Infografî: Yağmur Karagöz
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî nûçeyên ku bianetê ji rojname, ajans û malperên nûçeyan ên herêmî û netewî kom kirine; mêran di meha Gulanê de bi kêmanî 32 jin kuştine, tecawiz bi kêmanî li çar jinan kiriye.
Di meha Gulanê de mirina bi kêmanî 21 jinan di çapemeniyê de weke mirinên bigûman hatine nivîsîn. Ew bajar ev in: (Edene (1), Aydin (5), Çorum (1), Xarpêt (1), Hatay (1), Stenbol (4), İzmir (1), Kayseri (1), Kirklarelî (1), Manisa (2),Manisa (1), Ordû (1), Wan (1))
Li Aydinê jinekê li dijî mêrê xwe yê bi sîstematîk îşkence û tundkarî lê dikir, mafê xwe yê parastina rewa bikar aniye.
Mêran di meha Nîsanê de li Kirikkale, Mêrsîn, Îzmîr û Amedê gefa kuştinê yan jî ziyandanê li jinan xwarine.
Li Sakaryayê mêran gefa kuştinê li jinekê xwarine.
2021-2022
Di pênc mehên destpêkê yên sala 2021ê de mêran, 126 jin kuştine, tacîz li 50 jinan kiriye, 65 zarok îstîsmar kirine, tecawiz li 48 jinan kiriye. Mêran bi kêmanî 310 jin neçarî karkeriya seksê kiriye, tundkarî bi kêmanî li 320 jinan kiriye û ew birîndar kirine. Di pênc mehên destpêkê yên vê salê de çapemeniyê ji bo mirina 99 jinan gotiye ku "bigûman e". Mêran di van pênc mehan de bi kêmanî 8 zarok kuştine.
Di pênc mehên destpêkê yên sala 2022ê de mêran, 131 jin kuştine, tacîz li 45 jinan kiriye, 105 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 302 jinan kiriye, tecawiz li 15 jinan kiriye. Bi kêmanî 327 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di pênc mehên destpêkê yên sala 2022yê de, çapemeniyê ji bo mirina 91 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van pênc mehan de bi kêmanî 15 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Gulanê de bi kêmanî 32 jin kuştine; par di heman mehê de ev hejmar 18 bû. Her weha mêran bi kêmanî çar mêrên ku li cem jinan bûn jî kuştine.
Di Gulanê de ji jinên ku hatine kuştin jê yek trans bûye. Ji mêrên ku jin kuştine jê yek wezîfedarê ewlekarîyê bûye.
Jineke ku mêran ew kuştiye, sûriyeyî, yek jî afganistanî bû. Mêran digel ku biryara "parastin" an jî "dûrxistinê" jî, bi kêmanî pênc jin kuştine. Du jinan li dijî tûndkariyê daxwaza ewlekariyê kiribû, ji ber ku ev daxwaza wan nehat pêkanîn hatin kuştin.
Navên jinên ku di Gulanê de mêran ew kuştine
Ayşe A., Dilej Ceylan, Recea M., Zeynep Koyun, Sultan Irmak, İpek Ağmaz*, Asiye Nur Atalay, Sema K., Hulya Elkoca, Hatice Ç., Sakine Kultur, Safiye M., Yeliz Kalkan, Sinem Sökmen, Zehra Ç., Nusel T., Şule T., Serap Bor, Cansu Geyik, Haldun Uyaroğlu, Şeyma Biran, Pınar Kızıl, Derya Karya, Gol Bibi, Rojda Ş., Beril Varol, Turkan Demir, Nevriye Ş., Keziban Başak D., B.T., Güler T., çapemeniyê navê jinekê ku mêran ew kuştiye nenivîsandiye.
Mêran li van bajaran jin kuştine
Afyon (1), Aksaray (2), Enqere (2), Dîlok (1), Aydin (1), Êlih (1), Bursa (1), Çanakkale (1), Denizli (1), Amed (1), Duzce (2), Eskişehîr (1), Idir (1), Stenbol (8), İzmir (4), Kocaeli (1), Şirnex (1), Riha (1), Wan (1).
