Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn mêran di meha Gulanê de herî kêm 25 jin û bavê çar jinan, mêrê jinekê û kurê jinekê yê 15 salî kuştine. Wan herî kêm tecawiz li çar jinan kiriye; bi zorê karê seksê li 51 jinan daye kirin; taciz li 14 jinan kiriye; îstismara cinsî li 53 zarokên keç kiriye; tûndkarî li 44 jinan kiriye.
Di meha Gulanê de du polîsan, du polîsên teqawidî, du muxtar û leşkerekî tundkarî li jinan kiriye.
Li gel kuştina 25 jinan;
* Kesên ku sala 2017yê de li Mêrsîn û Amedê sê jin kuştin bûn hatin dîtin. Derket holê ku li Mêrsînê hezkiriyê jinekê, ew û keça wê bi hinceta “namûsê” kuştiye. Jina 18 salî ya li Amedê jî ji hêla mêrê xwe yê bi mehra mela û birayê xwe ve hatiye kuştin.
* Li Agirî, Mûgla û Mêrsînê hat îdiakirin ku sê jinan xwe kuştiye. Yek ji wan bi mehra melayî zewiciye, 18 salî û ducanî bûye.Herweha li Agiriyê jinekê xwestiye xwe bikuje.
* Li Çemê Merîçê yê li Edirneyê du laş hatine dîtin ku yek jê yê jineke ducanî ya 30 salî, yê din jî yê zarokeke keç a temenê wê di navbera 8 û 10an de bûye. Li Konyayê jî di cihoka avdanê de laşê jinekê hatiye dîtin.
Mêran di 5 mehên destpêka 2018ê de herî kêm 97 jin û heft zarok kuşltine; tecawiz li 30 jinan kiriye; taciz li 89 jinan kiriye; bi zorê karê seksê li 280 jinan daye kirin; îstismara cinsî li 177 zarokên keç kiriye; 185 jin birîndar kirine.
Kuştin
Mêran di meha Adarê de 25 jin kuştine. Du jin ducanî bûne, her du bebek jî bi sezaryanê jidayik bûne û nemirine.
Ji sedî 16ê jinan ji ber ku xwestine ji mêran cuda bibin/dest ji wan berdin an jî bi wan re li hev neyên hatine kuştin.
Ji sedî 20ê jin li cihên weke cafe, kargeh, li ber dibistanê û kolanê yanî li qadên civakî çêbûne.
Mêrekî dema jina wî razayî bû kuştiye. Polîsekî piştî ku jina xwe kuştiye îdia kiriye ku jina wî xwe kuştiye. Kujer pêşiyê bi şertê kontrola edlî serbest maye, paşê dîsa hatiye girtin.
Ji sedî 48ê jinan an ji hêla mêrên wan an jî ji hêla mêrên wan ê kevin hatine kuştin.
Bavê jinekê ew kuştiye. Mêrê bi mehra mela jinek, mêrê kevin ê jinekê kuştiye. Mêrên bi mehra fermî yê 9 jinan ew kuştine. Jinek ji hêla dizê ku ketiye mala wê ve, yek ji hêla hevkarê xwe ji ber ku daxwaza hevaltiya wî qebûl nekiriye hatiye kuştin. Yek ji hêla xwediyê karê lê kar dikir, çar ji hêla kurên xwe, du ji hêla nasên xwe, yek ji hêla birazî/xwarziyê xwe hatiye kuştin. Di du bûyerên kuştina jinan de nûçeyan cî nedaye wî tiştî ku fail û jinan hev nas dikirin an na.
Di meha Gulanê de polîsekî, polîsekî teqawidî û leşkerekî leşkeriya neçarî dikir jin kuştine.
Kujerek berê jî ji ber bûyera kuştinekê ceza xwaribû. Kujerek piştî bi destûr ji girtîgehê derketiye, yek jî ji leşkeriyê bi destûr derketiye û çûye jin kuştiye.
Ji sedî 52 jinan bi çekên guleber hatine kuştin.
