
Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Kanûna Pêşiyê de bi kêmanî 28 jin û 4 zarok kuştine.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 51 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 59 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 14 jin tacîz kirine. Her weha mêran di meha Kanûna Pêşiyê de 153 jin neçarî karkeriya seksê kirin.
Saziyên çapemeniyê di meha Kanûna Pêşiyê de ji bo mirinên 56 jinan û 9 zarokan gotine “mirinên bigûman” e. Ji mirinên biguman jê yek mirina Poyrazê/a trans bû ku di girtîgehê de pêk hat.
Ji bo hemû raporên tûndkariya mêran yên bianetê bitikîne
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatine
Edene (1), Semsûr (1), Afyon (1), Agirî (1), Aydin (3), Enqere (1), Antalya (3), Bursa (2), Burdur (2), Çanakkale (4), Çorum (1), Denizli (2), Amed (1), Edirne (1), Giresun (1), Isparta (1), Stenbol (3), İzmir (1), Kayseri (2), Kilis (1), Konya (1), Meletî (1), Manisa (2), Mêrdîn (1), Muğla (3), Niğde (2), Sakarya (1), Samsun (2), Tokat (1), Riha (2), Wan (1), Zonguldak (2)
Bajarên ku mirinên zarokan ên bigûman lê pêk hatine
Antalya (1), Dîlok (1), Denizli (1), Konya (1), Kocaeli (1), Manisa (1), Mersin (1), Osmaniye (1), Riha (1).
Daneyên Tundkariya Mêran 2021-2025
Di sala 2025an de mêran, 299 jin kuştine, tacîz li 201 jinan kiriye, 265 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 724 jinan kiriye, tecawiz li 14 jinan kiriye. Bi kêmanî 1168 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 471 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 64 zarok kuştine.
Di sala 2024an de mêran, 378 jin kuştine, tacîz li 131 jinan kiriye, 229 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 645 jinan kiriye, tecawiz li 16 jinan kiriye. Bi kêmanî 772 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 315 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 43 zarok kuştine.
Di sala 2023an de mêran, 333 jin kuştine, tacîz li 355 jinan kiriye, 123 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 745 jinan kiriye, tecawiz li 18 jinan kiriye. Bi kêmanî 371 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 270 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 28 zarok kuştine.
Di sala 2022an de mêran, 327 jin kuştine, tacîz li 156 jinan kiriye, 238 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 793 jinan kiriye, tecawiz li 32 jinan kiriye. Bi kêmanî 442 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 198 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 39 zarok kuştine.
Di sala 2021an de mêran, 324 jin kuştine, tacîz li 424 jinan kiriye, 208 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 793 jinan kiriye, tecawiz li 96 jinan kiriye. Bi kêmanî 772 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 213 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 34 zarok kuştine.
Di sala 2020an de mêran, 284 jin kuştine, tacîz li 147 jinan kiriye, 265 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 792 jinan kiriye, tecawiz li 96 jinan kiriye. Bi kêmanî 818 jin neçarî karkeriya seksê kirine.
Kuştin
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de bi kêmanî 28 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 19 bû. Tevî biryara jêdûrxistinê mêran sê jin kuştin. Her weha mêrek piştî ku ji girtîgehê derket jinek kuşt.
Jinên ku mêran ew di Kanûna Pêşiyê de kuştin
Aynur Erkenci, Ayşe K., Deniz Şişman, Duygu Tepebaş, Emine A., Eser E., Fadime Y.G., Fatma Ç., Gülhan B., Gülhan Taş, Hilal Aktepe, İmhan S., Kadriye K., Künra A., Melek Gül, Meliha S., Merve Şen, Nazen G., Nilgün Geçer, Remziye Kaya, Rojda Yakışıklı, Rukiye Y., Sevgi Ö., Sultan Değirmenci, Sümeyye D., Şerife Gelmeli, Tülay Ü., Zaide A.
Bajarên ku mêran ew lê kuştin
Semsûr (1), Ankara (2), Dîlok (2), Antalya (1), Bursa (1), Çanakkale (2), Amed (2), Hatay (1), Stenbol (1), Karaman (1), Kayseri (1), Kırıkkale (2), Kırıklareli (1), Manisa (3), Mereş (1), Mersin (1), Samsun (1), Sêrt (1), Riha (1), Zonguldak (2).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 14 jin kuştin e. Her weha çapemeniyê “hêcata” kuştina 13 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 17 jin kuştine. 3 jin cîranê wan ew kuştine. Endamên malbatê yên weke bav/kur du jin kuştine. Jinekê xwediyê karê wê û jinekê jî polîsê teqawitbûyî ew kuştiye. Her weha jinekê jî neviyê wê yê ku temenê wî di bin 18an de ye ew kuştiye.
Mêran 16 jin li nava malan, 12 jin jî li qadên derveyî malan kuştine. Mêran bi çekên guleber 15 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 9 jin kuştine. Mêran du jin bi fetisandinê, jinekê bi darvekirinê û jinekê bi lêdanê kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 25 faîl hebûn ku jin kuştine. 21 faîl hatin girtin. 4 faîlan xwe kuştin. Faîlek revîye. Zarok hat desteserkirin.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de herî kêm 4 zarok kuştin. Ev hejmar par di heman mehê de 2 bû.
