Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn mêran di meha Adarê de ya kêm 14 jin û bebikek kuştine. Wan tecawiz li heşt jinan kiriye; bi zorê karê seksê li 10 jinan daye kirin; taciz li 15 jinan kiriye; îstismara cinsî li 15 zarokên keç kiriye; tûndkarî li 46 jinan kiriye.
Failê kuştina jinekê nehatiye diyarkirin. Termê çar jinan hatiye dîtin ku tê îdiakirin wan xwe kuştiye. Termê du jinan hatiye dîtin ku guman heye ew hatibin kuştin.
Sê mêran bi awayekê sîstematîk tûndkarî li jinan kiriye û ew bi kuştinê tehdîd kirine. Ji wan sê mêran; mêrekî berê jina xwe birîndar kiriye û doz lê hatiye vekirin; ji bo mêrekê 15 sal cezayê girtinê hatibû dayin jî ew nehatibû girtin, digel ku wî jina xwe tehdîd dikir jî nedihat girtin.
Di meha Adarê de ji tûndkarî 83 jinan hatiye kirin ji sedî 7 wan jinan trans bûne û ji sedî 11ê wan koçer/penaber bûne.
Mêran di du mehên destpêka 2018ê de ya kêm 52 jin û pênc zarok kuşltine; tecawiz li 22 jinan kiriye; taciz li 45 jinan kiriye; bi zorê karê seksê li 166 jinan daye kirin; îstismara cinsî li 87 zarokên keç kiriye; 113 jin birîndar kirine.
Jinên koçber/penaberDi Adara 2018ê de jineka koçber/penaber hatiye kuştin; karê seksê bi zorê li sê jinan hatiye kirin; tûndkarî li du jinan kiriye. * A.K.yê ji Îranê(27) li Stenbolê jineka trans ya bi navê Krîstîna ku ji Azerbaycanê bû kuştiye. * Tecawiz li jineka ji Sûriyeyê yeka ji Azerbaycanê û jineka ji Kirxizistanê hatiye kirin. * Mêran dest daniye ser peseportên sê jinên ji Ozbekistan, Turkmenistan û Kirxizistanê û bi zorê karê seksê li wan daye kirin. * Tûndkarî li du jinên ji Sûriyeyê hatiye kirin, bebika jinekê ji ber vê yekê miriye. | Jinên transJineka trans hat kuştin. Termê jineka trans li mala wê hatiye dîtin. Hat îdiakirin ku du transan xwe kuştine. Tûndkarî li pênc jinên trans hatiye kirin. * A.K.yê ji Îranê(27) li Stenbolê jineka trans ya bi navê Krîstîna ku ji Azerbaycanê bû kuştiye. * Li Enqereyê termê jineka trans ya bi navê Nefes li mala wê hatiye dîtin. * hat îdiakirin ku du jinên trans xwe kuştine. Malbatên herdu jinan jî ew bi kuştinê tehdîd kiribûn. * Li bajarên Enqere, Edene, Samsûn û Stenbolê tûndkarî li pênc jinan hatiye kirin. Failên pênc bûyeran ne nasên jinan bûne, failek polîs bûye. Bi tenê gumanbarê kuştina jinekê hatiye girtin. |
Kuştin
Mêran di meha Adarê de 14 jin, 4 mêr û bebikek kuştine.
Nîvê jinên hatîn kuştin, mêrê wan ew kuştine.
Qatilê heft jinan mêrê wan in, destgirtiyê du jinan ew kuştine, mêrê berê yê jinekê ew kuştiye, birayê jinekê ew kuştiye, jinekê teklîfa zewacê ya mêrekî qebûl nekiriye li ser vê yekê mêrî ew jin kuştiye, tecawizkarekê jina tecawiz lê kirî kuştiye, miştêrîyê jinekê karkereka seksê kuştiye.
Ji sedî 78,5ê jinên hatîn kuştin bi çekên gulexwer hatine kuştin.
Şeş mêran bi tifengan, pênc mêran bi demanceyan, du mêran bi kêran jin kuştine. Mêrekî jinek xeniqandiye.
Digel ku ji bo mêrekî biryara nêzîknebûnê hatiye dayin jî wî jina biryar ji bo wê hatî dayin kuştiye. Sê jinên hatîn kuştin ji beriya ku bêne kuştin bi dehan caran giliya mêrê xwe kiriye ji bo wan biryara tedbîrê hatiye dayin lê dîsa ew hatine kuştin.
Ji sedî 28,5ê jinên hatîn kuştin ji ber ku xwestine ji mêrê xwe cida bibin an jî daxwaza lihevhatinê ya wan qebûl nekirine hatine kuştin.
