Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahiyên bianetê ji nûçeyên rojnameyên herêmî û neteweyî ji ajans û malperan berhev kirîn mêran di meha Kanûna Paşiyê (Rêbendan) de, herî kêm 23 jin û çar mêr kuştine.
Jineke ku hatiye kuştin Hande Kader Şeker a trans e û li Îzmîrê hatiye kuştin. Her weha yek ji wan jî Esra A. ya ku dîsa jineke trans bûye. Esra A. li Stenbolê hatiye kuştin.
Mêran di heman mehê de tecawiz li çar jinan kiriye, karê seksê bi darê zorê li pênc jinan daye kirin û taciz li heft jinan kiriye. Mêran istismara zayendî li 10 keçan kiriye û herî kêm tundkarî li 27 jinan kiriye, ew birîndar kirine.
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2018ê* de du jin kuştine lê ev bûyer di meha Kanûna Paşiyê ya 2019ê de di çapemeniyê de hatiye weşandin.
Her weha di heman mehê de guman li ser bûyera kuştina çar jinan hebûye. Kujerên sê jinan nehatine diyarkirin.
Mêran xwestiye çar jin û zarokekî/ê bikujin. Kujerên du penaberên efganî nehatine diyarkirin.
Kuştin
Mêran di Meha Kanûna Paşiyê de herî kêm 23 jin û çar mêrên ku li cem jinan bûne kuştine.
Mêran di Kanûna Paşiyê ya 2018ê de herî kêm 13 jin, du zarok û du mêrên ku di dema kuştina jinan de li cem wan bûne kuştine.
Yek ji jinên ku di Kanûna Paşiyê ya 2019ê de hatiye kuştin azerî bûye. Her weha penabereke ji Sûriyeyê û yek jî ji Afganîstanê hatiye kuştin. Di Kanûna Paşiyê ya 2019ê de her weha li Îzmîr û Stenbolê du jinên trans hatine kuştin. Yek ji van jinan bi destê polîsekî hatiye kuştin.
M. H. yê bi nexweşiya Alzheimerê ye û 75 salî ye li Sakaryayê li dêya xwe ya 100 salî ya bi navê Lutfiye Harbaci daye û ew kuştiye. M. H. hatiye desteskirin. Ji ber ku sedema vê kuştinê ne di çarçoveya zayenda civakî de b, me ev nexist nav lîsteya kuştinan a Kanûna Paşiyê ya 2019ê. Em ê li lîsteya xwe ya dawiya sala 2019ê binivîsin.
Navê jinên ku mêran ew kuştine ev in:
Ceren Damar, Emine Çakır, Esma Kurt, Esra A., Fatma Özdemir, Fatma Tangaz, Ganıra Cabbarova, Gül K., H.İ., Hande Buse Şeker, Hürü Açık, İbite Sem El K., Kader Erenuluğ, Kübra Olgun Şahin, Leyla Avcı, Menekşe Ay, Parwin M., Rabia Ezer, Rava Kallajo, Serpil Erdoğan, Sibel Dudaklı, Sibel G., Suzan Keleş.
Bajarên ku jin lê hatine kuştin ev in:
Edene (2), Enqere(2), Bartın (1), Burdur (1), Bursa (1), Edirne (1), Hatay (1), Stenbol (2), İzmir (2), Kırşehir (1), Kocaeli (1), Kütahya (1), Meletî (2), Manisa (1), Mersin (1), Muğla (1), Osmaniye (1), Riha (1).
Mêran çar jin ji ber ku xwestine veqetin/dest ji hev ber din kuştiye. Çar jê jî bi sedema hesûdiyê kuştine. Jinek ji ber ku xwendekarê wê digel xedeye xwestiye di dema ezmûnê de zanyariyan ji çavkaniyan werbigire û wê jî ew xwendekar hişyar kiriye, ji hêla heman xwendekarî ve hatiye kuştin. Yek ji ber ku keça wê xwestiye ji hevjînê xwe veqete, yek ji ber deynê bavê wê lê hebû, yek ji bi îdiaya ku bi darê zorê karê seksê bê dane kirin hatiye kuştin. Sedema kuştina 11 jinan di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Mêran heft jin li cihên weke kampus, otopark, bar, kolan û yên weke wan ango li qadên civakî kuştine. 16 jê jî ya li mala xwe yan jî li malên malbata jinan kuştine. Herî kêm di du bûyeran de hatiye famkirin ku mêran jin kuştine û xwestine ku weke jinan xwe kuştibe nîşan bidin.
