İnfografik: Yağmur Karagöz/bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahiyên ku bianetê ji nûçeyên rojnameyên herêmî û neteweyî ji ajans û malperan berhev kirîn mêran di meha Çiriya Pêşiyê de, herî kêm 23 jin û mêrekî li gel wan bûne kuştine.
Di meha Çiriya Pêşiyê de mirina 17 jinan (Stenbol û Antalya her yek jê 3, Konya û Aydin her yek jê du, Rîze, Bûrsa, Kocaelî, Denizlî, Hatay û Edene her yek jê yek) bi guman bûye.
Li Samsûn û Semsûrê mêran hiştine ku jin hewl bidin xwe bikujin. Mêrekî ku li Almanyayê dijî, ji bo hevjîna xwe la Tirkiyeyê bide kuştin pere daye yekî û xwestiye wê bikuje. Li Aydinê mêrekî hewl daye jina xwe bikuje.
Çapemeniyê mirina du jinên li Stenbol û Erzeromê bi gotinên “kuştinên failên wan nediyar” weşandiye. Li Bûrsayê mêrekî gefa kuştinê li hevjîna xwe xwariye. Mêrî biryara dûrxistinê çar caran binpê kiriye.
Li Stenbolê xwekuştina jinekê ya li rawestgeha metrobusê di çapemeniyê de bi gotinên “bi guman” hatiye weşandin.
Li Manîsayê jinekê zavayê xwe kuştiye ku êrîşa zayendî li ser wê kiriye. Jina ku mafê xwe yê rewa yê parastinê bi kar aniye, çûye xwe radestî cendermeyan kiriye.
Di meha Çiriya Pêşiyê de mêran tundkarî li 41 jinan kiriye û tecawiz li du jinan kiriye. Bi darê zorê karê seksê bi 85 jinan kirine. Istismara cinsî herî kêm li 33 zarokên keç kiriye û tacîz li 13 jinan kiriye.
Mêran di deh mehên pêşiyê yên sala 2019ê de herî kêm 284 jin kuştine. Tecawiz li 42 jinan kiriye, bi darê zorê karê seksê li 485 jinî kiriye. Taciz li 178 jinan kiriye û 217 zarok istismar kiriye. Mêran di heman demê de tundkarî herî kêm li 513 jinan kiriye.
Ev hejmar di deh mehên destpêkê yên sala 2018ê herî kêm 203 jin bû. Di heman demê de mêran 12 zarok jî kuştibîn. Mêran teciwaz li 54 jinan, taciz li 169 jinan kiribû. Bi darê zorê karê seksê li 468 jinan kiribû. 306 zarokên keç rastî istismara zayendî ya mêran hatibû û mêran 341 jin birîndar kiribû.
Kuştin
Li gor agahiyên ku bianetê ji nûçeyên rojnameyên herêmî û neteweyî ji ajans û malperan berhev kirîn mêran di meha Çiriya Pêşiyê de, herî kêm 23 jin û mêrekî ku li bal jinan bûye kuştine.
Mêran par heman demê 20 jin kuştibûn.
Digel ku biryara dûrxistina mêran hatibû derxistin jî di meha Çiriya Pêşiyê de heman mêran jinek kuştiye ku biryara dûrxistinê beriya wê bikuje bi hevteyekê qediyabû. Mêrên du jinên ku hatine kuştin birêkûpêk tundkarî li wan dikir.
Navê jinên ku hatine kuştin
Asena A., Ayşe A., Belma Ç., Birgül B., Cevahir Ç., Çiğdem T. , Dilber K. , Emel Ö.G, Fatima K., Gizem V.D., Güllü Y., Gülören A., F.İ., Huriye H., Işıl A., Keziban K., Nuran G., Özden D., Özlem S., Saime S., Sebahat T.,Ümmühan G., Z.İ.
Bajarên ku bûyerên kuştinê lê çêbûne
Çanakkale (1), Agirî (2), Kayseri (3), Balıkesir (1), Sinop (1), İzmir (1), Kocaeli (2), Amed(1), Stenbol (3), Tekirdağ (2), Afyon (2), Mêrdîn (2). Muğla (1), Samsun (1).
