Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li gorî nûçeyên bianetê ji rojnameyên netewî û herêmî, ji malper û ajansên nûçeyan berhev kirine, mêran di meha gulanê de 29 jin, 3 zarokên keç kuştin. Mêran tecawizî 10 jinan kirin, bi darê zorê hiştin ku 26 jin karkeriya seksê bikin, 10 jin rastî tacîza zayendî ya mêran hatin, li hemberî 26 zarokan istismara zayendî kirin û li hemberî 34 jinan tundûtujî pêk anîn.
Di 5 mehên pêşîn ên sala 2017ê de, mêran 130 jin kuştin, tecawizî 38 jinan kirin, dest avêtin 50 jinan, li hemberî 172 zarokên keç istismara zayendî pêk anîn û 140 jin rastî tundûtujiya wan hatin.
Cînayet
Mêran di meha gulanê de 29 jin, 3 zarokên keç û 5 mêr kuştin; 4 mêr û zarokek jî birîndar kirin. Herwiha jinekê xwe kuşt an jî hat îdiakirin ku xwe kuştiye. Failê jineke ku stuyê wê hat birîn hîna nehatiye dîtin.
Cînayetek li dibistanê yek jî li kolanê çêbû.
Ji sedî 59ê jinan ji hêla partner an jî partnerên wan ên kevn ve, sedî 20ê wan jî ji hêla xizmên wan ên mêr ve hatin kuştin.
Jinek ji hêla birayê xwe, 6 ji hêla xizmên wan ên mêr, yek ji wan ji hêla zavayê xwe, yek ji hêla zavayê kevn, 3 ji wan ji hêla mêrên kevn, yek ji hêla mêrê ku pirsgirêk di nav bera wan de heye, 9 ji hêla mêrên xwe, yek ji hêla kurê xwe, yek ji hêla mêrekî ku jinê daxwaza hevaltiya wî qebûl nekiriye, 5 jî ji hêla hezkiriyên xwe ve hatine kuştin.
Sedî 17 jin ji ber hevberdan/veqetînê yan jî ji ber redkirina zewacê hatin kuştin.
Du jin digel ku beriya bên kuştin serî li polîs dane jî hatin kuştin.
Li îzmîrê jinekê, roja cînayetê li polîsan geriyabû û paşê çibû qereqolê, li vir giliyê mêrê xwe yê kevn kiribû ku derheqê mêr de biryara bidûrxistinê hatibû dayîn, lê mêr piştî îfadestendinê hat berdan û bi çakûçî li serê jinikê dabû û ew birîndar kiribû, paşê şilfî tazî ew derxistibû kolanê û li wir wê kuştibû. Jineke din jî beriya cînayetê bi 15 deqîqeyan li polîsan geriyabû û gotibû ku mêrekî çekdar li ber mala wê disekine.
Sedî 72yê cînayetan bi çekên agirbar ve çêbûn.
Jinek ji şaneşînê hat avêtin, 3 jin bi kêran, yek fetisiye, yek bi çakûç, yek bi dînamîtê, 14 jê bi devançeyê, yek bi têlê hatiye fetisandin, 7 jê jî bi tifingê hatine kuştin.
Piştî cînayetan 4 mêran xwe kuşt, 3 ji wan jî hewla kuştina xwe dan.
Di meha gulanê de bajarên ku cînayetên jinan lê rû dane û di medyayê de cî girtine ev in: Adana (3), Ankara (1), Antep (1), Aydın (1), Bursa (3), Diyarbakır (1), Edine (1), Hatay (2), İstanbul (5), İzmir (4), Kayseri (1), Kilis (1), Konya (2), Muğla (1), Samsun (1).
Tecawiz
Di meha gulanê de 10 bûyerên tecawizê yên li hemberî jinan di medyayê de deng veda.
Yek ji jinêk ku rastî tecawizê hat, astengdar bû.
Di 10 bûyerên ku 11 failên wan hebûn de 3 mêr hatin girtin, yek bi şertê kontrola edlî het berdan. Pêvajoya hiqûqî ya 5 mêran di medyayê de cî ji xwe re nedît. 2 tecawizkar jî ji hêla jinên ku rastî tecawiza wan hatine ve hatin kuştin.
