Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn, mêran di Kanûna Pêşiyê de 29 jin kuştine, tecawiz li şeş jinan kiriye, destdirêjî li 27 keçên zarok kiriye, tûndkarî li 23 jinan kiriye.
Di sala 2016ê de mêran ya kêm 261 jin û zarokên keç kuştine, tecawiz li 75 jinan kiriye, destdirêjî li 119 jinan kiriye, îstismar li 417 keçên zarok kiriye û tûndkarî li 329 jinan kiriye.
Kuştin
Mêran di Kanûna Paşiyê de 29 jin û 4 mêrên li nik wan kuştine. Du jinên hatîn kuştin ji Sûriyeyê bûne.
Ji sedî 52yê jinên hatîn kuştin mêrê wan an jî destgirtiyê wan ew kuştine. Birayê du jinan ew kuştine. Kurê zirbavê du jinan ew kuştine. Kurê mêrekê ku jinek dê pê re bizewiciya ew kuştiye. Mêrê bi zewaca fermî zewicî yê neh jinan ew kuştine. Mêrê bi zewaca dînî zewicîn ên du jinan ew kuştine. Neviyê jinekê ew kuştiye. Jinek bi biryara malbata wê bi destê mêrên malê hatine kuştin.
Ji sedî 62yê jinan bi çekên gulexwer hatine kuştin. Neh jin bi kêran hatine kuştin. Jinek hatiye xeniqandin. Gewriya jinekê hatiye birîn. 16 jin bi demanceyan û du jin bi tifekan hatine kuştin.
Pênc jin di nava kolaneyan de hatine kuştin.
Ji sedî 24ê jinên hatîn kuştin mêrê wan an jî destgirtiyê wwan ew kuştine.
Yek ji qatilên jinan ji beriya hingê jî ji ber wî sûcî hatiye mehkûmkirin. Qatilê heft jinan piştî kuştina jinan xwe kuştine.
Mêrekî piştî ku jina xwe kuşt termê wê avêtiye ber deriyê qereqolê. Mêrekê jî piştî jina xwe kuşt li ser deriyê xwe nivîsîye “em diçin betlaneyê” û reviyaye.
Bajarên ku jin lê hatine kuştin ev in:
Edene (1), Antalya (1), Balikesîr (3), Giresun (2), Stenbol (4), Izmîr (5), Kocaeli (2), Konya (1), Samsun (1), Sîwas (1), Trabzon (3), Rûha (3), Wan (1), Yozgat (1).
Tecawiz
Di Kanûna Paşiyê de nûçeyên şeş bûyerên tecawizê hatine nivîsîn.
Bavê du jinan tecawiz li wan kiriye. Jinekê mêrek ji medyaya civakî nas kiriye û wî mêrî tecawiz li wê kiriye. Nasê jinekê tecawiz li wê kiriye. Mêrekê nenasê jinekê tecawiz li wê kiriye.
Du bûyerên tecawizê li mala jinên tecawiz lê hatî kirin çêbûye. Bûyereka tecawizê di tirimbêlê de, bûyerek li nexweşxaneyê, bûyerek li otêlê, bûyerek di otobêsê de çêbûye.
Tecawizkarek ji berê ji ber bûyera destdirêjiyê hatiye girtin û dadgehê ew bi şertê kontrola edlî serbest berdaye. Tecawizkarekî jî li 48 bûyeran qeyda sûcdariya ji sûcên cinsî hebûye.
Piştî bûyerên tecawizê pênc mêr hatine girtin. Mêrek bi şertê kontrola edlî serbest hatiye berdan. Pêvajoya edlî ya ji bo mêrekê di nûçeyan de cih negirtiye.
Bajarên ku lê bûyerên tecawizê çêbûne:
Enqere (1), Aydin (1), Stenbol(2), Tekirdag (1).
Destdirêjî
Di Kanûna Paşiyê de ya kêm destdirêjî li 6 jinan hatiye kirin.
Du kesên ku destdirêjî kiriye ji berê jî ji ber kirina wî sûcî qeyda wan a sûcdariyê hebûne.
Giliya kesekê hatiye kirin lê ji bo astengkirina wî ti nehatiye kirin.
Yek ji wan kesên destdirêjî kirî bêyî ku bê girtin tê dadkirin. Kesek bi şertê kontrola edlî serbest hatiye berdan. Biryara jêdûrmanê ji bo mêrekê hatiye dayin.
Nîvê wan kesên destdirêjî kirîn nasên wan kesan bûne ku destdirêjî li wan kirine. Mêrên ne nasên sê jinan destdirêjî li wan kiriye. Cîranê jinekê destdirêjî lê kiriye. Mêrekê nasê hevalê jinekê destdirêjî li wê kiriye.
Bûyereka destdirêjiyê li kolanan, bûyerek li kargehekê û bûyerek jî di kargehekê de pêk hatiye.