Heft jin bi kêran, du jin di encama jêkirina qirika wan de, yek bi bivir,12 bi devançeyan, yek jî bi tifingê hatiye kuştin. Jinek ji pencereyê hatiye avêtin, yek bi kabloyê hatiye xeniqandin û hatiye kuştin.
Sê mêr piştî ku jin kuştine xwe radestî asayişê kirine.
Piştî kuştina jinan çar mêran xwe jî kuştiye. Yekî xwestiye ku xwe bikuje.
Di meha Gulanê de bajarên lê jin hatine kuştin ev in: Edene (1), Enqere (2), Dîlok (1), Aydin (1), Balikesîr (1), Bûrsa (6), Denîzlî (1), Edirne (1), Eskîşehîr (1), Stenbol (3), Qers (1), Kastamonû (1), Kayserî (1), Manîsa (1), Mereş (2) û Yozgat (1).
Tecawiz
Bûyera çar jinên rastî tecawizê hatine di meha Gulanê de ji hêla medyayê ve hatiye ragihandin.
Du tecawizkar hezkiriyên jinan, yek jê xwediyê karê lê dixebitî, yek jî polîs bû.
Bûyerek tecawizê li bexçeyê dibistanê, yek di wesayita polîsan de, yek li mala jinê, yek li mala ku jin weke karker lê kar dikir çêbûye.
Yek ji van jinên ku rastî tecawizê hatiye Qazakistanî, yek jê jî welatiya Ingiltereyê bûye.
Pêvajoya hiqûqîJi çar tecawizkaran sê jê hatine girtin, yek ji wan di danişîna yekem de hatiye tehliyekirin. Yek ji wan jî bi tecawizê nehat tohmetkirin, ji ber zirar li pasaportê kiriye hatiye girtin û bi şertê kontrola edlî serbest maye. |
Karê seksê yê bi zorê
Di Gulanê de karê seksê bi zorê li 51 jinan hatiyekirin. Ji sedî 69ê jinan ne welatiyên Tirkiyeyê bûne.
Pêvajoya hiqûqîÇar jê jin, 55 jê mêr bi giştî 59 kes ji ber bi zorê karê seksê bi jinan kirine hatine desteserkirin. çar jê jin, 28 kes hatine girtin. |
Taciz
Mêran meha Gulanê ya kêm taciz li 14 jinan kiriye.
Ji sedî 64ê wan kesên taciz kirîn, taciz li jinên ne nasên xwe kiriye.
Mêrên ne nasên heft jinan taciz li wan kiriye, du şofêrên otobêsan taciz li du jinan kiriye, serkarê jinekê taciz lê kiriye, destgirtiyê berê yê jinekê taciz lê kiriye.
Yek ji jinên ku taciz lê hatiye kirin kêmendam bûye.
Çar bûyerên tacizê li otobûsan, du bûyer li kolanan, yek li metrobûsê û yek jî li navenda çêkirina rêzefîlman pêk hatine.
Pêvajoya hiqûqîJi 10 failan du kes hatine girtin. Yek ji wan herdu tacizkaran du caran bi şertê kontrola edlî hatine berdan û paşê hatine girtin. Du tacizkar piştî îfadedanê hatine berdan. Bi biryara dadgehekê tacizkarek bêyî ku bê girtin tê dadkirin. Pêvajoya hiqûqî ya du tacizkaran li nûçeyan cih negirtiye. |
Îstismara zarokan
Mêran di meha Gulanê de îstismara zayendî li 53 zarokên keç kiriye.
Yek ji keçan di emrê zarokatiyê de, hatiye zewicandin. Eşkere bû ku mêrêekê îstismara cinsî li zarokekê kirî paşê ew mecbûr kiriye ku pêre bi zawaca dînî bizewice. Zarokek kêmendam bûye.
Ji sedî 49ê zarokên keç ên îstismara cinsî lê hatî kirin li dibistanan dersdar û xebatkarên dibistanan îstismar li wankiriye.
