Înfografîk: Yagmûr Karagoz/bîanet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Çiriya Pêşiya ya 2022an de herî kêm 32 jin û çar zarok kuştine.
Di meha Ilonê de mirina bi kêmanî 14 jinan di çapemeniyê de weke mirinên “bigûman” hatine nivîsîn. Ew bajar ev in: (Enqere, Antalya, Aydin, Denizli, Amed, Erzîrom, Stenbol, Kayseri (2),Muğla, Samsun (2), Wan, Zonguldak )
Mêran tundkarî li 70 jinan kiriye, îstîsmar bi kêmanî li 18 zarokên keç û kur kiriye, tacîz bi kêmanî li 13 jinan kiriye, 14 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de herî kêm tecawiz li jinekê kirine.
Çapemeniyê kuştina 2 jinan li Çanakkale û Antalyayê “biguman” nivîsandiye.
2021-2022
Di deh mehên destpêkê yên sala 2022ê de mêran, 280 jin kuştine, tacîz li 131 jinan kiriye, 205 zarok îstîsmar kirine, tecawiz li 25 jinan kiriye. Mêran bi kêmanî 386 jin neçarî karkeriya seksê kirine, tundkarî bi kêmanî li 675 jinan kiriye û ew birîndar kirine. Di deh mehên destpêkê yên vê salê de çapemeniyê ji bo mirina 159 jinan gotiye ku "bigûman e". Mêran di van deh mehan de bi kêmanî 36 zarok kuştine.
Di deh mehên destpêkê yên sala 2021ê de mêran, 256 jin kuştine, tacîz li 396 jinan kiriye, 160 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 670 jinan kiriye, tecawiz li 87 jinan kiriye. Bi kêmanî 586 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di deh mehên destpêkê yên sala 2021yê de, çapemeniyê ji bo mirina 183 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van deh mehan de bi kêmanî 27 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de bi kêmanî 32 jin kuştine; par di heman mehê de ev hejmar 22 bû. Her weha mêran bi kêmanî 2 mêrên ku li cem jinan bûn jî kuştine.
Digel biryara parastinê, meran bi kêmanî çar jin kuştine. Jinek ji wan welatiya Afganistanê bû.
Navên jinên ku di Ilonê de mêran ew kuştine
Bahar Torun, Bahtınur K., Beyza S., Burcu Tokaç, Dilek Ç., Döne Türkmen, Eda E., Emine C., Fadime Ç., Hacer Y., Havvanur K., Hena Şeyh Muhammed, Hilal Sultan Kırgöz, Huriye C., Huriye Z., Hülya Ş., Hüsniye Keskinbaş, İlksen T., Mevlüde A., Nadia Noori, Nazan Çatbaş, Nurhan İ., Nursel Bircan, Rahime Eker, Songül A., Sultan Ö., Tuğba U., Vahide Duran, Yadigar I., Yasemin S., Yasemin U., Zuhal I.
Mêran li van bajaran jin kuştine
Adana (2), Ankara (8), Denizli (1), Xarpêt (3), Erzîrom (1), Stenbol (6), Isparta (1), İzmir (1), Kayseri (1), Kırklareli (1), Kocaeli (1), Manisa (2), Muğla (1), Sêwas (1), Riha (1), Mêrdîn (1).
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran bi çi "hêcetan" 24 jin kuştine. Mêran 6 jin ji ber ku xwestine veqetin an jî nexwestine li hev bên, kuştine. Mêran jinekê “ji bo diziyê bike” û jinekê jî di “gengeşiya erazî” de kuştiye.
Hevjîn, hevjînên berê an jî destgirtî 23 jin kuştine. Çar jin bav, bira û xizmên wan ew kuştine, Jinekê cîranê wê, jinekê du diz, jinekê xwediyê kar kuştiye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku du jin kuştiye nas e an ne nas e.
Mêran 18 jin li malan, deh jin li kargeh, daristan, kolan, nexweşxane û deverên weke wan kuştine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran çar jin li ku kuştine.
Mêran 23 jin bi çekên guleber kuştine. 7 jî bi kêr û çekên mîna kêrê, jinekê bi lêdanê û jinekê jî bi jehrkirinê kuştine.
Pêvajoya hiqûqî
37 faîl hebûn ku jin kuştine. Bi tenê 17 faîl hatine girtin. Heft faîl hatine desteserkirin. Heft faîlan xwe kuştine. Du faîl serbest bûne. Çapemeniyê ji bo du faîlan nivîsiye ku “lêdigerin” her weha çapemeniyê ji bo pêvajoya hiqûqî ya faîlek tiştek nenivîsiye. Faîlek miriye.
Tundkariya li zarokan-Kuştina zarokan
Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de herî kêm çar zarok kuştine. Di heman meha sala par de ev hejmar dû bûye.
Bav sê zarokê xwe kuştiye, zarokekî jî hevalê diya wê ew kuştiye.
Mêran sê zarok bi çekên gulexwar kuştine. Mêran zarokekê jî bi dûkelê kuştiye.
Li Mêrdînê dersdêr zarokekî derp kiriye.
Navê zarokê ku hatiye kuştin
Buşra Kabataş, Tûğçe, Yûsûf, Eylul Mîna
Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine
Enqere (2), Kocaelî(2)
Pêvajoya hiqûqî
Çar faîl hebûn ku zarok kuştine. Faîlek hatiye girtin. Sê Faîlan xwe kuştine.
