Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn, mêran di meha Adarê de 29 jin û sê zarok kuştine, tecawiz li pênc jinan kiriye, destdirêjî li 12 jinan kiriye, bi zorê karkerîya sekskirinê li 38 jinan daye kirin, îstismara cinsî li 68 keçên zarok kiriye, 39 jin birîndar kirine.
Di hersê mehên destpêka 2017ê de mêran 82 jin kuştine, tecawiz li 18 jinan kiriye, destdirêjî li 31 jinan kiriye, îstismara cinsî li 116 zarokên keç kiriye, tûndkarî li 90 jinan kiriye.
Kuştin
Mêran di meha Adarê de, 29 jin û 3 zarok kuştine.
Ji bilî kuştina van 29 jinan şeş jin dî jî hatine kuştin. Hêj nehatiye eşkerekirin ka kê ew kuştine. Du jinan xwe kuştine an jî hatiye îdiakirin ku wan xwe kuştiye. |
Ji sedî 10ê jinên hatîn kuştin ji beriya ku bêne kuştin gilî kiriye û ji bo wan biryara parastinê hatiye dayin.
Ji sedî 38ê jinên hatîn kuştin ji beriya bêne kuştin xwestine ji partnerê xwe/mêrê xwe cida bibe an jî daxwaza lihevhatinê ya wan qebûl nekiriye.
Ji sedî 27,5ê jinên hatîn kuştin li cihên civakî yên wek karger, kolan û parqan hatine kuştin.
Ji sedî 52yê jinên hatîn kuştin mêrê wan an jî destgirtiyê wan ê berê ew kuştine. Birayê jinekê ew kuştiye. Mêrên berê yên heft jinan ew kuştine. Mêrên çar jinan ku bi zewaca dînî bi wan re zewicîne ew kuştine. Destgirtiyên çar jinan ew kuştine. Mêrekê nenasê jinekê ew kuştiye.
Ji sedî 55ê jinên hatîn kuştin bi çekên gulleavêj hatine kuştin. Heft jin bi kêran hatine kuştin, jinek hatiye xeniqandin, gewriya jinekê hatiye birrîn, du jin hatine derbdan û bi wê yekê hatine kuştin, neh jin bi demanceyan û heft jin bi tifekan hatine kuştin.
Çar mêrên ku jin kuştine piştî kuştina jinan xwe jî kuştine. Mêrekê hewildaye xwe bikuje.
Ji jinên hatîn kuştin jinek ji Ozbekistanê û jinek ji Afxanistanê bûye.
Welatiya Ozbekistanê karê seksê dikir, dema wê xwestiye ji mala xwe derbikeve ew hatiye kuştin.
Bajarên ku lê jin hatine kuştin: Edene (2), Afyon (1), Agirî (1), Enqere (1), Antalya (1), Dîlok (3), Balikesîr (1), Bursa (4), Hatay (1), Stenbol (4), Izmir (3), Kastamonu (2), Manîsa (1), Maraş (1), Mugla (2), Tokat (1).
Tecawiz
Li gor nûçeyên hatîn nivîsîn di meha Adarê de, tecawiz li pênc jinan hatiye kirin. Hemî mêrên tecawiz kirîn û jinên tecawiz lê hatî kirin nasên hev bûne.
Du bûyerên tecawizê li mala jinên tecawiz lê hatî kirinqewimiye. Bûyereka tecawizê li kargehekê pêk hatiye. Bûyerek jî li daristanê pêk hatiye ku jin ji beriya bûyerê bi zorê ji bo wê derê hatiye birin.
Mêrê jinekê yê ku bi zewaca fermî pê re zewiciye tecawiz li wê kiriye. Mêrekê bi zewaca dînî bi jinekê re zewicî tecawiz li wê kiriye. Destgirtiyê jinekê tecawiz lê kiriye. Serkarê jinekê dema jin ji bo karî çûyî nik wî tecawiz lê kiriye.
Mêrekê ku li kargehê tecawiz li hevkara xwe kiribû serbest hatiye berdan. Mêrê keçeka kêmendam a 18 salî bi zorê tecawiz li wê kiriye.
Li gor nûçeyên hatîn nivîsîn bajarên bûyerên tecawizê lê pêk hatîn ev in: Enqere (1), Amed (1), Qeyserî (2), Samsûn (1).
Karê sekskirinê yê bi zorê
Di meha Adarê de, li şeş bajaran karê sekskirinê li 38 jinan hatiye kirin.
Ji 38 jinên karê seksê kirîn 37 jin ne welatiyên Tirkiyeyê bûne. Bi operasyonan 9 mêr ji ber wî sûcî hatine girtin. 15 mêr ji wî sûcî serbest hatine berdan. Pêvajoya dadkirinê ya 18 mêran di nûçeyê de cih negirt.
Bajarên ku lê bi zorê karê seksê li jinan hatiye kirin ev in.
Destdirêjî
Di meha adarê de mêran herî kêm destdirêjî li hemberî 12 jinan hatiye kirin.
Ji sedî 33 kesên destdirêjî kirine pêşanderî kirine.
Ji sedî 16 jinên rastî destdirêjiyê hatin astengdar in.
