Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn, mêran di meha Hezîranê de 18 jin kuştine, ya kêm tecawiz li 7 jinan kiriye, destdirêjî li 51 jinan kiriye, 44 jin birîndar kirine, îstismara cinsî li 20 keçên zarok kiriye.
Di şeş mehên destpêka sala 2017ê de mêran 149 jin û zarokên keç kuştine, tecawiz li 45 jinan kiriye, destdirêjî li 101 jinan kiriye, îstismar li 192 zarokên keç kiriye û tûndkarî li 184 jinan kiriye.
Piştî germbûna hewayê bûyerên destdirêjî û tûndkariyê zêde bûn. Li Stenbolê di demên cida de du mêran bi hêceta cilikên jinan êrîşî wan kiriye. Mêrekê ji ber cilikên jina xwe êrîşî wê kiriye. Du mêrên ne nasên du jinan li beravê destdirêjî li wan kiriye.
Kuştin
Li gor rapora bianetê mêran di Meha Hezîranê de, 18 jin keçeka zarok û du mêrên xwestin bibin navbeynkar kuştine.
Ji sedî 74ê jinên hatîn kuştin partnerên wan an jî partnerên wan ên berê ew kuştine.
Bavê jinekê ew kuştiye. Mêrê bi zewaca dînî bi jinekê re zewicî jina xwe kuştiye. Mêrê berê yê jinekê ew kuştiye. Mêrê xwuşka du jinan ew kuştine. Mêrekê nenasê zarokekea 5 salî tecawiz li wê kiriye û ew kuştiye.
Ji sedî 63yê jinan bi çekên gulexwer hatine kuştin.
Mêran pênc jin bi kêran kuştine, du jin xeniqandine, du jin bi demanceyan kuştine, çar jin jî bi tifenkan kuştine.
Dadagehê biryara jêdurmanê ji bo mêrekê dabû ku nêzîkî jinekê nebe, wî mêrî digel biryarê jî jin kuşt. Du jin li ber deriyê dadgehê hatin kuştin.
Yek ji bikujan di wê hefteyê de ji girtîgehê derketibû. Yek ji bikujê jinan ji beriya bûyera kuştinê du caran ji ber tûndkarî û birîndarkirina jinan hatibû girtin.
Piştî kuştina jinan sê bikujan xwe kuşt. Yek ji bikujan hewil da xwe bikuje. Sê bikuj teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.
Bajarên ku lê jin hatine kuştin: Edene (1), Enqere (1), Antalya (2), Bursa (3), Denizli (2), Elazıg (1), Hatay (1), Isparta (1), Stenbol (2), Izmîr (2), Kocaeli (1), Konya (1), Yalova (1).
Tecawiz
Di meha Hezîranê de nûçeyên kuştina heft jinan hatine nivîsîn.
Yek ji jinên tecawiz lê hatiye kirin penaber e, yek tûrîst e û yek jî kêmendam e.
Mêrên ne nasên sê jinan tecawiz li wan kiriye, destgirtiyê jinekê tecawiz lê kiriye, xizmê jinekê tecawiz li wê kiriye, mêrekî bi israr jinek teqîb kiriye, destdirêjî lê kiriye û paşê tecawiz kiriye.
Sê kesên tecawiz kirîn hatine girtin. Li gor nûçeyên hatîn nivîsîn du kes hatine desteserkirin lê encam nehatiye eşkerekirin. Şeş kesên tecawiz kirîn qaçax in. Li Muglayê tecawiz li jineka tûrîst hat kirin, digel ku jinê gilî jî kir qeyda fermî ji bo mêrî nehat amadekirin, polîsan eşkere kir ku jina tecawiz lê hatî kirin sûcdar e.
Bajarên ku bûyerên tecawizê lê çêbûye:
Enqere (1), Aydin (2), Bûrsa (1), Stenbol (1), Konya (1), Mugla (1).
Destdirêjî
Di meha hezîranê de mêran herî kêm destdirêjî li 51 jinan kiriye.
Yek ji van jinan geştyar bû.
Sedî 70 mêrên ku destdirêjî kirine ne nasên jinan bûn.
Destdirêjiya 11 jinan li kargehê ji hêla midûrên wan, ya yekê ji hêla hosteyê tamîra klîmayê, ya yekê ji hêla xebatkarê hotela ku lê dima, ya yekê ji hêla mamosteyê wê yê zanîngehê, ya 36 jinan jî ji hêla mêrên nenas ve pêk hatiye. Di bûyerekê de fail di nûçeyê de derbas nebûye.
Sedî 31ên destdirêjiyê bi awayê raçavkirinê, sedî 23 destdirêjiya bidevkî, sedî 4 destdirêjî ya dijîtal, sedî 4 kêşana dîmenan, sedî 4 jî bi awayê pêşanderiyê pêk hatiye.
Sedî 33 mêran li kolanan, sedî 29 li qedemgehên giştî, sedî 4 li plajan, sedî 4 li wesayitên civakî de destdirêjî li jinan kirine.
Berê jî sabiqaya mêrekî ji ber destdirêjiyê hebûye ku di meha hezîranê de dîsa destdirêjî kiriye.
Ji 20 failan tenê 2 kes hatin girtin, 4 ji wan jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Tenê desteserkirina 5an di medyayê de cî girt. Saziyên fermî derbarê mêrekî ku destdirêjî li 11 jinan kiriye de ti tiştek nekirin.