Mêrekî ji ber ku xwestiye bi jineke din re bizewice û jin û zaroka wî li dij derketine, jin û zaroka xwe ya keç kuştiye. Mêran ji ber “diziyê”, “ji ber ku pere nedaye”, “ji ber hesûdiyê” jin kuştine. Sedema kuştina 17 jinan di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Mêrên berê û destgirtiyên ji sedî 78an jinên xwe kuştine.
Mêran çar jin bi “sedema” pirsgirêkên ekonomîk kuştine. Sê jin ji ber ku xwestiye “veqete/ji hev cuda bibin”, du jin bi sedema hesûdiyê, jinek bi îdiaya ku zext li ser wî kiriye kuştiye. Di dema çêrandina ajalan de pevçûn derketiye û jinek di encama vê pevçûnê de miriye. Sedema kuştina 26 jinan di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Mêr/destgirtiyê 14 jinan, mêr/destgirtiyê berê yê çar jinan, zavayê du jinan, hevalên sê jinan, demankerekî jinek, mêrekî ku bi mêrê wê re şer kiriye jinek, bavê jinekê, zirneviyê jinekê ew kuştiye.
Ji sedî 47ê jinan li malên xwe hatine kuştin.
Mêran 11 jin li malan, 6 jin li qadên civakî (kuçe, kargeh, wesayit, rawestgeh û dezgeheke dewletê) kuştine. Cihê ku şeş jin lê hatine kuştin di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Mêran 12 jin bi çekên gulexwer, pênc jin bi amûrên bibir kuştiye. Jinek fetisandiye, du jin şewitandiye û ew kuştine. Di çapemeniyê de şêweyê kuştina jinekê nehatiye nivîsandin.
Pêvajoya hiqûqî
23 failên kuştina jinan hebû. tenê çar jê hatine girtin, şeş jî hatine desteserkirin. Çar fail bi şertê kontrola edlî serbest bûye. Çapemeniyê ji bo çar failan nivîsandiye ku piştî jin kuştine, “xwe kuştiye”, “miriye”. Rewşa hiqûqê ya neh failan di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Kuştina zarokan– tundkariya zarokan
Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de Li Stenbolê du zarok kuştine. Bavê zarokekê û birayê zarokekê ew kuştine. Bavî xwe kuştiye, bira hatiye desteserkirin. Zarokek jê bi sendroma downê bûye. Li Trabzonê kuştina zarokekê bi guman bûye.
Li Hatayê mêrekî derb li zirkeça xwe ya astengdar, H. Y. yê kiriye. Bavê keçê giliyê vî kesî kiriye. Li Îzmîrê kesekî nenas xwestiye zarokekî/ê birevîne. Li Amedê bavekî agir bi bedena zaroka/ê xwe xistiye. Zarok li nexweşxaneyê hatiye dermankirin.
Navê zarokên ku hatine kuştin
Sude Naz A., Z.Y.
Bajarên ku zarok lê hatine kuştin
Afyon (1), Kocaeli (1).
Tecawiz
Di meha Çiriya Pêşiyê de du bûyerên tecawizê di medyayê de hatiye nivîsandin. Mêran tecawiz li du jinan kiriye. Di heman meha par de ev hejmar çar bû. Hindekarekî li zaningehê tecawiz li jinekê kiriye. Cihê tecawiza din di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Xwendekarên jin ên Zanîngeha Mehmet Akif Ersoyî, li Bûrdûrê aşkere kirine ku du hindekarên zanîngehê hewl dane tecawiz li gelek xwendekarên jin bikin.
Du jê jin sê kesên ku li Amedê bi sedema parvekirinên medyaya civakî hatine desteserkirin, aşkere kirine ku di dema desteserkirinê de gefa tecawizkirinê li wan hatiye xwarin.
Bajarên ku tecawiz lê hatine kirin:
Kocaeli (1), Zonguldak (1)
Pêvajoya hiqûqî
Bi giştî sê fail hebûn. Yek ji wan bi tohmeta “êrîşa zayendî” hatiye girtin. Çapemeniyê, pêvajoya hiqûqî ya derbarê du failan de nenivîsandiye.
Karkerîya seksê yê mecbûrî
Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de ya kêm li 85 jinan karê seksê daye kirin. Par di heman demê de ev jimar 93 bûye. Di meha Çiriya Pêşiyê de 15 jinên ku ji bo karê seksê hatine mecbûrkirin ne welatîyên Tirkiyeyê bûne. Jinek ji wan kêmendam bûye.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 109 fail hebûn ku bi darê zorê karê seksê bi jinan kirine. Tenê 21 ji wan hatine girtin, 75 jê hatine desteserkirin. Cezayê pereyan dane du failan. Sê fail bi şertê kontrola edlî serbest bûne. çapemeniyê behsa pêvajoya hiqûqî ya heşt failan nekiriye.