Êrişa Zayendî / Tecawiz
Di meha Çiriya Pêşiya 2022an de mêran bi kêmanî tecawiz li jinekê kiriye. Par heman mehê ev hejmar 9 bû.
Mêran li nava malan tecawiz li jinekê kirine.
Li gorî çapemeniyê destgirtiyê jinekê tecawiz li wê kiriye.
Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye
Mûgla
Pêvajoya hiqûqî
Faîl hebûye ku tecawiz li jinan kiriye. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîl nenivîsandiye.
Tacîz
Mêran di meha Çiriya Pêşiya 2022an de herî kêm tacîz li 13 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hijmar 280 bû.
Mêran 7 jin bi devkî û bi rêyên fîzîkî tacîz kirine. Mêran bi girtina dîmen û fotografên 4 jinan ew tacîz kirine.
Mêran 13 jin li qadên derveyê mal tacîz kirine.
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 13 mêrên ku jin tacîz kirine nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Adana (1), Erzîrom (1), Stenbol (5), İzmir (1), İzmit (1), Kayseri (1), Muğla (1), Samsun (2), Wan (1).
Pêvajoya hiqûqî
11 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Tenê sê hatine girtin. Derbarê du faîlan de doz vebûye. Sê faîl serbest bûne. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya sê faîlan nenivîsandiye.
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de îstîsmar bi kêmanî li 18 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 49 bû.
Zarokekê hevalê wê yê kar, yek dersdêrê wê, şeş mêrên ku pê re kar dike ew îstismar kiriye.
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 11 mêrên ku herî kêm tacîz li 7 zarokan kirine nas in an ne nas in.
Mêran zarokekê li nava malê û 17 jî li qadên derveyî mal îstismar kirine.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine
Edene (1), Aydın (1), Bolu (1), Çanakkale (6), Stenbol (2), İzmir (4), Manisa (1), Ordu (1), Samsun (1).
Pêvajoya hiqûqî
10 faîl hebûn ku zarok îstîsmar kirine. Tenê çar faîl hatine girtin. Du faîl hatine desteserkirin. Faîlek reviye. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya sê faîlan nenivîsiye.
Tundkaîr / Birîndarkirin
Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de tundkarî li 70 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hejmar 53 bû.
16 jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye, birine çûne nexweşxaneyan û gotine ku "nexweşiya wan giran e". Mêran digel ku "birpara parastina" wan hebû jî, tundkarî li 9 jinan kiriye. Yek ji van jinan azerbaycanî bû.
Bajarên ku mêran tundkarî li jinan kiriye
Edene (2), Enqere (2), Antalya (2), Dîlok (1), Aydin (1), Bûrsa (1), Denîzlî (1), Edîrne (26), Colemêrg (7), Stenbol (15), Karaman (2), Kocaelî (2), Konya (1), Mersîn (1), Ordû (1), Rîze (1), Samsûn (2), Riha (1), Yozgat (1).
Hevjîn, destgirtiyê bi kêmanî 40 jinan, tundkarî li wan kiriye. Bira, kur an jî bavê 4 jinan tundkarî li wan kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka jinên tundkarî li wan bûne 15 mêren tundkarî kirine çî hev in. Sê hevalên sê jinan, zavayê jinekê tundkarî li wan kiriye. Bi kêmanî du polîsan jî tundkarî li 15 jinan kiriye.
Mêran ji bo ku daxwaza hevberdanê kirine tundkarî bi kêmanî li 8 jinan kiriye, ji ber ku li kursiya pêş a wesayitê rûniştiye tundkarî li jinekê, ji ber hesûdiyê tundkarî li jinekê, ji ber ku dixebite jî tundkarî li jinekê kiriye. Çapemeniyê "mehneya" tundkariya mêran a li 59 jinan kiriye nenivisiye. Mêran derb li 58 jinan dane, pênc jin bi kran, heft jin jî bi çekên gulebar birîndar kirine.
Mêran di nava kargeh, bas, daristan ango li derveyî malan tundkarî li 26 jinan kiriye. Her weha li nava malan tundkarî li 26 jinan kiriye. Çapemeniyê nenivisiye bê ka mêran li ku tundkarî li 18 jinan kiriye.
Pêvajoya hiqûqî
65 mêrên faîl hebûn ku tundkarî li jinan kiriye. Bi tenê pênc faîl hatine girtin. Heşt faîl hatine desteserkirin. Ji bo 13 faîlan pêvajoya yasayî hatiye destpêkirin. Faîle reviyaye, yek miriye. Çapemeniyê behsa pêvajoya hiqûqî ya 37 faîlan nekiriye.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Çiriya Paşiyê e bi kêmanî bi 14 jinan karkeriya seksê ya mecbûrî dane kerin. Par heman mehê ev hejmar 79 bû. Heft jinên ku karkeriya seksê ya mecbûrî bi wan dane kirin, ne welatiyên Tirkiyeyê ne.
Bajarên ku karkeriya seksê ya mecbûrî bi jinan dane kirin
Bodrûm (7), Mûgla (7)
Pêvajoya hiqûqî
11 faîl hebûn ku karkeriya seksê ya mecbûrî bi jinan dane kirin. Çar faîl hatine desteserkirin, heft faîl serbest bûne. (EMK/AY/FD)