Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahiyên bianetê ji nûçeyên rojnameyên herêmî û neteweyî ji ajans û malperan berhev kirîn mêran di meha Kanûna Pêşiyê de, ya kêm 30 jin bebikek û çar mêr kuştine.
Mêran di heman mehê de ya kêm tecawiz li neh jinan kiriye. Karê seksê bi zorê li 47 jin û zarokeka keç daye kirin. Mêran taciz li 11 jinan kiriye. Îstismara cinsî li 9 zarokên kkeç kiriye. Mêran ya kêm 16 jin birîndar kirine.
Mêran li bajarên Edene, Dîlok û Eskişehirê hewil dane sê jinan bikujin. Li Wanê guman hebû ku mêrekî jinek kuştiye ew mêr bi sûcê “hewildana ji bo kuştinê” hatiye girtin.
Li Stenbolê jineka bi navê Gülten Gülüm di nava kolanekê de hatiye kuştin. Li Izmîrê termê jinekê li daristanê hatiye dîtin.
Li Edene, Stenbol, Qeyserî û Enqereyê çar jin mirine ku guman heye ew hatibin kuştibin. Li Izmîrê du jin bê ser û şûn bûne.
Mêran di 12 mehên sala 2018ê de ya kêm 255 jin û 17 zarok kuştine. Hin ji zarokan bebik bûne. Mêran tecawiz li 61 jinan kiriye û taciz li 188 jinan kiriye. Wan karê seksê bi zorê li 516 jinan daye kirin. Mêran îstismara cinsî li 347 zarokên keç kiriye. Mêran di 12 mehên 2018ê de 380 jin birîndar kirine.
Di sala 2017ê de, mêran 286 jin kuştibûn. Wan tecawiz li 101 jinan kiribû. Mêran îstismara cinsî li 377 zarokên keç kiribû. Mêran tûndkarî li 418 jinan kiribû.
Kuştin
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de 30 jin û bebikek kuştine. Yek ji jinên hatîn kuştin ji Sûriyeyê bûye. Mêran du kurên xwe yên ji 18 saliyê mezintir li rexa jinan kuştine.
Navê jinên mêrn ew kuştine ev in:
Aynur Top, Emine Topluca, Esmel El H, Fatma K., Feride Kaya, Gizem Danış, Gülüstan A., Gülseren K., Hediye İnanç, Hürü Ergi, Mehtap Er, Mekiye Kaya, Meral T., Meral Uzda, Merve Özcan, Muazzez Kınay, Nefise Dolapçı, Nesrin Cengiz, Nilüfer Danış, Pınar Çoban, Robin Yetiş, Rojda Bulga, Sadiye Andıç, Seda Ulu, Serpil Yıldız, Sevda Çopur, Sevgi Völler, Simge Yıldız, Şerife Boztepe, Zuhal Kayaalp.
Bajarên ku jin lê hatine kuştin ev in:
Edene (1), Enqere (5), Antalya (1), Burdur (2), Bursa (2), Amed (1), Elazığ (1),Hatay (2), Stenbol (2), İzmir (2), Qeyserî (1), Konya (2), Mardin (2), Nevşehir (2), Osmaniye (1), Samsun (1), Tokat (1), Rûha (1)
Mêrên ku sê jin kuştine ew mêr in ku dozgeriyê biryar daye divê ew mêr ji wan jinan dûr bin.
Zarokekî jinek kuştiye.
Mêrekê jin kuştî leşkerekê teqawîtbûyî, mêrek polîs û mêrek jî leşker bûne. Ji 30 jinên hatîn kuştin 11 jin bi hêceta ku wan xwestiye ji mêran cida bibin hatine kuştin.
Mêrê 16 jinan ew kuştine. Nîşanîyê du jinan, mêrê berê yê du jinan ew kuştine. Jinek bi hêceta “hesûdiyê” hatiye kuştin. Jinekê ji ber ku xwestiye derbikeve derve mêrê wê ew kuştiye.
23 jin li malan, 6 jin li kolanan hatine kuştin. Nayê zanîn jineka hatî kuştin li kû hatiye kuştin.
Mêran 20 jin bi çekên gulexwer kuştine, 8 jin bi kêran kuştine, jinek ji bi çakuçî kuştiye. Yek ji jinên hatîn kuştin, jinek bûye ku di emrê zarokatiyê de hatiye zewicandin.
Tecawiz
Mêran ya kêm tecawiz li sê jinan kiriye.