Taciz
Di meha Çiriya Paşiyê(meha 11., Cotmeh) de, li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, malperên nûçeyan û ajansan berhev kirine, mêran ya kêm taciz li 13 jinan kirine. Di heman meha sala borî de ev hejmar 7 bû.
Miawinê otobûseka jinek lê siwar bûyî, xebatkarê dadgehekê û xebatkarê stûdyoya wênegirîyê taciz li jinan kirine. Di nûçeyan de nasîna tacizkaran û ya kêm 11 jinan di nehatiye eşkerekirin.
Mêran bi girtina vîdeoyan ya kêm taciz li jinekê kiriye. Mêran li pêşberê du jinan xwe ji aliyê cinsî ve tetmîn kirine û bi vî awayî ew taciz kirine. Mêrekî organê xwe yê cinsî nîşanî jinekê kiriye. Mêran bi awayekê fizîkî û bi gotinan ya kêm taciz li neh jinan kirine.
Mêran li cihên civakî yên wekî kargeha zanîngehê, kolan, dadgehê, cîhê karî, rawestgeha otobusan 12 jin taciz kirine. Di nûçeyan de nehatiye eşkerekirin ka mêran jinek li kû taciz kiriye.
Bajarên ku mêran jin taciz kirine Stenbol (7), Malatya (1), Yalova (1), Isparta (2), Mugla (1) Izmir (1) |
Pêvajoya yasayî 15 failên tacizê hebûn. Tenê du tawanbar hatine girtin. Qeyd û pêvajoya fermî li ser sê tawanbaran nehatiye kirin. Di bûyereka tacizê de jina taciz lê hatî kirin gilîya mêrî kiriye. Tawanbarek ji karê xwe hatiye dûrxistin. 5 fail piştî ku hatine desteserkirin hatine berdan. Ji nûçeyan hatiye zanîn ku tewanbarek reviyaye. Rewşa qanûnî ya du sûcdaran di çapemeniyê de diyar nebû. |
Îstismara Zarokan
Di Çiriya Paşiyê de, mêran ya kêm taciz li 33 zaroka kirine, hin ji zarokên taciz lê hatîn kirin kur bûne. Sala borî, ev hejmar di heman mehê de 27 bû.
50 failên taciza li zarokan hene. tawanbarên ku cinsî li ser zarokan dikin hene.
Zarokan 36 tewanbar nas nedikirin. Karkerên paqijîyê taciz li sê zarokan kirine. Zirbavê du zarokan taciz li wan kiriye. Bapîrê du zarokan, kekê du zarokan, berpirsê qursa Quranê ya qaçax, mêrê zarokekê ew taciz kirine.
Ya kêm di du bûyeran de mêrên tacizkar bi awayekê sîstematîk taciz li zarokan kiriye. Yek ji zarokan ji Sûriyeyê bûye. Zarokekê hewara xwe gihandiye qereqolekê.
Mêran li cihên civakî yên wek navendên lîstinê, metrobûs, bexçe, kolan hwd. taciz li zarokan kiriye.
Bajarên ku mêran lê taciz li zarokan kiriye
Adapazari (1), Enqere (1), Antalya (2), Edirne (2), Erzurum (1), Stenbol (5), Izmir (1), Karaman (1), Kocaeli (5), Konya (3), Manisa (1), Mêrdîn (4), Nevsehir (1), Samsun (2), nakirnex (2), Tekirdag (1).
Pêvajoya yasayî Bi tevahî 50 tawanbaran taciz li zarokan kiriye. 33 sûcdar hatine girtin. Sê tawanbar hatine desterkirin. |
Di Çiriya Paşiyê ya borî de bûyerên îstismara cinsî Termê bebikekê li goristana li Kırklareliyê hatiye dîtin. Jineka bi navê A.D. gotiye mêrekê bi navê A.C. tecawiz li zarokeka 14 salî kiriye. Zaroka 14 salî zarokek çêkiriye û zaroka/ê wê miriye. Dema mirî mêrê tecawizkar ew binax kiriye. |
Tûndkarî / birîndarkirin
Di meha Çiriya Paşiyê de, mêran herî kêm tûndkarî li 41 jinan kiriye. Di heman meha sala borî de ev hejmar 25 bû.