5 destdirêjî li kolanê, 2 jê di wesayita giştî de, yek li nexweşxaneyê, 4 jê jî li navenda xwedîkirina astengdaran çêbûne.
Ji sedî 66 kesên destdirêjî kirine mêrên ku ji hêla jinan ve nayên naskirinin: 8 jin ji hêla wan mêrên ku jin wan nas nakin ve rastî destdirêjiyê hatine, 2 jin ji hêla midûrên wan ên kar, 2 ji jîn jî ji hêla midûrên navendên xwedîkirinê rastî destdirêjiyê hatine.
Kesekî ku destdirêjî kiriye hatiye girtin, yek jî serbest hatiye berdan, 3 kes jî hatin desteserkirin lê berdewamiya pêvajoyê di nûçeyan de cî negirtiye. Midûrê navenda xwedîkirina navenda astengdaran a Yozgotê ku 2 jê astengdar li hemberî 4 jinan destdirêjî kiribû, pêşîn tayînî ciyekî din kirin, paşê ji kar dûr xistin.
Bajarên ku destdirêjî lê hatine: Enqere (1), Amed (1), Kocaeli (2), Konya (1), Nigde (1), Samsun (1), Yozgat (4).
Istismara li zarokan
Di meha adarê de herî kêm 68 zarokên keç rastî istismara zayendî hatin.
4 zarok di encama istismarê de ducanî bûn.
Yek ji van zarokên rastî istismara zayendî hatin astengdar bû.
50 zarok li dibistanê rastî istismara zayendî ya mêrekî karker hatine ku mêr li dibistanê kar dikir. 4 zarok ji hêla hevalên mêrên gelekî nêzîkî wan (bav, bira yan jî evîndarê hevalên wan), 2 heb ji wan ji hêla mêrên li heman navçeyê dijîn, yek ji wan ji hêla ajokarekî, yek ji wan ji hêla mêrê ku hevdû nû nas kiribûn, 6 ji wan jî ji hêla mêrên ku qet wan nas nakin rastî istismara zayendî hatin. Di nûçeyan de behsa nasnameya wan mêran nehatiye kirin ku istismar li hemberî 4 zarokên keç kirine.
4 bûyerên istismarê di encama ducanîbûna zarokan de derket holê. Yek ji wan jî di encama dîtina wan peyaman de derketiye holê ku kesê istismar pêk aniye ji zarokê re dişand.
12 mêr hatin girtin, 4 ji wan bi şertê kontrola edlî ve hatin berdan, yek ji wan piştî îfade dayinê hat berdan. Pêvajoya hiqûqî ya derbarê 7 kesên istismar kirine de di nûçeyan de derbas nebûye.
Bajarên ku bûyerên istismara li hemberî zarokên keç pêk hatiye di çapemeniyê de wiha cî girtiye: Edene (1), Aydin (2), Erzerom (2), Giresun (1), Stenbol (1), İzmir (6), Kocaeli (1), Konya (2), Manisa (1), Mêrdîn (50), Samsun (1).
Tûndkarî û birîndarkirin
Di meha adarê de mêran li hemberî 39 jinan tundûtujî bikar anîn an jî ew birîndar kirin. 3 ji van jinên trans bûn.
Ji sedî 26ê bûyerên tundûtujiyê li kargeh, kafe, li ber dibistanê, li kolanê, li pêşiya kamerayan an jî di civînên çapemeniyê de pêk hatine.
Ji sedî 15ê jinan ji ber ku xwestine ji mêran veqetin rastî tundûtujiyê hatine. Ji sedî 8ên jinan jî ji ber ku keçên wan xwestine dest ji mêrên xwe berdin rastî tundûtujiya zavayan hatin.
2 jin digel biryara dûrxistina derxistine jî rastî tundûtujiyê hatin.
Ji sedî 56ê jinan rastî wê tundûtujiyê hatine ku bi rêbazên kuştinê hatine kirin: 10 jin bi rêya çekên bi gule, 7 ji wan bi kêran, 2 ji wan bi satoran, yek ji wan bi bireka bimotorê, 2 ji wan bi hesin hatine derb kirin. Mêrekî dest xistiye stuyê jinekê ew bi vî awayî birîndar kiriye.
3 êrîşkar hatin berdan. Tenê 4 êrîşkar hatin girtin; mêrekî ku girte ser kafekî û gule bera ser destgirtiya xwe ya berê da û 6 kesên din ên kafeyî birîndar kir pêşîn hat berdan, paşê hat girtin. Herwiha jinek hat girtin ku kêra di destê mêrê xwe yê destê xwe xistibû stuyê wê de girt û ew birîndar kiribû. Pêvajoya hiqûqî ya derbarê 23 êrîşkaran de di nûçeyan de cî negirtin.
Bajarên ku tundûtujî û birîndarkirin lê çêbûn: Adana (9), Afyon (2), Amasya (1), Enqeke (2), Antalya (2), Dîlok (1), Aydin (3), Bolu (1), Çorlu (1), Denizli (2), Amed (1), Duzce (1), Erzerom (1), Giresun (1), Stenbol (1), Kayseri (2), Kocaeli (1), Mêrdîn (1), Mersin (1), Ordu (1), Trabzon (1), Riha (3). (ÇT/MB/FD)