Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn mêran di meha Hezîranê de 25 jin, du zarok û sê mêrên ku mudaxele li bûyera tundiyê kirine kuştine. Herî kêm tecawiz li du jinan kiriye; destdirêjî li 13 jinan kiriye; istismara zayendî li 12 zarokên keç kiriye; herî kêm tundkarî li 27 jinan kiriye.
Li gel van kuştin û bûyerên tundkariyê di meha Hezîranê de;
* Laşê du jinan hatiye dîtin.
* Zarokeke keç a ji Sûriyeyê xwe kuştiye.
* Zarokeke keç xwestiye ku xwe bikuje.
Mêran di şeş mehên destpêka 2018ê de herî kêm 120 jin û heft zarok kuştine; tecawiz li 32 jinan kiriye; taciz li 102 jinan kiriye; bi zorê karê seksê li 325 jinan daye kirin; îstismara cinsî li 189 zarokên keç kiriye; 212 jin birîndar kirine.
Kuştin
Ji sedî 48ê jinan ji ber ku xwestine ji mêran cuda bibin/dest ji wan berdin an jî bi wan re li hev neyên hatine kuştin.
Ji sedî 17ê kuştinan digel ku jinan serî li hêzên asayişê û dozgeriyê dane, çêbûne.
Ji kujerên 23 jinan du jê leşkerên payebilind, yek jê polîs, yek jî parêzvan bûye. Sê jin bi demançeyê hatine kuştin ku demançe ji hêla saziyên dewletê ve li ser wan kesan hatiye emanetkirin.
Sê jinên ku hatine kuştin di temenê biçûk de hatine zewicandin; yek jê di 21, yek ji 19, yek jî di 18 saliya xwe de ji hêlan mêrên xwe ve hatiye kuştin.
Ji sedî 65ê jinan ji hêla mêrên xwe ve hatine kuştin; ji sedî 25ê van jinan bi mehra melayî ve hatine zewicandin.
12 jin ji hêla mêrên wan ên bi mehra fermî, sê jin jî ji hêla mêrên wan ên bi mehra melayî, sê jin ji hela hezkiriyên xwe, du jin ji hêla mêrên xwe yên kevin ve hatine kuştin. Hezkiriye keça jinekê ew kuştiye ku keçê dixwest dest jê berde. Jinek ji hela zavayê xwe yek jî ji hêla xizmekî xwe ve hatiye kuştin ku dixwest bi jinê re bizewice.
Ji sedî 48ên jinan bi çekên guleber, ji sedî 39 jî bi kêran hatine kuştin.
Mêran neh jin bi kêran, heft jin bi demançeyan, çar bi tivingê kuştine. Du jin hatine xeniqandin, yek jê jî bi kabloyê hatiye xeniqandin.
Piştî bûyera kuştinan, şeş kujeran xwe kuştiye, du jê jî xwestiye ku xwe bikujin. Du kujer xwe radestî polîsan kiriye.
Di meha Hezîranê de bajarên lê jin hatine kuştin ev in: Edene (1), Antalya (2), Dîlok (2), Bûrsa (1), Denîzlî (1), Amed (2), Edirne (2), Îdir (1), Stenbol (3), Îzmîr (1), Kirikkale (1), Kirklarelî (1), Kocaelî (1), Konya (1), Manîsa (1), Mûgla (1), Nevşehîr (1).
Tecawiz
Bûyera du jinên rastî tecawizê hatine di meha Hezîranê de ji hêla medyayê ve hatiye ragihandin. Du jinên ku rastî tecawizê hatine kêmendam bûne.
Pêvajoya hiqûqîMêrê tecawizkar û jina rastî tecawizê hatiye niştecihê heman taxê bûne. Derbarê naskirina her du failên din û jinên rastî tecawizê hatine de di medyayê de ti agahî nehatine nivîsandin. Du tecawizkar hatine girtin, pêvajoya hiqûqê ya derbarê du kesan de di medyayê de cî negirtiye. |
Karê seksê yê bi zorê
Di Hezîranê de karê seksê bi zorê li 45 jinan hatiyekirin. Ji sedî 53yê jinan ne welatiyên Tirkiyeyê bûne.
Pêvajoya hiqûqîYek jê jin, 52 jê mêr bi giştî 53 fail li Stenbol, Antalya û Mûglayê hatine desteserkirin. 22 kes ji van hatine girtin. Pêvajoya hiqûqê ya derbarê 21 kesan de di medyayê de nehatiye nivîsandin. |
Taciz
Di meha Hezîranê de, ya kêm 13 bûyerên tacizê qewimîn. Hima bêje temama tacizkeran nasên wan kesan in ku taciz lê kirine.
Ji sedî 38ê jinan rasta taciza teşhîrkariyê hatine. Ji sedî 15ê jinên taciz lê hatîn kirin bi rêyên dîjîtal taciz li wan hatiye kirin.
