Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malperên nûçeya û ji ajansan berhev kirîn, mêran di meha Çiriya Pêşiyê de (Sermawez, Mijdar) de ya kêm 20 jin û du zarok kuştine; tecawiz li çar jinan kiriye; destdirêjî li heft jinan kiriye; karê seksê bi zorê li 93 jinan daye kirin; îstismara cinsî li 27 zarokên keç û zarokekî kur kiriye, tûndkarî li 25 jinan kiriye. Mêran bi rêya înternetê taciz li sê jinan kirine.
Di heman mehê de, li Elezîzê mêrekî jina xwe bi dehan caran kêr kiriye û xwestiye wê bikuje. Di medyayê derbarê pêvajoya hiqûqî de ti zanyarî nehatine belavkirin, rewşa tenduristiya heman jinê gelekî xirab bûye.
Her weha failê kuştina jina bi navê Melahat Mersinli 5ê Çiriya Pêşiyê (Sermawez, Mijdar) hatiye girtin û ew şandine girtîgehê Melahat Mêrsînlî 7ê Hezîranê hatibû kuştin.
Mêran di 10 mehên sala 2018ê de ya kêm 203 jin û 12 zarok kuştine; tecawiz li 54 jinan kiriye; taciz li 169 jinan kiriye; bi zorê karê seksê li 468 jinan daye kirin; îstismara cinsî li 306 jin û zarokên keç kiriye; 341 jin birîndar kirine.
Kuştin
Mêran di meha Çiriya Pêşiyê (Sermawez, Mijdar) de herî kêm 20 jin û du zarok kuştine.
Çar jin ji ber daxwaza mêran a lihevhatinê qebûl nekirine, du jê jî ji ber sedema “hesûdiyê” hatine kuştin.
Jinek ji hêla du kirêdarên xwe ve, yek ji hêla cîranên xwe ve, yek jî ji hêla birayê xwe ve hatiye kuştin.
Ji sedî 20ê jinan ji ber ku daxwaza lihevhatinê qebûl nekirine hatine kuştin.
Mêrê 10 jinan ew kuştine, hezkiriyê çar jinan, mêrên kevin ê du jinan, birayê jinekê, cîranê jinekê,
Destgirtiyê jinekê û du kirêdarên jinekê ew kuştine.
10 jin bi kêran, şeş jê bi çekên çekan, yek bi satorî hatiye kuştin. Jinek bi çarikê, yek jî bi destan hatiye xeniqandin. Sedema kuştina jinekê hîna nehatiye diyarkirin.
15 jin li malan, sê jê li kolanê, yek li cihê karî yê jinê, yek jî li çolterê hatiye kuştin.
Yek ji van jinên ku hatiye kuştin ji Sûriyeyê, yek ji Ozbekistanê bûye. du zarokên hatine kuştin jî ji Sûriyeyê bûye ku yek ji wan 4 salî yê din 6 salî bûye.
Bajarên ku di meha Çiriya Pêşiyê de (Sermawez, Mijdar) de lê jin hatine kuştin:
Afyon (1), Enqere (2), Aydin (1), Antalya (1), Dîlok (1), Stenbol (3), Amed (1), Îdir (1), Tekirdag (1), Denizli (1), Isparta (1), İzmir (1), Kayseri (1), Bursa (1), Uşak (1), Manisa (2).
Tecawiz
Mêran di meha Çiriya Pêşiyê (Sermawez, Mijdar) de li Stenbolê tecawiz li du, li Bursa û Muglayê li jinekê kirine.
Li Stenbolê du mêran tecawiz li jineke astengdar kirine. Kurxalê/pismamê hevalê jinekê dîsa li Stenbolê tecawiz lê kiriye. Li Bûrsayê xizmê jinekê, li Muglayê jî mêrê ji bo diziyê ketiye mala jinê tecawiz lê kiriye.
Pêvajoya Hiqûqî |
Çar fail hatine girtin. Ji şeş mêrên ku li Stenbolê tecawiz li jina astengdar kirine, du mêr hatine girtin, çar jê hatine berdan. Dîsa mêrê li Stenbolê tecawiz li hevala kurxalê/pismamê xwe kiriye hatiye berdan. |
Karê seksê yê bi zorê
Mêran di meha Çiriya Pêşiyê (Sermawez, Mijdar) de karê seksê yê bi zorê bi 93 jinan dane kirin. Bajarên ku karê seksê yê bi zorê li jinan hatiye kirin ev in: Stenbol (60), Antalya (18), Hatay (11), Bursa (1) û Kocaeli (3).
Ji sedî 89ê jinan ne welatiyên Tirkiyeyê bûne. Sê jê Ozbek, yek tenê welatiya Tirkiyeyê bûye.