Yek ji mêrên tûndkarî kirîn dadger bûye, yek jî tuggeneral bûye.
Yek ji wan jinên ku ji aliyê zilaman ve tundûtûjî lê hatiye kirin hevwelatiya Sûriyeyê bûye û yek jî ji Urdûnê bûye.
Li gorî raporên ji hêla bianet ve ji rojnameyên herêmî û niştimanî, malper û ajansên nûçeyan hatine berhev kirin, 25 jin ji aliyê mêrê xwe / mêrê berê/, hezkirî / yarê berê / mêrê bi zewaca dînî zewicî ve rastî tundûtûjiyê hatine.
Bavê mêrê jinekê, du hevalên du jinan, rêveberê apartmanê, mûwekîlê jinekê tûndkarî li wan kiriye.
Sê jinan ji ber ku xwestine ji mêrê xwe cida bibin mêran tûndkarî li wan kiriye. Bi hêceta hesûdîyê tûndkarî li sê jinan hatiye kirin. Bi hêceta xeberreşîyê tûndkarî li jinekê hatiye kirin.
Dema tûndkarî li 17 jinan hatî kirin ew li cihên civakî bûne. 13 jin dema ku li mala xwe bûne tûndkarî li wan hatiye kirin. Mêrekê bi hêceta ku jinê gotiye “keçeka min ê çêbibe” tûndkarî lê kiriye.
Mêran ya kêm tûndkarî li 30 jinan kirin elê “hêceta wan” di nûçeya n de nehatine eşkerekirin.
Bajarên ku mêran lê tûndkarî li jinan kiriye Adana (1), Aksaray (1), Ankara (2), Antalya (1), Aydin (1), Bursa (2), Corum (2), Denizli (2), Diyarbakir (1), Duzce (2), Edirne (3), Eskisehir (1), Gallipoli (1), Gemlik (1), Stenbol (3), Izmir (1), Kayseri (1), Konya (4), Kocaeli (1), Mersin (2), Niğde (1), Sakarya (1), Samsun (1), Trabzon (3), Uşak (1) ji çapemeniyê re nedanîn ku li kîjan bajarî zilam şidet jinek. |
Pêvajoya yasayî Bi tevahî 36 tawanbarên tûndkarîya li jinan hebûne. Tenê sê tawanbar hatine girtin. Yek ji wan bi zexta civakî hatiye girtin û piştî tenê neh rojan ji zindanê hatiye berdan. Du jinan gelek caran gilîya tewanbaran kirine lê ti kiriyarên fermî ji bo mêran nehatiye kirin. Heşt fail hatine desteserkirin. Li gor nûçeyan failek reviyaye, li ser rewşa du failan di nûçeyan de agahî nehatine dayin. Heşt fail hatine desteserkirin. Li ser pêvajoya hiqûqî ya du failan di nûçeyan de agahî nehatine dayin. |
Bûyerên tûndkarîyê yên di meha Çiriya Paşiyê de gihayîn encamekê Li Mêrsînê ji bo F.S. mîratê malbatê nestîne kekê wê tûndkarî lê kiriye. Bûyer 30ê Îlonê qewimiye lê 7ê Çiriya Paşiyê li ser bûyerê nûçe hatine nivîsîn. Li Edeneyê, Ş.Ş.yî di meha Tebaxê de li Komeleya Pîr Sultan Abdalî tûndkarî li G.Ayê kiriye. 29ê Çiriya Paşiyê Komeleya Mafên Mirovan (IHD) li ser bûyerê daxuyanîyek daye û bi vî awayî li ser bûyerê nûçe hatine nivîsîn. 2019 Mêran di meha Tebaxê de 40 jin kuştine Mêran di meha Tîrmehê de 24 jin kuştine Mêran di meha Hezîranê de 34 jin kuştine Mêran di meha Gulanê de 27 jin kuştine Mêran di meha Nîsanê de 31 jin kuştine Mêran di meha Adarê de 22 jin kuştine Mêran di Sibatê de 23 jin kuştine Mêran di Kanûna Paşiyê de 23 jin kuştine (EMK/FD/MB) |