Bajarên bûyerên destdirêjiyê lê hatine kirin Edene (1), Amed (1), Stenbol (2), Izmîr (1) Qeyserî (1)
Îstismara zarokan
Mêran di Kanûna Paşiyê de îstismara zayendî li 27 keçên zarok kiriye. Tecawiz li zarokeka 38 rojî hatiye kirin, zarok li nexweşxaneyê miriye. Îstismar li keçikeka zarok hatiye kirin ku ew ji aqilê xwe ve kêm bû.
Ji sedî 63yê keçên zarok ên îstismar li wan hatiye kirin, dersdarên wan îstismar li wan kiriye. Dersdarên lîseyan îstismar li 11 zarokan kiriye. Dersdarê xwendina navê destdirêjî li keçekê kiriye. Cihgirên birêvebirên dibistanan îstismar li pênc keçan kiriye, bavê hevala keçekê, du mêrên ne nasên du keçan destdirêjî li wan kiriye.
Dersdarên dibistanan eşkere kirine ku sê zarokên keç tê îstismarkirin.
Çar mêrên ku îstismar kirine bi şertê kontrola edlî serbest hatine berdan. 14 mêr ji ber îstismarê hatine girtin. Dersdarekê îstismar kirî bi tenê ji karê wî hat bidûrxistin. Lêkolîn li ser dersdarekê hatiye kirin ku wî îstismara cinsî li zarokan kiriye.
Bûyerên nûçeyên îstismarê hatîn nivîsîn:
edene (1), Antalya (12), Aydın (1), Denizli (1), Stenbol (1), Mêrsîn (1), Sakarya (1), Samsun (2), Tokat (1), Uşak (5), Wan (1).
Li Amedê keçeka zarok hatiye mecbûrkirin ku ew karê seksê bike.
Tûndkarî û birîndarkirin
Mêran tûndkarî li 23 jinan kiriye/ew birîndar kirine. Doza bi qesta kuştinê birîndarkirina mirovan li çar mêran hatiye vekirin ku wan çar jin birîndar kiribûn.
Ji sedî 43yê wan kesên tûndkarî lê hatiye kirin, mêrê wan an jî destgirtiyê wan tûndkarî li wan kiriye. Bave jinekê, mêrê berê yê jinekê, destgirtiyê berê yê jinekê, mêrê bi zewaca dînî bi jinekê re zewicî tûndkarî li wan kiriye. Mêrê heşt jinan tûndkarî li wan kiriye. destgirtiyê jinekê, simsarê otobûsekê, cîranê jinekê û mêrek nenas tûndkarî li jinan kirine.
Çar jin hatine birîndarkirin lê eşkere nebûye ka kê ew birîndar kirine.
Ji sedî 29ê bûyerên birîndarkirinê di nava kolanan de, li kargeha televizyonan, li nexweşxane û cihên civakî pêk hatiye.
Du jinan ji ber ku xwestine ji mêrê xwe cida bibin tûndkarî li wan hatiye kirin.
Ji sedî 43yê karên tûndkarî û birîndarkirinê bi wan alavan hatine kirin ku dikarî pê kuştin jî çêbibe. Heft jin bi kêran jinek bi demanceyê hatiye birîndarkirin. Jinek bi tiştek hişk hatiye derbkirin, 10 jin hatine derbkirin. Dest û pêyên jinekê hatiye girêdan û welê hatiye hiştin.
Yek ji kesên tûndkarî kirîn karmendê parastina ewlehiyê bûye. Kesek jî karmendê dînî bûye ku di miftîtîyê de kar kiriye.
Bajarên ku nûçeyên tûndkariyê hatine nivîsîn: Edene (1), Aksaray (2), Enqere (1), Antalya (1), Çeneqele (1), Edirne (1), Erzurum (1), Stenbol (2), Izmîr (5), Qeyserî (1), Kocaeli (3), Konya (1), Mugla (1), Samsun (1) û Zonguldak (1).
Li gor herêman
Di meha Kanûna Paşiyê de herî zêde jin li Izmîrê hatine kuştin.
Ji sedî 31ê bûyerên kuştinê li herêma Marmarayê pêk hatine. Ji sedî 24ê bûyeran li Egeyê pêk hatiye. Ji sedî 21 li Behra Reş, ji sedî 10 li Anatolyaya navîn, ji sedî 10 li Başûrê Rojhilatê Anatolyayê û ji sedî 3yê bûyeran li Rojhilatê Anatolyayê pêk hatiye.
2016
Înfografîka tûndkariya mêran ya sala 2016ê
Em 261 jinên hatîn kuştin bi navê wan yad dikin
Di sala 2016ê de mêran ya kêm 261 jin û zarokên keç kuştine
Mêran di Kanûna Pêşiyê de, 19 jin kuştine
Mêran di Çiriya Paşiyê de, 21 jin kuştine
Mêran di 11 mehan de 236 jin kuştin, 368 zarokên keç jî îstîsmar kirin
Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de 23 jin û 2 zarokên keç kuştine
Mêran di meha Îlonê de 20 jin kuştine
Mêran di meha Tebaxê de 22 jin kuştine
Mêran di meha Tîrmehê de 18 jin kuştine
Mêran di meha Hezîranê de 22 jin kuştine
Mêran di meha Gulanê de 15 jin kuştine
(ÇT/MB)