Pêvajoya Hiqûqî |
Ji sedî 35ê failan hatine desteserkirin. 3 mêr hatine girtin. Pêvajoya hiqûqî ya derbarê 10 mêran ên li Stenbol, Bursa û Antalyayê di çapemeniyê de nehatiye belavkirin. |
Taciz
Di Çiriya Pêşiyê de mêran taciz li heft jinan kiriye. Bajarên ku bûyerên tacizê lê bûne ev in: Stenbol (3), Manisa (2), Muğla (1) Sakarya (1)
Yek ji failan şifêrê otobûsan bûye, yek fûtbollîz bûye, yek lîstikvanê hevalê jina taciz lê bûyî ye, çar mêr jî ne nasên jinan bûne.
Bûyereka tacizê li otobûsê, sê bûyer li kolanan, yek li seta çêkirina rêzefîlman, yek li navenda keyf û şahiyê yek jî bi rêya telefonê bûye.
Pêvajoya hiqûqî
Failek ji karê xwe hatiye avêtin, yek hatiye desteserkirin, di nûçeyan de nehatiye dîyarkirin ka çi hatiye serê yekî.
Taciza bi rêyên dîjîtal
Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de bi rêyên dîjîtal sê jin taciz kirine. Bajarên taciza dîjîtal lê bûne ev in: Samsun (1) Kocaeli (2)
Failek bi rêyên edlî serbest bûye. Failek ji beriya wê bûyerê jî bi rêya medyaya civakî taciz kiriye.
Îstismara zarokan
Di meha Çiriya Pêşiyê de 18 mêran îstismara zayendî li 27 zarokên keç û zarokekî kur kiriye. Bajarên îstismara zayendî lê hatine kirin ev in:
Kocaeli (2), Afyon (1), Urfa (1), Denizli’de (1), Antalya (1), Muğla (1), Osmaniye (1) Trabzon (1)
Yek ji wan kesên îstismara zayendî(cinsî) kirî dikandar bûye. Dersdêran taciz li 18 zarokan kiriye. Mêrê xuşka kesekê taciz lê kiriye, mêrekê nasê keçekê, bavê keçekê taciz li wan kiriye. Karkerekê paqijiyê taciz li keçekê kiriye.
Zarokeka keç a taciz lê hatî kirin kêmendam bûye. Sê bûyer bi kamerayên ewlehiyê hatine qeydkirin.
Tûndkarî û birîndarkirin
Mêran tûndkarî li 24 mêr û 25 jinan kiriye. Yek ji jinan bi birînên giran birîndar bûye. Bajarên bûyerên tûndkariyê lê bûne ev in:
İstanbul (6), Karaman (1) Antalya (4), Bursa (1), Mersin (1), Aksaray (1), Antep (1), Aydın (1), Denizli (1), Samsun (2), Erzurum (1), Adana (2), Mereş (1) Karabük (1), İzmir (1)
Digel ku ji bo mêrekî biryara bidûrxistinê hatiye dayin jî wî tûndkarî li jinekê kiriye. Yek ji jinên tûndkarî lê hatî kirin destgirtiyê wç tûndkarî lê kiriye. Dizê çûyî mala jinekê, nişanîyê kevin ê jinekê, serkarê jinekê, mêrê 13 jinan û bavê jinekê ew birîndar kirine. Birînên jinekê giran e.
Di pêvajoya ji-hev-cidabûnê de mêrê jinekê ew birîndar kiriye. Du jin ji beriya bêne birîndarkirin ji aliyê heman mêran ve rastî tûndkariyê hatine.
Mêrekî bi binikê demanceya xwe jinek hingavtiye. Mêrekî jinek bi tifengê birîndar kiriye. Polîsekî jina xwe birîndar kiriye. Zarokê jinekê pêşiyê ew hingavtiye paşê mala wê şewitandiye.
Pêvajoya hiqûqî
Polîsan 11 mêr desteser kirine paşê ew berdane. Çar mêr hatine girtin. Ji bo mêrekê biryara girtinê hatiye dayin.
Mirinên biguman/Xwe-kuştin
Di meha Çiriya Pêşiyê de 5 jin mirine, hatiye diyarkirin ku wan xwe kuştiye lê guman heye ew hatibin kuştin.
Bajarê bûyerên mirinên biguman/Xwe-kuştin lê bûne ev in: Adana (1), İstanbul (2), Mersin (1), Adana (1)
Li Hatayê hatiye diyarkirin ku jinekê bi bi demanceyê xwe kuştiye lê wê jinê li rojnivîska xwe nivîsîye ku mêrê wê dixwaze wê bikuje. Li Edeneyê termê jinekê li qenala avê de hatiye dîtin. Li Stenbolê malbata stranbêja Tuğba Ergüzel termê wê li malê dîtiye.
Pêvajoya hiqûqî
Ji bo bûyerekê biryar dê piştî kontrola edlî bê dayin. Ji bo çar bûyeran lêpirsîn hatiye destpêkirin.
(EMK/FD/MB)