Înfografîk ve Fotograf: Yagmûr Karagoz/bîanet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Gulanê ya 2021an de herî kêm 18 jin kuştine û tecawiz li neh jinan kiriye.
Di meha Gulanê ya 2021an de medyayê mirina herî hindik 25 jinan (Edene, Antalya 5, Enqere, Aydin, Êlih, Çanakkale, Amed, Erzîrom, Stenbol 2, Kocaeli, Meletî, Mêrdîn 2, Mêrsîn, Mugla, Şirnex, Riha, Wan, Zonguldak) wekî “mirinên gumanbar” nivîsandiye.
Her weha li Amedê mirina zarokek çapemeniyê weke “biguman” nivîsandiye.
Li Mûşê çapemeniyê mirina zarokekî “bi guman” nivîsandiye.
Mêran, gefa “kuştinê” ango “tûndkarîyê” herî hindik li şeş bajaran(Afyon, Bûrsa, Stenbol 3, Kocaelî) li jinan xwariye. Li Ûşakê mêrekî hewla kuştina zarokê hezkiriya xwe û hevjîna xwe daye.
2020-2021
Mêran di pênc mehên destpêkê yên sala 2020an de 102 jin kuştine, 48 jin tacîz kirine, îstismar li 88 zarokan kirine, tecawiz 24 jinan kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 351 jinan dane kirin, tundkarî herî hindik li 230 jinan kirine.
Mêran di pênc mehên destpêkê yên sala 2021an de 126 jin kuştine, 50 jin tacîz kirine, îstismar li 65 zarokan kirine, tecawiz 48 jinan kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 310 jinan dane kirin û tundkarî herî hindik li 320 jinan kirine. Di pênc mehên destpêkê yên sala 2021an de çapemeniyê kuştina 99 jinan weke “bi guman” nivîsandiye. Mêran di van pênc mehên salê de herî kêm 8 zarok kuştine.
Kuştin
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Gulanê ya 2021an de herî kêm 18 jin û mêrekî ku li gel wan bûne jî kuştine. Di heman meha sala borî de ev hejmar 19 bû. Çar jinên ku hatine kuştin biryara parastinê an go tedbîrê ji bo wan hebûye. Yek ji jinan Sûriyeyî bûye.
Jinên ku di meha Gulanê de hatine kuştin
Arîfe Nur Sarioglû, Aslı O., Birgul Ç., Emel D., Fatma Oz, G.G, Gulendam Goz, Gulseren Akarsû, Melek Elşemo, Sari Laçin, Semra Ç., Sibel Kaman, Şirvan Dinmez, Şukriye A., Tûgçe Duman, Yudum M., Zeynep E., Kamile Y.
Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine
Edene (2), Enqere (1), Antalya (1), Balikesir (2), Amed (1), Edirne (1), Giresun (1), Stenbol (1), Karaman (1), Kayserî (1), Kocaeli (1), Mereş (1), Mersin (1), Nîgde (1), Sêwas (1), Samsûn (1)
Çapemeniyê “hinceta” kuştina 14 jinan ya mêran nenivîsandiye. Bav, kur û endamên din yên malbatê 2 jin kuştine. Jinekê ji aliye cîranê xwe ve hatiye kuştin.
Di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin bê ka mêrê ku sê kuştiye nas e an ne nas e.
Mêran 9 jin li nava malan, 5 jin jî li cihên weke nexweşxane, cîhê kar, kuçe û kolanan kuştine.
Mêran 6 jin bi çekên gulexwar û 9 jin bi alavên weke kêr, balte û birrekê kuştine. Mêran serê jinekê bi kevirî pelixandine û ew kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran çar jin li kuderê kuştine.
Mêran 10 jin bi çekên gulexwar, 7 jin bi amûrên weke kêr û balte kuştine. Her weha mêran jinekê fetisandinê kuştine.
Pêvajoya hiqûqî
19 mêrên faîl yên ku jin kuştine hebûn. Bi tenê jê 9 hatine girtin û 7 jî desteserkirine. Polîs faîlek kuştiye. Du faîlan jî xwe kuştine.