Di bûyerekê de rêveberiya zanîngehê derbarê mamosteyê zanîngehê yê ku destdirêjî kiriye de ti tiştek nekir, polîsan operasyon birin ser heman mêrî ku destdirêjî dikir.
Saziyên fermî derbarê mêrekî ku li kolanê destdirêjî li jinekê kir û paşê ew li erdê kaş kir de ti tiştek nekirin lê heman mêrî heman rojê bi darê zorê dest danî ser keçeke 9 salî û ji ber wê jî hat girtin.
Bajarên ku destdirêjî lê hatiye kirin: Adana (4), Adiyaman (1), Antalya (11), Aydin (4), Balikesir (1), İstanbûl (4), Kocaeli (15), Konya (5), Manisa (1), Mersin (3), Mûgla (1), Tekîrdag (1).
İstismarkirina zarokan
Mêran di meha hezîranê de herî kêm li 20 zarokan istismara cinsî kirine.
Sedî 45 ên bûyerên istismarê li ciyên weke kolan, park, dibistan, markêt, rawestgeha otobusan û li firoşgehan yanî li ciyên ku ji civakê re vekirî pêk hatine. Sedî 10ê zarokên keç li malên ku ji bo dersa olî bistînin, sedî 10ê wan jî li malên xwe rastî istismarê hatin.
Zarokeke ku rastî istismarê hat astengdarê zînî bû.
Sedî 15ê zarokên ku rastî istismarê hatin di encamê de ducanî bûn.
Ji 20 failên ku istismara zayendî li zarokan kirin 3 kes hatin girtin. 2 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan, li 2 kesan tê gerîn, desteserkirina 3 kesan a piştî bûyerê di medyayê de hat belavkirin (pêvajoya piştî desteserkirinê di medyayê de cî dît).
6 zarok rastî istismara mêrên nenas, 3 zarok rastî istismara ajokarên serwîsan, 2 zarok rastî istismara mamosteyên olî, 2 zarok rastî istismara mêrên ji taxa ku lê dijîn hatine. Yek rastî istismara birayê xwe, yek rastî ya bavê xwe, yek rastî ya tamîrciyê pisqilêtan, yek rastî ya esnafê taxê, yek rastî ya karkerekî ku li dibistanê dixebite, yek rastî ya wezîfedarê ewlekariyê hat.
Di bûyerên istismarê de 2 zarokan ji mamosteyên xwe re behsa bûyerê kirine û sê ji wan jî ji dêya xwe re gotine ku di encamê de bûyer hatine bihîstin.
Bajarên ku di meha hezîranê de bûyera istismara zarokan lê qewimîne: Ankara (1), Antalya (2), Aydin (3), Balikesir (1), Denizli (2), İzmir (1), Kastamonû (3), Kutahya (1), Mûgla (1), Samsûn (1), Tekirdag (2), Tokat (1), Yalova (1).
Tûndkarî – birîndarkirin
Mêran di meha Hezîranê de ya kêm tûndkarî li 44 jinan kiriye an ew birîndar kirine. Ji sedî 16ê jinên tûndkarî li wan hatî kirin bi giranî birîndar bûne, ji sedî 41ê wan rastî êrîşa bi guleyan yan jî amûrên weke kêran hatine.
8 jin bi kêran, 3 bi devançeyan, 4 bi tifinfan birîndar bûne. Stuyê jinekê bi kêrê hat jêkirin, bi kêran bi ser du jinan de çûn, 22 ji wan derbe li wan hatin xistin, du jin rastî îşkenceyê hatin, yek rastî êrîşa bidevkî hat, li yekê jî gefa kuştinê hat xwarin.
Sedî 18ê tundkarî – birîndarkirinan di trafîkê de, li ciyên weke kolan, markêt, cafe, wesayitên civakî û kargehan ku qadên civakî ne pêk hatin.
Sedî 14ê jinan ji ber ku xwestine ji mêrê xwe cida bibin rastî tundkariyê hatin; sedî 7 rastî tundkariya mêr an jî heskiriyên wan ên berê hatin.
Jinek digel biryara bidûrxistinê rastî tundkariyê hat.
Di 44 bûyerên tundkarî, birîndarkirin û hewla kuştinê de tenê 5 mêr hatin girtin. Mêrekî xwe radestî hêzên ewlekariyê kir.
4 mêr bi şertê kontrola edlî hat berdan, ji bo wezîfedarê ewlekariyê yê ku li kolanê derbe li jina nenas xist ti tiştek nehat kirin. Mêrê ku ji ber lixwekirina şortî êrîşî jinê kir hat berdan. Mêrekî ku îşkence li jina xwe ya Sûriyeyî dikir bêyî ku bê girtin hat darizandin. Mêrekî ku derbe li heskiriya xwe xist, ji ber ku jinê giliyê wî nekir hat berdan.
Sedî 43yê jinan rastî tundkariya mêrên xwe hatin.
Xizmê jinekê, mêrê wê yê bi mehra mela li jinekê, mêrên bi mehra fermî li 18 jinan, mêrên kevn ên du jinan, heskiriyê kevn ê jinekê, wezîfedarê ewlekariyekê li jinekê, birayê jinekê, mişteriyê li marketê li jinekê, kurê jinekê, heskiriyên 5 jinan, mêrên nenas li 6 jinan, neviyê jinekê, qantînvanê yûrdê li du jinan, mişteriyê du karkerên seksê ew birîndar kirine. Di bûyerekê de medyayê cî neda kesê êrîşkar. (ÇT/FD/MB)