Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Çiriya Paşiya 2023an de herî kêm 35 jin û 8 zarok kuştine.
Di meha Çiriya Paşiyê de mirina bi kêmanî 36 jinan di çapemeniyê de weke mirinên “bigûman” hatine nivîsîn
Li van bajaran mirinên jinan biguman in
Enqere (1), Antalya (3), Artvin (1), Aydin (1), Bilecik (1), Bolu (1), Çankırı (1), Çorum (1), Denizli (1), Amed (2), Edirne (1), Isparta (1), Stenbol (4), İzmir (1), Kastamonu (2), Kayseri (1), Kocaeli (1), Konya (2), Mêrdîn (1), Muğla (1), Ordu (1), Osmaniye (1), Samsun (5), Trabzon (1).
Mêran tundkarî li 60 jinan kirine, îstîsmar bi kêmanî li 8 zarokên keç û kur kirine, tacîz bi kêmanî li 3 jinan kirine. Mêran di meha Çiriya Paşiyê de herî kêm tecawiz li 2 jinan kiriye.
Mêran di Çiriya Paşiya 2023an de du jin neçarî karkeriya seksê kirine, herî kêm gefa “kuştinê” li heft jinan xwarine.
Di 11 mehên destpêkê yên sala 2023ê de mêran, 303 jin kuştine, tacîz li 350 jinan kiriye, 118 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 707 jinan kiriye, tecawiz li 17 jinan kiriye. Bi kêmanî 336 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di 11 mehên destpêkê yên sala 2023yê de, çapemeniyê ji bo mirina 251 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van 11 mehan de bi kêmanî 27 zarok kuştine.
Di 11 mehên destpêkê yên sala 2022ê de mêran, 308 jin kuştine, tacîz li 140 jinan kiriye, 209 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 728 jinan kiriye, tecawiz li 26 jinan kiriye. Bi kêmanî 386 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di 11 mehên destpêkê yên sala 2022yê de, çapemeniyê ji bo mirina 171 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van 11 mehan de bi kêmanî 36 zarok kuştine.
Di 11 mehên destpêkê yên sala 2021ê de mêran, 290 jin kuştine, tacîz li 412 jinan kiriye, 171 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 732 jinan kiriye, tecawiz li 89 jinan kiriye. Bi kêmanî 642 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di 11 mehên destpêkê yên sala 2021ê de, çapemeniyê ji bo mirina 199 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van 11 mehan de bi kêmanî 30 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Çiriya Paşiyê de bi kêmanî 35 jin kuştine; par di heman mehê de ev hejmar 28 bû. Digel biryara parastinê, meran bi kêmanî 8 jin kuştine.
Ji jinên ku mêran ew kuştine jê yek li Îngilistanê yek jî li Rûsyayê hatibû. Mêran, hêrî kêm mêrek ku li cem jinan jî bûye kuştine.
Navên jinên ku di Çiriya Paşiyê de mêran ew kuştine
A.N.K., Ajda Yatar, Aleyna Dayıoğlu, Atike Eroğlu, Ayan Mohomed Dhoba, Ayşe Acar, Ayşe D., Ayşe Ö., Aytan N., Behiye Turgut, Çiğdem D., Devrim G., Doğa E., E.D., Fidan U., Figen B., Filiz Çilingir, Halime K., Hasibe S., Hürü B., Irina Dvizova, Işıl Deniz P., İpek L., Kezban G., Kezban G., Neşe K., Özlem Ülker, Pınar Bektaş, Recibe K., Sevgi T., Sevilay N., Sunay Turgut, Şadumane K., Zekiye E., Zeynep Özdemir.
Mêran li van bajaran jin kuştine
Edene (2), Enqere (3), Balıkesir (1), Bursa (1), Çankırı (2), Denizli (1), Stenbol (8), İzmir (3), Kayseri (1), Kocaeli (2), Konya (2), Meletî (1), Manisa (3), Muğla (2), Tekirdağ (1), Riha (2).
Mêran 16 jin ji ber ku “xwestine cihê bibe”, sê jin jî ji ber “hesûdiyê” kuştiye. Mêran sê jin ji ber “hesûdiyê”, jinekê ji ber “welayeta zarokê”, sê jin ji ber ku “zarokan xirecir û deng derxistine” û du jin jî ji ber ku “pere nedane wan” kuştine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran bi çi "hêcetan" 10 jin kuştine.
Hevjîn, hevjînên berê an jî destgirtî 25 jin kuştine. Çar jin kur, zirbav, bira û kesên weke wan ew kuştine. Jinekê hevalê wê û pênc jin jî cîranên wan yên mêr ew kuştine.
Mêran 28 jin li malan, 7 jin jî li qadên weke park, otel û kolanê kuştine.
Mêran 23 jin bi çekên guleber kuştine. 7 jî bi kêr û amûrên mîna kêrê kuştiye. Mêran çar jin bi lêdan/fetisandinê kuştine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran jinekê çawa û bi çi kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
35 faîl hebûn ku jin kuştine. Bi tenê 16 faîl hatine girtin. 12 faîl hatine desteserkirin. Şeş faîlan xwe kuştine. Çapemeniyê ji bo pêvajoya hiqûqî ya faîlek gotiye“reviye”.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Çiriya Paşiyê de 8 zarok kuştine. Çar zarok bavê wan ew kuştine. Zarokek zirbavê wî/wê ew kuştiye. Sê zarok jî cîranên wan ew kuştine.
