Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li gorî nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên netewî û herêmî berhev kirine, mêran di meha Çiriya Pêşiyê de 31 jin kuştine, tecawiz li 13 jinan kiriye, 17 jin rastî destdirêjiyê hatine, 18 keçên zarok rastî istismara zayendî hatine û mêran tundkarî li 32 jinan kiriye.
Di 10 mehên sala 2017yê de mêran 240 jin û zarokên keç kuştine, tecawiz li 77 jinan kirine û 207 jin rastî destdirêjiyê hatine. 286 zarokên keç rastî istismara zayendî hatine, tundkarî li 338 jinan hatiye kirin.
Kuştin
Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de 31 jin kuştine. Du jinên ku hatine kuştin penaber bûne.
Ji sedî 26ê bûyerên kuştinê li ber edliyeyê, di dema derketina ji dibistanê, li kolanê yanî li qadên civakî û li ber çavên gelek kesan pêt hatine.
Ji bilî van 31 kuştinan, failê 3 kuştina jinan hîna nehatiye diyarkirin. Li Rihayê jineke ku rastî tundkariya sîstematîk a mêrê keça xwe û malbata wî hat û li Ispartayê jî jineke trans a ku hatibû girtin xwe kuştine yan jî neçar mane ku xwe bikujin.
Her wiha hat diyarkirin ku kesê li Kocaeliyê Elîf Arslanê di Çiriya Pêşiyê ya 2016yê de kuştiye hezkiriyê wê yê bi navê S. S. Ve hatiye kuştin. Mêr hatiye girtin.
Ji sedî 32yê jinan ji ber ku xwestine ji mêrê xwe cuda bibin an jî nexwestine bi wan re li hev bên hatine kuştin. Ji sedî 6ê jinan ji hêla wan mêran ve hatine kuştin ku keçên wan dixwestin ji wan cuda bibin.
Jinek digel ku biryara dûrxistinê ji bo mêr hatibû derxistin hatiye kuştin. Jineke ku li stargehê dima, li ber Midûriyeta Polîtîkayên Civakî ya bajêr hatiye kuştin. Du jin jî roj an jî hefteya ku biryara dûrxistina mêran qediyaye hatine kuştin.
Ji sedî 35ên jinan ji hêla mêran ve hatine kuştin.
Du jin ji hêla bavên xwe, du ji hêla mêrên ku keçên wan dixwestin ji wan cuda bibin, yek ji hêla birayê xwe, yek ji hêla bazirganên mirovî, yek ji hêla birayê mêrê xwe, yek ji hêla kurê xwe, yek ji hêla hevalê xwe, yek ji hêla tacizkarî, sê ji hêla mêrên xwe yên kevn, yek ji hêla mêrê xwe yê bimehra olî, 16 jî ji hêla mêrên xwe yên bimehra fermî hatine kuştin.
Ji sedî 52 kuştin bi agirberan çêbûne. Di nava çekên kuştinên meha Çiriya Pêşiyê de çakûç, birek, kablo û bivir jî hene.
16 jin bi agirberan, yek bi birekê, yek bi bivir, yek bi çakûs, 7 bi kêran, du di encama xeniqînê de, yek di encama xeniqîna bi kabloyê, yek di encama ku jêkirina sitû de, yek di encama derbkirina bi cismekî hatiye kuştin.
Du jin di nava wesayitên xwe de hatine kuştin.
3 kujerên jinan berê jî ji ber hin sûcên cuda ceza xwarine. Mêrek piştî ku bi destûr ji girtîgehê derketiye jinek kuştiye.
Piştî kuştinan jinan 3 mêran xwe jî kuştiye.
Bajarên lê jin hatine kuştin: Adana (1), Afyon (1), Antalya (3), Antep (1), Aydın (1), Bolu (1), Düzce (1), Elazığ (1), Isparta (1), İstanbul (6), Kars (1), Kastamonu (1), Kilis (2), Kocaeli (1), Manisa (2), Mersin (1), Tekirdağ (2), Yozgat (2), Zonguldak (2).
