Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn, mêran di meha Îlonê de 23 jin û 2 zarokên keç kuştine, tecawiz li çar jinan kiriye, detdirêjî li sêzdeh jinan kiriye, îstismar li 32 zarokên keç kiriye, 27 jin birîndar kirine, bi zorê karê seksê li 27 jinan daye kirin.
Ji sedî 28 jinên hatîn kuştin ji ber ku daxwaza ji-hev-cida-bûnê kirine hatine kuştin. Zavayê jinekê ji ber ku keça wê dixwest ji mêrê xwe cida bibe ew kuştiye. Zavayekê dî jî xwesîya xwe bi dijwarî birîndar kiriye.
Li gor nûçeyên dii meha Çiriya Pêşiyê de hatîn nivîsîn ji sedî 50yê zêdetirê wan kesên tecawiz kirî tecawiz li destgirtî an jî jina ku dixwest ji wî cida bibe kiriye.
Encamên cezanedanê di meha Çiriya Pêşiyê de bi awayekê ber bi çav dîyar bû. Fermandarekê ku ji berê destdirêjî kiribû û ji karê wî hatibû bidûrxistin, di meha Çiriya Pêşiyê de bûye dikandarek û vê carê destdirêjî li şeş zarokan kiriye.
Di meha Çiriya Pêşiyê de dersdarekî destdirêjî li neh zarokan kiriye û bi tenê lêpirsîna îdarî ji bo wî hatiye dest pê kirin.
Ji destpêka 2016ê ve di deh mehan de, mêran ya kêm 220 jin kuştine, tecawiz li 65 jinan kiriye, destdirêjî li 104 jinan kiriye, îstismara cinsî li 352 zarokan kiriye, tûndkarî li 282 jinan kiriye.
Kuştin
Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de 23 jin û 2 zarokên keç kuştine. Ji bilî kuştina 25 jinan termê du jinên dî jî hatine dîtin û hêj nehatiye eşkerekirin ka ew çawa mirine.
Ji sedî 28 jinên hatîn kuştin ji ber ku daxwaza ji-hev-cida-bûnê kirine hatine kuştin. Zavayê jinekê ji ber ku keça wê dixwest ji mêrê xwe cida bibe ew kuştiye.
Ji sedî 16ê qatilên jinan ew kes in ku ji beriya kuştina jinan bi sûcê tûndkariyê ceza xwariye. Mêrek ji girtîgeha vekirî ji bo rojekê bi destûrê derketiye û jina xwe kuştiye.
Ji sedî 12 jinan li kolanan hatine kuştin. Digel ku biryara parastina du jinan hebû jî ew hatine kuştin.
Ji sedî 68ê jinan, partnerên wan an jî partnerên wan ên berê ew kuştine. Birayê jinekê ew kuştiye, zavayê du jinan, mêrê jinekê yê bi zewaca dîn pê re zewicîbû, cîranê du jinan, kurê jinekê, destgirtiyê jinekê ew kuştiye.
Ji sedî 52yê jinên hatîn kuştin bi çekan hatine kuştin.
Di meha Çiriya Pêşiyê de jinên hatîn kuştin li van bajaran hatine kuştin. Antalya (2), Aydin (2), Balikesir (2), Çorum (1), Erzincan (1), Eskişehir (1), Stenbol (3), İzmir (1), Malatya (1), Manisa (1), Mereş (1), Mêrsîn (1), Mugla (1), Ordu (1), Osmaniye (1), Tokat (1), Trabzon (1), Urfa (2) û Wan (1).
Tecawiz
Di meha Çiriyaa Pêşiyê de çar nûçeyên tecawizê hatine nivîsîn.
Destgirtiyê jinekê yê ku wê dixwest ji wî cida bibe, mêrê jinekê yê ku wê dixwest ji wî cida bibe, hevalê mêrê jinekê û hevalê jinekê tecawiz li wê kiriye.
Du mêr hatine girtin, mêrek serbest hatiye berdan, di heqê pêvajoya hiqûqî ya kesekê de jî di nûçeyan de behs nehatiye kirin.
Bajarên tecawiz lê hatiye kirin: Afyon (1), Edirne (1), Stenbol (1) û Zonguldak (1).
Bi zorê kirina karê seksê
Li bajarê Edeneyê karê seksê li 17 jin û zarokên keç hatiye kirin.
Destdirêjî
Di meha Çiriya Pêşiyê de destdirêjî li 13 jinan hatiye kirin.
Ji sedî 85 kesên destdirêjî kirîn ne nasên wan kesan in ku destdirêjî li wan kiriye.
Yek ji bûyerên destdirêjîyê di apartmanê de, du bûyer di mala jinên detdirêjî lê hatîn kirin(mêr ji dizî ve çûne mala wan), çar bûyer li kolanan, du bûyer li yûrda zanîngehekê(yûrt: warê xwendekaran) û bûyerek ji li mala wî mêrê ku destdirêjî kiriye pêk hatiye.
Pênc kesên destdirêjî kirîn hatine girtin. Du kean îfade daye û serbest bûne. Ji bo du kesan polîsan ti tişt nekiriye.