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran bi çi "hêcetan" 19 jin kuştine. Mêran 12 jin ji ber ku xwestine veqetin an jî nexwestine li hev bên, kuştine. jinekê jî di dema gengeşiya “destheq” de kuştiye.
Hevjîn, hevjînên berê an jî destgirtî 21 kuştine. Du jin xizmên wan ew kuştine. Jinekê nexweşê wê û jinekê jî ciranê wê ew kuştiye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 8 mêrên ku 7 jin kuştine nas e an ne nas e.
Mêran 20 jin li nava malan, 12 jin li kargeh, daristan, kolan, nexweşxane û deverên weke wan kuştine.
Mêran nîvê jinan bi çekên guleber kuştine.
Mêran 20 jin bi çekên guleber, du jin fetisandine, pênc jin jî bi kêr û yên weke wê kuştine. 2 jin bi îşkenceyê, jinekê bi lêdanê û yek jî li şaneşînê avêtiye û ew kuştiye. Çapemeniyê nenivîsandiye ku bê ka mêran jinekê çawa kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
Ji 34 faîlên ku jin kuştine, 22 jê hatine girtin. 8 faîlan xwe kuştine. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya faîlekê nenivîsiye.
Sê faîl hatine desteserkirin.
Tundkariya li zarokan
Mêran di meha Gulanê de 6 zarok kuştine. Par di heman mehê de ev hejmar yek bû. Bav şeş zarokên xwe kuştiye. Ji zarokên ku mêran ew kuştine jê du ûkraynayî û du jî afganistanî bûye.
Mêran sê zarok bi kêrê, zarokek bi lêdanê û du zarok jî li şaneşînê avêtiye xwarê û kuştiye.
Navê zarokê ku hatiye kuştin
A.S., Kadir G., Kiril N., Merveh S., Meryem S., Tetrana N.
Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine
Ankara (1), Antalya (2), Aksaray (2), Bursa (1).
Pêvajoya hiqûqî
Çar faîl hebûne ku zarok kuştine. Jê yek hatiye desteserkirin. Du Faîlan xwekuştiye. Faîlek hatiye girtin.
Êrişa Zayendî / Tecawiz
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Gulana 2022an de herî kêm tecawiz li çar jinan kirine. Par di heman mehê de ev hejmar 9 bû.
Jinekê dersdêrê yogayê, du jin doktor tecawiz lê kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrê ku tecawiz li jinekê kiriye kî ye.
Mêran li nexweşxaneyê tecawiz li jinekê kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li kîderê tecawiz li sê jinan kiriye.
Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye
Adana (1), Ankara (1), Burdur (1), İstanbul (1).
Pêvajoya hiqûqî
4 mêrên fail hebûn ku tecawiz li jinan kirine. Du faîl hatine girtin. Derbarê du faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Tacîz
Mêran di meha Gulanê de herî kêm tacîz li 11 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 13 bû.
Mêran pênc jin bi girtina foto-vîdeo û bi devkî û laşî jî şeş jin tacîz kirine
Mêran 11 jin jî li qadên derveyê mal tacîz kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 10 mêrên ku jin tacîz kirine nas e an ne nas e. jinekê jî ciranê wê ew tacîz kiriye.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Edene (1), Dîlok (1), Stenbol (7), Kocaeli (1), Mûgla (1)
Pêvajoya Hiqûqî
12 failên mêr hebûn ku jin taciz kirine. Tenê faîlek hatiye girtin. Derbarê sê faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Sê faîl hatine desteserkirin. Derbarê faîlek de biryara jêdûrxistinê hatiye dayîn. Faîlek serbest bûye.Her weha çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya sê faîlan nenivîsandiye.
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Gulanê de îstîsmar herî kêm li 22 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 16 bû.