Yek ji jinên hatîn kuştin ji Azerbaycanê bûye.
Pênc mêran piştî jin kuştîn xwe kuştine. Du mêr piştî jin kuştîn teslîm bûne.
Di meha Adarê de bajarên lê jin hatine kuştin ev in: Edene (1), Enqere (1), Antalya (1), Ardahan (1), Denizli (1), Edirne (1), Stenbol (3), İzmir (1), Malatya (1), Maraş (1), Ordu (1), Sivas (1).
Tecawiz
Di meha Adarê de nûçeyên 8 bûyerên tecawizê hatine nivîsîn. Ji sedî 38ê jinên tecawiz li wan hatî kirin koçber/penaber bûne.(Sûriye, Azerbaycan, Kirxizistan)
Du mêran xwe wek polîs dane naskirin û tecawiz li du jinan kiriye. Polîsekî ji jinekê re gotiye ew ê wê bibe mala wê, jin li tirimbêla polîsî siwar bûye û polîsî tecawiz li wê kiriye. Serkarê jinekê tecawiz lê kiriye, destgirtiyê jinekê tecawiz lê kiriye; mişterîyê jineka karkera seksê tecawiz lê kiriye.
Pêvajoya hiqûqî Ji 8 kesên tecawiz kirîn, pênc kes ji ber sûcê tecawizê û kesek ji ber sûcekê dî yê wî hatine girtin. |
Karê seksê yê bi zorê
Li bajarên Antalya, Edene û Stenbolê karê seksê bi zorê li 10 jinan hatiye kirin.
Pêvajoya hiqûqî Ji 32 failan 24 fail hatine girtin. Biryara girtinê ji bo du failan hatiye dayin. Çar fail serbest hatine berdan. Di nûçeyan de agahiyên pêvajoya hiqûqî ya du bûyeran nehatine nivîsîn. |
Destdirêjî
Di meha adarê de mêran destdirêjiya zayendî li 15 jinan kirine.
Her ji 3 jinan jinek di wesayitên civakî de rastî destdirêjiyê hatine.
Ji sedî 73yê jinan rastî destdirêjiya mêrên nenas hatine.
11 jin rastî destdirêjiya mêrên nenas hatine. Karbidestên du jinan, parêzerê jinekê, mêrê dijminê hevjînê jinekê destdirêjî li jinan kiriye.
Sabiqaya du kesên ku destdirêjiya zayendî kiriye berê jî hebûye.
Pêvajoya HiqûqîJi 14 kesên destdirêjî kirine, 6 kes hatine girtin, yek bêyî girtî bimînê wê bê dadgehkirin. Du kes bi şertê kontrola edlî serbest mane. Pêvajoya hiqûqî ya derbarê çar kesên ku destdirêjî kirine di medyayê de nehatiye ragihandin. Di bûyereke destdirêjiyê de xwişka kesê ku destdirêjî kiriye, jina rastî destdirêjiyê hatiye bi diziyê tohmet kiriye, jin hatiye desteserkirin, bi şertê kontrola edlî serbest maye, lêpirsîn derbarê mêrikî de nehatiye kirin. |
Istismara li ser zarokan
Mêran di meha Adarê de herî kêm li 39 zarokên keç istismara zayendî kirine. Du zarokên keç astengdar bûne.
Ji sedî 26ê zarokan rastî istismara mamoste û xebatkarên dibistanê hatine.
12 zarok rastî istismara mêrên nenas, 7 zarok rastî istismara mamosteyan (6 ji van mamosteyan mamosteyên dersa olê bûne), zarokek rastî istismara midûrê dibistanê, du zarok rastî istismara xebatkarên ku paqijiya dibistanê dikin, zarokek rastî istismara dikandarê ku dikana wî nêzîkî li dibistanê ye, du zarok rastî istismara cîranên xwe, sê zarok rastî istismara xwediyê marketa ku li taxa wan e, zarokek rastî istismara miawinê otobusan, zarokek rastî istismara birayê xwe, zarokek rastî istismara hevalê kurê apê xwe, zarokek rastî istismara hevalê hezkiriyê xwe, zarokek rastî istismara hezkiriyê xwe yê berê, du zarok rastî istismara bavên xwe, zarokek rastî istismara mêrê berê yê xwişka xwe, zarokek rastî istismara kesekî ku li ser medyaya civakî hev nas kirine, du zarok rastî istismara du mêrên nas dikin hatine.