Ji sedî 15ê bûyerên tacizê li wesayitên veguhestina civakî û ji sedî 23 li tûwaletên imûmî pêk hatine.
Qeyda sûcdariyê ya du tacizkaran jî hebûye ku ji beriya bûyera tacizê careka dî jî heman sûc kiriye.
Pêvajoya hiqûqî
Ji 15 failan bi tenê du fail ji ber sûcê tacizê hatine girtin. Kesekî/ê midaxele li tacizkarekî kiriye. Tacizkarî ew kes bi kêrê birîndar kiriye. Ji ber wê hatiye girtin. Du kesên taciz kirîn hatine girtin lê ti kiriyarên fermî ji bo wan nehatiye kirin. Sê tacizkar bi şertê kontrola edlî serbest bûne. Di nûçeyan de hatiye diyarkirin ku du kesên taciz kirîn reviyane.
Îstismara zarokan
Di meha Hezîranê de 72 mêran îstismara cinsî li 12 zarokên keç kiriye. Ji ber îstismara cinsî du zarokên keç ducanî bûne.
Xizmên du keçan îstismara cinsî li wan kiriye. Mêrê xuşka zarokekê, xizmê hevalê zarokekê, destgirtiyê zarokekê û zirbavê zarokekê taciz li wan kiriye.
Dadgehekê ji bo failekê biryara sûcdariyê daye û sala 2013ê bi şertê kontrola edlî berdaye.
Pêvajoya hiqûqî
Ji 72 failan, 12 fail hatine girtin. 16 fail bi şertê kontrola edlî serbest bûne. Ji bo 44 failan jî bi tenê hatiye diyarkirin ku ew hatine desteserkirin.
Sê zarok piştî ku bi dayika xwe re axivîn diyar bûye ku îstismara cinsî li wan hatiye kirin. Du zarokên keç piştî ji bo nexweşxaneyê hatîn birin li wê derê diyar bûye ku ew ducanî bûne.
Tûndkarî
Mêran di meha Hezîranê de tûndkarî li 27 jinan kiriye. Ya kêm pênc jin bi birînên giran birîndar bûne. Hin êrîşkaran hewil daye jineka trans li nava kolanan lînç bike.
Du jinên tûndkarî li wan hatiye kirin penaber bûne. Ji sedî 15ê jinên tûndkarî lê hatîn kirin ji ber u xwestine ji mêrê xwe/partnerê xwe cida bibin tûndkarî li wan hatiye kirin.
Ji bo 11 jinan dadgehan biryara jêparastinê daye lê digel vê yekê jî tûndkarî li wan hatiye kirin.
Ji sedî 37ê bûyerên tûndkariyê li cihên civakî pêk hatine. Jinekê doza jêcidabûnê li mêrê xwe vekiriye. Mêrî li ber deriyê dadgehekê hewil daye bi wesayita xwe li wê bide. Hêzên ewlehiyê piştî standina îfadeya wî ew serbest berdaye.
Ji sedî 55ê jinên tûndkarî lê hatî kirin mêrê wan tûndkarî lê kiriye.
Mêrên bi zewaca fermî zewicî yên 14 jinan, mêrê bi zewaca dînî zewicî yê jinekê, mêrê berê yê jinekê, zavayê jinekê, kurê sê jinan, mêrê ne nasê sê jinan tûndkarî li wan kiriye.
Ji sedî 44ê jinên tûndkarî lê hatî kirin, bi derbên giran birîndar bûne.
Mêran bi wesayita xwe li çar jinan daye û ew birîndar kirine. Jinek bi biviran, yek bi kêran, yek bi tiştek req, 12 bi derbdanê, yek bi demanceyan hatine birîndarkirin. Mêrek şofêr çenteyên jinekê ji teksîya xwe avêtiye erdê û bi gotinan êrîşî wê kiriye. Mêrekê jina xwe li malê girtiye, jinê xwe ji şaneşîna malê avêtiye û bi vê yekê ranê xwe şikandiye. Mêrekê jina xwe girtiye û dikana wê şewitandiye.
Pêvajoya hiqûqî
Ji 26 failan bi tenê 6 ji ber tûndkariya li jinan hatine girtin. Failekê dema tundkarî li jinekê kirî xizmekê wî ketiye navberê û wî ew kuştiye, ji ber kuştina wî hatiye girtin. Failek piştî kontrola edlî sernbest bûye. Mêrekê şofêr tûndkarî li jinekê kiriye, ji ber wê lîsansa wî hatiye betalkirin. Hinekan hewil daye jineka trans lînç bike li gor nûçeyan “hin ji êrîşkaran hatine girtin.”
Ji bo 12 failan pêvajoya hiqûqî nehatiye nivîsîn.
(ÇT/FD/MB)