Kuştina zarokan
Di Gulana 2021an de herî hindik zarokekî ji aliyê bavê xwe ve hatiye kuştin.
Li Amedê zarokekî ji aliye bavê xwe ve û Zongûldakê zarokekî ji aliyê “destgirtiyê” xwe ve hatiye derpkirin. Li Aksarayê 7 mêran hewl dane zarokekî birevîne.
Navê zarokên ku mêran ew kuştine
Ceren E.
Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine
Tekîrdag
Pêvajoya hiqûqî
Faîl xwe kuştiye.
Êrişa Zayendî / Tecawiz
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Gulanê ya 2021an de herî kêm tecawiz li 9 jinan kirine. Par di heman mehê de çapemeniyê çi bûyerên tecawizê nenivîsandîbû.
Jinên ku mêran tecawiz lê kiriye yek jê astengdar bûye. 8 mêrên nenas tecawiz li 4 jinan kirine. Jinekê bavê wê, yek cîranê wê, jinekê mêrê wê yê ku bi mera olî, jinekê hevpîşeyê wê yê lîstikvan û jinekê jî doktorê diranan tecawiz lê kiriye.
Mêran li daristan ango li cih û qadên derve tecawiz li 6 jinên kirine. Mêran li nav mal tecawiz li jinekê kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tecawiz li 2 jinan kirine.
Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye
Aydin (1), Êlih (1), Dersim (1), Stenbol (3), Kocaelî (1), Manîsa (1), Riha (1).
Pêvajoya hiqûqî
13 mêrên fail hebûn ku tecawiz li jinan kirine. Tenê 3 faîl hatine girtin. Derbarê 2 faîlan de tu kiryarekî qanûnî nehatiye kirin. Derbarê faîlek de îddaname hatiye amadekirin. Derbarê çar faîlan de lêpirsîn hatiye amadekirin. Faîlek desteserkirine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 2 faîlan nenivîsandiye.
Tacîz
Mêran di meha Gulanê de herî kêm tacîz li 13 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hijmar 9 bû.
Heft jinan pênc mêrên ku tacîz li wan kirîne nas nedikirin. jinekê seyaqê wesayitê û jinekê cîranê wê tacîz lê kiriye. Herî kêm çar jin ji aliyê antrenore sporê ve hatine tacîzkirin.
Mêran bi devkî an jî bi laşî tacîz li 12 jinan kirine û jinekê jî bi kişandina wêneya wê tacîz kirineç.
Mêran li nav mal tacîz li du jinan kirine. Li kolan, nexweşxane, market, navenda sporê ango li cih û qadên derve tacîz li 9 jinan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li kîderê tacîz li du jinan kirine.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Antalya (1), Stenbol (4), İzmir (1), Karabuk (1), Sakarya (4), Samsun (1), Zonguldak (1).
Pêvajoya hiqûqî
9 failên mêr hebûn ku jin taciz kirine. Tu faîlekî nehatiye girtin. Çar faîl hatine desteserkirin. Derbarê faîlekî de biryara jê dûrxistinê hatiye derxistin, derbarê faîlekî de doz vekirine. Faîlek piştî desteserkirinê hatiye berdan. Çapemeniyê rewşa faîlek weke “reviye” nivîsandiye. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlekî jî nenivîsandiye.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Gulanê ya 2021an de herî hindik îstismar li 16 zarokan kirine ku zarokên kur jî di nava wan de bûne. Par di heman mahê de ev hejmar 8 bû.
7 zarokên ku îstismar li wan hatine kirin, 5 mêrên ew îstismar kirine nas nedikirin. Zarokekî xwediyê marketê, zarokekî destgirtiyê dayîka wê, zarokekî xizmê wê îstismar kiriye. Çar zarok bavê wan û du zarok jî dersdêrê wan ew îstismar kirine.
Mêran li kolan, dibistan, tuwaleta market ango li cih û qadên derve 10 zarok îstismar kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li kîderê tacîz li 6 zarokan kirine.