Tecawiz
Di meha Çiriya Pêşiyê de bûyerên tecawiza li hemberî 13 jinan di medyayê de hatine belavkirin.
Du jinên ku rastî tecawizê hatine astengdar bûne.
Du tecawizkar berê jî ji ber hin sûcan hatine cezakirin; yek ji girtîgehê reviyaye û tecawiz li jinê kiriye.
3 jin rastî tecawiza wan mêran hatine ku wan nas nakin. Du jin rastî tecawiza cîranên xwe, yek rastî ya mêrê xwe, yek rastî ya hezkiriyê xwe yê ku dixwest jê cida bibe, yek rastî ya xizmekî xwe, yek rastî ya dizekî ku ketiye mala xwe, yek rastî ya patronê xwe hatiye. Mêrekî tecawiz li wê jinê kiriye ku li heman taxê rûdinin û jin wî nas dike. Hevalê kurê jinekê û kurê mêrê jinekê tecawiz lê kiriye yan jî hewl daye ku tecawiz lê bike.
7 tecawizkar hatine girtin, du tecawizkar hatine desteserkirin. Pêvajoya hiqûqî ya derbarê 4 kesan de di medyayê de cî negirtine.
Li gor nûçeyên hatîn nivîsîn bajarên bûyerên tecawizê lê pêk hatîn ev in: Adana (1), Ankara (2), Aydın (2), Bursa (1), Düzce (2), İstanbul (2), Kayseri (2), Kocaeli (1).
Karê sekskirinê yê bi zorê
Di meha Çiriya Pêşiyê de 24 jê ne hemwelatiyê Tirkiyeyê bi giştî li 25 jinan karê sekskirinê yê bi zorê hatiye kirin.
14 jê mêr, bi giştî 18 kes ê ku bi zorê karê sekskirinê li jinan kirine hatine zeftkirin; herî kêm 5 mêr hatine girtin, yek bi şertê kontrola edlî serbest maye. Pêvajoya hiqûqê ya derbarê yên din de di medyayê de cî negirtiye.
Taciz*
Di meha Çiriya Pêşiyê de, di nûçeyan de bûyerên tacizkirina 17 jinan hatiye nivîsîn. Sê jinên hatine tacizkirin wek geştyar hatiye Tirkiyeyê û hingê hatiye tacizkirin. Du jinên hatîn tacizkirin jî penaberên ji Sûriyeyê bûne.
Ji 17 tacizkaran bi tenê çar hatine girtin.
Mêrên ne nasên heşt jinan ew taciz kirine, hevalên berê yên mêrê jinekê ew taciz kiriye, kekesê karê malê li jinekê daye kirin ew taciz kiriye. Mêrekê li înternetê jinek nas kirî ew taciz kiriye. Şaredarekî bi hêceta dayina karekê jinek taciz kiriye. Serkarê jinekê ew taciz kiriye. Mêrekê hevkarê jinekê ew taciz kiriye.
Ji sedî 18ê jinan bi taqîpkirinê hatine tacizkirin, ji sedî 12ê jinan bi rêyên dîjîtal hatine tacizkirin, taciza teşhîrkariyê li ji sedî 6ê jinan hatiye kirin.
*Taciz: Zimandirêjî, destdirêjî, bêyî daxwaz teqîpkirina kesinan, bêyî daxwaz danîna têkiliyên li platformên dîjîta... Me hemî kiriyarên bêyî daxwaza wan kesên kiriyar lê hatî kirin wek taciz bi nav kir.
Bajarên ku bûyerên tacizê lê qewimîne:
Bolu (2), Diyarbekir (1), Erzurum (1), Stenbol (4), Kastamonu (1), Kûtahya (1), Mûgla (4), Samsûn (1), Tekîrdag (1), Zonguldak (1).