2 tecawizkar berê ji ber destdirêjiya zayendî ceza xwaribûn. Yek ji wan jî ji ber ku berê jinek revandibû, dihate darizandin.
Jinek rastî tecawiza xizmekî xwe yê mêr, yek rastî ya kesê karê elektrîkê dike li mala xwe, yek rastî ya hezkiriyê xwe, yek rastî ya mêrekî ku bi soza dabûyê û hatibûn ba hev, yek rastî ya mêrekî ku li ciyê karê wê, yek rastî ya garsonekî ku ciyê tûvaletê ji wî pirsî, yek rastî ya hezkiriyê xwe yê berê, yek rastî ya ajokarê otobusê, yek rastî ya hevalekî xwe yê mêr, yek jî rastî ya mêrekî ku wî nas nake hat.
Bûyerek tecawizê li otelekê, yek di otobusê de, yek li ciyê kar, yek li mala jinekê, yek li wê mala ku tecawizkar bi darê zorê ketê, yek li wê mala ku jin bi darê zorê birinê, yek di wesayita ku jin bi darê zorê lêhat sarkirin de pêk hat.
Bajarên ku bûyerên tecawizê lê çêbûn û di medyayê de cî girtin wiha ne: Bursa (1), Eskişehir (1), İstanbul (5), Kayseri (1), Manisa (1), Trabzon (1).
Karkeriya seksê
Di meha gulanê de herî kêm 26 jin rastî karkeriya seksê ya bidarê zorê bûn. Sedî 69ê jinan ne hemwelatiyên T.C yê bûn.
29 ji 45 failên ku bi darê zorê karkeriya seksê bi jinan dida kirin (sedî 64) hatin girtin.
Bajarên ku bûyerên karkeriya seksê ya bi darê zorê lê çêbûn û di medyayê de cî girtin wiha ne: Mersin (13), Muğla (3), Samsun (1), İstanbul (9).
Destdirêjî
Di meha Gulanê de mêran ya kêm destdirêjî li 10 jinan kiriye.
Sê caran di otobûs û mînîbûsan de destdirêjî li jinan hatiye kirin, sê caran li kaêpûsa zanîngehan, carekê di kolanekê, carekê li kargehekê destdirêjî li jinan hatiye kirin.
Bi tenê du kesên destdirêjî kirîn hatine girtin. Welatiyên bûyîn şahidên du kiriyarên destdirêjîyê ew kesên destdirêjî kirîn hingavtine. Lêpirsîn li ser dersdêrekê klûbekê û lêkolînêrekê zanîngehekê nehatiye kirin.
Ji sedî pênciyê mêrên destdirêjî kirîn destdirêjî li jinên nasên xwe kirine.
Mêrekê digel jinekê li heman kargehê kar dike destdirêjîş lê kiriye, mêrekê ku deynê wî li mêrê jinekê heyî destdirêjî li wê kiriye. Lêkolînêrê zanîngehekê destdirêjî li jinekê kiriye. Pênc mêrên destdirêjî li jinan kirîn ne nasên jinan bûne.
Ji sedî 60ê jinên destdirêjî lê hatî kirin bi awayekê fizîkî destdirêjî li wan hatiye kirin. Teşhîrkarî li ji sedî 30ê jinên destdirêjî lê hatî kirin hatiye kirin.
Bajarên ku destdirêjî lê hatiye kirin:
Edene (2), Antalya (1), Stenbol (4), Kocaeli (2), Konya (1).
Îstismarkirina zarokan
Di meha Gulanê de mêran ya kêm îstismara cinsî li 26 zarokan kiriye. Yek ji wan zarokan bû dûcanî. Mêrê ku destdirêjî li wê kirî bi kontrola edlî serbest hat berdan.
Dersdêrên dibistanan îstismarkirina 6 keçan ferq kiriye. Du zarokan îstismara li wan hatî kirin ji dêya xwe re, du zarokan jî ji dersdêrên xwe re gotine.