Du zarok bavê wan, zarokek birayê wê û zarokek jî xalê wê ew kuştiye.
Mêran bi çekên guleber sê zarok û zarokek jî bi lêdanê kuştine.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Adana (2), Hatay (1), Riha (1)
Zarokên ku mêran ew kuştine
A.A., Derin K., Doruk K., M.D.
Pêvajoya hiqûqî
3 faîl hebûn ku zarok kuştine. Faîlek hat girtin, Faîlek revî û yekî jî xwe kuşt.
Tacîz
Mêran di meha Kanûna Pêşiya 2025an de herî kêm tacîz li 14 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 11 bû.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, mixaze, wesayîtê cemaweriyê û nexweşxane tacîz li jinan kirine.
Mêran herî kêm 14 jin bi devkî û fîzîkî tacîz kiriye.
Du jin rêwîyek, sê jin hevalê wan yê kar, jinekê, hevrêyên wê yên partiyê, jinekê rojnameger, jinekê kesekî girtî, jinekê jî hîndekarê zanîngehê ew tacîz kiriye.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku tacîz li 5 jinan kirine nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Semsûr (2), Burdur (1), Stenbol (5), Kocaeli (1), Konya (1), Kutahya (1), Muğla (2), Sakarya (1).
Pêvajoya hiqûqî
14 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Derbarê 10 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin, faîlek hat desteserkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî a sê faîlan nenivîsiye.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de îstîsmar bi kêmanî li 59 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de dîsa 20 bû.
Mêran li qadên derveyî malan yên weke dibistan û Parlamentoyê îstismar li 59 zarokan kirin. Li nava malan jî îstismar li du zarokan kirine.
Du dersdêran 48 zarok û personelê meclîsê 3 zarok îstismar kiriye. Du zarok hevalê wan, du zarok jî kesên ku nasnameya wan ne diyar in ew îstismar kirin. Her weha zarokek xizmê wê, zarokek muzîkjen, zarokek perwerdekarê werzişê û zarokek jî rêwiyek ew îstismar kiriye.
Bajarên ku mêran lê îstismar li zarokan kirine
Ankara (5), Balıkesir (1), Amed (1), Stenbol (1), İzmir (1), Isparta (1), Kocaeli (1), Manisa (23), Samsun (1), Şirnex (23), Zonguldak (1)
Pajêvoya hiqûqî
14 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. 4 faîl hatin girtin. Sê faîl hatin desteserkirin. Derbarê 5 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. Faîlek revî û yek jî serbest bû.
Êrîşa zayendî / Tecawiz
Di meha Kanûna Pêşiya 2025an de mêran tecawiz li jinekê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar du bû.
Jinekê hevalê wê yê kar tecawiz li wê kiriye. Mêran li nava malê tecawiz kiriye.
Bajarên mêran lê tecawizî jinan kiriye
Bûrsa (1)
Pêvajoya hiqûqî
Faîlek hebû. Ew jî hat girtin.
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de bi kêmanî 51 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 53 bû.
Herî kêm 4 jin bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê. Tevî biryara parastinê mêran herî kêm 6 jin birîndar kirin.
Bi kêmanî 34 jin hevjîn, hevjînê berê û destgirtiyê wan ew birîndar kirine. Sê jin hevalê wan, du jin cîranê wan, jinekê bavê wê, jinekê xizmê wê, jinekê dersdêrê werzişê, jinekê dizan, jinekê sê kesan, jinekê heft mêran ew birîndar kiriye.
Mêran, ji ber ku “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 12 jin birîndar kirin. Çapemeniyê hêceta birîndarkirina 39 jinan nenivîsiye.
Mêran derb li 43 jinan xistin û birîndar kirin. 2 jin bi çekên guleber birîndar kirin. Her weha 5 jin bi amûrên birînê birîndar kirine. Mêran jinekê jî bi şewitandinê birîndar kiriye.
Mêran li nava malan 31 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 20 jin birîndar kirin.Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran du jin li kîderê birîndar kirine.
Bajarên ku mêran tûndkarî lê li jinan kirine
Adana (1), Afyon (1), Aksaray (2), Ankara (1), Antalya (1), Aydın (1), Bartın (1), Çanakkale (2), Denizli (1), Dersim (1), Amed (2), Edirne (16), Stenbol (9), Karaman (2), Kocaeli (1), Konya (1), Kutahya (1), Manisa (1), Muğla (2), Samsun (1), Tekirdag (1), Riha (1), Yozgat (1)
Pêvajoya hiqûqî
Tenê 17 faîl hatin girtin. Derbarê 26 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. 9 kes hatine desteserkirin. Sê faîl revîn, du faîlan jî xwe kuştin.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de bi kêmanî 153 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 217 bû. Di nav wan de zarok jî hebûn. Ji wan 13 jin welatiyên Tirkiyeyê nebûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Enqere (64), Dîlok (9), Dersim (1), Amed (28), Edirne (23), Hatay (2), Kocaeli (14), Mersin (2), Muğla (9), Sakarya (1).
Pêvajoya hiqûqî
136 faîl hebûn. Ji wan 117 hatin girtin. Du faîl serbest bûn. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî a 17 faîlan nenivîsiye.
(EMK/AY)