Îstismara zarokan
Di meha Çiriya Pêşiyê de, îstismara cinsî li 28 zarokên keç hatiye kirin. Yek ji zarokên keç ên destdirêjî lê hatiye kirin kêmendam bûye.
Ji sedî 18ê zarokên keç ên destdirêjî li wan hatiye kirin li dibistan û derdora dibistanê destdirêjî lê hatiye kirin. Ji sedî 43yê zarokên keç ên îstismar li wan hatiye kirin li parkê îstismar li wan hatiye kirin. Ji sedî 7ê zarokên destdirêjî li wan hatiye kirin di otobêsan de destdirêjî li wan hatiye kirin.
Du bûyerên destdirêjiyê zarokan ji dersdêrên xwe re gotine û du bûyer jî zarokan ji dê û bavê xwe re gotine û bi vî awayî eşkere bûne.
Dersdêra werzîşê ya zarokeka keç destdirêjî li wê kiriye. bavê keçekê destdirêjî li wê kiriye. Destgirtiyê berê yê zarokekê destdirêjî lê kiriye. Xebatkarê firoşgeheka li dibistanekê destdirêjî lê kiriye. Cîranê zarokekê destdirêjî lê kiriye. Di nûçeyan de nehat nivîsîn ka kê destdirêjî li du keçan kiriye.
Bûyerên îstismara zarokan li van bajaran qewimîne:
Afyon (1), Aydın (1), Bartın (1), Bolu (1), Edirne (1), Stenbol (2), İzmir (1), Manisa (2), Sakarya (1), Samsun (4), Tekirdağ (13).
Tûndkarî û birîndarkirin
Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de ya kêm tûndkarî li 32 jinan kiriye, 6 ji wan jinan bi dijwarî birîndar bûne.
Ji sedî 34ê bûyerên tûndkarî û birîndarkirinê li cihên civakî yên wek nexweşxane, kolan, kargeh pêk hatine.
Digel biryara jêdûrxistinê* dûndkarî li du jinan hatiye kirin.
*Biryara jêdûrkirinê: Ew biryar e ku dozgerî ji bo parastina kesinan rê nade ew kesên ji bo wan metirsîdar nêzîkî wan bibe.
Ji sedî 9ê jinên tûndkarî li wan hatiye kirin ew jin in ku wan xwestiye ji mêrê xwe cida bibin.
Polîsan şeş êrîşkar desteser kirine û paşê ew berdane. Mêrek bi şertê kontrola edlî serbest hatiye berdan. Çar êrîşkar hatine girtin. Dadgehekê ji ber dadgerekî tûndkarî kiriye ji bo dadkirina wî ji Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran destûr xwestiye. Di nûçeyan de pêvajoya hiqûqî ya ji bo 19 mêrên tûndkarî kirîn nehatiye nivîsîn.
Mêrê berê yê du jinan tûndkarî li wan kiriye. Xwediyê kargeha jinekê tûndkarî lê kiriye. Birayê du jinan tûndkarî li wan kiriye. Mêrê 12 jinan tûndkarî li wan kiriye. Kurê du jinan tûndkarî li wan kiriye. Polîsekî, detgirtîyekî, şofêrekê teksîyan tûndkarî kiriye.
18 jin hatine hingavtin. Heşt jin bi kêran hatine birîndarkirin. Du jin bi zopan hatine hingavtin. Du jin wek rehîn hatine girtin. Bi kezzapê êrîş li jinekê hatiye kirin. Bi satûreyê êrîş li jinekê hatiye kirin.
Bajarên ku di meha Çiriya Pêşiyê de bûyerên tûndkarî û birîndarkirinê lê pêk hatine ev in:
Edene (1), Enqere (2), Antalya (5), Dîlok (2), Aydın (2), Bolu (1), Bursa (2), Çanakkale (1), Eskişehir (1), Stenbol (4), İzmir (1), Kilis (1), Kocaeli (1), Konya (1), Maraş (1), Mugla (2), Sakarya (1), Samsun (1), Sinop (1), Wan (1).(ÇT/FD/MB)