Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Kanûna Pêşiyê de bi kêmanî 19 jin û 2 zarok kuştin.
Saziyên çapemeniyê di meha Kanûna Pêşiyê de ji bo mirinên 33 jinan gotine “mirinên bigûman”.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 53 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 20 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 11 jin tacîz kirine, bi kêmanî tecawiz li du kirine. Her weha mêran di meha Kanûna Pêşiyê de 217 jin neçarî karkeriya sekse kirin.
Mêran di sala 2024an de 378 jin kuştin.
Mêran gefa kuştinê li Edîrneyê li sê jinan û li Bursayê li jinekê xwariye.
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatine
Edene (1), Semsûr (1), Aydin (2), Ayfon (1), Êlih (1), Bolu (1), Bursa (1), Denizli (1), Amed (1), Duzce (2), Eskişehir (1), Karaman (1), Kocaeli (1), Konya (4), Kutahya (1), Kırşehir (1), Mereş (1), Ordu (1), Sakarya (1), Samsun (1), Sêrt (1), Wan (2), Çanakkale (1), Stenbol (1), İzmir (3).
Bajarên ku mirinên zarokan ên bigûman lê pêk hatine
Semsûr (1), Dîlok (2), Aydın (1), Bursa (1), Denizli (1), Sakarya (1)
Tundkariya Mêran a di salên 2024, 2023, 2022 û 2021ê de
Di sala 2024an de mêran, 378 jin kuştine, tacîz li 131 jinan kiriye, 229 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 645 jinan kiriye, tecawiz li 16 jinan kiriye. Bi kêmanî 772 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 315 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 43 zarok kuştine.
Di sala 2023an de mêran, 333 jin kuştine, tacîz li 355 jinan kiriye, 123 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 745 jinan kiriye, tecawiz li 18 jinan kiriye. Bi kêmanî 371 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 270 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 28 zarok kuştine.
Di sala 2022an de mêran, 327 jin kuştine, tacîz li 156 jinan kiriye, 238 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 793 jinan kiriye, tecawiz li 32 jinan kiriye. Bi kêmanî 442 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 198 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 39 zarok kuştine.
Di sala 2021an de mêran, 324 jin kuştine, tacîz li 424 jinan kiriye, 208 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 793 jinan kiriye, tecawiz li 96 jinan kiriye. Bi kêmanî 772 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 213 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 34 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de bi kêmanî 19 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 30 bû.
Digel biryara parastinê meran herî kêm çar jin kuştine.
Jinên ku mêran ew di Kanûna Pêşiyê de kuştin
A.Y., Arzu Açıkgöz, Ayşe Merve Sağ, Emine D., Fatma Çakırbeyli, Gonca Yılmaz Ö., Günay Sena S., Hayriye K., Leyla Ç., M.A., Mehtap Y., Rahime Ç., Selma Tercan, Serpil K., Simge K., Songül Gönül, Yezda Akgül, Şahide Z., Şehriban K.
Bajarên ku mêran ew kuştin
Adana (1), Dîlok (1), Bursa (2), Amed (1), Giresun (1), Kırklareli (1), Manisa (1), Mersin (2), Osmaniye (1), Sakarya (1), Samsun (1), Sêwas (2), Uşak (1), Wan (1), Stenboll (2).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 11 jin kuştin. Mêran ji ber hesûdiyê jî du jin kuştin. Çapemeniyê “hêcata” kuştina şeş jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 14 jin, endamên malbatê yên weke kalik, kur û bav sê jin kuştine. Du jin jî zavayê wan ew kuştin.
Mêran bi çekên guleber 10 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 5 jin kuştine. Mêran, du jin bi lêdanê û du jin jî fetisandinê kuştine.
Mêran herî kêm 8 jin li park, kolan, daristan ango qadên civakî, 11 jin jî li nava malan kuştin.
Pêvajoya hiqûqî
19 faîl hebûn ku jin kuştine. Bi tenê 10 faîl hatin girtin, faîlek hat desteserkirin. Şeş faîlan xwe kuştin. Derbarê du faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de herî kêm du zarok kuştin. Ev hejmar par di heman mehê de yek bû. Zarokêk xizmê wî ew kuşt. Çapemeniyê nenivîsiye mêrê ku zarokek kuştiye nas e an ne nas e.