Tecawizkarê ku tecawiz li jinekê kirî yarê wê bûye. Jinekolog û bijîşkê nexweşiyên jinan hewil dane îstismara cinsî li du jinan bikin.
Pêvajoya hiqûqî
Yek ji failan hatiye girtin. Dozgeran ji bo failekê 35 sal cezayê girtinê xwestine.
Karê seksê yê bi zorê
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de herî kêm bi darê zorê karê seksê li 47 jinan û zarokeke keç kirine. 39 ji van ne welatiyên Tirkiyeyê bûne.
Semsûr (6), Antalya (8), Balıkesir (5), Bartın (3), Stenbol (20), Mereş (Hejmareke zêde), Mersin (1), Tekirdag (2), Uşak (2).
Pêvajoya hiqûqî
|
Taciz
Di meha Kanûna Pêşiyê ya 2018an de mêran herî kêm taciz li 11 jinan kiriye.
Bajarên ku bûyerên taciz lê hatiye kirin ev in:
Enqere (1), Antalya (4), İzmir (1), Kocaeli (2), Mêrdîn (2), Sêwaz (1)
Mêran li bazar, market, bas û yên weke wan ango li qadên civakî taciz li jinan kirine. Mêrekî piştî ku li ser medyaya civakî taciz li jinekê kiriye, xwestiye wê birevîne. Mêrekî li sînemayê bi rêya pêşanderiyê xwestiye taciz li jinekê bike.
Ji failan yek dersdêr bûye.
Pêvajoya hiqûqî Ji neh failan çar jê hatine girtin. Cihê kar yê dersdêrî hatiye guhertin. Failek bi rêya kontrola edlî serbest maye. Giliyê du failan hatiye kirin. Pêvajoya hiqûqî ya derbarê failekî de di çapemeniyê de nehatiye belavkirin. |
Îstîsmara Zarokan
Mêran herî kêm li neh zarokên keç îstîsmara cînsî kiriye.
Bajarên ku îstîsmara zarokan lê hatiye kirin ev in:
Bursa (2), Erzerom (1), İzmir (4), Kilis (1), Samsun (1).
Mêran çar zarokên keç li kolanê, yek li wesayitê, çar jî li qadên civakî istismar kirine.
Kesekî ku istismara cinsî kiriye dersdêr bûye, yek jî ajokarê wesayita dibistanê bûye. Di çapemeniyê de hatiye nivîsandin ku dersdêr li heman dibistanê li sê zarokên keç ên din jî istismara cinsî kiriye.
Pêvajoya Hiqûqî Sê faîl hatiye girtin. 8 sal û 6 meh ceza li failekî hatiye birîn lê ji ber temenê wî 66 bûye cezayê wî nehatiye bicîanîn. Failek piştî desteserkirinê serbest maye, derbarê yekî de lêpirsînname hatiye amadekirin. |
Tundkarî-Brîndarkirin
Mêran ya kêm 16 jin brîndar kirine, tundkarî li wan kirine.
Bajarên ku tundkariya mêran tê de rûdaye ev in:
Edene (1), Dîlok (1), Enqere(1), Eskişehir (1), Stenbol(2), İzmir (1), Karabuk (1), Kocaeli (1), Manisa (1), Mersin (1), Ordu (1), Osmaniye (1), Tekirdag (1), Riha (1), Zonguldak (1).
Mêran 10 jin li kolanan, heft jin jî li malan birîndar kiriye. Yek ji van mêran midûrê dibistanekê bûye, lêpirsînname ji bo wî hatiye amadekirin.
Pêvajoya Hiqûqî Şeş fail reviyane, çar jê hatine desteserkirin. Derbarê yekî de biryara dûrxistinê hatiye derxistin. |
2018 - Raporên tûndkarîya mêran
Mêran di Kanûna Pêşiyê de 30 jin kuştine
Mêran di Çiriya Paşiyê de 22 jin kuştine
Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de 20 jin kuştine
Mêran di meha Îlonê de 23 jin kuştine
Mêran di meha Tebaxê de 20 jin kuştine
Mêran di meha Tîrmehê de 20 jin kuştine
Mêran di meha Hezîranê de 23 jin kuştine
Mêran di meha Gulanê de 25 jin kuştine
Mêran di meha Nîsanê de 20 jin kuştine
Mêran di meha Adarê de 14 jin kuştine
Mêran di meha Sibatê de ya kêm 25 jin kuştine
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de 13 jin û 2 zarok kuştine
(EMK/MB/FD)