Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malperan û ajansan berhev kirîn, mêran di meha Hezîranê de, 22 jin kuştine, tecawiz li 10 jinan kiriye, bi zorê karê seksê li 24 jinan dane kirin, destdirêjî/tecawiz li 47 zarokên keç kirine, destdirêjî li 9 jinan kiriye, tûndkarî li 32 jinan kiriye.
Di 6 mehên destpêkê yên 2016ê de mêran ya kêm 135 jin kuştine, tecawiz li 41 jinan kiriye, destdirêjî li 71 jinan û 290 zarokên keçan kiriye û tûndkarî li 183 jinan kiriye.
Kuştin
Mêran di meha Hezîranê de, 22 jin digel du zarok û du mêrê li nik wan kuştine. Ji bilî van kesan termên du jinan hatine dîtin û ne dîyar e ka kê ew kuştine. Hat îdiakirin ku jinekê jî xwe kuştiye.
Ji sedî 23yê jinan ji ber ku xwestine ji mêrê xwe cida bibin hatine kuştin.
Ji sedî 82yê jinên hatîn kuştin partnerê wan ê kevin an nû ew kuştine. Mêrê kevin ê 3 jinan, mêrê jinekê yê bi zewaca dînî bi wê re zewicî, mêrê 13 jinan, mêrekê ji medyaya civakî jinek nas kirî, mêrekê xwe wek polîs dayî naskirin û çûyî di mala jinekê de, zavayê jinekê û xizmê keçekê, ew kuştin.
Bajarên jin lê hatine kuştin: Enqere (2), Antalya (2), Dîlok (2), Elazıg (1), Îdir(1), Stenbol (3), Izmîr (2), Kocaeli (2), Manisa (1), Mêrsîn (1), Mugla (2), Sakarya (1), wan (1) û Yalova (1).
Tecawiz
Mêran di meha Hezîranê de tecawiz li 10 jinan kiriye.
Li gor bûyerên ku nûçe li ser hatine nivîsîn, 11 kesan 10 caran tecawiz kiriye lê 3 kes ji wan hatine girtin.
Ji sedî 20ê wan jinên tecawiz li wan hatiye kirin ne welatiyên Tirkiyeyê ne.
Qeyda sûcê tecawizê yê sê ji tecawizkaran di lîsteyên asayişê de hebûne.
Destgirtiyê berê yê jinekê tecawiz lê kiriye, şofêrê mînîbasekê tecawiz li jineka rêwingî/rêwî kiriye, jinek da gilîyê bike çûye navenda polîsan, polîsekî tecawiz li wê kiriye, hevalê destgirtiyê jinekê tecawiz li wê kiriye, hevalê jinekê tecawiz li wê kiriye, hin mêrên ne nasên du jinan tecawiz li wan kiriye.
Çar caran tecawiz li malên jin lê hatîn desteserkirin, du caran li mal jinan, cerekê li nexweşxaneyekê û carekê li kolaneyekê tecawiz hatiye kirin. Mekanê tecawiz lê hatî kirin yê bûyerekê nehatiye eşkerekirin.
Emrê tecawizkaran di navbera 19 û 60ê de ne û emrê jinên tecawiz lê hatîn kirin di navbera 18 û 42ê de ye.
Bajarên tecawiz lê hatiye kiri: Antalya (1), Eskişehir (1), Stenbol (2), Izmîr (2), Konya (2), Mereş (1) û Zonguldak (1).
Karkerîya seksê
Mêran li bajarên Antalya û Mûglayê bi zorê karê seksê li 24 jinan daye kirin. Ji sedî 79ê jinan ne welatiyên Tirkiyeyê bûn.
Tecawiz û Destdirêjiya li zarokan
Mêran di meha Hezîranê de tecawiz/destdirêjî li 47 zarokan kiriye.
Ji sedî 72yê keçên destdirêjî lê hatîn kirin mamosteyên(dersdarên) wan destdirêjî li wan kiriye. Ji sedî 76,5ê zarokên destdirêjî lê hatîn kirin li dibistanan destdirêjî lê hatiye kirin.
Ji ber 16 bûyerên destdirêjiya li 47 keçan 16 mêr hatine girtin. Dazdeh mêr rasterast hatin berdan, du mêr bi şertê kontrola dadî hatine berdan.
Mamosteyê/dersdarê 34 zarokan destdirêjî li wan kiriye, birêvebirê dibistanekê destdirêjî li keçekê kiriye, destgirtiyê berê yê keçekê destdirêjî lê kiriye, hevalê birayê yekê destdirêjî lê kiriye, destgirtiyê keçekê destdirêjî lê kir, mêrek nasêê keçekê destdirêjî li wê kiriye, xizmên 6 keçan destdirêjî li wan kiriye.
36 zarokên keç li dibistanan, du li medyaya civakî, yek di mala xwe de, yek li daristanê, yek di kolaneyekê de destdirêjî lê hatiye kirin.