Bajarên ku mêran istismar li zarokan kirine
Agirî (1), Antalya (4), Aydin (2), Duzce (1), Colemêrg (1), Stenbol (5), Sakarya (1), Şirnex (1)
Pêvajoya hiqûqî
12 fail hebûn ku îstismar li zarokan kirine. Bi tenê 4 ji wan girtine. 4 faîl hatine desteserkirin. Kelemça elektronîk li mal bi faîlek ve girêdane. Derbarê faîlek de tu kirariyekî qanûnî nehatiye kirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsandiye û ya faîlekî jî weke “lêdigerin” nivîsandiye.
Tundkarî / Birîndarkirin
Di meha Gulanê de mêran herî kêm tûndkarî li 67 jinan kirine. Di heman meha sala borî de ev hejmar 46 bû.
10 jinên ku mêran tundkarî li wan kirine, bi giranî birîndar bûne û ew birine nexweşxaneyan. Mêran tundkariya sîstematîk herî hindik li du jinan kirine.
Di nav jinên ku mêran tûndkarî lê kiriye yek jê welatiya Sûriyê bûye. Digel ku biryara “parastin” û “dûrxistinê” hatiye dayîn jî mêran tundkarî herî hindik li pênc jinan kiriye.
Bajarên ku mêran lê tûndkarî li jinan kiriye
Edene (4), Semsûr (1), Aksaray (2), Ankara (1), Antalya (4), Aydin (2), Çewlîk(1), Bûrsa (1), Çankiri (1), Denizlî (1), Amed (1), Edirne (15), Stenbol (11), Îzmîr (4), Kirikkale (1), Kilîs (1), Kocaelî (3), Konya (3), Manîsa (2), Nevşehîr (1), Nîgde (1), Sêwas (2), Yozgat (1), Zongûldak (3). |
Hevjîn, destgirtî û evîndarê herî hindik 45 jinan, tundkarî li wan kiriye. Bav, kur û endamên din yên malbatê tundkarî li 8 jinan kirine. Du jin cîranê wan, 2 jin patronê wan tundkarî lê kiriye. Çapemeniyê behsa wî tiştî nekiriye ku bê ka mêran tundkarî herî hindik li 10 jinan kiriye, hevdu nas dikin an na.
Mêran ji ber ku “xwestine cihê bibe” tundkarî li sê jinan kirine. Mêran ji ber “hesûdiyê”tundkarî li jinekê, ji ber ku “nexwestiye bi deyn pere bide” li jinekê û ji ber ku “qerebalixî kiriye” tûndkarî li jinekê kiriye. Ji ber ku şort li xwe kiriye mêran tûndkarî li jinekê û ji ber ku “bûye asteng û nehîştiye darê bibire” tûndkarî li jinekê kiriye.
Çapemeniyê sedema tûndkarîya mêran ya li 53 jinan kirine, nenivîsandiye.
Mêran derb li 52 jinan xistine û ew birîndar kirine. Pênc jin bi kêr, birek û çekên weke wan, sê jin jî bi çekên guleber birîndar kirine. Mêran bi wesayitê pê li 3 kirine û ew birîndar kirine. Jinekê jî ji şaneşînê avêtine.
Mêran li nava malan tundkarî li 26 jinan, li kolan, daristan ango li qadên civakî tundkarî li 27 jinan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tundkarî li 14 jinan kirine.
Pêvajoya hiqûqî
Tenê 5 faîl hatine girtin. Herî hindik 22 fail desteser kirine. Derbarê 26 faîlan de gilî hatiye kirin. Faîlek teslîm bûye, yek “reviye” û yek jî ji aliyê mêrekî din ve hatiye kuştin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya herî hindik 16 faîlan nenivîsandiye.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Gulanê de herî kêm bi 57 jinan karkeriya seksê ya mecbûrî daye kirin. Par di heman demê de ev hijmar 2 bû. 6 jinên ku karkeriya seksê ya mecbûrî li wan hatiye kirin, ne welatiyên Tirkiyeyê bûne. 2 jinên ku karkeriya sekse ya mecbûrî li wan hatiye kirin, zarok bûne.
Pêvajoya hiqûqî
Herî hindik 30 fail hebûn ku karkeriya seksê ya mecbûrî bi jinan kirine. Ji faîlan tenê 4 hatine girtin û 26 faîl hatine desteserkirin. (EMK/AY/FD)