Mêran herdu zarok bi çekên guleber kuştin.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Stenbol (1), Enqere(1)
Zarokên ku mêran ew kuştine
S.Y., Z.Y.A.
Pêvajoya hiqûqî
2 faîl hebûn ku zarok kuştine. Faîlek xwe kuşt û yek jî hat desteserkirin.
Tacîz
Mêran di meha Kanûna Pêşiya 2024an de herî kêm tacîz li 11 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 5 bû.
Sê bûyerên tacîzê sîstematîk bûn. Ji tacîzkaran yek çawişê pispor bû.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, mixaze, wesayîtê cemaweriyê û nexweşxaneyê tacîz li jinan kirine.
Rêvebirê navenda sporê tacîz li 4 jinan, fermanber jinekê, çawişê pispor jinekê û hevkarê jinekê tacîz lê kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku tacîz li çar jinan kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Denizli (4), Hakkari (1), Sakarya (1), Trabzon (1), İstanbul (3), İzmir (1)
Pêvajoya hiqûqî
8 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Jê 2 hatin girtin, du faîl hatin desteserkirin. Derbarê sê faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsiye.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de îstîsmar bi kêmanî li 32 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 5 bû.
Mêran li qadên derveyî malê yên weke stargeha terîqetan, salona werzişê, otopark û bereqe îstismar li 14 zarokan kirine.
Çapemeniyê nenivîsiye ku bê ka mêran li kîderê îstismar li zarokek kiriye.
Pêvajoya hiqûqî
15 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. Ji wan tene 9 faîl hatin girtin. 2 faîl hatin desteserkirin. faîlek serbest bû. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsiye.
Êrîşa zayendî/Tecawiz
Mêran di meha Kanûna Pêşiya 2024an de herî kêm tecawiz li du jinan kirine. Par di heman mehê de ev hejmar yek bû.
Mêran li derveyî malan tecawiz li herdu jinan kirin.
Du rapbêjan tecawiz li jinekê kirine. Çapemeniyê nenivîsiyê bê ka mêrê ku tecawiz li jinekê kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye
Trabzon (1), Stenbol(1)
Pêvajoya hiqûqî
Sê faîl hebûn ku tecawiz li jinan kirine. Derbarê du faîlan lêpirsîn hat destpêkirin. Faîlek hat girtin.
Tundkarî/Birîndarkirin
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de bi kêmanî 53 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 38 bû.
Di nav kesên ku tûndkarî li jinan kirine de polîs jî hene. Di nav jinên ku mêran ew birîndar kirine de hêrî kêm sê jê trans bûn. Herî kêm 6 jin bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.
Bi kêmanî 34 jin destgirtî û mêrên wan ew birîndar kirin. 6 jin bav û bira, jinekê xizmê nexweş, jinekê mela, jinekê cîranê wê û jinekê jî hevalê wê ew birîndar kir. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku 9 jin birîndar kirine nas e an ne nas e.
Mêran, ji ber ku “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 15 jin birîndar kirin. Mêran 7 jin ji ber “hesûdiyê”, jinekê ji ber “xwe makyaj kiriye” û jinekê jî ji ber “xespê” birîndar kiriye. Çapemeniyê hêceta birîndarkirina 29 jinan nenivîsiye.
Mêran derb li 32 jinan xistin û birîndar kirin. Bi kêr û yên mîna wan 4 jin û bi çekên guleber 11 jin birîndar kirin.
Mêran li nava malan 30 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 22 jin birîndar kirin.
Çapemeniyê nenivisiye bê ka mêran jinekê li kîderê birîndar kirine.
Pêvajoya hiqûqî
56 faîlên ku jin birîndar kirine hebûn. 11 hatin girtin. Derbarê 22 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. 15 faîl hatin desteserkirin. Çapemeniyê derbarê pêvajoya hiqûqî ya 8 faîlan de ti zanyarî neweşand.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de bi kêmanî 217 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 36 bû. Di nav wan de zarok jî hebûn. Di nav jinên ku karkeriya seksê lê hat ferzkirin de 43 welatiyên Tirkiyeyê nebûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Ankara (20), Bursa (6), Amed (9), Kocaeli (10), Meletî (16), Mersin (58), İstanbul (98)
(EMK/AY)