Karên destdirêjîyê li van bajaran pêk hatiye: Aksaray (1), Aydin (2), Stenbol (3), Izmîr (1), Kırklareli (1), Kocaeli (1), Manisa (1), Samsun (1) û Trabzon (2).
Îstîsmarkirina zarokan
Di meha Cotmehê de 32 zarokên hatin îstîmarkirin. 10 zarokên keç li dibistanan hatin îstîsmarkirin. Zarokeke keç ku guhê wê giran e li geştiya dibistanê hat tecawîzkirin.
Bûyerên îstîsmarkirinan %31 ji hêla mamosteyan, %9an jî ji hêla xwendekaren din ve hatin kirin. 10 zarokên keç ji hêla mamosteyên xwe ve, 3 zarok ji hêla xwendekarên din ve, 6 ji wan ji hêla xwediyê marketan ve, 3 ji wan ji hêla xizmên xwe ve, 6 ji hêla mêrên xerîb ve û yek jî ji hêla kesê di medyaya civakî de naskirî ve hatin îstîsmarkirin.
%16 ji wan zarokên keç hatin tecawîzkirin, %16 rastî zorkirina kedkariya sexê hatin, %3ên wan jî rastî gefxwarina teşhîrkirinê hatin. Bûyerên din di nûçeyan de weke “îstîsmarkirina cinsî” cih girtin.
Li gorî nûçeyên ku di meha Cotmehê de li medyayê de cih girtin; 14 mêr hatin girtin, 3 mêr jî piştî îfadedayînê serbest hatin berdan û derbarê 2 mêran de jî biryara girtinê hat derxistin lê hêj nehatine girtin. Derbarê mamosteyeke tacîzkar de tenê lêpirsîna îdarî hat vekirin, polîseke tacîzkar jî tenê ji wezîfeyê hat hildan. Di nûçeyan de agahiyên derbarê mêrên ku 15 zarokan îstîsmar kirine de pêkanînên hiqûqiyê cih negirtin.
Bajêrên ku zarok lê hatine îstîsmarkirin wiha ne: Dîlok (9), Aydin (1), Bursa (1) Dêrsim (1), Hatay (1), Îzmîr (2), Kocaeli (6), Mugla (1), Osmaniye (3), Sakarya (1), Tekirdag (5), Zonguldak (1).
Tundî-birîdarkirin
Mêran di meha Cotmehê de tundî 27 jinan kirin. Mêrek jî dema hêrsa xwe li destgirtiya xwe anî, zaroka wê ya 2 salî derb kir.
%70yê bûyerên tundkarî de derbên kuştinê li mexdûran hat kirin. 4 jin bi tifinfan, 2 jin bi kêran û yek jî demançeyê hat birîndarkirin. Li ser jinekê benzîn hat rijandin û agir berdanê, bi ser mala jinekê jî gule hat reşandin. 4 jin dema wesayîtê diçûn, mêrek wesayîtê bi ser wan de qulumand. Jinek pişt3i bi dijwarî hat derbkirin, wê avêtin kurta înşeatekê. 8 jin jî hatin derbkirin.
Jinekê ku rastî tundê hatibû, mêrê xwe 7 caran gilî kiribû û ji bo wê 2 caran jî biryara parastinê hatibû derxistin. Jinek jî her çiqas biryara dûrxistinê dabû girtin jî hate derbkirin.
%11ê jinan ji ber daxwaza cihêbûn/berdanê tundî li wan hat kirin. Jinek jî ji hêla zavayê xwe yê klu keça wê dixwest jê veqete ve bi tifingê hat birîndarkirin.
%18ê bûyerên tundiyê li derve bi awayekî eşkere û li ber çavê mirovan hatin kirin.
%55 jinan ji hêla partner/partnerên xwe yên berê ve hatin derbkirin: 12 jin ji hêla hevserên xwe ve, jinek ji hêla hevserê xwe yê berê ve, 2 jin ji hêla destgirtiyên xwe ve, yek ji hêla zavayê xwe ve, yek ji hêla patronê xwe ve, yek ji hêla muşteriyê xwe ve, yek ji hêla kurê xwe ve, 5 jî ji hêla mêrên xerîb ve hatin derbkirin/birîndarkirin.
Bajarên ku bûyerên tundlêkirinê pêk hatiye: Edene (2), Afyon (1), Aksaray (3), Enqere (1), Antalya (3), Aydin (1), Bartın (1), Êlih (2), Eskişehir (1), Stenbol (5), Îzmir (1), Kayseri (1), Kirikkale (1), Meletî (1), Mugla (2) ve Tekirdag (1).
Li gorî herêman
Di meha Cotmehê de 118 bûyerên tundlêkirin, cînayet, teşebuskirina cînayetê, destdirêjî, tundkirina cinsî, tecawîzkirin û birîndarkirinê di nûçeyên medyayê de cih girtin.
Ji bûyerên tundiya mêran; %26 li herêma Marmarayê, %26 li herêma Akdenizê, %16 li herêma Egeyê, %11 li herêma Rojhilatê Başûrê Anatolyayê, % 8 li hêma Karadenizê, %7.6 li hêrama Anatolyaya Navîn û %4 jî li Rojhilatê Anatolyayê pêk hatin.
(ÇT/MB/YO)