Emrê mêrên destdirêjî kirîn di navbera 16 û 60ê de ne, emrê keçên tecawiz lê hatîn kirin di navbera 10 û 17ê de ne.
Di meha Hezîranê de, destdirêjiyên nûçeya wan hatîn nivîsîn li van bajaran hatine kirin: Edene (13), Antalya (1), Aydın (2), Bilecik (1), Denizli (1), Izmîr (19), Kastamonu, Manisa (2), Sakarya (1), Samsun (2) ve Uşak (2).
Destdirêjî
Mêran di meha Hezîranê de, destdirêjî li 9 jinan kir.
Sê caran li kolaneyan, du caran li kargehan, carekê li malan, carekê li firoşgehekê, carekê di wesayitan de, destdirêjî hatiye kirin.
Ji sedî 66ê jinên destdirêjî lê hatîn kirin mêrên nenasên wan destdirêjî li wan kiriye. Mêrên ne nasên 6 jinan, midûrê dibistanekê, dersdarê zanîngehekê, hevkarekê jinekê destdirêjî lê kiriye.
Emrê wan kesên destdirêjî kirîn di navbera 28 û 43yê de ne û ew kesên destdirêjî lê hatîn kirin di emrên di navbera 20 û 42yê de ne.
Bajarên destdirêjî lê hatiye kirin: Edene (1), Bolu (1), Giresun (1), Stenbol (3), Izmîr (1), Manisa (1) û Niğde (1).
Tûndkarî – birîndarkirin
Mêran di meha Hezîranê de, tûndkarî li 32 jinan kiriye.
Ji sedî 12,5ê jinan ji ber ku dixwestin ji mêrên xwe cida bibin an jî ji ber ku teklîfa lihevhatinê,seksê, zewacê qebûl nekirine tundkarî li wan hatiye kirin.
Mêrekê ku ji ber jina xwe bi kuştinê tehdît kiribû hatiye girtin, 20 salan di girtîgehê de maye û dema derketiye tûndkarî li jina xwe kiriye.
Digel ku 27 caran dadgehê biryara dûrxistina ji jinekê ji bo mêrekê dabû jî, mêrî ava kelandî ya çayê bi jinê de kiriye û ew birîndar kiriye.
Du jinan mêrên xwe yên tûndkarî dikirin kuştine.
Ji sedî 81ê jinên tûndkarî lê hatîn kirin partnerên wan ên berê û yên nû tûndkarî li wan kiriye.
Bavê jinekê, mêrê 15 jinan, destgirtiyê 5 jinan, zavayê berê yê jinekê, birayê jinekê tûndkarî li wan kiriye.
Emrê mêrên di meha Hezîranê de tûndkarî kirîn di navbera 22 û 57ê de ye, ew kesên tûnkarî li wan hatiye kirin di emrên di navbera 22 û 52yê de bûne.
Bajarên tûndkarî lê hatine kirin: Edene (1), Aksaray (4), Enqere (1), Antalya (4), Aydın (1), Bedlîs (1), Bursa (1), Elazığ (1), Erzincan (1), Eskişehir (1), Stenbol (2), Kocaeli (4), Malatya (1), Mersin (1), Osmaniye (1), Sakarya (1), Sinop (1) ve Trabzon (5).
Li gor herêman...
Di meha Hezîranê de nûçeyên 144 mêrên tûndkarî, tecawiz, kuştin an jî destdirêjî kirîn hatine nivîsîn.
Bûyer ji sedî 40 li herêma Egeyê, ji sedî 21 li herêma Behra Spî, ji sedî 15 li herêma Marmarayê, ji sedî 8,5 li Anadolûya Navîn, ji sedî 8,5 li herêma Behra Reş, ji sedî 5 li herêma Rojhilatî û ji sedî 1,5 li herêma Başûrê Rojhilatî pêk hatiye. (ÇT/MB)
*Di rapora bianetê ya li ser tûndkariyên mêran de, em hemî kuştinên jinan nanivîsînin, em bi tenê hejmara jinên bi tûndkariya mêran hatîn kuştin dinivîsin. Em kuştinên ne bi zayendperestiyê hatine kirin di raporê de nanivîsin. Em her çende di raporê de, kuştinên qatilên wan dîyar nebûyîn dinivîsin jî em di hejmara giştî de cih nadin bûyerên encama wan zelal nebûyîn. Em wan jinên ne bi daxwaza wan seks pê re hatiye kirin, wek tecawiz dinivîsin. Me heta îsal destdirêjî û tecawiza li zarokên keç dihat kirin di beşa tecawiz û destdirêjiyê de dinivîsî. Ji Sibata 2016ê pê ve destdirêjîya li zarokên keç zêde bûye, ji ber vê yekê bianetê ji 1ê Hezîranê ve beşa ''tecawiz û destdirêjiya li zarokan'' li rapora xwe zêde kir. Di vê beşê de bi tenê tecawiz û destdirêjiya li zarokên keç hene. |