Mêran li van bajaran zarok kuştine
Enqere (3), Bursa (2), Stenbol (2), Muğla (1).
Navên zarokên ku di Çiriya Paşiyê de mêran ew kuştine
Batuhan Ö. , Çınar Ali, Dayana Dvizova, Hezdar Alaz, Mehmet Ali Ş., Metehan Ö., Mustafa, Ceyda.
Pêvajoya hiqûqî
Pênc faîl hebûn ku zarok kuştine. Ji wan duyan xwe kuştine, yek hat girtin, yek hat desteserkirin û yek jî reviye.
Tacîz
Mêran di meha Çiriya Paşiya 2023an de herî kêm tacîz li sê jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 9 bû. Sê bûyerên tacîzê sistematik bûye.
Jinên ku mêran ew tacîz kirine jê yek Almanyayî ya din jî Turkmenistanî bûye.
Mêran sê jin bi devkî û bi rêyên fîzîkî tacîz kirine. Mêran dîmen û fotografên jinekê girtine û ew tacîz kirine.
Mêran jin li qadên weke kolan, şeqam û markêtê tacîz kirine.
Jinekê mêrê wê yê kuafor ew tacîz kiriye.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku du jin tacîz kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Stenbol (2), Kayseri (1).
Pêvajoya hiqûqî
Sê faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Tene du faîl hatine desteserkirin. Derbarê faîlek de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Çiriya Paşiyê de îstîsmar bi kêmanî li 8 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 4 bû.
Mêran 8 zarok li cihên weke bereqe, salona sporê û li tarîqatan îstismar kirine. Zarokek dersdêrê wê/wî, zarokek mixtar, zarokek cîran û pênc zarok jî dersdêrê olî li wargeha terîqetê ew tacîz kirine.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine
Aksaray (1), Antalya (1), İzmir (1), Riha (1).
Pêvajoya hiqûqî
Çar faîl hebûn ku zarok îstîsmar kirine. Ji wan kes nehatin girtin. Faîlek bi şertê kontrola edlî serbest bû. Derbarê faîlek de lêpirsîn hat destpêkirin.
Êrîşa zayendî / Tecawiz
Di meha Çiriya Paşiyê de mêran tecawiz li du jinan kir. Par heman mehê ev hejmar yek bû. Jinekê seyaq û jinekê jî fîzyoterapîst tecawiz lê kiriye.
Ji jinên ku mêran tecawiz lê kirine jê yek astengdar bû.
Mêran li qadên derveyî malan tecawiz li jinan kirine.
Bajarên ku mêran lê tecawiz li jinan kir
Balikesîr (1), Stenbol (1)
Pêvajoya hiqûqî
Du faîl hebûn. Ji wan yek hat girtin û derbarê yekî de jî doz hat vekirin.
Tundkarî / Birîndarkirin
Di meha Çiriya Paşiyê de mêran 60 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 53 bû. Heşt jin bi giranî birîndar bûne û ew birine nexweşxaneyan. Digel ku biryara parastinê hebû jî mêran bi kêmanî deh jin brîndar kirin.
Bajarên ku mêran tundkarî li jinan kir
Edene (1), Aksaray (1), Enqere (3), Antalya (2), Balıkesir (1), Burdur (1), Bursa (5), Amed (1), Edirne (34), Stenbol (2), Kocaeli (2), Konya (2), Mersin (1), Sêwas (2), Riha (2).
Hevjîn an jî destgirtiyên bi kêmanî 48 jinan ew birîndar kir. Jinekê cîranê wê, jinekê hevalê wê, jinekê seyaqên teksiyan, jinekê du xizmên nexweşan û du jin jî zava/kur ê wan ew birîndar kirine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku çar jin birîndar kiriye nas e an ne nas e.
Mêran 12 jin ji ber “hesûdiyê, bi kêmanî 40 jin ji ber nexwestiye li hev bê an jî xwestiye veqete kuştin. Çapemeniyê “hêceta” birîndarkirina şeş jinan nevivîsiye. Mêran du jin di dema gengeşiya “ji ber aboriyê” birîndar kirine.
Mêran derb li 47 jinan xistine, pênc jin bi kêr û tiştên weke wê, şeş jin jî bi çekên guleber birîndar kirine.
Mêran 46 jin di nava malan de, 14 jin li kolan, park, nexweşxane ango li cihên cemawerî birîndar kirin.
Pêvajoya hiqûqî
Bi kêmanî 59 faîl hebûn ku jin birîndar kirin. Bi tenê çar faîl hatin girtin. Ji bo 34 faîlan pêvajoya qanûnî hate destpêkirin an jî hatin desteserkirin. Du faîl serbest bûn. Deh faîl hatin desteserkirin. Derbarê faîlek de doz hat vekirin. Çapemeniyê ji bo rewşa hiqûqê ya du faîlan gotiye, “revîne” û ya 13 şeş faîlan jî nenivîsiye.
Karkeriya sekse ya mecbûrî
Mêran di meha Çiriya Paşiyê de bi darê zorê karkeriya sekse bi du jinan dane kirin. Herdu jî welatiyên Tirkiyeyê bûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya sekse hatin kirin
Hatay(2)
Pêvajoya hiqûqî
Faîl hebû ku jin neçarî karkeriya sekse kir. Ew jî hat girtin.
(EMK/AY)