Mêrê heşt jinan, destgirtiyê du jinan ew kuştine. Bavê jinekê, kurê jinekê û birayê du jinan ew kuştine. Mêrê/destgirtiyê berê yê sê jinan, zavayê du jinan, mêrekî nas, polîsekî, mişteriyekî jinan ew kuştine. Di bûyera kuştina jinekê de çapemeniyê derbarê naskirina jinê û kujerî de zanyarî nenivîsiye.
Mêran 10 jin bi tivingê/devançeyê, çar jin jî bi kêran kuştine. Jinek di encama îşkenceyê de, yek jî di encama jêkirina qirika wê de hatiye kuştin. Di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin ku du jin çawa hatine kuştin.
Di kuştinên jinan de hin detay wiha bûne:
Polîsê bi navê A. D. jina trans a bi navê Hande Bûse Şeker kuştiye û hevala wê ya trans ya bi navê N. Y jî birîndar kiriye.
Mêrê ku li Hatayê Ramîze Ezer kuştiye, ji ber sûcekî din ceza xwariye.
Li Edîrneyê mêrê Kubra Olgûn Şahînê ew kuştiye. Kubra Olgûn Şahîn di dema zewaca xwe de (tenê mehekê zewicî mane) rastî îşkenceyê hatiye.
Mêrê ku li Stenbolê Esra A. kuştiye, paşê jî pereyê wê dizî ye.
Pêvajoya Hiqûqî 10 mêrên ku jin kuştine hatine desteserkirin. Çar mêr hatine girtin. Yekî xwe kuştiye, yekî xwe radestî polîsan kiriye. Di çapemeniyê de ji bo du mêran hatiye gotin ku “reviya ye”, “polîs lê digere” Pêvajoya hiqûqî ya derbarê pênc kujeran di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin. |
Tecawiz
Mêran herî kêm tecawiz li çar jinan kiriye. Di meha Kanûna Paşiyê ya 2018ê de mêran tecawiz li pênc jinan kiribû.
Jineke ku rastî tecawiza mêran hatiye kêmendam bûye. Yek ji wan jî jineke trans bûye.
Bajarên ku tecawiz li jinan hatiye kirin
Ardahan (1), Stenbol (1), Muğla (1), Trabzon (1).
Cîranê jinekê, hevalê jinekê tecawiz lê kiriye. Du mêrên nenas jî tecawiz li jinan kiriye. Sê bûyerên tecawizê li nava malê, yek jê jî li parkê çêbûye.
Pêvajoya hiqûqî Mêrekî ku tecawiz li jinekê kiriye, hatiye girtin, du mêr hatine desteserkirin. Derbarê mêrekî de ne lêpirsînname hatiye amadekirin ne jî jêpirsîn an jî doz hatiye vekirin. Dema jina trans ji bo gilîkirinê çûye qereqolê, polîsan êrîşa homofobîk a devkî lê kiriye. |
Karê seksê yê bi zorê
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de herî kêm bi darê zorê karê seksê li pênc jinan û zarokeke keç kirine. Di sala 2018ê de ev jimar neh bû. Ya kêm du jin ji 17 saliyê biçûktir bûne. Jinek bi hişê xwe kêmendam bûye.
Bajarên karê seksê lê hatî kirin:
Semsûr (1), Edirne (1), Samsun (2), Tekirdağ (1).
Pêvajoya hiqûqî Her şeş fail jî hatine girtin. |
Taciz
Di meha Kanûna Paşiyê ya 2019ê de mêran herî kêm taciz li heft jinan kiriye. Du bûyerên tacizê bi girtina dîmenên jinan hatiye kirin.