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 9 mêrên ku herî kêm tacîz li 9 zarokan kirine nas e an ne nas e. 10 zarok dersdêrê wan, zarokek xizmê wê, du zarok bavê wan îstismar lê kiriye.
Mêran li dibistan, kolan û qadên din ên ji derveyî malan îstismar li 18 zarokan li nava mal li 4 zarokan kiriye.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine
Edene (1), Bartin (1), Burdur (1), Duzce (2), Eskişehir (1), Stenbol (4), Muğla (1), Mûş (1), Samsun (9), Şirnex (1).
Pêvajoya hiqûqî
12 faîl hebûn ku îstîsmar li zarokan kirine. 10 faîl hatine girtin. Faîlek serbest bûye. Derbarê faîlek de lêpirsîn hatiye destpêkirin
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Gulanê de bi kêmanî tundkarî li 64 jinan kiriye. Par heman mehê ev hejmar 67 bû.
10 jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye, birine nexweşxaneyê û gotine “newxeşiya wan a giran heye”. Mêran “biryarên parastinê” binpê kirine û tundkarî li 12 jinan kiriye.
Jineke ku mêran tundkarî lê kiriye, sûriyeyî ye.
Bajarên ku mêran tundkarî li jinan kiriye Edene (1), Enqere (1), Antalya (2), Dîlok (4), Bartin (1), Bûrsa (4), Çorûm (1), Denîzlî (2), Dêrsim (1), Edîrne (28), Stenbol (8), Îzmîr (4), Kayserî (2), Kocaelî (1), Konya (1), Samsûn (1), Riha (2) |
Hevjîn û destgirtiyê kevn ê 46 jinan tundkarî li wan kiriye, zavayê jinekê, bavê jinekê, hevkarê jinekê tundkarî lê kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran û 16 jinên tundkarî li wan kiriye, hev nas dikin an na.
Mêran ji ber ku xwestine cuda bibin tundkarî li 8 jinan, ji ber hesûdiyê tundkarî li jinekê, ji ber ku nexwestiye aîdatê bide tundkarî li jinekê kiriye. Mêran ji ber ku jin dereng hatiye cihê kar tundkarî lê kiriye. Çapemeniyê sedema ku mêran tundkarî li 52 jinan kiriye, nenivîsiye.
Mêran derb li 51 jinan xistine û ew birîndar kirine, çar jin bi çekên gulebar, şeş jin jî bi kêr û çekên mîna wê birîndar kirine. Mêran du jin bi sotemeniyê birîndar kirine, xwestine jinekê bi xaza xwezayî bikujin.
Mêran li kargehê, li nava otobisê, li daristanê ango li derveyî malê tundkarî li 24 jinan kiriye, Li nava malê jî 30 jin birîndar kirine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran li ku tundkarî li 10 jinan kiriye.
Pêvajoya hiqûqî 65 faîl hebûn ku tundkarî li jinan kiriye. Bi tenê faîlek hatiye girtin. Lêpirsîna 30 faîlan destpê kiriye. Kêmanî ji bo 30 faîlî biryara dûrxistinê hatiye dayîn. Çapemeniyê ji bo faîlekî gotiye ku "xwe kuştiye", ji bo yekî jî gotiye, "polîsan ew kuştiye". Ji bo sê faîlan gotiye, "reviya lê digerin, ji bo du faîlan jî biryara dûrxistinê dane. Heft faîl hatine desteserkirin, çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya kêmanî 17 faîlan nenivîsiye. |
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Gulanê de karkeriya seksê ya mecbûrî, kêmanî bi 65 jinan dane kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 584 bû. 27 jinên ku neçarî karkeriya seksê hatine kirin, ne welatiyên Tirkiyeyê bûn. Zarok jî di nava wan de hebûn.
Pêvajoya hiqûqî 72 faîl hebûn ku karkeriya seksê ya mecbûrî bi jinan dane kirin. 18 faîl hatine girtin. 52 faîl hatine desteserkirin. Du faîl piştî desteserkirinê serbest bûne. |
(EMK/AY-FD)