Ji deh kesên îstismar kirîn 7 kes hatin girtin. Yek ji wan kesan bi kontrola edlî serbest hat berdan. Agahiyên di heqê du kesên îstismar kirîn di nûçeyan de nehatine nivîsîn.
Ji sedî 19ê wan kesên îstismara zayendî li zarokan kirine xebatkarên dibistanan bûne.(Dersdêr, xebatkarê paqijiyê, şofêrê servîsa dibistanê)
Lêzimê zarokekê îstismar li wê kiriye, hevalê dêya sê zarokan îstismar li wan kiriye, dersdêrê dersên dawetê destdirêjî li zarokekê kiriye, xebatkarê nexweşxaneyekê destdirêjî li zarokekê kiriye, xwediyên dikanên qirtsiyefiroşiyê destdirêjî li pênc zarokan kiriye, cîranê zarokekê destdirêjî lê kiriye, xwendekarekî destdirêjî li xwendekarekê kiriye, şofêrên servîsan destdirêjî li sê zarokan kirine, mêrekê nasê zarokekê destdirêjî lê kiriye, mêrekê nenasê zarokekê destdirêjî lê kiriye.
Bajarên lê îstismar li zarokan hatiye kirin: Antalya (1), Êlih (1), Çanakkale (1), Stenbol (10), Izmîr (4), Kastamonu (4), Mêrsîn (1), Samsun (1), Tokat (1), Wan (2).
Tûndkarî – birîndarkirin
Mêran di meha Gulanê de ya kêm tûndkarî li 34 jinan kiriye an ew birîndar kirine. Ji sedî 56ê jinên tûndkarî li wan hatî kirin birîndar bûne.
Yek ji mêrên tûndkarî li jinan kirî polîsek bû, yek ji wan mêran jî melayek bû.
Ji sedî 38ê kiriyarên tûndkarî û birîndarkirinê li cihên civakî hatine kirin(Mall, nexweşxane, kargeh, kafe)
Ji sedî 9ê jinan digel ku hêzên ewlehiyê biryara parastina wan dabû jî hatine birîndarkirin.
Çar jinan ji ber ku xwestine ji mêrê xwe cida bibin, keça jinekê jî ji ber ku xwestiye ji mêrê xwe cida bibe, mêrê wan bi mexseda kuştinê ew birîndar kirine.
Du ji wan mêrên tûndkarî li jinan kirîn ji beriya hingê ji ber ku wan îstismar li zarokan kiriye hatine girtin. Du ji wan mêran ji girtîgehê reviyane û jinên xwestine ji wan cida bibin bi kêran birîndar kirine.
Jinekê dema dîtiye ku mêrek jinekê dikuje xwe avêtiye ser wî û nehêlaye.
Ji sedî 11ê failan hatine girtin. Kesek bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.
Ji sedî 62yê jinên tûndkarî li wan hatiye kirin, partnerên wan tûndkarî li wan kiriye.
Du mêrên di trafîka erebeyan de bi jinan re minaqeşe kirîn ew birîndar kirine, bavê jinekê lê daye, zirbavê jinekê lê daye, mêrê berê yê du jinan tûndkarî li wan kiriye, destgirtiyê berê yê du jinan tûndkarî li wan kiriye, mêrê 14 jinan destdirêjî li wan kiriye, mêr û bavê jinekê tûndkarî li wê kiriye, kurê jinekê, destgirtiyê du jinan, nasê jinekê û mêrekê nenasê jinekê destdirêjî li wan kiriye.
Ji sedî 47ê kiriyarên tûndkariyê bi rê û rêbazên kuştinê hatine kirin.
şeş jin hatine kêrvedan, 14 jin hatine hingavtin, jinek bi kezzapê hatiye birîndarkirin, şeş jin bi debanceyan û du jin bi tifengan hatine birîndarkirin.
Bajarên lê li jinan tûndkarî hatiye kirin: Edene (1), Aksaray (5), Enqere (3), Antalya (5), Bursa (1), Denizli (2), Amed (2), Hatay (2), Stenbol (4) , İzmir (3), Konya (1), Kütahya (2), Malatya (1), Manisa (1), Mugla (1). (ÇT/FD/MB)