Çar jinên ku taciz li wan hatiye kirin tacizkar nas nedikirin. Di sala borî de di heman dewrê de 12 jin hatibûn tacizkirin.
Bajarên ku lê taciz hatiye kirin:
Antalya (1), Bursa (1), İzmir (1), Samsun (1), Tekirdağ (2).
Îstîsmara Zarokan
Mêran herî kêm li deh zarokên keç îstîsmara cînsî kiriye. Zarokeka îstismar lê hatî kirin ji Sûriyeyê bûye.
Bajarên ku îstîsmara zarokan lê hatiye kirin ev in:
Adana (1), Bursa (1), Hatay (1), İzmir (4), Kütahya (1), Malatya (1), Muğla (1).
Çar bûyerên tacizlê li cihên civakî yên wek bazar, dibistan û kolanan pêk hatine. Bûyerek li malekê pêk hatiye.
Pêvajoya hiqûqî:
13 mêran taciz li zarokên keç kirine. Zirbavê keçekê taciz lê kiriye daya wê ew mêr kuştiye. Heşt fail hatine girtin. Sê mêr hatine desteserkirin. Polîsan piştî îfadeya mêrekê standiye ew berdaye.
Tundkarî-Brîndarkirin
Mêran ya kêm 27 jin brîndar kirine, tundkarî li wan kirine. Ya kêm jinek trans bûye. Jinek ji Ûkraynayê bûye. Herweha du mêrên li nik jinan, dema tûndkarî li jinan hatî kirin tûndkarî li wan jî hatiye kirin.
Bajarên ku tundkariya mêran tê de rûdaye ev in:
Enqere (2), Antalya (2), Balıkesir (1), Bursa (2), Amed (2), Edirne (2), Hatay (1), Stenbol (4), Kilis (2), Konya (2), Malatya (1), Maraş (1), Samsun (1), Tekirdağ (1), Tokat (1), Zonguldak (1).
Neh mêrên jinan ew nas nedikirin tûndkarî li wan kiriye. Ya kêm mêrê şeş jinan tûndkarî li wan kiriye. Ya kêm sê kesên tûndkarî kirîn endamên malbata jinan bûye(bavek û du bira).
Dergevanekê ewlehiyê û leşkerekê tûndkarî li jinan kiriye. Li mala 14 jinan tûndkarî li wan hatiye kirin. 13 kes li daristan, kolan û cihên civakî hatine hingavtin.
Hêcetên tûndkariya mêran ev in: Sê mêran diyar kiriye ku jinan xwestiye ji wan cida bibin. Jinek ji ber ku çûye nik dayika xwe. Jinekê ji ber ku gotiye “kurê min li dersên xwe bixebite”.
Pêvajoya hiqûqî
Di nûçeyan de tûndkariya 34 mêran cih girtiye. Bavê jineka tûndkarî lê hatî kirin mêrê tûndkarî kirî kuştiye. Heşt mêr hatine desteserkirin. Lêpirsîn li ser heşt mêran hatiye vekirin. Sê mêr hatine girtin yek jî bi şertê kontrola edlî serbest bûye. Ji bo mêrekî 40 roj cezayê girtinê hatiye dayin.
2018 - Raporên tûndkarîya mêran
Mêran di Kanûna Pêşiyê de 30 jin kuştine
Mêran di Çiriya Paşiyê de 22 jin kuştine
Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de 20 jin kuştine
Mêran di meha Îlonê de 23 jin kuştine
Mêran di meha Tebaxê de 20 jin kuştine
Mêran di meha Tîrmehê de 20 jin kuştine
Mêran di meha Hezîranê de 23 jin kuştine
Mêran di meha Gulanê de 25 jin kuştine
Mêran di meha Nîsanê de 20 jin kuştine
Mêran di meha Adarê de 14 jin kuştine
Mêran di meha Sibatê de ya kêm 25 jin kuştine
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de 13 jin û 2 zarok kuştine
(EMK/MB/FD)
*İnfografi: Yagmur Karagoz