Ji sedî 15ê bûyerên istismarê di encama wî tiştî de derketine holê ku zarok bi malbatan re axivî ne. Bûyera istismara zayendî ya wî kesê ku dibistanê paqij dike,mamosteyê zarokê derxistiye holê. Lê hatiye diyarkirin ku mamoste du caran bûyer ragihandiye midûrê dibistanê, ji ber ku midûr ti tiştek nekiriye, mamosteyî li gel midûriyeta perwerdeyê ya navçeyê û cendermeyan gilî kiriye.
Pêvajoya Hiqûqî21 ji 32 failan hatine girtin, 3 ji wan bi şertê kontrola edlî serbest mane. Derbarê mêrê 34 salî de ti lêpirsîn nehatiye kirin ku zarokeke keç di nava salekê de istismar kiriye, bi darê zorê dîmenên wê yên tazî kişandiye, ev dîmen di medyaya civakî de par ve kiriye û ji bo ku şîkayeta xwe paş de bikişîne gef li zarokê xwariye. Derbarê bûyerên din de di medyayê de agahî nehatine belavkirin. Du fail, beriya ku radestî polîsan bên kirin rastî tundiya hemwelatiyan hatine. |
Tûndkarî – birîndarkirin
Mêran di meha Adarê de herî kêm tûndkarî li 46 jinan kiriye yan ew birîndar kirine.
5 jinên ku tûndkarî li wan hatiye kirin trans bûne. Yek jê penabera ji Sûriyeyê bû.
Ji sedî 20 ji jinan bi giranî birîndar bûne.
Ji 46 failên ku tûndkarî li jinan kirine 2 jê polis bûn, yek jî dozgerê komarî bû.
Du jin digel biryara dûrxistinê rastî tûndkariyê hatine. Çar jinan gelek caran digel gilîkirinê jî daxwazên wan ên parastinê bi cî nehatiye.
Ji sedî 10ê jinan ji ber ku xwestine ji mêrê xwe cida bibin rastî tûndkariyê hatine.
Failek bi destûr ji girtîgehê derketiye û ji bo gilîkirina xwe bi paş de bikişîne tûndkarî li dêya xwe kiriye û bi paş de çûye girtîgehê.
Ji sedî 54ê jinan rastî tûndkariya heval an jî hevalên xwe yên berê hatine.
Antrenorê tîma fitbolê li jinekê, bavên du jinan, mêrên bi mehra melayî li du jinan, mêrên bi mehra fermî li 10 jinan, mêrên berê li çar jinan, hezkiriyên berê li du jinan, dizê ku ketiye malê li jinekê, kesê destdirêjî kiriye li jinekê, cîranê jinekê, kuaforê jinekê, destgirtiyên du jinan, kurê jinekê, xwendekarê jinekê, polîsekî li jinekê, hezkiriyê jinekê ajokarê taksiyê li jinekê, hevalê jinekê, mamosteyê zanîngehê li jinekê, mêrên nenas li 8 jinan tûndkarî kirine. Di çar bûyerên tûndkariyê de di nûçeyan de nehatiye gotin bê jina rastî tundkariyê hatiye û mêr hevdû nas dikin an na.
Derbe li 23 jinan hatiye xistin, 7 jin bi kêr û tiştên weke wê ve hatine birîndarkirin, 5 jin bi çekan hatine birîndarkirin. Mêrekî şûşeyek avêtiye wesayita jinekê. Yekî gule bera mala jinekê daye û molotof avêtiye wesayita bavê wê. Mêrekî bi darê zorê dermanê kemoterapiyê daye jinekê û xwestiye ku xwe bikuje, paşê derbe lê xistiye. Mêrekî bi gefa xwekuştinê jin aniye nik xwe û paşê bi gotinan tûndkarî lê kiriye. Du mêran jin revandine. Yekê girtiye ser mala ku xwendekara jin lê dimîne, yekî li kolanê bi gotinan tûndkarî kiriye.
Pêvajoya HiqûqîJi 45 failan tenê 3 fail hatine girtin. Failek jî ber ku bavê jina tûndkarî lê dikir kuştiye hatiye girtin. Derbarê failekî de biryara dûrxistinê hatiye dayin. Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê ceza daye failekî ku antrenorê fitbolê bûye. Lijneya Dozger û Dadweran derbarê failekî ku dozger bûye de lêpirsîn vekiriye lê ceza lê nebiriye. Failek bi şertê kontrola edlî serbest maye. Failek piştî ku îfade daye, serbest maye. Lêpirsîna failekî nehatiye kirin. Li şûna wê jina wî li stargehê hatiye bicîkirin. Failekî piştî ku jina xwe ya doza cidabûnê lê vekiriye bi tivingê birîndar kiriye paşê xwe kuştiye. Nûçeyan derbarê failên din de agahî belav nekirine. |
(ÇT/MB/FD)