Serkarê malbata keçekê, bavê du keçan, pismamên keçekê, midûrê 7 xwendekarên lîseyê, xebatkarê paqijiyê yê dibistana keçekê, dersdarên neh keçan, şofêrê servîsa dibistana keçekê, dersdarê navenda werzîşê ya keçekê, îstismara cinsî li wankiriye. Mêrên ne nasên 15 zarokên keç îstismar li wan kiriye.
Yek ji failan berê jî ji ber îstismara cinsî hatiye girtin.
Bûyera îstismarkirina 8 zarokên keç dersdara/ê rêberiyê yê/ya xwendekaran eşkere kiriye. Birêvebiriya du dibistanan li bûyerê hesiyane. Malbata zarokekê ji tevgerên wê zanîne ku îstismar lê hatiye kirin.
Pêvajoya hiqûqîLi gor nûçeyên hatîn nivîsîn ji 25 kesên îstismar kirîn bi tenê şeş kes hatine girtin. Çar fail bi şertê kontrola edlî hatine berdan. Piştî standina îfadeyê heft fail hatine berdan. Sê fail hatine desteserkirin lê nehatiye diyarkirin ka pêvajoya hiqûqî çawa dom kiriye. Li nûçeyên hatîn nivîsîn pêvajoya hiqûqî ya çar bûyeran nehatiye nivîsîn. |
Tûndkarî
Mêran di meha Gulanê de ya kêm 44 jin birîndar kirine. Ji sedî 16ê jinên birîndar bûyîn bi birîneka giran ji bo nexweşxaneyan hatine birin. Yek ji jinên tûndkarî lê hatî kirin jineka trans bûye.
Ji ber ku şeş jinan xwestiye ji mêr/partnerê xwe cida bibe an qebûl nekiriye bi wan re li hev bên rastî tûndkariyê hatine.
Ji sedî 32yê bûyerên tûndkariyê li ber deriyê dadgehan, dikan an li nava kolanan pêk hatine.
Digel biryara parastina jinekê jî mêrekê tûndkarî lê kiriye. Gelek caran tûndkarî li jinekê hatiye kirin lê ji bo wê ti nehatiye kirin.
Ji sedî 45ê jinên tûndkarî li wan hatiye kirin, mêr û partnerê wan tûndkarî li wan kiriye.
Bavê du jinan, mêrê bi zewaca dînî bi jinekê re zewicî, birayê jinekê, lêzimên mêr ên destgirtiyê jinekê, serkrê jinekê, mêrê 15 jinan, şêfêrên texsîyên sê jin lê siwar bûyîn, hevalê jinekê, kurê hevoya jinekê, mêrekê ne nasê jinekê tûndkarî li wan kiriye.
Di nav bûyerên tûndkariyê de; îşkence, xewildana ji bo bi qebloyê xeniqandinê, hiştina di odeya girtî de û avêtina kokteylên molotofan hene.
Mêran pênc jin bi kêran, 23 jin bi hingavtinê, birîndar kirine. Mêran du jin birîndar kirine ku birîna wan gelek giran bûye. Mêrekî hewil daye jinekê bi pencereyekê de biavêje. Mêrekî kokteyla molotofan avêtiye mala jinekê. Mêrekê agir berdaye mala jinekê. Yekî jinek bi qebloyan xeniqandiye. Mêrek bi ser jinekê de çûye. Mêrekî bi erebeya xwe rê li jinekê teng kiriye û we kiriye ku ew qezayê bike.
Pêvajoya hiqûqîJi 40 failan 7 fail hatine girtin. Biryara jê dûrxistinê ji bo sê mêran hatiye dayin; ji bo du failan ti kiriyarên fermî nehatiye kirin; lêpirsîn ji bo du failan hatiye dest pê kirin; sê fail bêyî ku bêne girtin têne dadkirin; du fail hatine desteserkirin û paşê hatine berdan. Di nûçeyan de pêvajoya hiqûqî ya 13 failan nehatiye nivîsîn. |
(ÇT/FD/MB)