kirine. Mêran endamên xwe yên zayendî nîşanî jinekê dane û ew tacîz kirine.
Mêran 27 jin li qadên derveyê mal tacîz kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 26 mêrên ku jin tacîz kirine nas in an ne nas in. Doktorekî du jin tacîz kirine.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye Balikesîr (1), Dêrsîm (1), Stenbol (16), Kastamonû (1), Kocaelî (3), Sakarya (2), Samsûn (2), Riha (1). |
Pêvajoya hiqûqî 24 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Bi tene pênc faîl hatine girtin. Du fail hatine desteserkirin. Lêpirsînname ji bo sê faîlan vekirine. Du faîl serbest bûne. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya 12 failan nenivîsiye. |
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Hezîranê de îstîsmar bi kêmanî li 41 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 16 bû.
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 17 mêrên ku herî kêm tacîz li 18 zarokan kirine nas in an ne. Dersdêrê 15 zarokan, miawinekî zarokek, dersdarê Quranê du zarok, teknîsyenekî diransazî zarokek, xebatkarekî mexazeyekê zarokek, zirbavekî zarorek, koçê jiyane zarokek îstîsmar kiriye.
Mêran li malan îstîsmar li du zarokan kiriye, li dibistan, kolan û qadên din ên ji derveyî malan îstismar li 39 zarokan kiriye.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine
Edene (1), Bartin (1), Burdur (1), Duzce (2), Eskişehir (1), Stenbol (4), Muğla (1), Mûş (1), Samsun (9), Şirnex (1).
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine Enqere (4), Aydin (1), Çanakkale (1), Amed (16), Stenbol (8), Îzmîr (2), Îzmît (1), Kocaelî (3 ), Manîsa (1), Samsûn (1), Trabzon (1), Yalova (1). Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran zarokek li ku îstîsmar kiriye. |
Pêvajoya hiqûqî 27 faîl hebûn ku zarok îstîsmar kirine. 10 faîl hatine girtin. Du faîl serbest bûne. Pêvajoya yasayi ji bo faîlekî hatiye destpêkirin. Sê faîl hatine desteserkirin. Cihê kar ê faîlekî hatiye guhertin (dersdar bûye). Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya bi kêmanî 20 faîlan nenivîsiye. |
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Hezîranê de bi kêmanî tundkarî li 89 jinan kiriye. Par heman mehê ev hejmar 94 bû.
12 jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye, birine nexweşxaneyê û gotine “newxeşiya wan a giran heye”. Mêran “biryarên parastinê” binpê kirine û tundkarî li 18 jinan kiriye.
Bajarên ku mêran tundkarî li jinan kiriye Edene (2), Aksaray (1), Enqere (1), Antalya (5), Dîlok (1), Aydin (2), Êlih (1),Çanakkale (1), Çorûm (1), Amed (2), Edîrne (29), Eskîşehîr (3), Hatay (1), Isparta (1), Stenbol (17), Îzmîr (1), Qers (1), Kayserî (3), Konya (2), Manîsa (1), Mersîn (1), Mûgla (2), Sakarya (2), Samsûn (2), Sêrt (1), Tekîrdag (1), Riha (1), Zongûldak (2). Çapemeniyê nenivisiye bê ka mêran tundkarî li kîjan bajarî li jinekê kiriye. |
Hevjîn û destgirtiyê kevn ê 62 jinan tundkarî li wan kiriye, Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 13 mêr û 16 jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye, hev nas dikin an na.
Mêran ji ber ku xwestine cuda bibin/lihev neyên tundkarî li 18 jinan, ji ber “hesûdiyê” tundkarî li heşt jinan kirine. Çapemeniyê sedema ku mêran tundkarî li 52 jinan kiriye, nenivîsiye. Xizmên şeş jinan, hevalên çar jinan tundkarî li wan kiriye.
Mêran derb li 56 jinan xistine û ew birîndar kirine, 12 jin bi çekên gulebar, 15 jin jî bi kêr û çekên mîna wê birîndar kirine. Mêran du jin bi sotemeniyê birîndar kirine, du jin jî şewitandine. Mêran du jin ji şaneşînan avêtine û ew birîndar kirine.
Mêran li kargehê, li nava otobisê, li daristanê ango li derveyî malê tundkarî li 33 jinan kiriye, Li nava malê jî 56 jin birîndar kirine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran li ku tundkarî li 10 jinan kiriye.
Pêvajoya hiqûqî Bi kêmanî 82 faîl hebûn ku tundkarî li jinan kiriye. 16 faîl hatine girtin. Lêpirsîna 26 faîlan destpê kiriye. Çapemeniyê ji bo şeş faîlan gotiye ku "reviyaye", “lê digerin”. Du failan xwe kuştine. Şeş faîlan ji ber delîlên kêm serbest bûne. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 26 faîlan nenivîsiye. |
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Hezîranê de karkeriya seksê ya mecbûrî, kêmanî bi 24 jinan dane kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 63 bû. 24 jinên ku neçarî karkeriya seksê hatine kirin, ne welatiyên Tirkiyeyê bûne. Zarok jî di nava wan de hebûn.
Pêvajoya hiqûqî 51 faîl hebûn ku jin neçarî karkeriya sekse kirine. Yek ji wan jî nehatiye girtin. Kadınları |
(EMK/FD)